Dîrok: 28.11.2025

Gelî Musulmana!
Yek ji wan armancên bingehîn ê dîn ê ‘Ezîzê İslamê ew e; civakekek wer ava bike ku neferê wê kesên xûypak bin, bona riza Xwedê ji hev û du hezkin, di karên qenc da pêşbaziyê da bin. İslamê rêya wê nîşanî me daye ku ew jî xemxwurî ye. bingeha xemxwuriyê hezkirin û biratî ye. Xemxwurî, merûyan ji xisletên nebaş ên wek xwedbîniyê û çikûsiyê û dexesiyê û çavnebariyê diparêze.
Gelî Musulmana!
Xemxwurî ew e; merû bes bona riza Xwedê bi angorî derfet û îmkanê xwe îhtiyaciyê însanan bîne cîh; bi qasî li nefsa xwe difikire ew hinde heta hêj jê zaftir xemxwurê kesê din be. Xemxwurî ew e; merû bi sebr û tebat, bi dilbêşî dilê dê û bavê xwe, jin-zarûyê xwe xweşke; jiyana xwang û birangê xwe yên kêmendam hêsan bike; yê nabîne jê ra bibe çav, yê lal e jê ra bibe zar û ziman, yê kerr e jê ra bibe goh, yê nikare rêva here jê ra bibe dest û pê. Xemxwurî ew e; bona xêra civaka ku nav da dijî heta bona xêra hemî beşeriyetê carna ji malê xwe carna ji canê xwe bigerî; carna pişta cîranê xwe bikî, carna alîkarê kes û lêzimê xwe bî, carna jî piştgîrê xwang û birangê xwe yê li çarnikalê welatê xwe û yê li deverên mîna Xezzê bî, alîkariya wan a maddî û me’newî bikî. İcab kir di rêya dîn û welat û mûqeddesatan da canê xwe fîda bikî.
Gelî Musulmana!
Nimûneyên baştirê fîdakariyê, me ji Qasidê Xwedê û ji yaranê wî yên berceste hînkirin. Wan, li pêşberî hemî zehmetiyan xwe ragirtine, bona İslamê ber dilê xelkê şîrin bikin heta ji wan hatiye xebitîne, bona wan timî ji Xweda dû’akirine, bûne nimûyên zindî yên vê ayeta hanê ku difermê: “Ew, ji dil û can feqîr û sêwiyê û dîlgirtiyan têr dikin û ji wan ra ewha dibêjin: Em bona riza Xwedê vê îkramê ji we ra dikin; ji we dawa bergîdankî yan spasîkî nakin.”[1].
Gelî Musulmana!
Cenabê Pêxember di gotinkî xwe da difermê: “Tişta hûn ji xwe ra dixwazin heyanî ji birayê xwe yê îmandar ra jî nexwazin nabin xwedan îman.”[2] Digel wê hindê jî îro em dibin şahidê gelek reftar û tevgerên –erê- piçûk tên xûyanê lê bes bi xisleta xemxwuriyê tên çareserkirin. Li alîkî kesên dikevin rikê hev da bona ji hev û du ra ‘îzzet û îkram bikin, li hêlek din jî ew kesana çûn û hatinê da rê nadin hev, hetta li ser wê dikevin qirrika hev da, rê nadin wasiteyê ambûlansê û agirvemirandinê derbasbin, şirîta emniyetê/ewlehiyê digrin, siyareyê xwe dibin li cîhê siyareyê kesên kêmendam park dikin; çi ‘îbretik ne ev hala?!. Merû hene dema zarûyê xwe dikin xewê yan mal da nexweşkî hebe nav malê da pêlî serê bêçiyan dikin dimeşin û hev ra bi piste-pist xeber didin; lê gava dor tê televizyonê yan mûzîkê deng heyanî dawiyê bilind dikin, nexweşan û cîranan aciz dikin; çi sosretik e ne?! Merû hene gava bona xwe tiştkî bikirin yan xwarinkî pak bibin mala xwe bi hûrgilî pêda dikevin lê gava dor were wan tiştkî bifroşin qisûra wê vedişêrin, malê demê wan buhurîne etîketê wan vediguherinîn, hessasiyeta helal û heramê dane der; çi halek dilkul e ew ne wer?! Di wesayitên çûn û hatinê da merû bes li kêfa xwe binêhre û gohnede kesê nexweş û jinên ducanî û kal û pîran halkî xembar e ew ne?!
Gelî Musulmana!
Xemxwurî; ji me dixwaze biweku îcabetî wê banga îlahî bikin ku difermê: “Li ser qenciyê û teqwatiyê ji hev û du ra bibin alîkar.”[3] Li ku derê niyazmendkî hebe bazdin alîkariya wî bikin, jiyanê ji hev û du ra xweşkin; aram û hedarê bixin dilan, ji xwe ra dû’ayê sêwîkî, bişirîna belengazkî bi destbixînin.
Dixwazim xutba xwe bi vê fermûdeya Cenabê Pêxember biqedînim: “Bendekî/evdkî heyanî nav alîkariya birayê xwe da be, Xwedê jî her dê jê ra bibe alîkar.”[4]
[1] İnsan, 76/8,9.
[2] Bûxarî, İman, 7.
[3] Maîde, 5/2.
[4] Ebû Dawûd, Edeb, 60.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…