Kovara Soryaz Derket

Bi navî Solyazê kovareke nû derket û kovar dê weşanê xwe bi kurdî – erebî bike. Rêvebirên kovarê derheqê kovarê de wiha agahî dan:

”Li gor hewildanên ji bo pêşketina rewşa çandî û destekdayîna ronesansa wêjeyî û ronakbîriyê di herdu cîhanên Kurd-Ereb de û bi armanca xurtkirina têkiliyên çandî navbera miletên herêmê bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, her wiha ji bo xurtkirina cewhereke wêjeyî û ronakbîrî ya resen; em damezrandina Kovara Soryaz radigihînin, ku kovareke wêjeyî çandî demsalî serbixwe bi zimanên kurdî û erebî ye, xurtkirin û pêşketina rewşa çandê ya heyî dike armanc tevî bûyîna riyekê bo avakirina civakeke demokratîk û pêkanîna ronesanseke çandî di kêleka hemû sazî û aliyên bi çandê ve girêdayî.

Kovara Soryaz di naveroka xwe de pirrengiya zimanî û çandî ya herêmî dide pêş tevî cudahiya nêrîn û ramanan, û ji tundrewiyê dûr e bi hemû awayên xwe, û bangên nefretê yên dijî çînên civakî red dike. Hewil dide ku xwedî nirxekî wêjeyî çandî be. Siyaseta weşandinê jî li ser pirsgirêk û mijarên wêjeyî û çandî yên di civakên herêmî de ne, rûpelên xwe jî ji bo pênûsên ciwan û jin re vedike, û hemû berhemên wêjeyî û çandî ji aliyê nivîskarên afrîner ve di herdu cîhanên Kurd-Ereb de di nava xwe de hembêz dike.

Di vê derbarê de, em bang dikin li hemû nivîskar û lêkolîner û yên di warê çandê de dixebitin, ku bibin alîkar û desteka serkeftina Kovara Soryaz bi armanca bûyîna kovara wêje û çanda resen.”

 

Dilşad Murad – Hişyar Murad

Qamişlo

1/10/2025

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *