Mala Sîma Semend hezar carî ava!

 

XEZAL.jpg

XEZAL, Sîma Semend, Avesta Yayınları

Sîma Semend di sala 1933an de li navça Axbaranê (Sovyeta kevin) hatîye dinyayê, di sala 1958an de fakulteya filoloji yê li Unîversîteya Êrîvanê xelas kirîye û paşê bûye redaktora Beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê. Semend yek ji nivîskarên jinên Kurd a destpêkê ye. Ev kitêba wê ya ku ji sê çîrokan pêk tê pêşî li Êrîvanê di sala 1961ê de bi alfabeya kirîlî çap bûye, dû re Şefîk Kaya ew latînîze kirîye û di 1996an de li Stockholmê di nav weşanên Nûdemê de derketîye.

Min vê pêlê xwendina vê romana navborî qedand. Min gelekî ji romanê hez kir. Roman hema wekî xwarineka pirr bi çêj e û tevnê romanê pirr bi hostayî û baldarî bi kurmancîyeka zelal, xwerû û dewlemend hatîye hûnandin. Mala Sîma Semend hezar carî ava! 

Pirtûk berî 65 salan di dema Sovyetê de li Êrîvanê hatîye nivîsîn û ji sê çîrokên cihê pêk tê. Her sê jî li ser evînê, fêdeya xwendinê û nakokîyên çînî ne. Tiştê balkêş ev e ku çîrok bi xweşî û bextewerîyê bi dawî dibin. Evîndar digihin mirazê xwe. Pale û gundî zora axayên xwe yên sîtemkar dibin. Xwezî Ehmedê Xanî jî Mem û Zînê bigihande hev û du. Ez meraq dikim, gelo bextreşîya Mem û Zînê çawa kartêkerî li ser çarenûsa kurdan kirîye. Divê derûnnasên kurd li vê mijarê bikolin.

Hûn meraq dikin, ka çima kurdên êzîdî yên Ermenîstanê û Kurdistana Sor bahsa kurdayatîyê nekirine û her gav bi meseleyên çînî û aborî re mijûl bûne. Ev tiştekî xwezayî ye ji berk u pergala sovyetê pergaleke “umetî” bû û bîrdozîya wan li ser hîmê materyalîya dîrokî û dîyalektî ava bûbû, da ku welatên girêdayî xwe bi xwe ve bigire. Lê di têkilîyên xwe yên li derveyî pergala sovyetê ew keysperest û durû bû. Mînaka herî balkêş Komara Kurdî ya Mehabadê ye. Piştî salekê, beramberî bermîleka petrolê regeza “Mafê Neteweyan ê Dîyarkirina Çarenûsa Xwe”  avête “çopê”!

Di dema Lenîn de, du welat hatin avakirin. Yek jê Ermenistan, ya dî jî Kurdistana Sor bû. Di wê heyamê de bi bandora hizrên civakwer û sovyetîk li hemû welatên girêdayî Rusyayê ji alîyê sîyasî, çandî û aborî ve tiştên baş qemimîn. Ew rewş heta ku Stalînê dijmirov hate ser desthilatdarîyê dewam kir. Kurdên me yên êzîdî ji wê kêş û hewayê sûd wergirtin û di gelek waran de berhemên qenc û dewlemend afirandin. Wekî Sîma Semend, nivîskar û zanyarên xurt rabûn. Em denvedanên radyoya Êrîvanê bînin bîra xwe. Ez 75 salî me û dengê wê yê xweş hê jî di bîra guhê min de ye. Dînê êzdayetîyê girîngîyê dide kurdî û li cem wan kurdîaxaftin û nivîsîn karekî pîroz e. Tê zanîn ku qewlên wan tev bi kurmancî ne. 

Piştî ku pergala sovyetê hilweşîya, ew rewş ji ermenîyan re bû keys û serxwebûna xwe ragihandin, wekî welatên din ên giradêyî sovyetê. Ermenîyan, piştî serxwebûnê hemû kurd ji axên wan der kirin. Heta hingî ji tirsa rusan newêribûn tengî kurdan bibin. Pişt re bi hevkarîya azerîyan Kurdistana Sor jî hilweşandin. Niha ermenîyên kêmhejmar ên bi jêder traqyayî/frîgî bi xêra sovyetê bûn xwedî dewlet! Ew ji traqyayê revîn hatin di salên 400 BZ li Urartûyê bûn penaber û kole. Wan xwedayê Urartû yê bi navê “Hay” qebûl kirin û navê wî li xwe kirin, da ku xwe ji êrîşên urartûyan vedizin. Navê ermenî ne navê nîjadekî, lê navê cihekî erdnîgarî ye. Wekî mirov çawa ji kesekî ku li Amedê niştecihbûyî re bêje “Amedî”.  Ji wê heyamê heta niha, mixabin, ermenîyan bi plangerî û hevkarîya rusan û dewletên xiristîyan, di çarenûsa gelê kurd de roleka neyînî, xerabker û dijminane leyistin. Di Peymana Sevrê de îngilîzan hemû axên kurdan li ser nexşeyê pêşkêşî ermenîyan kiribûn. Helbet ev xefikek bû ku îngilîzan li ber kurdan vedabû. Ermenî jî bi xerabkarî ji alîyên wan ve hatin bikaranîn.

Hin bêhişên dahûranî (analitic) yên kurdan, dibêjin kurdîya helbestvanên wekî Melayê Cizîrî ji farisî û erebî pêk dihat. Û dibêjin îro kurdîya akademîk heye û kes jê tênagihe. Di dema Êhmedê Xanî de mode bû ku helbestvan gelek peyvên farisî û erebî tevlî helbestên xwe bikin. Lê kurdîya gundîyan a rojane kurdîya xwerû û dewlemend bû. Berî 300 salan kurnancî çawa bû, îro jî wilo ye. Ango kurdî zimanekî qedîm û bi ray û nîjad e.

Sîyaseta pişaftinê avahîya kurdî herifandîye û di encama vê sîyasetê de bi hezaran peyv û biwêj ji bîra kurdên îro çûne.  Pênc navên kurdî yên “çörek otu”ya tirkî hene: “hefsûdank, reşik, reşreşk, hebreşk, sîyabo (Nigella damascena)”. Ev nav di bîra nifşên kenv de ne, lê ne di bîra nifşên îro de ne.

Heke ciwanên îro dixwazin romanên xurt û gerdûnî binivisin, divê li berhemên kevn vegerin û hiş û bîrên xwe bi wan berheman dewlemend bikin.

Wêje û mûzîk baharatên jîyanê ne û bi qasî aborîyê giring in. Divê em bi qedrê hûnermendên xwe yên behredar bizanibin û em ji alîyê darayî û manewî ve wan tenê nehêlin.

Bi hêvîya berhemên xweş û geş.

Mazda Pola

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *