Dîrok: 24.10.2025

Gelî Musulmana!
Ayeta min xwand têda Xwedayê jorîn difermê: “Bi ya Xwedê û Qasidê wî bikin, bi hev da nekevin; hûnê qelsbin, hêz û quweta ewê here, zora wê yê bişikê. Sebirdarbin; Xwedê bi sebirdaran ra ye.”[1]
Hedîsa ku min xwand têda Qasidê Xweda difermê: “Têkiliya xwe ji hev û din nebirrin, pişta xwe bi hevda nekin, ji hev danegrin, ji hev çavtengiyê nekin. Gelî bendeyê Xweda! Ji hev ra bibin bira.”[2]
Gelî Musulmana!
Yek ji wan nirxên ku Cenabê Pêxember bi me daye hînkirin biratî ye. Ev biratiya, biratiya îmanê ye ku zimanên cuda, rengên cihê li dora heman baweriyê kom dike. Bingeha vê biratiyê da bendetiya ji Xweda ra û şi’ûra ummetbûna ji Hz. Mûhemmed Mûstefa ra heye. Di vê biratiyê da yekrêzî, embûn, têkoşîna bona hêzdariyê û qudretmendiyê heye; têda doza ez û tu, xwe ser hev ra dîtin tune. Di vê biratiyê da tevgera bi yekdestî û yekrêzî heye, jihevdaketin û parçebûn tune. Di vê biratiyê da xisletên rind ên wek mehebbet û merhemet û li hev parvekirin û alîkirarbûnê hene; jihevdagirtin û qarandin û tundrewî û dijminatî tune.
Gelî Musulmana!
Hişmendiya biratiya hanê ya ku hêza xwe ji îmanê distîne, her ew e hemî ew qernan da em wek netew ragirtiye. Mezinê me yên ku ji dil û can bawerî bi ayeta: “Eger bawermend bin hûnê biserkevin.”[3] hanîne; li çarnikalê cîhanê li hemberî neyarê heq û heqîqetê rawestiyane. Erdnîgariya hanê ku bi xwîna çendîn şehîdan geriyaye cîh û warê îman û Qur’anê, ha bi rihê vê biratiyê va ewê heta bi qiyametê her dê wer bimîne.
Gelî Musulmana!
Xwedayê Jorîn di Qur’an a Pîroz da difermê: “Gelî îmandaran! Eger hûn ji dînê Xweda ra bibin alîkar, Xweda jî bibe alîkarê we û lingê we dê mihkem bike.”[4] Mezinê me yên ku îlhama xwe ji vê ayetê hildane, seranserê ew hinde qernan da ‘elemdariya İslamê kirine, xizmeta beşeriyetê kirine, timî li hemberî zaliman bûne û pişta mezlûman kirine, hemîşe (tim) têkoşîne daku ‘edalet û dadperweriyê li cîhanê belavkin. Em jî heyanî li ser vê şopê bin dê Xweda bibe alîkarê me û me yê bêkes û kar nehêle. Mezinên me yên ku zexm xwe bi ayeta: اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ “Bes îmandar bira ne”[5] girtine, hemî zehmetî ser va hanîne, dev ji can û cananê xwe berdane lê ji buhustkî xaka xwe bernedane, nehiştine destê nemerdan û nemehreman li me’bedê me bikeve. Em heyanî li ser hişmendiya yekdestiyê û yekrêziyê bin banga mûhemmedî hey û hey dê li ezmanê welatê me yê bihiştasa olan bide û ala İslamê her dê libabe.
Gelî Musulmana!
Ew rihê biratiyê ku me ji Cenabê Pêxember hînkiriye, ji bav-kalê xwe mîras hildaye nehêlin tu gotin û tu reftarek ziyanê bide wî rihî. Em qewmên musulmanên ku xwedanê yek dîrokekî ne, xwedanê yek îdealkî ne; ew cudatiyê me yên ku hene wan ji xwe ra bigerînin wesîla zengîniyê; xîret bikin bona serxwebûn û paşeroja xwe nifşên zanayên xûypak perwerde bikin; nirxên xwe yên me’newî ku em bi xêra wan li qama xwe ne lê miqatebin.
Bi vê munasebetê va; şehîdê de’w û doza heq ku bi canê xwe va ev cîh û warana emanetê me kirine, xaziyên ku çûne warê axiretê bi rehmet û bi minnet yad dikin. Xaziyên ku hê li qeyda jiyanê ne ji wan ra jî tenduristî û aramê daxwaz dikin. Heq Te’ala yekrêzî û yekdestiya me berxwedarke, dîn û dewleta me li ser îman û Qur’anê payidarke.
[1] Enfal, 8/46.
[2] Tirmizî, Bîrr we Sîle, 24.
[3] Alê ‘İmrân, 3/139.
[4] Mûhemmed, 47/7.
[5] Hûcûrat, 49/10.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…