Pêxemberî Me û Ehlaqê Malbatê

 

Gelî Musulmana!
Civakek bi hedar û bi aram bi xêra famîleka saxlem û xurt avadibe. Famîle/aîle, hêlîneka bextyariyê û mehebbetê ye ku jin û mêrekî ku bi şer’an li hev dirisimin mehra xwe dibirin û bingaşa wê datînin. Famîle, sazûmaneka tewrî kevnare ya mihkema dîroka beşeriyetê ye; malbat, medresekî bê hempa ye bawerî û kesayetiya meriv dixe qalibek da, nirxên netewî û yên ayinî/dînî li wir tên veguhestinê balî nifşên paşerojê va. Bi angorî fermana Xwedê Te’ala ya di Ayeta serê xutbê da: “Yek ji nîşanê hebûn û qudreta wî ew e bona hûn pê bihewin, ji we ra hemser afirandin. Di viyan da bona kesê biponijin gelek ‘îbret hene” famîle; kana hezkirinê û hurmetê û şefqet û dilbêşiyê ye.

Gelî Musulmana!
Hemî xweşî û rindiyê di heqê malbatê da em ji Cenabê Pêxember hînbûn. Qasidê Xweda ji malbata xwe ra pir zerîf û nazik bû. Ji xwe di hemî qisedan û tevgera wî da naziktî hebû; dilê tu neferkî ji malbata xwe nehiştiye, neşikandiye, ji wan ra gotinê te’l negotine. Qasidê Xweda bi vê hedîsa xwe ya ku difermê: “Ez bi hezkirina wê riziqdarî bûm.” Timî hezkirina xwe ya ji Hz. Xedîcê aniye ziman. Bi vê hedîsa xwe ya hanê ku difermê: “Herçî mesrefa bona riza Xwedê zar-zêçê xwe ra bikî tu yê her dê pê sewabdar bî.” hemû ew fidakariya ku bona kos û kulfetê tê kirin rindîkî ye pê naîlê riza Xwedê dibin.

Gelî Musulmana!
Malbat, gava ji nirxên exlaqiyê Qur’an û sunnetê dûrketin ewê bi hesreta hizûr û aramê bimînin. Mixabin, îro, hin rêxistinên ku famîle ji xwe ra kirine amanc hene; dixwazin jinan ji dêtiyê, mêran ji bavtiyê dûrxînin, rola jin û mêran a di nav malê da qels bikin; tiştên bêrêyên dûrî fitretê ku İslamê heram dêrane di bin navê hevaltiya medenî da me’sûm; hevrajiyina mêr û jinan a bê mahr normal lê zewacê wek bar pêşkêş dikin. Hal bi hal bizewicî bibî xwedan zar-zêç; fermana Xwedê ye, sunneta Cenabê Pêxember e, xwasteka fitretê ye, bona dewama nifşê însan û milletan zerûrî ye. Cenabê Pêxember di hedîskî xwe da berê ummeta xwe ewha dide zewacê: “Zewac, rêka tewrî rind e bona çav ji heramiyê bihêwişînî û ‘îffeta xwe biparêzî.”

Gelî Musulmana!
Ew zinya hana ku ‘îffet û namûsê ji navê dibe, nifşên nûw û civakê xiraw dike, gotî rêyê wê neyên vekirin. Çîptazîtî û serqotî û tazîtî, gotî wek parçeyê jiyanê neyên pêşkêşkirin. Alkol û qumar û tiryakîtiya maddeyên hişbir; têkiliyên bêexlaqî û jinberdan û hêrs û tundrewî nabe wek tiştên ji rêzê werin nîşandan. Gotî vê yekê ji bîr nekin ku zinya û alkol û qumar gunehên mezin in; dînê/ayinê me ew heram dêrane. Agahdariyên ku Xwedê Te’ala li ser vê qasê rêkirine xayet zelal in, wer difermê: “Nêzîngê zinyayê nebin; lewra ew şolkî qewî pîs e, rêkî qewî xiraw e.”

Gelî Musulmana!
Famîle, seranserê dîrokê da ji hêla komên global û dorhêlên menfe’etperest û hêzên emperyal va bi qandera îro tu carî nehatiye dorpêçkirin. Van rêxistinên karxiraw, ji xwe ra kirine amanc biweku pêwendiyê nav malê qels bikin, nifşên nûw bêşexsiyet û bêkesayetî bihêlin, ji nirxên wan dûrxînin. Di weziyetkî ewha da, avakirina malbetê, parêztina wê û xurtkirina wê ne pirsyariya şexsan bi tenê ye, belkû pirsyariyeka ayinî û exlaqî û însanî ya her kesekî îmandar û xwedan wîcdan û îz’an e. Çawa ku Cenabê Pêxember di wê hedîsa serê xutbê da difermê: “Ji gunehan besî meriv e ku zar-zêçê xwe zayi bike.”

Gelî Musulmana!
Di vê dewrana hanê da ku nirxên malbatî tên ‘eciqandinê, ya li me ew e; famîla xwe ya ku bihişta me ya vê dunê ye, bona me keleke mihkem e, penahgeha dawîn e gotî qedrê wê bizanin; di nav jiyana malbatî da, ew tixûbê helal û heramiyê ku Xwedê Te’ala danîne rî’ayeta wan bikin, xûy ê pakê Cenabê Pêxeber ji xwe ra bikin bingeh. Bi wê fermana Xwedê ku difermê: “Nimêjê li famîla xwe fermanke, tu bi xwe jî bi sebr û tebat li ser wê dewamke.” gotî hessasiyeta ‘îbadetê nav famîlê da timî li darbe; zewaca ku bingeha famîlê ye hêsan bikin, hanê di ciwanan bidin bera bizewicin; wexta xwe ya ku gotî bi famîla xwe ra derbaskin li ber televizyonê û li ser têlefonan zayi mekin; têkiliya nav malê hemîşe/timî zindî bihêlin; gohê we bera li ser neferê malê bin, ji wan hezkin; zaruyan, ji şîriniya famîlê, ji hezkirin û ‘eleqa nav malê mehrûm nehêlin.
Xutba xwe bi vî dû’ayê Cenabê Pêxember bi dawî tînim: “Ya Xwedayê xwedanê hemî tiştan! Min û famîla min him li vê dunê him li axiretê bigerîne ji wan kesan ku ji dil û can ji te ra bende ne.”

Rûm, 30/21.
Mûslîm, Fedaîlû’s-sehabe, 75.
Bûxarî, Cenaîz, 36; Mûslîm, Zekat, 48.
Bûxarî, Nîkah, 3; Mûslîm, Nîkah, 1.
İsra, 17/32.
Ebû Dawûd, Zekat, 45.
Taha, 20/132.
Ebû Dawûd, Wîtr, 25.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *