Dîrok: 08.08.2025

Gelî Musulmana!
Dînê ‘ezîzê İslamê, ji me dawe dike; jiyanek wer bijîn ku hîkmeta afirînişa xwe û armanca hebûna xwe ji bîr nekin, çawa ayeta وَهُوَ مَعَكُمْ اَيْنَ مَا كُنْتُمْۜ , “Hûn li ku dibin bibin Xwedê bi we ra ye.” (1) li me ferman dike bi hessasiyet û şi’ûra ku em herdem li hizûra Xweda ne tevbigerin.
Gelî Musulmana!
Yek ji wan mijarên ku İslam dixwaze jê ra hessasiyet were nîşandanê jiyana kar û xebatê û ya bîhnvedanê ye. Bi angorî dînê me çawa xebat girîng e herweha îstirahet jî ew hinde girîng e; Xwedê Teala bona bala me bikişîne ser vê heqîqetê ewha difermê: “Me şev bona vêsê gerand cil; nava rojê jî gerand dema debarê, çaxê kar û xebatê.” (2) A loma kesê musulman hewcetiya wî; bi vêsa laş û zêhnê jî heye, bi paqijiya rih û can jî heye, bi famîla xwe ra wextek rind derbas bike jî heye. Lê gotî ji bîr mekin ku; kesê musulman xebata wî, bêhnvedana wî, vêsa wî, kêf û şahiya wî jî gotî di çarçova helal û exlaqî da be. Musulman dema vêsa xwe distîne dîsan gotî wexta xwe zayi neke, hessasiyeta bendetiyê û pirsyariyê xwe timî hay jê hebe. Ayetên ku mi serê xutbê da xwandin têda Xwedayê Jorîn ji vê rastiyê ewha xeber dide: فَاِذَا فَرَغْتَ فَانْصَبْۙ وَاِلٰى رَبِّكَ فَارْغَبْ “De îcar gava tu ji karkî vala bûyi dest da xwe bide ber karkî din û berê xwe bes bi Xwedayê xwe da bike.”(3)
Gelî Musulmana!
Xwedê Te’ala di Qur’an a Pîroz da gava qala salixê îmandaran dike ewha difermê: “Bawermend her serfiraz in, ewên ku nav nimêja xwe da bi aram in, ewên ku ji karên bêkêr û ji gotinên berredayi dûr in.”(4) Ev agahdariya îlahî dixe bîra me biweku jiyana xwe; bona dunya û axireta xwe gotî bi şol û karên bi fayde ra derbas kin. Mixabin îro hin rêxistinên (organîzasyon) te’tilan hene, tew goh nadin hukmê Xweda, ji hessasiyeta helal û heramê yekcar dûr in, di nav luks û îsrafê da ne, arezûyê nefsanî da ji heddê xwe derketîne. Hişmendiyeka te’tîlê ya wer cîhê wê dînê me da tune.
Esasen te’tîl; gotî nebe dema teraliyê û xefletê; belku te’tîl lazim e bête gerandinê firsendek çak bona bîhnvedanê û bona meşxûliyetên bifayde; bibe wesîle bona ger û seyranek wer ku li ser quwet û qudreta Xwedê bifekirin, bi çavê îbretê û hîkmetê li kaînatê temaşekin. Te’tîlek bi vê hişmendiyê va, ne bes dibe vêsa dil û can, belku dibe perwerdehî û îbadet jî.
Gelî Musulmana!
Te’tîl; firsendkî zêrrîn e bona xweşikayi yên dîrokî û sirûştiyên war û welatê bav-kalan bi zarûyên xwe bidin naskirin. Te’tîl, derfetik baş e bona duayê dê û bavan bistînin, bona herin seredana nas û dostan; wesîlekî ye bona şahiya dê û bavên çavê wan li rêya zarûyê wan û neviyê wan in. İro gelek dê û bav hene çavê wan li rêya zarûyê wan in; gelek kal û pîr hene çav li rêya nevî û nevîçirkê wan in. Piştî ta’eta ji Xwedê ra wezîfa tewrî girîng a kesê musulman ew e; ji dê û bavê xwe ra xizmet bike, pêdiviyên (îhtiyaciyên) wan ên maddî û me’newî dabîn bike; wan bi tenha serê xwe li cîh nehêle, ber dilê wan bide; agahdariya Qasidê Xweda li ser vê yekê xayet zelal e: “Riza Xwedê jî, bi riza dê û bavê ra ye; xişm û xezeba Xwedê jî bi hêrsa dê û bavê ra ye.”(5)
Gelî Musulmana!
Demê te’tîlan, firsend in bona zarû hêla dîn û ayinê xwe da; hêla têkiliyên civakî da; hêla xurtkirina eqrebatî û sileyê rehim da perwerdebin, pêşda herin. Qasidê Xweda difermê: “Kesê bixwaze rizqê wî zêdebe, ‘emrê wî bi bereket be, bera miqateyê merivê xwe be.”(6) Wekî wer, demê te’tîlan da herin seredana dê û bavê xwe û li merûyên xwe bipirsin; pirsyariyê xwe yên şer’î û exlaqî û civakî piştgoh mekin. Te’tilên xwe negerînin demên ku têda bendetiya Xwedê ji bîr dikin û derî li gunehkariyê vedikin.
Dawiya gotina me bera hedîsa hanê be ku mi serê xutbê da xwand: “Du nî’met hene xelk qedrê wan nizanin; tenduristî (sihetxweşî) û destvalatî.”(7)
![]()
1.Hedîd, 57/4.
2.Nebe’, 78/10-11.
3.İnşîrah, 94/7-8.
4.Mû’mînûn, 23/1-3.
5.Tirmizî, Bîrr, 3.
6.Bûxarî, Edeb, 12.
7.Bûxarî, Rîqaq, 1.
Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…