Dîrok: 26.09.2025

Gelî Musulmana!
Yek ji bingehên dînê ‘ezîzê İslamê nimêj e. Nimêj, ‘îbadetek e Heq Te’ala li hemî pêxemberan û li ummetê wan ferman kiriye. Nimêj; stûna dînê me ye, mî’raca îmandaran e, rengê baweriyê ye ku xwe dide jiyanê, xwûyangeha hedar û aramê û bendetiyê ye. Nimêja ku bi rukn û şertê wê va werekirin; nefsa me terbiye dike, bereketê tîne ‘emrê me, aramê tîne nav mala me, ji çavbirçîtiya dunê û riyakariyê me diparêze, vêsê dide rihê me yên westiyayi, xweragirtina li hemberî zor û zehmetan bi me dide hukirin.
Gelî Musulmana!
Nimêj, bes ne hin liv û bizav (hereket) in; nimêj, nexşerêkî ye rê dide ber jiyana me û me li ser rêka rast radigre. Wekîniha gava em dest bi nimêje dikin bi ‘Tekbîra îftitahê’ va tînin ziman biwe ku tu xwedawendik heq tune ji bilî Xwedê; bi ‘qiyamê (sekna ser pêyan)’ va nîşan didin emê li aliyê heqqê bin û hemberî batilê bin, bi tu awayi ji zulmê û ji zaliman razî nebin; bi ‘qiraetê’ va Qur’an a Pîroz dixwûnin, vedibijên ku emê wan peyamê wê yê ser dewr û zemanan ra veguhezînin hemî qadê jiyana xwe; bi ‘rûkû’ê’ va rava didin biwe ku ji bilî Xwedayê Jorîn li ber tu kesî xwe xwar nakin; bi ‘secdê’ va dibin naîlê arama nêzîktiya dergahê îlahî û digîhîjin wê aram û wê bextyariyê; bi ‘selamê’ va didin zanînê biwe ku ji dest û zimanê me ziyan nagîhîje tu kesî.
Gelî Musulmana!
Nimêj, ji bona Cenabê Pêxember wezîfeka bendetiyê bû ku hetta bi dawiya jiyanê li dar bû. Cenabê Pêxember, dawiya temenê xwe da digel ku nexweş jî bû dîsan nimêja bi cema’etî li cîh nehiştiye, tevî ew hinde zor û zehmetiyan bona nimêjê daye rê hatiye mizgeftê. Qasidê Xweda, nimêj mertal hîsab kiriye, hemîşe (timî) bi nimêja sibê va ku milyaket dibin şahidê wê dest bi roja xwe kiriye û şikra wê nimêjê ra ewha fermaye: “Kî nimêja sibê bike, ew di bin sitara Xwedê da ye.”[1] Terikandina yek wextek nimêj beramberî bi çûyina dunê û herçi tiştê têda bi tevahî dîtiye û em ewha jê agahdar kirine: “Kesê nimêja ‘esrê neke, herwekî kos û kulfeta xwe û mal û menalê xwe tev dabe der.”[2] Qasidê Xweda roja xwe ya bi bereketa nimêja sibê va destpêdikir bi hedara (hizûr) nimêja ‘îşayê va bi dawî dianî, ewha difermê: “Merûyan bizanibûna hela çi xêr û padaşik di nimêja sibê û ‘îşayê da heye bûlikandî jî bûya her ewê bihatana mizgevtê.”[3]
Gelî Musulmana!
Di jiyana Cenabê Pêxember da nimêj, ‘îbadetik bû ku têkiliya bende bi Xweda ra radigirt, mizgevt jî ew şûnên pîroz bûn ku nimêj li wir li dar bû. Cenabê Pêxember bi vê hedîsa xwe va ku difermê: “Gava we dît merûkî bona nimêjê timî dehre mizgevtê bibin şahidê îmana wî!”[4] nimêj û mizgevtê du keriyê ku hev û du temam dikin dîtine û nîşana îmanê hîsab kirine. Ji xwe mizgevt; ew şûn-warê pîroz in ku mala Xwedê, şaxê Ke’bê, dilê bajarê me, bingeha şaristaniya (medeniyet) me û kefîlê aram û aşitiyê me ne. Mizgevt, cîh û warê wê ‘îlm û hîkmetê ne ku jiyan pê xweş dibe, li wir mil li milan kemerbeste li qama hizûrê radiwestin, bîratiya xwe pê xurt dikin.
Gelî Musulmana!
Mizgevt û nimêj; firsendkî didin însanê vê dewra kambax ku bûne zebûnê kêf û zewq û sefahetê da qene bera bîhnek were ber wan, hinek hedûriyê bibînin, ji nûw va ji xwe ra aramekî peydakin. Nimêj; xweşiyê tîne nav civakê, kesayetîkî dide zarûyan û ciwanan, hessasiyeta pirsyariyê bi ber wan dixîne, wan ji ‘adetên nebaş û ji îdeolojiyên wêrankar diparêze; wan ji famîleyê xwe ra, ji beşeriyetê ra û ji civakê ra digerîne kesên bifayde. Wekî wer werin em bi ya vê ayetê bikin ku difermê:وَأْمُرْ اَهْلَكَ بِالصَّلٰوةِ وَاصْطَبِرْ عَلَيْهَاۜ لَا نَسْـَٔلُكَ رِزْقاًۜ نَحْنُ نَرْزُقُكَۜ وَالْعَاقِبَةُ لِلتَّقْوٰى “Nimêjê li famîla xwe fermanke û bi xwe jî li ser wê ber dewam be. Em ji te dawa rizq nakin. Em rizqê te didin. ‘Aqûbet ji teqwadaran ra ye.”[5] werin em; bi zar û zimankî şîrin, bi rûyek geş û bi sebr û tebatê va nimêjê bi famîla xwe bidin hukirin. Ji ber tatîra rizq zarûyê xwe, mişag û paleyê xwe ji nimêjê nekin. Ji bîr nekin Qasidê Xweda gava biçûya nimêja sibê qîza xwe Fatime û zavayê xwe Hz. ‘Elî çer hişyar dikir bona nimêjê.[6] Cenabê Pêxember heta bi dawiya temenê xwe em çawa agahdar kirine, “Hay ji nimêja xwe hebin!”[7] û piştgoh mekin.
Gelî Musulmana!
Her sal, navbera 1-7 payiza pêşî bi navê “Hefteya Mizgevtan û Wezîfedarên Ayinî/Dînî” tê pîrozbahîkirin. İsal jî bi vê ‘ûnwana “Pêxemberê me û Mizgevt û Nimêj”ê emê wê heftê bi serva bînin. Herçî seyda û melayê me yên ku ji berê da di ber geşepêdana me’newiya xelkê me da zehmet xwarine, xêrxwazên di avakirina mizgevtan û medresan da kedkar bûne, cema’eta mizgevtan herçi yê wefat kirine, rehma Xwedê lê be, herçi yên sax Xwedê xweşiya wan daîmke.
Dixwazim xutba xwe bi vê ayeta sûreyê ‘Enkebût bi dawî bînim: “Ji kitêva hanê herçi ji te ra hatiye wehîkirin bixwûne, nimêja xwe durist bike. Nimêj, ji fûhşiyatiyê û ji xirawiyê dihêwişîne. Yadê Xweda (karek) mezin e. Tiştê hûn dikin Xwedê pê dizane.”[8]
[1] Mûslîm, Mesacîd, 262.
[2] Bûxarî, Mewaqîtû’s-selât, 14.
[3] Bûxarî, Ezan, 9.
[4] Tirmizî, Îman, 8.
[5] Taha, 20/132.
[6] Tirmizî, Tefsîrû’l-Qur’an, 33.
[7] İbnû Mace, Cenaîz, 64.
[8] ‘Enkebût, 29/45.
Seyda Mela ‘Ebdûsselam ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…