Alfabeya herî kêmtîp: a Hawaî

Taybetiyeke alfabeyan yek jê ev e ku ҫiqas hejmara tîpan kêm bin hewqas baş  û bi kêrhatî  ye. Serêşiya alafbeyên pirtîp gelek in. Alfabeyên pirtîp ji aliyê pedagojîk, desayn û teknîkê ve  nexweşik,  serêş û bi problem in.  Ji aliyê pedagojîk ve alfabeyên kêmtîp gelek hêsan in û zarok zû xwendin û nivîsandinê hîn dibin. Ji aliyê teknîkî ve jî alfabeyên sadeû kêmtîp bêproblem an jî kêmproblem in. Yên pirtîp bi problem in û bi nîşanekên li ser û bin di warê teknîkê de probleman derdixin û ji aliyê dîtin û desaynê ve jî xweşik xuya nakin û ne têrҫav in.

Tê gotin an dinivîsin ku alfabeya her kêmtîp a Hawaî ye. Alfabeya Hawaî ji 13 tîpan pêk tê.  Hejmara alfabeya Hawaî weha ye.:

Dengêr (bi deng) : a, e, I, o, u.
Dengdar (bêdeng): h, k, l, n, p, w. û (`) in. (`) jî tîpek tê hejmartin. Hinek zimanzan dibêjin ku (`) ev ne tîp e îşaret e û tîp naye hesibandin û alfabe ne ji 13,  ji 12 tîpan pêk tê. Hinek jî dibêjin “na ev  (´) dabir jî  di vî zimanî de cihê tîpeke serbixwe digire.[1] Heke ev îşaret weke tîp were hesibandin wê demê alfabeya Hawaî  li cîhanê ne ya herî kêm tîp e. Li girava Bougainvile ku dikeve rojhilatê Papua Nya Guinea  zimanekî bi nave rotokas heye ku alfabeya wan ji 12 tîpan pêk tê. Wê demê alfabeya rotobas li cîhanê alfabeya herî kêmtîp e.

Di  alfabeya hawaî  de du tîpên bêdeng nayên ba hev û teqez tîpeke bi deng dikeve navbera du bêdendan. Lêbelê du tîpên bi deng tên ba hev. Taybetiyeke din ê vî zimanî jî dawiya hemû peyvan bi tîpeke  dengdêr diqede.  Mînak: Aloha kakahiaka (rojbaş), aloha ahiahi (şevbaş), mahalo nui loa (pir spas). Ya herî balkêş di zimanê Hawaî de carnan ҫend peyv tên ba hev ji wan hevokeke dirêj pêk tê. Jib o yek peyv û yek hevok nimûne:Humuhumunukunukuapua`a  wateya  (masî weke beraz fişfiş dike.)

HawaiiGelê Hawaî berî ku ewropî herin welatên wan dagîr bikin di nav xwezayê de bi serbestî dijiyan. Piştî dagîrkirina parzemîna Amerîka û Amerîka Latînî dagîrkeran van giravên weke bihuştê jî dagîr kirin.  Di sala 1820î de  mîsyonerên Amerîkî li van giravan bi cih bûn. Bi kedxwariyê re dîn û zimanê xwe jî birin wan deran û ew fêrî îngîlîzî kirin. Lê li gel îngîlîzî xwestin   ku ew li gel îngîlî bi zimanê xwe jî  bixwînin û binivîsin. Heta wê demê bi zimanê wan ne alfabe hebû û nej î xwendin û nivîsandin.  Mîyoner pêşî zimanê wan hîn bûn û piştre li gor fonetîka zimanê wan bi alfabeya  îngîlîzî ji wan re albeya ku me li gor behs kir ji 12 tîpan alfabeyeke nû ҫêkirin. Piştre ji wan re rê û rêbazên gramer û rastnivîsanê danîn. Gelê Hawaî  niha bi zimanê xwe û bi zimanê îngîlîzî dipeyivin û dinivîsin.

amedtigris@hotmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply