Dîrok: 07.11.2025

Gelî Musulmana!
Yek ji wan xisletên merûyan naîlê riza Xwedê dike, li dunê dibê sedemê bextyariyê wefadarî ye. Wefadarî; nîşana hezkirinê û rêzdariyê û fedakariyê ye. Wefadarî ew e; merû ‘ehd û besta xwe bicîhbîne, pêş rindiyê va rindiyê bike; dema ketinê yê bi destê wî girtine û rakirine, yê bi şabûna wî va şabûne, dema xemgîniyê da yê hêsirê wî pakirine wan ji bîr neke. Wefadarî ew e; dêleva menfe’etê da li hêla mehebbetê bî, şûna kîndariyê da ‘efûw bikî, dewsa zulm û neheqiyê da ‘edaletperwerbî, bi exlaq û hûqûqê biratiyê va tevbigerî.
Gelî Musulmana!
Balatirê merteba wefadariyê ew e; bi ew ‘ehd û besta ku me li bezma elest bi Xwedayê Jorîn ra danîbû rastbin, seranserê temenê xwe da bes ji wî ra bendebin; bona bibin mezherê vê mizgîniya Xwedê ku difermê “…Kî bi wê ‘ehd û besta bi Xweda ra wefadarbe Xwedê padaşek mezin dê bidiyê.”[1] Ji fermanê wî ra îta’etkarbin, ji nî’metê wî ra şukirdarbin, ji îmtihan û ezmûna wî ra sebirdarbin. Wefadarî ew e; dilê xwe bi baweriyê û zikrê va, hişê xwe bi zanînê va, rih û rewanê xwe bi tobê va, jiyana xwe bi Qur’anê va xweşkin.
Gelî Musulmana!
Piştî wefadariya bi Heq Te’ala ra wefadariya tewrî qîmetdar ya bi fexra Cîhanê ra ye. Çawa ku di ayeta hanê hatiye: “Bi sond û qesemkim, ji we ra pêxemberkî wer hatiye ku, tengezariya we bi wî giran tê, dilsozê we ye, ji îmandaran ra pir dilbêş e, zaf birehm e.”[2] bawerî anîna bi Qasidê Xweda, hezkirina ji alê beyta wî îcaba wefadariya me ye jê ra. Li pey sunneta wî herî, li berxwedana heq û heqîqetê xwedî derkevî, gava navê şîrin hat yadkirin lê selewatan bînî; ew jî wefadarî ye bi Cenabê Pêxember ra.
Gelî Musulmana!
Wefadarî him ew e ku; bi kos û kulfeta xwe ra duristbî, mezinan ra bi rêz û hutmetbî, ji zarûyê xwe ra dilbêşbî. Carna jî wefadarî ew e; xwînê bidî, endamê laşê xwe bibexşînî bibî dermanê derdê kesekî, bibî hîviya kes û kar û dost û yaranê wî. Carna jî ew e wefadarî; ajekî/şitlekî daçînî. Digel vana hemiyan him ew şaristanî û çand û kelepûra me ya ku ji İslamê tên zexm pê bigrî, li nirxên xwe yên me’newî û netewî xwedî derkevî ew jî cûrekî wefadariyê ye. Wan şehîdên ber welat da canê xwe fîdakirine, mêrxasê wan xaziyên çûne ser heqiya xwe tevî hemî dê û bav û kal û pîrê me yadkirina wan a bi xêrê wefadarî ye bi mezinê me ra.
Gelî Musulmana!
Vê dunya derewîn da ku îro wefadarî kêmbûye, qedirnenasî belav bûye xwedî derketina li wefadariyê wacibek îmanî ye, çawa ku hedîsa hanê difermê: “Wefadariya bi ‘ehd û bestê ra ji îmanê tê.”[3] Werin îro em xwe û xwe ra mûhaseba wefadariya bikin; ew hinde nî’metên Xwedê dane me aya em bi wan ra wefadarbûn? Gelo em ji dê û bavê xwe ra, jin-zarê xwe ra, lêzim û cîranê xwe ra bûn kesên baş? Ev cem’iyeta em têda dijîn bona jê ra wefadarbin aya me destê xwe li serê sêwîkî da? Nexweşiya nexweşkî ra bûn merhem, ji derdê bêçarekî ra bûn derman, di hewara hewcedarkî da çûn gelo? Ji tenêtiya kalkî ra/pîrkî ra bûn çare? Aya me jiyana kesekî kêmendam hêsankir gelo?
Belê gelî xwûşk û birayên qedirgiran! Bi hîviya van pirsan ra bersivên/cewab erênî bidin xutba xwe bi me’na vê fermûdeya Cenabê Pêxember diqedînim: “Kesê bi emanet ra duristbe îmana wî kamil e, kesê bi ‘ehd û besta xwe ra wefadarbe dînê wî kamil e.”[4]
[1] Feth, 48/10.
[2] Tewbe, 9/128.
[3] Hakim, Mûstedrek, I, 20. (1/16).
[4] İbnû Henbel, III, 134.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…