Îlem eyyuhel ezîz!
Esabiyet û taassûba cahiliyetê, mecuneke wusan e ku ji hevkariya xeflet û dalaletê û ji riya û zulmetê çêbûye û mil dane hev. Lewma, yên irqperest, irq û milliyetê, wek mebûd dihewînin. Lê xîret û hamiyeta Îslamê, taveke wusan e ku ji nûra îmanê pêl dide û diteîse.
(Mesnewî Nûrîye – 138 – Bedîûzeman Seîdê Kurdî)
Şîrove;
Bila şaş neyê fehmkirin, îslamîyet netewîyetê înkar nake û piştguh jî nake heta îslamîyet piştgiriyê dide neteweyetîyê. Lê dixwaze ku neteweperwerîyeke mûsbet were kirin û ji bo neteweyê xwe bixebite û neteweya xwe hez bike. Lê nijadperestî dixwaze miletê din daqultîne wan tune bike û bi tunekirina wan xwe geş bike, xwedî bike.
Mabûd, divê ne nijad û dewlet be asil mabûd divê xwedîyê hertiştî Xaliqê Kaînatê be û divê em ji bo vê bixebitin. Nijadperestî xeflet û zûlmeteke mezin li ser mirov avadike û azadî û serbestiya neteweyên din nexwaze.
Mislimanekî heqîqî ji miletê xwe hez dike ji bo neteweya xwe dixebite û vê jî wek îbadet û ubudîyet îttîhaz dike. Ji bo rizayê Xwedê dixwaze û dixebite.
Gernas Amedî