Dîrok: 22.08.2025

Gelî Musulmana!
Ayeta mi serê xutbê da xwand têda Xwedê Te’ala difermê: “Heyanî mirina te hat ji Xwedayê xwe ra ‘îbadet bike.” (1) Hedîsa ku mi li jor xwand têda Cenabê Pêxember difermê: “Heqê Xwedê li ser bendeyan/evdan ew e, jê ra ‘îbadetkin, tu tiştî jê ra şirîg nehebînin. Ku wisa kirin wê hingê heqê wan li Xwedê jî ew e ku Xwedê wan nede ‘ezabê û wan bixe bihişta xwe da”(2)
Gelî Musulmana!
‘İbadet; fermana İslamê ye, şî’ara musulmanan e, rengê îmanê ye xwe dide jiyanê, teslîmiyeta ji Xweda ra ye, şukr û spasiya wî ye, hezkirina jê ye. ‘İbadet, têkiliyeka xurt e navbera Xweda û bendeyan da; rêkî tewrî baş e bona gîhîştina riza û rehmet û hezkirina Xwedê; disîplînek xwedayi ye kesayetiyê ava dike, rih digîhîjine kemalê, exlaq rind dike, dil ronî dike, rih û rewanê haş dike. Çawa ayeta وَمَا خَلَقْتُ الْجِنَّ وَالْاِنْسَ اِلَّا لِيَعْبُدُونِ “Mi îns û cin, bes bona ji mi ra ‘îbadet bikin afirandin.” (3) difermê ‘îbadet, armanca afirandina me ye, îcaba bendetiya me ye.
Gelî Musulmana!
İbadet, ne bar in ku Xwedê li pişta bendeyan barkiriye, belkû lutfa Xweda ne; lewra ‘îbadet; bi me didin hukirinê dê çawa sebirdar bin, wexta xwe dê çawa rind derbaskin; meruyan ji çikûsiya nefsê diparêze, şi’ûra alîkariyê û xêrxwaziyê didiyê; dibe wesîle bona hessasiyeta ummetperweriyê xurtbe û biratiyê zexm dike. El-hasil: ‘îbadet, me digerîne kesên baş bona famîla xwe, bona dor û berê xwe û bona civaka xwe.
Dînê me (ayinê me), li me şîret dike biweku her kêliya jiyana xwe bi şî’ûra ‘îbadetê va derbaskin, çawa ku Qur’an a Pîroz bala me bi ser vê yekê da dikişîne û difermê:قُلْ اِنَّ صَلَات۪ي وَنُسُك۪ي وَمَحْيَايَ وَمَمَات۪ي لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۙ “Bêje: Nimêja mi jî, ‘îbadetê min ên din jî, jiyana mi jî, mirina mi jî bona Xwedayê perwerdîgarê ‘aleman e.” (4) Eger em wan ‘îbadetê Xwedê li me ferz kirine îhmal nekin, ew xebata ku em dixebitin bona rizqek helal ji kos û kulfetê xwe ra dabîn bikin ew jî bona me digere dibe ‘îbadet. Xelkê nexapînî, tevî ribayê nebî, derewan nekî, bona bihabe mal nedî ser hev (stok nekî), xwe nexî gunehan, heqê evdan bin pê nekî, bi duristî bixebitî ew jî dibe ‘îbadet.
Gelî Musulmana!
Nabe yekî musulman, dev ji bingehên baweriya İslamê berde û here ser dîn û ayinkî dinê û ‘urf û adet û kevneşopiyê wan ji xwe ra bigre, ew yeka nabe. Aram û hedar û bextyarîkî rastîn; bes bi îxlas û ji dil û can ji Xweda ra ‘îbadet bikî pêk tên. Xwedayê Jorîn difermê:اَلَا بِذِكْرِ اللّٰهِ تَطْمَئِنُّ الْقُلُوبُۜ “Yadê Xweda sebra dila ye.” (5) Eger em hezkirina Xwedê û zewqa ‘îbadetê nexin dilê ciwanan, dilê wan bi ‘îlm û ‘îrfanê va danegrin, ditirsim ewê berê xwe bidin bîr û baweriyên pûçên batil û teselliya xwe bi çandên (kultur) biyanî va bînin.
Gelî Musulmana!
Roja İniyê mizgevt tijî dibin hemd ji Xweda ra. Ew nimêjên wextan ku me ji karên xiraw dihêwişînin û berê me balî qenciyan va dikin gotî em goh bidin wan jî. Ew mizgevtên ku nîşana arama civakî û sembola aşitî û biratiyê ne werin li wir kemerbeste li qiyamê rawest in, bi malbatî li mezgevtan bin; zarûyan bi zar û zimanek şîrin hînî mizgefta bikin. Ji bîr nekin ku em nehatine vê dunê bes bona mal bidin ser hev, meqaman bidest bixin, temenkî bi leyistik û bi ‘ewaretî derbaskin. Ji bîr nekin ku; bê ‘îbadet îmana me nagîhîje kemala xwe, bereket nakeve nav kesb û karê me, nav malê da hedar û aram peyda nabe. Tişta jiyana me me’nîdar bikin bes ‘îbadetê me ne ku em wan beramberî bi xûy û exlaqek baş va bikin, tişta me li dergahê îlahî rûsipî bike jî hema bes ew e. Agahdariya ku Xwedê li ser vê yekê daye xayet zelal e ku difermê قُلْ مَا يَعْبَؤُ۬ا بِكُمْ رَبّ۪ي لَوْلَا دُعَآؤُ۬كُمْۚ “Tu bêje: ‘îbadetê we nebe Xwedê dê çi qîmetê bide we!”(6)
![]()
1.Hîcr, 15/99.
2.Mûslîm, Îman, 48; Bûxarî, Cîhad, 46.
3.Zariyat, 51/56.
4.En’am, 6/162.
5.Re’d, 13/28.
6.Fûrqan, 25/77.
Mela ‘Ebdûsselamê ŞADÎ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…