Derbarê Selahaddînê Eyûbî De Çend Pirtûkên Kurdî I 2

Pirtûka Cankurd ya bi nave ”Selahdînê Eyûbî – Kurdekî Cîhan Hejan” di nav weşanên ”Helwest”ê de li Stockholm/Swêdê di sala 2000î de derketiye. Pirtûk 68 rûpel e. Pirtûka lêkolînê ya li ser jiyan û têkoşîna Selahdînê Eyûbî ya li dij xaçperestan e.

Di pirtûkê de bi sernavê ”Serdarê Rojhilata Navîn” pêşgotineke bi îmzeya weşanên Helwest heye. Vê pêşgotinê min bi xwe nivîsîbû. Piştî vê pêşgotinê ”Sergotin”a Cankurd heye. Cankurd dibêje ” Navê Selahiddînê Eyûbî min mina ku kurd dibêjin Selahdîn xistiye gotarê.”

Pirtûk ji van xalên sernivîsan pêk hatiye.

  • Rewşa Musilmanan berî derketina Selahdîn.
  • Destpêka hêrişên xaçperestan.
  • Derketina Selahdînê Eyûbî.
  • Xwendina Selahdîn.
  • Çûyina Selahdîn Misirê.
  • Egerên Serkeftina Selahdîn. Cenga Selahdîn bi xaçperestan re.
  • Koçkirina Selahdîn.
  • Jêderên gotarê.

Di jêderên gotarê de 16 çavkaniyên nivîskî, navên pirtûk û gotaran hene. Di dawiya pirtûkê de jî çend wêneyên  Selahdînê Eyubî, di bin wêneyan de bi tîpên arebî/aramî nivîs heye. Wêneya qubeya Qudusê/Jarûsalemê û nexşeya împaratoriya Eyûbiyan heye.

Ji bo nasîn û fêrbûna dema Împaratoriya Eyûbiyan û têkoşîna Selahdînê Eyûbî ku ola Îslamê ji têkçûnê û tunebûnê xilas kir, ev pirtûka lêkolînê weke pirtûkek destpêke ku mirov derbarê wê demê de gahdar dibe. Pirtûk li Swêdê derketiye, bi hêviya ku rojeke li Kurdistanê jî were weşandin.

ROMANA ŞÛRÊ SILTAN SELAHDÎNÊ EYÛBÎ

Vê romanê min bi xwe nivîsî. Min wê wek romaneke dîrokî nivîsî û weşand. Orîjînala romanê bi kurdî/kurmancî ye. Roman du car bi du navên cuda hate weşandin. Piştî weşana wê ya kurdî, ji alî mamoste Metîn Dîlan ve li tirkî hate wergerandin û bi tirkî li Stenbolê hate weşandin.

Di romanê de evîna Şîrzad û keça mîrê Merwanîyan Nurheyatê tê rave kirin. Mîr ji bo ku keça xwe nede Şîrzad şertên giran datîne pêşberê wî û dibêje “heger te van şertan bi cih anî, wê demê ez ê keça xwe bidime te. Yek ji wan şertan jî anîna şûrê Siltan Selaheddînê Eyûbî yê.

Şûrê Siltan Selaheddînê Eyûbî romaneke serpêhatiyeke dîrokî ye, serpêhatiyeke balkêş e û romaneke ku tê de bûyerên dîrokî yên cûrbecûr bi xewn û xeyalan re li hev dicivin hatiye hûnandin.

Didome…

LOKMAN POLAT

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *