
Danasîna Pirtûkê: Çîrokên li ber bayê
Di edebiyata Kurdî de ciyê kurteçîrokêhingî diçe geş dibe. Evdirehman Elçek jî di vê berhemê de vebêjiya xwe ya di kurteçîrokê berdewam dike.
Metneke edebî bi rêya vebêjer dengê xwe diafirîne, lê dengê her xwendinê aîdê xwîner e. Di çîrokên Elçek de dengekî tazî û ragirtî di derûna karakteran de rengê xwe xwîner. Di berhemê de zeman û mekan ber bi rabihuriyê ne.
Elçek şêwazên cihê di vegotinê de dane xebitandin, car heye deqên kurt û parçeyên tematîk şewqa xwe dikine ser mijarê. Car heye çîrok di teqla nezmê de daye herikandin. Helbet Elçek pirranî li pey mijarê ye ku kêş û vekêşa derûna vebêjer, meriv dibê ji jiyana şexsî û rojane didin der. Çîroka bi navê Celse ku bi beşên celseyên mehkemeyê diherike, hest û bêhûdeyiya wê hewaya Doz a Kafka jî dide.
Mekanê hin çîrokan wekî nexweşxane, xaniyên xalî, kesên tenê, tirs û xeyalên wan wê atmosfera metnê ava dikin.
Rizgar Elegez
Evdirehman Elçek di sala 1979an de li Erziromê hatiye dinyayê. Beşa zimanê Tirkî xwendiye û niha
mamostetiyê dike.
Berhemên Wî:
Neban, çîrok, (Lîs, 2017)
Şîva Miriyan, çîrok, (Nûbihar, 2020)
Çîrokên li ber bayê, çîrok, (Nûbihar, 2025)

Danasîna Pirtûkê: heftcark têm xwarê ji bejna xwe
bi reveke biçûk
meşeke mezin
kêfeke belek
deh deh
bizirê hiş dibare
li dizekî navgerm
dibuhure
ji qidûmê min î xam
lodek peyv
ji min naçe
derdawê min
bi min diare
xara xewnekê
bi min ve radipelike
ji min e
bêxewn
bi ser gewdê min de dirije
ev fenoka vê xezebê
wê kînga bifiride gelo
Arda Arşêl li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Çîroknûs û helbest van e; çîrok û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hinar, W, Asîva, Wenda, Rewşen, Dilop û hin kovarên din de weşiyane.
Çîrokeke wî di pirtûka “12 Çîrok 12 Nîvîskar” de (ji weşanxaneya NAyê) weşiyaye.
Pirtûka wî ya yekem Deriyê Avê wekî e-pirtûka dijîtal weşiyaye. Heftcark Têm Xwarê ji Bejna Xwe pirtûka wî ya duyem e.

Danasîna Pirtûkê: Ristemê Zal
Mîtolojî, xîmê dîroka miletan e. Dema behsa mîtolojiya Kurdî bibe ewil çîrokên Ristemê Zal tên bîra meriv.
Ristemê Zal, tê bawerkirin ku ji giregirên Eşkaniyan qehremanek bûye. Paşê di nav destanên Îranî de hin taybetmendiyên mîtolojîk hatine spartin bi bal wî. Ew her dem alîgirê qenciyê ye, li hember dêw û bedkaran her şer û ceng kiriye û bi ser ketiye. Di edebiyata Îranê ya piştî Îslamê de, herweha di edebiyata dîwanî û tesewûfî de jî ew lehengekî pir bibandor e. Navê wî, remz û nîşana pêlewaniyê ye. Di edebiyata Kurdî ya zargotinî de jî Ristem, zîrweya pêlewaniyê ye.
Xurşîd Mîrzengî jî di biçûkiya xwe de ji malbat û cîranên xwe 3 çîrokên Ristemê Zal guhdarî kirine, ta mezinbûna xwe jî di bîra wî de mane. Rojekê li Parîsê ew û dostekî xwe li ser mîtolojiyê qise dikin. Xurşîd behsa çîrokên Ristem û zarokiya xwe dike. Dostê wî dibêje: “Te nivîsîne?”
Ev pirs, dibe sedem ku Xurşîd bi pey çîrokên Ristem bikeve. Ewil çîrokên di hişê xwe de dinivîse. Paşê li Awrûpa ji civaka me ya penaber 14 çîrokan kom dike û di sala 1999an de çap dike.
Di sala 2010an de ji Awrûpa tê welêt. Piştî çend rojan mayina li Diyarbekirê, sefereke dirêj dike; ji Nisêbînê dest pê dike, diçe bajar û bajarokên wek Cizîr, Şirnex, Erûh, Sêrt, Bedlîs, Tetwan, Wan, Miks, Mûşê, Çewlig, Elezîz û vedigere Diyarbekirê. Li Mûşê, salixên çîrokbêjekî digre ku mala xwe bar kiriye Çeneqelayê. Ji Diyarbekir diçe Çeneqelayê, wî jî dibîne.
Xurşîd bi bîneke fireh, bi qasî bîst kusûr salan vê xebata xwe ya Çîrokên Mala Zalê wek 45 çîrok dikemilîne. Di warê edebî de, bêyî guherandina naveroka çîrokan, bes wan tîmar dike.
Xurşîd Mîrzengî sala 1950an de li Licê, (Zengê) ji dayik bû. Di pênc sa liya wî de, bavê wî rehmet kir. Di piçûkîtiyê de koçê Diyarbekirê kirin. Heya 14 saliya xwe medrese xwend. Di sala 1968an de, ji bona xwendinê bar kir Stenbolê. Li Stenbolê îdareciyên DDKO nas kirin. Sala 1974an li Luleburgazê di TPAOyê de wekî elemanê teknîkî dest bi xebatê kir. Sala 1978an vegeriya Diyarbekirê. Bû yek ji rêvebirên PDK (T). Di cûntaya es kerî ya 1980yî de hat girtin. Di dawiya 1982yan de ji bêgaviyê welat teri kand. Heya 1983yan li Şamê ma. Di dawiya 1983an de çû Swed-Stockhol mê. 1988an de, dest bi romannivîsîna Kurdî kir. Di gelek kovar, rojname û malperan de meqaleyên wî çap bûne. Di 1999an de 88 programên za rokan yên pedagojîk ji Med TV re amade kirin. Niha li Parîsê niştecih e.
Berhemên wî:
1- Sînor, Weşanxana Jîndan, 1995 Stockholm; Çapa duyem: Komal Yayınları, 2005 Stenbol; Çapa sêyem: Nûbihar, 2022 Stenbol.
2- Ristemê Zal, Weşanxana Rewşen, 1999 Stockholm; Çapa duyem: Komal Yayınları, 2010 Stenbol.
3- Belqitî, Komal Yayınları, 2004 Stenbol; Çapa duyem: Nûbihar, 2015 Stenbol.
4- Yankesiciyem Efendim, Avesta Yayınları, 2015 Stenbol.
5- Sala Şewatê, Nûbihar, 2021 Stenbol.
Çend romanên wî yên hîn çapnebûyî jî hene.

Danasîna Pirtûkê: Terîqu’n-Necat
Terîqu’n-Necat, kitêbeke eqîdeyê ya mewzûn e, ku ji hêla Mela Haşimê Miksî (1750-1850) hatiye telîfkirin. Wî, ev kitêb ji bo zarokan nivîsiye.
Pênc ruknên Îslamê, şeş ruknên îmanê û hin mijarên kelamî û fiqhî tê de bi kurtî kom kirine.
Gava meriv bala xwe dide uslûb û naveroka kitêbê, tê dîtin ew, wek nezîre û teqlîd li ber Nehcul-Enama Mela Xelîlê Sêrtî hatiye nivîsîn. Kitêb ji pênc beşan pêk hatiye.
Destpêk, ruknê Îslamê, dua, ruknê îmanê û dawî. Berhem 330 beyt in.
Mela Haşimê Miksî, çawa ku ji tarîxa nivîsandina Terîqu’n Necatê tê zanîn dibe ku di navbera salên 1750-1850 de jiyabe. Li bajarê Miksê ji dayîk bûye. Kurê Mela Ehmedê muderisê Medreseya Mîr Hesenê Welî ye.
Diya wî ji herêma Karkar e û ji Malbata Xaniyan, eşîra Pinyani şiyan e. Diya Seyîd Sibxetullah (Xewsê Hîzanê) Aliye xanim, xuşka Mela Haşim e. Mela Haşim hevalderskê Mela Xelîlê Sêrtî ye.
Ev pirtûka wî ya yekem e. Em nizanin ka berhemên wî yên din hene yan na. Mela Haşim ev berhem bi destxetê xwe di sala 1258ê hicrî de nivîsiye, ew jî beranberê sala 1842yê mîladî dike.
Hanifi Taşkın, di sala 1969an de li Panosa Agiriyê hatiye dinê. Li Zanîngeha Wanê, beşa Mamostetiya Wênesaziyê der çûye. Niha li Wanê di dibistanekî de serekmamostetiyê dike. Di Şaxa Wanê ya Komeleya Nûbiharê de karên xwe yên çandî û hunerî didomîne. Di kovarên wekî Nûbihar, Nûbihar Akademî, Nûpelda, Dilname û Hazanê de xebatên wî weşiyane. Zewiciye û du kur û du keçên wî hene.
Xebatên wî yên Çapbûyî:
Şakiro, Kewê Ribat, Nûbihar, 2018 Stenbol-(Amadekarî, digel Ay han Yıldız)
Dehdehê Evînê, Lorya, 2020 Wan-(Amadekarî, digel Yakup Aykaç)
Qarxûn, Mela Ubeydulah Bêkes, Peywend, 2023 Wan-(Amadekarî û Tehqîq)
Dîwana Mîrê Zirav, Mela Muhemmed Gulnar, Nûbihar, 2023 Stenbol-(Amadekarî)
Dîwana Mela Muhyedînê Dêrşewî, Kültür ve Turizm Bakanlığı, 2023 Ankara-(Amadekarî)
Tu, Sîpanî, Peywend, 2024 Wan (pirtûka wî ya helbestan bi mexlesa Sîpanî ye).

Kitap Tanıtımı: Kayıp Bir Kürt ve Alevi Aydını: Doğan Kılıç
Doğan Kılıç (1927-2004), Kürt-Alevi kimliğiyle çeşitli ilklere imza atan bir aydındır. Dersim Katliamı’nda yaşamını yitirenler için giriştiği hukuki mücadele, Cumhuriyet tarihindeki ilk Türkçe-Kürtçe gazete Roja Newe’yi ve ilk Alevi gazetesi Ehlibeyt Yolu’nu yayımlaması, Türkiye’den Mele Mustafa Barzani ile görüşen ilk gazeteci olması Doğan Kılıç’a dair bu kitapta bulabileceğimiz ilklerin sadece birkaçı.
Elinizdeki bu çalışma, katliam, hapis ve sürgün üçgeninde bir yaşam süren, bir dönem Kürt-Alevi toplumunun en tanınan aydınlarından biri olmasına rağmen zamanla unutulan Doğan Kılıç’ın Erzincan’da başlayıp Oslo’da son bulan hayatının izini sürüyor.
İbrahim Bulak, 1986 yılında Diyarbakır’da doğdu. 2007 yılında kültür ve sanat odaklı Kürtçe-Türkçe öğrenci dergisi Edubba’yı çı kardı. Kürtçe-Türkçe yazı ve röportajları farklı gazete ve dergilerde yayımlandı. Sovyet Kürt edebiyatından üç kitabı yayına hazırladı. 2024’te ise ilk kitabı ‘Kakelo: Batıda Sahte Bir Kürt Prensi’ Nûbihar Yayınevi’nden çıktı.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…