Dankutan kevneşopiyeke çandî ye û têde genim bi awayekî hunerî tê lêxistin, da ku genim ji hev bikeve û meriv pê savar û ard çêbike. Dankutan di çanda Kurdan de roleke pir mezin dilîze û hem ji hêla sosyolojîk ve, hem jî ji hêla hunerî ve rîtueleke balkêş e.
Dankutan di gelek civatên Rojhilata Navîn de tê dîtin û dîroka dankutanê mixabin baş naye zanîn. Di civata Kurdan de dankutan bi pirranî ji aliyê mêran ve tê kirin, lê jin jî carinan vî karî dikin. Di rîtuela dankutanê de gund piştî ku genim kom kirine ji bo lêxistina genim tên cem hev, da ku genim bi dankutanê ji hev bikeve û meriv bikaribe jê savar yan jî ard çêbike.
Ji bo ku rîtuela dankutanê were lidarxistin du alet pêwîst in: Mîrkut (aleteke bitexte ye û ji bo lêxistina genimê tê bikaranîn); Sokanî (kevireke bi kort e û bi genimê tê tijîkirin). Li gorî mezinbûna sokaniyê ku li ser alaneke tal disekine (bi pirranî di navenda gundan de) sê-çar mêr an jî jin li der- dora sokaniyê kom dibin. Di destên her yekî de mîrkuteke bitexte heye û ew bi dorê, mîrkutê li hindura kortê dixin.
Salnameya Nûbiharê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…