Xelîl Xeyalî, di nivîsa xwe ya “Erbâb-ı Hamîyet ve Hîmmete” de dibêje ku diroka Kurdan çiqas ronî û xwedî şan be, halê wan yê iro û paşeroja wan jî ewqas tarî ye. Ew, sebebên sereke yên vî hali ji wiha rêz dike:
1. Kurdên koçer/gundewar, piştî ku diçine navçe û bajaran û dibj. ne xwedî mal û serwet, milliyeta xwe jî bîr dikin. Ew, ji bo menfeeta welêt aríkarî û wezîfeya ku deyndar in nakin; wekî îrşad, hişyarkirin û ronîkirina xelkê gundan.
2. Kurdên ku dibistanên fermî dixwînin, piştî ku dibine karmend/memûr êdî guh nadine cihê ku lê çêbûne û koka xwe. Ew, gava rastî Kurdên bêçare û xizan tên bi dilovanî nêzîkî wan nabin û wezîfeya xwe ya rêberiyê pêk nayînin.
3. Ew kesên ku piştî zehmetiyên mezin dibine alim, dikevine nav refê ulema lê ji ber derdê debarê wezîfeya xwe ya şîretkirina Kurdan pêk nayînîn. Loma ew, de’wayên ku ji ber nezaniyê dibine sebebê kuştina gelek kesan ji holê ranakin û di şûna wê de hezkirin û bira-tiyê di nav civakê de saz nakin.
4. Şêxên terîqetan ku hewce ye wezîfeya îrşadê pêk bînin, dijminahiyê ji nav Kurdan ranakin û girîngiya yekîtî û biratiyê bi wan nadine fêmkirin.
5. Dijminahî û nefrata taybet a di navbera xelkê gundan û xelkê bajar û navçeyan ji hole ranabe
(Babê Naco M. X., “Erbâb-ı Hamîyyet ve Hîmmete”, 1330/1914: 4-5).
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…