Pirtûka ‘Edebiyata Kurdî ya Diasporayê’ Derket

Derheqê Pirtûkê de:

Bêjeyên ku di rêya sirgûnê de hatine bikaranîn di eslê xwe de sîtavên welatekî wendabûyî ne. Ev pirtûk berê xwe dide edebiyata Kurdî ya ku li dîasporayê ava bûye. Ew bi paşxaneya dîrokî ya têgeha dîasporayê dest pê dike û berê xwe dide tecrûbeyên sirgûnê yên civakên koçberan û rengvedana wan ya di edebiyatê de. Paşê jî avabûna dîasporaya Kurdan û xebatên edebî yên ku li vê derê ava bûne ji xwe re dike mijar.

Bi rêya analîzkirina metnên nivîskarên dîasporayê hewl dide nîşan bide ku nasname, ziman û lêgerînên aîdiyetê çawa di nav vê edebiyatê de xwe daye der. Lewra em dikarin bibêjin ku Edebiyata Kurdî ya Dîasporayê: Sirgûn, Penaberî, Nasname hem nirxandineke edebî ye û hem jî şahidiya bîrekê dike ku di sirgûniyê de ava bûye.

Navî Berhemê: Edebiyata Kurdî ya Diasporayê

Li ser kijan beşa ye: Sirgûn, Penaberî, Nasname

Nivîskar: Mehmet Şirin Filiz

Weşanxane: Nûbihar

Biha: 280.00 TL

Dîroka Çapê: 2025

Rûpel: 222

 

Etîket: diaspora, edebiyat, Edebiyata Kurdî ya Diasporayê, Polylang KMR, sernivîs, Wêje

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle