Welatek hebû ku her kesî ji îlacekê vexwaribû û bi wê dîn bûbûn. Dest bi cil û bergên xwe çirandinê”qetandinê” kiribûn. Rûtûrepal herkes li derve û di malê de digerîyan. Dema ku yekî bi cil û berg didîtin heman demê cil û bergên wî diqetandin, ev jî wek xwe dikirin.
Tenê zilamek û zarokên wî mabûn wê ku bi vê dînbûnê neketibûn. Dema ku ew diçûn bazarê, tevahiya gel li wan dinihêrîn, dikeniyan û digotin, “Li wî binêrin, ew dîn bûye. Jîyan li wan kiribûn jehr.
Ev malbata baqil, ku nikarîbû li hember vê rezîlîyê bisekine, êdî hêza xwe nemabû. Tenê vebijarka wan ew bû ku bi nexweşiyê kevin, ji wê îlacê evna jî vexwun û bibin wek wan. Bavê wan gazî zarokên xwe kir û rewş ji wan re rave kir, rave kir ku ew nikarin bi vî rengî bijîn her roj êrîşî mala wan dikin û dibêjin hûn dîn bûne ji nav me derkevin.
Wî got, “Tenê vebijarka me ew e ku em jî wek gel, dîn bibin û wek wan tevbigerin. Wekî din, evna wê me bikujin.” Û ew kesana nizanin ku bi nexweşiyê ketine, dîn bûne. Bi ya wan ku em dîn bûne, em nexweşin.Û wî zilamî û zarokên wî jî ew îlaca vexwarin û cil û bergên xwe qetandin” çirandin” û xwe tazî kirin, ketin nav koma dîna wek wan bûn.
Ji ber ku ewna jî dîn bûn wek wan, gel pir kêfxweş bûn û dehweteka baş û bi nav û deng lidarxistin.Digotin em îro pir kêfxweşin û kesî ku me eciz bike neman. Em gîş bûn wek hevdû. Bi hevre bang kirin û gotin “Bijî komara dînan” û pirsgirêk bi dawî bû.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…