Mirina Zor

Mirin di heyata mirov de parçebûnek e. Dixwazî bila nêzikekî te bimire, dixwaze bila kesekî nenas be mirin zor e.

Lawê te, keçê te an jî nasekî (eqrebayê) te bimire, ew ji bo jiyana te jî dibe parçebûnek, parçebûneke giran.

​Jiyan her çi qasî xweş e, mirin jî ew qasî zor e. Ew kêfxweşiya jiyanê, ew xweşbûna jiyanê carekê de vediguherîne êşeke giran. Di dilê însên de, qelbê însên de, eqlê însên de gelek birînên mayende çêdike. Birînên psîkolojîk, birînên giran, birînên pir zor çêdike û dermankirina wan jî pir zor dibe.

​Zemanekî malbatek pir kêfxweş hebû. Jiyaneke xweş, jiyaneke bextewar derbas dikirin. Karê xwe li şûnê de bû, perê xwe hebûn, eqrebayên xwe li dorê bûn, zar û zêçên xwe li cem bûn û bi kêfxweşî jiyana xwe derbas dikirin.

​Lê paşê, lê paşê…
Zarokê wan, zarokê wanî herî mezin… zarokê ku kar bi dest xistibû, ber bi zewacêva diçû, dergîstî bû…

​Lê rojekê xebera reş hat. Xebereke pir reş, xebereke pir giran. Xeber e ku ew tavê reş li ser malbata wan kom dibin, kon vegirt mala wan, di dilê wan de kom bû. Ew gişkî bi carekê de parçe parçe kirin. Jiyana wan nîvî kir. Gîşkî kirin nîv însan. Êdî jiyana wan ne jiyana berê bû. Êdî her tişt hate guherandin. Êdî xemgînî wê malê de kom vegirt. Bav hêlekê de, dê hêlekê de, zar û zêç hêlekê de parçe bûn. Lê gişk di hundirê xwe de parçe dibûn. Kesî bi hev re tiştek nedigot.

Lê zerara herî zêde bavê dîtibû. Bav ne wekî kesên din, ew bi serê xwe pir êşê giran dikişand. Yek dema bêhna xwe teng dibû, yek caran nedikarî bêhn bistanda. Dixwaze ku bimre, dixwaze ku vê jiyanê êdî nejî. Jiyan jî jê re pir giran dihat. Êdî barê jiyanê jî pê re zor bû. Nedixwest tiştekî bike. Ji jiyanê hêviya xwe qut kir, ket hundirê malê, di malê de jiyana xwe derbas kir heta miriya. Êdî nedixwest derkeve derve. Êdî jiyan jê re bêwate dihat. Nedixwest tiştekî din bike, bi kesî re têkilî dayne. Dixwest timûtim tenê bimîne bo êşa xwe di dilê xwe de bijî.

​Lê em her çi qasî nexwazin jî ev rastiya jiyanê ye. Di jiyanê de mixabin mirin heye û ew mirin rastiya jiyana me ye. Em nikarin mirinê ji holê rakin. Lê em dikarin li hemberî mirinê têkoşîna xwe, îradeya xwe zêde bikin. Em dikarin li hemberî mirinê sebra xwe zêde bikin.

Ma kî nemiriye, ew însanê herî biqîmet, ew însanê ku di nav jiyana me de navend bûn, gişkî mirin û dê bimrin. Lê di nav mirinan de hinek mirin pir zor in. Taybetî jî mirinên ciwanan. Mirinên ciwanan gelekî dilê mirov diêşîne. Qol û baskê mirovan dişkêne. Di nav êş û janan de digewizîne.

​Em her çi qasî qebûl nekin jî, divê em mirinê li hemberî rastiya xwe qebûl bikin. Rastiyeke ku nayê înkarkirin. Di nav jiyana me de birîneke reş e.

​Li ser mirinê gelek helbest, gelek sitran tên gotin. Lê ev birîna me nakewînin, tenê birîna me kûr dikin. Êş û jana me zêde dikin. Em tim û tim bi wan helbestan, bi wan sitranan êşa xwe dikelînin, zêde dikin.

Firat Bawerî

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *