Şaşiyên ku di kurmancî de tên kirin I Rastnivîs

 Ji bo hûn beşên belgeyê bibînin: Ctrl + F <<<

Ber bi zimanekî yekpîvan û birêkûpêk ve!

HEVOKA HÎMÎ YA DI KURMANCÎ DA

(Basic Sentence Structure in Kurmanji)

 

SUBJECT+DIRECT OBJECT+VERB

EZ+VÊ PIRTÛKÊ+DIXWÎNIM (I am reading this book).

EZ+WÊ KEÇIKÊ +DIBÎNIM (I see that man).

BIKER Subject: The person or thing that performs the action of a verb, or is joined to a description by a verb: “Rûken” is the subject of the sentence “Rûken threw the ball.”

BERKAR Object: A noun or noun phrase that is affected by the action of a verb or that follows a preposition: In the sentence “I like ice cream”, “ice cream” is the object of the verb “like”.

BERKARA NERASTERAST Indirect object: The person or thing that receives the effect of the action of a verb that has two objects: In the sentence “Give Jason some cake,” “Jason” is the indirect object.

BERKARA RASTERAST Direct object: (in grammar) the word or phrase naming who or what receives the action of the verb: In the sentence “I saw Mary,” “Mary” is the direct object.

KAR Verb: A word that is used to say that someone does something or that something happens. For example the words ‘arrive’, ‘make’, ‘be’, and ‘feel’ are verbs.

PÊVEBER Predicate: In grammar, the part of a sentence that contains the verb and gives information about the subject: In the sentence “We went to the airport”, “went to the airport” is the predicate.

 

SUBJECT+VERB+INDIRECT OBJECT

EZ+DIÇIM+MALÊ (I go home).

EZ +NAXWAZIM +BIÇIM MALÊ (I do not want to go home).

 

Şaşbikarînana kurmancî ji ber kartêkerîya neyînî ya tirkî di kurmancî da:

 

ŞAŞ: MIN OTOBUS “REVAND”!

RAST: Ez “bi otobosê ra negiham”. Ez “ji otobosê mam”.

RAST: Ez “pê ra negiham”, yan na ez dê têra wî lêxistana.

RAVE: “Otobüs kaçırmak”a tirkî! Niha gelek kes weha dibêjin: “Min otobos qaçirmîş kir!”☺

FERHENG: Otobüsü kaçırmak: Ji otobosê man. Bi otobosê ra negihan.

 

ŞAŞ: BILÊTA TE YA FIROKEYÊ, YA “ÇÛNÛHATINÊ” YE?

RAST: Bilêta te ya firokeyê, ya “her du serîyan” e?

RAST: Bilêta “duserî”.

(Tr: Uçak biletin geliş-gidiş bileti mi?)

FERHENG: Geliş-gidiş bileti: Bilêta duserî. Bilêta her du serîyan.

 

ŞAŞ: ŞEBEŞÊN MIN “KESMECE” NE.

RAST: Şebeşên min “bi şertê kêrê” ne.

(Tr. Karpuzlarım kesmecedir.)

FERHENG: Kesmece karpuz: Şebeşê “bi şertê kêrê”.

 

ŞAŞ: HEYRAN WÊ TELEVÎZYONÊ “BIGIRE” DA EM PIÇEKÎ JI XWE RA BIPEYIVIN.

RAST: Heyran wê televîzyonê “vemirîne / vekuje” da em piçekî ji xwe ra bipeyivin.

RAST: Bes e, wê televizyonê “vêsîne”. Te serê me bir lo!

RAST: Ji bo xwe ji wê xewnê rizgar bike, televîzyon “vêsand” û çû ser cîyan palda.

RAVE: “Televîzyonê bigre” dê bi sê awayî bê têgihiştin: 1- Rahêje televîzyonê.  2- Televîzyonê hilgire.  3- Televîzyon dike bireve wê bigre! 

(Tr.  Televizyon kapatmak.)

FERHENG: Televizyon kapatmak: Televizyon “vemirandin  / vekuştin / vêsandin”.

 

 

ŞAŞ: TELEVÎZYONÊ “VEKE”.

RAST: Televîzyonê “pêxe / vêxe / hilke”.

RAVE: Televîzyonê veke li nava wê binêre!

(Tr. Televizyon açmak.)

FERHENG: Televizyon açmak: Televizyon “pêxistin / vêxistin / hilkirin”.

 

 

ŞAŞ: DENGBÊJ.

RAST: Behsbêj.

RAVE: Ya rast “behsbêj” e, lewre “behsa” bûyeran, şeran û pevçûnan dike.

 

ŞAŞ: BANDORLÊKIRIN.

RAST:  Yek ji dîplomatên Ewropayê, ku di dîyarkirina polîtîkayên mafên mirovan yên YE’yê da xwedî “karîgerî” ye, serî li Komeleya Mafên Mirovan ya li Tirkîyeyê da.

RAST: Em dê bi “karîgerî” piştgirîya hêzên xwe bikin.

RAST:  Kartêkirin: Qeyrana darayî “kartêkirin” li ser plan û projeyên Wezareta Perwerdeyê kirîye. Bi taybet jî ji rûyê çapkirina pirtûkan ve.

RAVE: “Bandor” maneya “sûlta û otorîte”yê didêre û ji “boyunduruk (nîr)”a tirkî veguherîye.

(Tr. Tesir.)

FERHENG: Etkilemek: Kartêkirin. Etkili: Bikarîger.

 

ŞAŞ: PIRSGIRÊK.

RAST:  Arîşe / kêşe.

RAVE: Di zimanê kurdî da gelek peyv hene û her yek li gorî konteksteka cuda tê xebitand ku hin jê ev in: Nexweşî, alozî, gelş û gelemşe, arîşe/kêşe, tengasî/tengayî, serêşî, derd û kul. Konteksa van hemû peyvan cuda ye ku îro mixabin li şûna hemûyan “pirsgirêk” tê xebitandin.)

(Tr. Problem / sorun.)

 

ŞAŞ: ARÎŞEYA / KÊŞEYA KURD.

RAST: Arîşeya / kêşeya kurdÎ.

RAST: Arîşeya / kêşeya HesenÎ

(Tr. Kürt sorunu.)

 

ŞAŞ: NE PIRSGIRÊK E / PIRSGIRÊK NÎN E!

RAST:  Xem nake / ne xem e / tişt pê nayê / tişt nake.

(Tr. Sorun değil)

 

ŞAŞ: KOMA KEŞTÎYA CAZÊ, KU ÇALAKÎYA WÊ BÛYE “KEVNEŞOPΔ, DÊ DENGÊ CAZÊ LI ASÎMANÊN STENBOLÊ BILIND BIKE.

RAST:  Koma Keştîya Cazê, ku çalakîya wê bûye “rewişt û tîtalî / dab û nerîtî / orf û adetî”, dê dengê cazê li asîmanên Stenbolê bilind bike.

RAVE: “Kevneşop” bi tirkî dibe “eski iz, eski ayak izi” îca çawa bûye “dab û nerît” kes pê nizane! “Kevneşopî” jî ku ji ber “tradîsyonel” ve tê bikaranîn, bi tirkî dibe “eski izlilik, eski ayak izliliği(!)” Heke bi vê peyvê armanc kesê dide dû tiştê kevn an şopa tiştê kevn diajo, hîngê divê wiha bê gotin: “Kevneajo” an “kevneajoyî”.

 (Tr. Gelenek, tradisyon.)

FERHENG: Gelenek: Rewişt û tîtalî / dab û nerîtî / orf û adetî

 

ŞAŞ:  HELBESTVAN.

RAST:  Helbest.

(Tr. Şair.)

 

ŞAŞ:  ROJNAMEVAN / ROJNAMEGER.

RAST:  Rojnamenivîs.

(Tr. Gazeteci.)

 

ŞAŞ: MIN EW LI CÎYEKÎ DANÎ, EV DU ROJ IN EZ LÊ DIGERIM MIN EW “NEDÎT.

RAST: Min ew li cîyekî danî, ev du roj in ez lê digerim ez “bi ser ve nebûm”.

RAST:  Ez ji ku zanim bê min li ku danî, bi ku da çû, ez ê çilo “bi ser ve bim”.

RAVE: Di vê mînakê da mirov li cîyekî/tiştekî winda yan nedîyar digere û mebesta nedîtina bi çavan e, ji ber hindê divê lêkera “ bi ser ve bûn” bê bikaranîn.

 

ŞAŞ: GAVA KU MIN EW “DÎT”, JI KÊFA LINGÊ MIN ERD NEGIRT.

RAST: Gava ku “çavê min bi wî ket (min çav bi wî ket)”, ji kêfa lingê min erd negirt.

RAVE: Dîtineka ji nişkê ve li kar e.

RAST: Min ew “dît”, wî gelekî silav li te kirin.

RAVE: “dîtin” ne ji nişkê ve û wext pê ve diçe û “dîtin” di cîyê xwe da hatîye xebitandin.

 

ŞAŞ: EM LI KEÇIKEKA ŞÎRHELAL GERÎYAN, ME “NEDÎT”.

RAST: Em li keçikeka şîrhelal gerîyan, me “peyda nekir”.

RAST: Vir da wê da digere, keçikek ku bi şîrê xezalan xwedî bûye “peyda dike”.

RAVE: Mebest tiştekî winda û nedîyar nîn e û her weha mebest ne dîtina bi çavan e, lewma divê lêkera “peydakirin” bê xebitandin.

 

ŞAŞ: WÎ DA ZANÎN KU FIKIR Û RAMANÊ WAN ÇI DIBE BILA BIBE, HEMÛ NIVÎSKAR Û REWŞENBÎRÊN KU DI GIRTÎGEHAN DA NE, DIVÊ “DI KURTEDEMÊ DA” BÊNE BERDAN.

RAST: Wî da zanîn ku fikir û ramanê wan çi dibe bila bibe hemû nivîskar û rewşenbîrên ku di girtîgehan da ne, divê “di bêhnekê / gavakê / kêlîyekê / çendekê / pêlekê da” bêne berdan.

RAVE: Piştî ku “kurdîya akademîk” peyda bû, hin kesan dest pê kir li şûna “bêhnekê-gavakê-kêlîyekê; çendekê-pêlekê” her tenê “demekê” bi kar anî yan jî got “kurtedemekê / demeka kurt / demeka kin / demeka dirêj” ku ev qalib tu jê di kurdîya resen da peyda nabin û ji ber karîgerîya tirkî ketine nav zimanê nivîskî ku ji “kısa süre / uzun süre” tên.)

RAST: Ez “bêhnekê/ gavakê / kêlîyekê” li wir dawestîyam.

RAVE: Yanî dora çaryek / nîv saetê yan saetekê  li wir dawestîyam. Lê îro gelek kes dibêjin, “Ez demeka kurt li wir dawestîyam.” Tew hindek kes dibêjin, “Ez hûrdemekê / kurtedemekê li wir dawestîyam.”

FERHENG: Kısa süre de: Bêhnekê / gavakê / kêlîyekê / çendekê / pêlekê.

 

ŞAŞ: EZ “DEMEKA DIRÊJ” LI WIR MAM.

RAST: Ez “çendekê / pêlekê” li wir mam.

RAVE: Yanî ez heftîyekî yan du heftîyan an jî mehekê li wir mam.

FERHENG: Uzun bir süre: Çendekê / pêlekê.

 

ŞAŞ: EV “DEMEKA DIRÊJ” E EZ JI WIR HATIME.

RAST: Ez “ji zû da / ji zû ve / ji mêj da” ji wir hatime.

RAVE: Ku ev “demeka dirêj” rasterast ji “uzun zaman” tirkî hatîye wergirtin û şaş e.

FERHENG: Uzun bir süre: Ji zû da / ji zû ve / ji mêj da.

 

ŞAŞ: EM DÊ NÛÇEYAN DI TELEVÎZYONÊ / ROJNAMEYÊ DA “BIWEŞÊNIN”.

RAST: Em dê nûçeyan di televîzyonê / rojnameyê da “belav bikin”.

RAVE: Di bawerîya me da lêkera herî baş ku beranberî “neşirkirin”ê bê bikaranîn, “belavkirin” e ku li başûrê welêt çi bi soranî çi bi kurmancî tê xebitandin. Ji dêvla “belavkirinê” bikarînana “weşanê” şaş e.

FERHENG: Televizyon / gazetede yayımlamak: Di televizyonê / rojnameyê da belav kirin.

 

Çendîn maneyên peyva “weşan”ê ev in:

RAST: Mirîşk pûrta xwe diweşîne.

RAST: Daran pelên xwe weşandibûn û mabûn tazî.

RAST: Potê sifreyê di paceyê da weşand.

RAST: Doşek weşandin.

RAST: Zeytûnan diweşîne.

RAST: Kevçî weşandê. (Yanî tê wer kir.)

RAST: Heke em bêjin pirtûk weşand, yanî tê wer kir!

RAST: Pê biweşînê (Yanî pê lêde)

 

ŞAŞ: VEGOTIN

RAST: GOTIN.

RAVE: Peyva “vegotin”ê bi maneya dubare gotinê didêre. Ne di maneya gotin, gilîkirın, katkirin, heykat kirin, vegêrane. “ve-“ bi maneya pêgira îngilîzî “re-“ ye.

 

ŞAŞ: DEVOK.

RAST: Zarava (Binlehçe / zar) 

RAVE: Şêweya zimanî. Di kurdî da biwêjek heye: Zahrê xwe pê dikî, ango wî texlît dikî. Gelo ev peyva zahr ne “zar” e ango şêweya ziman e.

RAST: Xancî hem ji kincên wî hem jî zarava wî zanîya ku ew zozanî ye.

RAVE: Ev peyva dariştî “devok”, ku beranberî “binlehçe (ağız)” tê xebitandin li gorî tevgirêdana zimanî wê maneyê nadêre ku lê hatîye kirin. Ji ber ku peyvên ku di zimanê kurdî da yekser maneyeka zimanî dinimînin “zar, ziman û zarava” ne, dev bêhtir wekî endameka laşî ye. Her weha heke maneyek lê bê kirin “devok” ew kesê ku pir dipeyive yanî xeberok e. Pêwîst nake em peyveka nû darêjin, jixwe xelk peyva “zarava” yekser beranberî  “binlehçe (ağız)” û “aksan (goyêş)” bi kar tîne ku ev yek ne cîyê gumanê ye. Ji ber “lehçe” ve jî peyva “şêwezar an dîyalekt” bi kar bînin.

FERHENG: Şive: Şêwezar / zarava / binlehçe / zar.

 

ŞAŞ: PARASTINA ZIMAN ERKEKÎ NETEWÎ YE. (TÊ MANEYA KU ZIMAN BI XWE XWE DIPARÊZÎ.)

RAST: Zimanparastin erkekî netewî ye.

 

ŞAŞ: KUŞTINA MÊRAN.

RAST: Mêrkuştin.

 

ŞAŞ: KEMANJEN FARJAD KU DI SALA 1938’AN LI TEHRANÊ HATÎYE DINÊ BI SAYA DÎYA XWE DI ZAROKATÎYA XWE DA DEST BI “LÊDANA KEMANE” KIRÎYE.

RAST: Kemanjen Farjad ku di sala 1938’an li Tehranê hatîye dine, bi saya dîya xwe di zarokatîya xwe da dest bi “kemanjenîyê” kirîye.

 

ŞAŞ: FESTÎVALA KU HETA 25’Ê MEHÊ WÊ LI DAR BE DA DIGEL “NÎŞANDAYÎNA FÎLMAN”, “LÎSTINA ŞANO”, “ÊVARÊN XWENDINA HELBESTAN”.

RAST: Festîvala ku heta 25’ê mehê dê li dar be digel “fîlîmnîşandayîn”, “şanolîstin”, “êvarên helbestxwendinê”.

 

ŞAŞ: PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ.

RAST: Zimanê Kurdî parastin.

 

ŞAŞ: “KUŞTINA ZAROKAN” LI SÊRTÊ.

RAST: “Zarokkuştinên” li Sêrtê.

RAST: “Hirçgirtin” ne karê min e.

RAST: Pîrejinan dest bi “çêlekdotinê” kirin.

RAST: Ger Binevş dabin mêr, ev e di qanûna eşayîrî da (ji) “mêrkuştinê” jî girantir e.

RAVE: “Parastina zimên” Ev terkîb di kurdî da wê maneyê nadin ku di tirkî da didin, lewra dema tu dibêjî “parastina zimên” ev dibe “dilin savunması” ne ku dibe “dili savunmak an jî dil savunmak”.

 

ŞAŞ: WÎ, LI BEDLÎSÊ GEF LI “ZOZANVANAN” XWAR.

RAST: Wî, li Bedlîsê gef li “zozanîyan” xwar.

 

ŞAŞ: LÎSTIKA KU LI SER METIN Û HELBESTÊN SHAKESPEARE HATÎYE SAZKIRIN, STRANBÊJ, “LÎSTIKVAN” Û “DANSVANAN” RÊZIKÊN SHAKESPEARE ŞIROVE KIRIN.

 

ŞAŞ: ZIMANÊ “PÊŞKÊŞVANAN” ŞIKESTÎ YE.

RAST: Zimanê “pêşkeşkaran” şikestî ye.

 

ŞAŞ: ZOZANVAN, DAWETVAN, GOVENDVAN,

RAST: Zozanî, dawetî, govendî.

 

ŞAŞ: TEMAŞEVAN, ÇALAKVAN Û DANSVAN.

RAST: Temaşekar / temaşekir / temaşeker, çalak(kar), danskar.

RAVE: Ji temaşe “kirin”, çalak “kirin”. Dans “kirin”.

 

ŞAŞ: GUHDARVAN.

RAST: Guhdar.

 

ŞAŞ: BEŞDARVAN Û WERGÊRVAN.

RAST: Beşdar û wergêr.

 

ŞAŞ: JI XWE, GAVA KU EZ JI BO ZANÎNGEHÊ ÇÛM DÎYARBEKIRÊ JÎ, ME BI ZEHMETÎ PIRTÛKÊN KURDÎ PEYDA DIKIRIN Û HEGER PIRTÛK BI ME RA BIHATANA GIRTIN, EM “KARÎBÛ” BIHATANA KUŞTIN JÎ.

RAST: Ji xwe, gava ku ez ji bo zanîngehê çûm Dîyarbekirê jî, me bi zehmetî pirtûkên kurdî peyda dikirin û heger pirtûk bi me ra bihatana girtin, “dibû ku” em bihatana kuştin jî.

 

ŞAŞ: JI BER KU REAKSÎYONA MIN CUDA YE, EW “DIKARIN” JI MIN HEZ NEKIN, LÊ JI XWE REXNEGIR TUCARÎ NAYÊN HEZKIRIN.

RAST: Ji ber ku reaksîyona min cuda ye, ew “dibe (ku)” ji min hez nekin, lê ji xwe rexnegir tucarî nayên hezkirin.

 

ŞAŞ: TEVÎ KU EHMED DI KONGREYÊ DA AMADE NEBE JÎ “DIKARE” WEK SEROK BÊ HILBIJARTIN Û VEGERE.

RAST: Tevî ku Ehmed di kongreyê da amade nebe jî “dibe ku / reng e” wek serok bê hilbijartin û vegere.

 

ŞAŞ: YÊN KU JI ŞER XWE XWEDÎDIKIN “DIKARIN” ŞIDETEKA MEZIN BIKARBÎNIN. DI VÊ ŞIDETÊ DA “DIKARIN” GELEK GENC, JIN, ZAROK Û GELEK ÎNSAN JI GEL BIMIRIN.

ŞAŞ: Yên ku ji şer xwe xwedîdikin “dibe ku” şideteka mezin bikarbînin. Di vê şidetê da “dibe ku” gelek genc, jin, zarok û gelek însan ji gel bimirin.

 

ŞAŞ: EZ “KARIM” CIXAREYEKÊ BIKESIM?

RAST: “Destûr heye” ez cixareyekê bikesim?

RAVE: Her ya dîyar e ev her dû hevok jî li gorî qalibên tirkî hatine sazkirin, ma mirovek çawa nikare avê vexwe an cixare bikêşe? )  (Tr: Bir sigara içebilir mîyim?)

 

ŞAŞ: EZ “KARIM” AVÊ VEXWIM? (BIR SU IÇEBILIR MÎYIM?)

RAST: “Destûr heye” ez çend firên avê vexwim?

RAST: “Gelo nabe ku” ez di şûna genim da fitrên xwe bi rûn xweş bikim?

RAST: “Ca nabe” tu ji kerema xwe guhdarî bikî?

RAST: “Lê nabe” ez mêvanê te şevek mayîn bibînim?

RAVE: Her ya dîyar e hevoka şaş ji li gorî qalibên tirkî hatîye sazkirin, ma mirovek çawa nikare avê vexwe yan cixare bikêşe? Di kurdî de beranberî wê “dibe” an “gelo dibe” tê xebitandin.

 

ŞAŞ: ZILAMEKÎ KOÇER “BALA MELE KIŞAND”.

RAST: “Bala melê ket ser” zilamekî koçer ku ew jî li bin kon e û melûl bûye.

RAST: Zilamekî koçer “bala melê pêxist”.

RAST: Haypêketin/haypêxistin/çavpêketin/çavpêxistin.

RAVE: “Bal kişandin”, li ser binemayê “dikkat çekmek”a tirkî hatine dariştin ku di zimanê kurdî da ev yek nîn e.

 

ŞAŞ: SERÎ HLLDE” SADIQ, ROJA MÊRAN E. NANÊ XWE HELAL BIKE. NAMÛS Û RÛMETA ME DEST DIJMIN VE BERNEDE.

RAST: “Dest hilîne” Sadiq, roja mêran e. Nanê xwe helal bike. Namûs û rûmeta me dest dijmin ve bernedin.

RAST: Nijdevanan bi ser me da girt, karê şêlandina karwanî kir, divêt tu “desta hilînî”, da talanê me nekin.

RAVE: Serhildan: Ev peyv yekser li gorî “başkaldırı”ya tirkî  hatîye dariştin ku  ji ber “raperîn û îsyanê” ve tê xebitandin.

 

ŞAŞ: DI “LÊPIRSÎNA” BALYOZÊ DA ÇEND KES SEWQÎ DADGEHÊ KIRIN.

RAST: Di “jêpirsîna” Balyozê da çend kes sewqî dadgehê kirin.

RAVE: Beranberî “hildana ber pirsan, dane ber pirsan, lêpêçînewe, tehkîqat.

 

ŞAŞ: DOZGER “LÊPIRSÎN” DA DEST PÊ KIRIN.

RAST: Dozger jêpirsîn da dest pê kirin.

RAVE: “Lêpirsîn” çima ku lêpirsîn karekî baş e, cîyê rêzgirtin û qedirgirtinê ye, mirov li heval û hogirê xwe dipirse çima ku jê hez dike.

 

ŞAŞ: HIKÛMETA NÛ KÊŞEYA KURDÎ JI NÊZ VE “DIŞOPÎNE”.

RAVE: Yekser  li gorî “izlemek” a tirkî hatîye dariştin ku di binyata xwe da “şopajotin, şopgerandin, rêçajotin (iz sürmek) ” e, lê îro bi maneya “temaşekirin, ballêbûn,  balpêdan, çavlêbûn…” tê xebitandin.)

RAST: Bala hikûmeta nû ji nêz ve li kêşeya Kurdî ye.

RAVE: Bala min li te ye! Ez te dibalînim!

RAST: Rola sîyasetê her ku çû zêdetir bû, lê reng û awayê xwe guhert. Ev proses, bi taybetî di warê romanê da “bala mirov pêdixe”.

 

ŞAŞ: ROJEV.

RAST: mijarname / behsname.

RAVE: Ev du peyvên hanê ku li gorî “gündem” û “süreç” tirkî hatine dariştin bi tu awayî digel rêz û destûra zimanê kurdî naguncin. Ya yekem paşgirekî wekî “-ev” di zimanê kurdî da nîn e û ya duyem jî  “agenda (îngîlîzî), rûzname (osmanî)” “mijarname û behsname” ye.  Heçî “ajotin”e di zimanê tirkî da ji bo “dem-nimandinê” tê xebitandin, lê ev lêker di zimanê kurdî da ji ber “zevîkêlan” û “hespajotinê” ve tê bikaranîn, belam ev serê çend salan e ji ber karîgerîya tirkî ji bo dem-nimandinê tê xebitandin ku gelek çewt e.  Bo nimûne di nûçeyekî da wiha hatîye: “Albumê çi qas dem ajot?” ku yekser li gorî mentiqê zimanê tirkî hatîye dariştin. Nimûneyeka dî di vê yekê de: “Wî her wiha hêvî xwest ku cudabûna wan a ji Baykal ê kurt bajo.” Yekser ji “kısa sürecek”a hatîye wergirtin.

 

ŞAŞ: PÊVAJO.

RAST: Proses.

RAVE: Li gorî “gündem” û “süreç” tirkî hatine dariştin bi tu awayî digel rêz û destûra zimanê kurdî naguncin.  Her çiqas “proses” ne kurdî be jî divê nihoke ji devla “pêvajo”yê bihê bikarînan.

 

ŞAŞ: ALBUMÊ ÇIQAS “DEM AJOT?

ŞAŞ: WÎ HER WIHA HÊVÎ KIR KU CÛDABÛNA WAN A JI MIHEMED DÊ KURT BAJO.

RAST: Di dirêjîya/dirêjahîya dîrokê de

RAST: Dirêjîya rojê.

RAST: Vê pêlê, vê çendê, vê dawîyê.

RAVE: Yekser li gorî mentiqê zimanê tirkî hatîye dariştin. Nimûneyeka dî di vê yekê de: Yekser ji “kısa sürecek”a hatîye wergirtin. (tr bu süreçte.)

 

ŞAŞ: DI MERASIMÊ DA SEROK “AXAFTINEK KIR”.

RAST: Di merasimê da Serok “peyivî/axifî”.

 

ŞAŞ: YANÎ, XALÊN KU LI WÊJEYA WELATÊN DIN “JI RÊZÊ” NE, LI CEM ME HÊ GELEKÎ NÛ NE.

RAVE: Ev qalib jî yekser li gorî “sıradan”a zimanê tirkî hatîye dariştin.

 

ŞAŞ: LI SER SÎNOR KUŞTIN TIŞTEK “JI RÊZÊ” LÊHATÎYE!

RAST: Li ser sînor kuştin tiştek “asayî/adetî” ye!

 

ŞAŞ: Di MERASIMÊ DA SEROK, LI SER SALONÊN DÎROKÎ KU TÊNE GIRTIN XEMGÎNÎYA XWE “ANÎ ZIMAN”.

RAST: Di merasimê da Serok, li ser salonên dîrokî ku têne girtin xemgînîya xwe “dîyarkir/daxuyakirin”.

RAVE: Li gorî “dile getirmek”a tirkî hatîye dariştin. Her weha “anî ziman” di zimanê kurdî da maneyeka dî didêre. Bo nimûne: “Pa Xudê tuyê pê ageh î, te ev çinare ya hişk kirî, tu bi ziman bînî da mehkema me biket.

RAST: Ez çi bêjim çi beyan bikim / Mexfîyetan ez eyan bikim / Sirê dilê “eşkera bikim” / Kes bi halê min nezan.

RAVE: “eşkerakirin” ji bo tiştê dizî û sirî tê xebitandin, yanî “dane der”e.

 

ŞAŞ: SLOGANÊN WEK “JI KOMKUJÎYA ÇANDÊ RA ÊDÎ BES E.” DI MEŞÊ DA “DIHATIN AVÊTIN”.

RAVE: Ma slogan çawa tê avêtin!.. Qey gok û kevir e!

RAST: Sloganên wek “Ji komkujîya çandê ra êdî bes e” di meşê da “dihatin hildan”.

RAST: Deng rakirin/Deng hildan.

RAST: Halan di xwe hildan:  Pale halanan di xwe hildidin. Her weha: “Dûv ra jî vegerîya ser pisîkên din, çend halan di wan hilda û bi qîrîn got…

 

ŞAŞ: GUNTER GRASS Û YAŞAR KEMAL “TÊN CEM HEV”.

RAST: Civana Gunter Grass û Yaşar Kemalî.

RAST: Hevrûniştina Gunter Grass û Yaşar Kemalî.

RAVE: heke mebesta wan şêwr û mişewr danîn be.

RAST:  1. Lihevcivîn.

RAVE: Gava mirov û xelk bigihêjin hev û kom bibin.

RAST:  2. Lihevrûniştin.

RAVE: Heke bi mebest û armancekê an ji bo şêwr û mişewr danînê bigihên hev. Îro li şûna “hevrûniştin”ê  bêhtir “hevdîtin” tê xebitandin ku yekser li gorî “görüşme”ya tirkî hatîye dariştin, lê “hevdîtin” ne proseseka dûr û dirêj e û piştî mirov hev dibîne, li hev rûdine.

RAST:  3. Gihiştine hev/gehiştine yek.

RAST:  4. Civan dane hev.

RAST:  5. Lihevsekinîn.

RAVE: Heke li cîyekî rawestin.

RAST: Piştî deng belav bû ku Şero hatîye kuştin, xelk li ber mala wan li hev civîyan, bê bizanin ka çi qewimîye û  li wê derê li hev sekinîn.

RAST: Piştî deng belav bû ku Şero hatîye kuştin, birayên wî li hev rûniştin da çawa dest hilînin.

RAST: Ew gelek cara ser vê pirsê peyivîbûn û ji wan ra li hev nehatibû hev rûnên, bên ser biryarekê.

RAST: Wexta husin û cemala wî dîn / Ecêb man, aqil firîn / Li hev rûniştin, bi hev şêwirîn / Gotin: me wek vî camêrî nedîn / Hev  melîk  e ne însan e / Ne beşer e, ev ruhan e.

RAST: Li bin gund li ber dara tihokê digihîjin hev û diçin nav rez.

RAVE: Li alîyê dî li gorî konteksê çêdibe mirov “gihiştin hev, gihiştin yek” jî bi kar bîne ne ku “hatine ba hev, hev dîtin, hevdîtin pêk anîn”. Gelek caran ji ber “civan, civan dane hev” ve “hevdîtin” tê xebitandin ku ew jî ne di cih da ye, lewra civan beranberî “randevu-buluşma” ve tê bikaranîn.

RAST: Her dûka ji yek girt, ku saet hinde li filan cihî bigehîne yek.

 

ŞAŞ: HEVDÎTINA MIN Û METÎN HEBÛ, LÊ EW NEHAT.

RAST: Min û Metîn me civan dabû hev, lê ew nehat.

 

ŞAŞ: EM DÊ HEV DU BIBÎNIN.

RAST: Em hev bibînin. (Rave: See you!)

RAVE: Îro ji bikarhênê asayî yê zimanê kurdî pê ve, nivîskarên kurdî jî ji dêvla “Görüşürüz”a tirkî dibêjin. “Em dê hev du bibînin.” Carina jî bi maneya “Ka em dê meyzênin bê ma kî dê bi ser keve.” jî dihê bikarînan.

 

ŞAŞ: Baş li xwe binêre.

RAST: Li xwe miqate be!

RAVE: Eğer “dikkat et kendine” gibi bir şeyi kast edîyorsak “hay ji xwe hebe” dîyeceğiz.

 

ŞAŞ: DI CIVÎNÊ DA LI SER MAFÊN JINAN “HATE RAWESTÎN”.

RAST: Di hevrûniştinê da “qala/behsa” mafên jinan hate kirin.

RAST: Di hevrûniştinê da ji mafên jinan “hate axaftin”.

RAVE: Ev qalibê hanê jî yekser li gorî “üzerinde durmak”a tirkî hatîye dariştin ku di zimanê tirkî da maneyeka mecazî li xwe kirîye, lê di zimanê kurdî da ev yek dest nade.

 

ŞAŞ: APÊ HESEN YÊ 75 SALÎ “JÎYANA XWE JI DEST DA.

RAST: Apê Hesen yê 75 salî “can/gîyanê xwe ji dest da”.

RAVE: “Hayatını kaybetmek”a tirkî hatîye dariştin. gava kesek dimire “can/gîyanê” xwe ji dest dide ne ku jîyana xwe, çima ku jîyan tevahîya serborî û serpêhatîya mirovekî ye; ji zarokatîyê heta mirinê.

 

ŞAŞ: WÎ DER BARÊ BIDARVEKIRINA 5 GIRTÎYÊN SÎYASÎ DA “DAXUYANÎYEKA NIVÎSKÎ DA”.

RAST: Wî der barê bidarvekirina 5 girtîyên sîyasî da “daxuyanî kir”.

RAST: Wî der barê bidarvekirina 5 girtîyên sîyasî da daxuyanîyeka nivîskî “ragihand/belav kir”.

RAVE: Ev qalib  li gorî “demeç vermek”a tirkî hatîye dariştin ku digel mentiqê zimanê kurdî nagunce, ji ber ku daxuyanî tê “kirin” nayê “dan” çima ku kurd nabêjin “daxuya da” dibêjin “daxuya kir an xuya kir”.

 

ŞAŞ: XWENDEVAN DIVÊ BI AWAYEKÎ XURT “PIŞTGIRÎ BIDIN” ROJNAMEYA KURDÎ.

RAST: Xwendevan divê bi awayekî xurt “piştgirîya rojnameyên kurdî bikin”.

RAVE: Ev qalib jî awayekî têkdayî yê qalibê “piştgirtin û piştkirinê” ye ku ji ber karîgerîya “destek vermek” tirkî bûye “piştgirî dan” ku her di zimanê kurdî da nîn e.

 

ŞAŞ: PARÊZERÊN “GIRÊDAYΔ BAROYA AMEDÊ…, CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ PÊK ANÎN.

: Ev qalib li gorî “bağlı”ya tirkî hatîye dariştin.

RAST: Parêzerên “ser / bi ser Baroya Amedê ve”, civîna çapemenîyê pêk anîn.

RAST: Midyadê bi ser Mêrdînê ye.

 

ŞAŞ: BÊGUMAN EV JÎ “GIRÊDAYΔ KURDAN E.

RAST: Bêguman ev jî “li ser kurdan dimîne”.

RAVE: Di vê wergirtîya hanê da “Ev jî girêdayî kurdan e.” ku pir tê xebitandin, li gorî “Bu da Kürtlere bağlı” ya tirkî hatîye dariştin.

 

ŞAŞ: GIRÊDAYÎ CÎ YE.

RAST: Cî dizane.

RAVE: Ev jî “Yere bağlı.”ya tirkî ye.

 

ŞAŞ: WÎ DA ZANÎN DI DEMÊN DAWÎ DA LI GIRTÎGEHAN “BINPÊKIRINA” MAFAN GELEK ZÊDE BÛYE.

RAST: Wî da zanîn di demên dawî da li girtîgehan “pêpeskirina” mafan gelek zêde bûye.

RAST. Namûsa me “pêpes” bû an “pêpeskirin”.

RAST: Wext e, li dewsa ku ew dê bên bavêjine ser me, … emê herin bavêjine ser wan, nehêlin nav û namûsa me “pêpes” bikin.

RAVE: Di bawerîya me da “zêdegavî an zêdegavîkirin” jî digel vê yekê digunce.

 

ŞAŞ: WÎ “BANG KIR” KU DIVÊ HEMÛ KESÊN KU JI XWE RA DIBÊJIN EM MIROV IN, DIVÊ BERTEKAN NÎŞANÎ VÎ KARÊ KIRÊT BIKIN.

RAST: Wî “xwest/daxwaz kir/jê xwest” ku divê hemû kesên ku ji xwe ra dibêjin em mirov in, bertekan nîşanî vî karê kirêt bikin.

RAVE: Bangkirin, di zimanê kurdî da ne “çağrı û çağırmak”a tirkî ye, bêhtir di şûna “seslenmek” ve tê xebitandin.

 

ŞAŞ: JI ZAROKA BI NAVÊ LEYLA YA 8 SALÎ KU LI SEMTA ŞEHÎTLIKÊ YA NAVÇEYA YENÎŞEHÎRÊ “RÛDINÊ”, JI BO BIÇE MARKETÊ JI MALÊ DERKETIBÛ KU EV 254 ROJ IN, AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN.

RAST: Ji zaroka bi navê Leyla a 8 salî ku li semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîrê “dimîne/disekine/dijî”, ji bo biçe marketê ji malê derketibû ku ev 254 roj in, agahî jê nayê girtin.

RAVE: Ev qalib jî li gorî “oturmak”a tirkî hatîye dariştin ku “rûniştin” di zimanê kurdî her ji ber vê yekê ve nayê xebitandin. Mirov li ser kursî û erdê rûdine li Yenîşehîrê rûnane!

 

ŞAŞ: XWEDÎLÊDERKETIN.

RAST: Wê êm dike û av dike, qefeseka xweşik jê ra çêdike. Gelekî “lê dibe xwedî” û ji wê pê ve nema bi tiştekî din dadikeve.

RAST: Li ber tavê radixin. Derpî ziwa dibe. Kes xwe lê nake xwedî.

RAVE: Xwedîlêderketin” ku îro ro di medya û ragihandina bakurê welêt da cîyê qalibê resen yê kurdî girtîye, ji “sahip çıkmak”a tirkî hatîye dariştin ku kurdîya wê “lê bûne xwedî, xweyîtîlêkirin an xwe lê kirin xwedî “ ye.)

 

ŞAŞ: ŞAREDAR DA ZANÎN KU ÊDÎ “DI ZÛTIRÎN DEM DE” RAYEDAR TIŞTEKÎ BIKIN.

RAST: Şaredar da zanîn ku “zûtirê, gavek zûtir, demildest, rojek zûtir” rayedar tiştekî bikin.

 

ŞAŞ: EZ BI XWE JÎ… DIXWAZIM KU “DI DEMA HERÎ KURT DE” BÊ BERDAN.

RAST: Ez bi xwe jî dixwazim ku “zûtirê/ gavek zûtir/ demildest/ rojek zûtir” bê berdan.

 

ŞAŞ: EZ “BAWER IM …”

RAST: Ez “bawer dikim” an “ez wer/wisa bawer dikim”.

RAVE: Ev qalib jî yek ji wan qaliban e ku wekî “çewtîya rewa” ketîye ser zarê xelkê, ku ne dûr e bi olan û karîgerîya “sanırım”a tirkî û hevoksazîya tirkî teşe girtibe. Lê heke mirov hinekî bide bîra xwe têdigihê ku navê wî kesê ku Bawer dibêje: “Ez Bawer im” Yanî bi tirkî “Ben Inan/Inanc im.” Lewra olana tirkî li gelek malperan xuya dibe.

 

ŞAŞ: LEVY KU BI STRANA XWE “ME VOY” DAWÎ LI KONSERA XWE ANÎ WISA GOT; “MIN BERÊ LI CIHEKA WISA XWEŞIK “KONSEREK NEDABÛ” Û EZ DERNEKETIBÛM PÊŞBERÎ QELEBALIXEKA WISA.

RAST: Levy ku bi strana xwe “Me Voy” dawî li konsera xwe anî wisa got; “Min berê li ciheka wisa xweşik “konserek negêrabû, konserek li dar nexistibû/ konserek nekiribû/ konserek çênekiribû” û ez derneketibûm pêşberî qelebalixeka wisa.

RAVE: Konserdan yekser li gorî “konser vermek”a tirkî hatîye.

 

ŞAŞ: MIXABIN BERÎ KU EW JI MIN RA BIBÊJIN EZ JI ÇAPEMENÎYÊ “HÎN BÛM” KU EZ BEŞDAR IM.

RAVE: Hînbûn û fêrbûn qonaxeka dûr û dirêj e, perwerdekirin û perwerdebûn tê da heye. Mirov hînî tembûrlêdanê dibe an hînî zimanekî dibe. Her weha mirov hînî hev dibe, hînî jîyana bajarekî dibe. Lewra nabe em bêjin “hate hîn bûn ku” divê em bêjin “hate zanîn ku”. Her weha divê em bêjin “Bersiva me bidin da em jî bizanin.”

 

ŞAŞ: JI BO ZAROKÊN KURD PERWERDEYA KURDÎ JI BO WE ÇI ÎFADE DIKE. BERSIV BIDIN DA EM JÎ “FÊR BIBIN”.

ŞAŞ: PIŞTÎ XWENDEKARÊN KURD “HÎNΔ BÛYERÊ BÛN LI BER DERÊ BÎRAXANEYÊ KOM BÛN Û ALOZÎ DERKET.

ŞAŞ: HATE “HÎNBÛN” KU TEVGERA ARTÊŞÊ LI HERÊMA KU BI NAVÊ ‘KAVAR’ TÊ ZANÎN ZÊDE BÛYE.

ŞAŞ: HATE HÎNBÛN KU..

RAST: Hate zanîn ku…

RAST: Zanîna ez zanim ew hê nehatîye. (Rave: Xelk nabêje: “Hînbûna ez hînbûyî”.

 

ŞAŞ: TÊKOŞÎNA HER DU ALÎYAN “WEKHEVÎ XERA NEKIR”. (FUTBOL)

ŞAŞ: LÎSTIKVANÊ ÎNTERÊ DI DEQÎQEYA 35’AN Û 70’YÎ DA DU CARAN “GOL AVÊT”.

RAST: Lîstikvanê Înterê di deqîqeya 35’an û 70’yî da du caran “gol kir”.

RAVE: “Golavêtin”, yekser li gorî “gol atmak” tirkî hatîye dariştin ku kurdîya wê “golkirin”e ku di kurdîya başûr da jî bi vî awayî tê xebitandin.

 

ŞAŞ:  INTER MAÇÊ 1-0 “QEZENC KIR” Û LI SER HEV CARA PÊNCEMÎN BÛ ŞAMPÎYONÊ ÎTALYAYÊ.

RAST:  Inter maçê 1-0 “jêbir” û li ser hev cara pêncemîn bû şampîyonê Îtalyayê.

RAVE: Di yarî û lîstik da kurd dibêjin, “jêbirin (yenmek)” an “jêçûn (yenilmek).”

RAST: Bi qumarê leyist, deh zêrê wî “jê çûn”. (Jibo lîstikan.)

RAST: Înter 1-0 “ji Romayê bir”. (Jibo lîstikan.)

RAST: “Ji hev nebirin/ Serbiser man”. (Jibo lîstikan.)

RAVE: “wek hev” di zimanê kurdî da çawanîyê dinimîne ne ku çendanîyê.

RAST: Mîrê Botan, leşkerê Osmanîyan şkênand. (jibo şer û pevçûnan.)

RAST: Her dû bi navê lîstin, hev dû birin û anîn, lê dawîyê Şêro “zora Biro bir”.

RAST: Di hefteya dawî da fenerbahçe li hember Trabzonê 1-1 man û “jı hev nebirin/ serbiser man”.

RAVE: Her weha hindek malper û kes li şûna “jêbirin”ê “têkbirinê”, li şûna “jêçûnê” “têkçûnê” bi kar tînin ku ev yek digel konteksa zimanê kurdî nagunce. Lewra “yenmek” û “yenilmek” di zimanê kurdî li gorî konteksê diguhere. Jibo lîstikan peyvên cüda û jibo şer û pevçûnan peyvên ûda dihên bikarînan.

 

ŞAŞ: KARÊ ALBÛMÊ “ÇIQAS DEM AJOT.

RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend kêşa”?

RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend vekêşa”?

RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend tê ve çû”?

RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend pê ve çû”?

RAST: Karê elbûmê “çiqas/çend tê çû”?

 

ŞAŞ: KARÊ ELBÛMÊ “DEMEKA DIRÊJ GIRT”. (UZUN ZAMAN ALDI), “PIR AJOT”. (ÇOK SÜRDÜ).

RAST: Karê elbûmê “gelek/pir kêşa/vekêşa”.

RAST: Karê elbûmê “gelek/pir pê ve çû/ tê çû/ tê ve çû”.

 

ŞAŞ: DEMA WE STRAN “ANÎN CEM HEV”, “KÎ BÛ ALÎKAR”?

RAST: Dema te stran “berhev kir/da hev/ gihande hev/lêk da, kê arî /alîkarîya te kir”?

 

ŞAŞ: MIN… “DI NAVA XWE DA …” DUBARE DIKIR.

RAST: Min “di dilê xwe da …” dubare dikir.

RAVE: Yekser “içimden tekrarlıyordum…” tirkî hatîye wergirtin ku bi kurdî dibêjin, “min di dilê xwe de…”

 

ŞAŞ: MIN “DI HUNDIRÊ XWE DA GOT…”

RAST: Min “di dilê xwe da got …”

RAVE: ku ev jî li gorî mentiqê tirkî hatîye sazkirin. “Hundir” di kurdî da bi tenê beranberî “nava malê an xênî” tê bi kar anîn, nabe di vê konteksê da bê xebitandin. RAST: Min di dilê xwe da got…”

 

ŞAŞ: RÊHEVAL.

RAST: Hevrê.

RAVE: Ev peyv jî li gorî “yoldaş”a tirkî hatîye dariştin ku bi kurmancîya jorîn dibêjin “hevrê”  û bi kurmancîya jêrîn (soranî) jê ra dibêjin, “hawrê”.  Feqîyê Teyran di pirtûka “Ey Avê Avê” da ev peyv çend caran bi kar anîye bi awayê “hevrê û hevrî”: “Îro qewî bê rengî tu / Bêhevrê û hevdeng î tu / Nabê ji kî dilteng î tu / Ji maşitan bi dûr ket.) Rastîya wê “hevrê” ye.

 

MÎNAKÊN BÊŞÎROVE!..

ŞAŞ: LEHÎYÊ LI QEREKOSEYÊ “JÎYAN RAWESTAND”.

RAST: Lehîyê li Qarakoseyê “jîyan felç kir.”

RAVE: Gelek dîyar e ku ev hevok li gorî “Hayat Durdu”ya tirkî hatîye dariştin.

 

ŞAŞ: “DI SAETÊN ŞEVÊ DE” DENG JI TAXÊ BILIND BÛ. 

 Rave: Ev qalib yekser ji “gece saatlerinde-dün gece saatlerinde”ya tirkî hatîye wergirtin ku di zimanê kurdî da her nîn e.

 

ŞAŞ: LIGEL VÊ YEKÊ EW HÊ JÎ DIXWAZE BIBE SEROK, JI BONA VÊ “CAN DIAVÊJE”.

RAST:  Ligel vê yekê ew hê jî dixwaze bibe serok, “li ser vê dimirî”.)

RAVE: Ev îdyom yekser ji “can atmak”a tirkî hatîye wergirtin ku cîyê têfikirîn û pêêşînê ye.

 

ŞAŞ: WÎ DI NAV “ALBUMA TÊKILHEV” “GOLHA” DA JÎ CIH GIRTÎYE.

RAST: Wî di nav “albuma stranên bijartî” “Golha” da jî cih girtîye.

RAVE: Gelek caran ji ber “stranên bijartî” an “stranên têvel”, “tevîhev an têkilhev” tê xebitandin ku “tevîhev û têkilhevî” di zimanê kurdî da bêserûberî û nesererastîyê dinimîne, lê ji ber ku qalib li ser lojîka tirkî hatîye dariştin ev yek rû dide.

 

ŞAŞ: EM WEKA TV Û RADYOYA AMED EM DÊ HERTIM “DI WEŞANA GELÊ XWE DA BIN”.

Rave: Bi rastî mirov nikare vê hevokê şirove bike bê li ser çi hîmî hatîye saz kirin!.. 🙂

 

ŞAŞ: DÎYARBEKIRSPOR JI SERÊ LÎGÊ VE HER “BI NÎQAŞ BÛ”.

RAVE: Ev hevok yekser “tartışmalı”ya tirkî hatîye wergirtin ku bi kurdî jê ra dibêjin, “cîyê nîqaşan bû” 

 

ŞAŞ: EV ÇEND HEFTE YE “NAVÊ WÎ (JOSE MOURINHO) BI REAL MADRÎD DIHAT BIBÎRANÎN”.

RAVE: Kurdekî bi tirkî nizane tu caran di vê hevokê nagihê.

ENCAM:

 

Îro ro li bakurê welêt bikarhên û xwendîyarên zimanê kurdî, her weha hindek ji nivîskar û rojnamenivîsên kurd gava dipeyivin û dinivîsin, axaftin û nivîsa xwe li gorî destûr û olana zimanê tirkî dadirêjin ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Tew carinan dema peyvekê dibihîzin, ew li gorî awaz û olana zimanê tirkî di mêjîyê wan da deng vedide ne ku li gorî ya zimanê kurdî. Jê ecêbtir bikarhênên zimanê kurdî hindî ji naverok (contex) û olana zimanê xwe ra bîyanî ketine, “ji zimanê xwe ra kûvî bûne”,  tiştên li gorî tevn û destûra kurdî fehm nakin, jê ra xerîb tên. Kesê ku tirkî nizane di zimanê piranîya malperên bakurê welêt nagihê. Tiştê ji hemûyan xirabtir gelek kes, şareza û pispor jî tê da hînî vê yekê bûne û deng nabin xwe. Ew çend malperên kurdî hene lê çavdêrekî zimanî nîne. Ji ber vê hindê em dubare dikin, ji ber van sedemên jorîn lê lê ye kurdîyeka nû peyda bibe û cîyê xwe xweş bike ku li gorî naverok, avanî û olana zimanê tirkî tê dariştin. Her wekî din ev nimûneyên ku me anîn, bi xebateka hûrbînî û dûr û dirêj nehatine peydakirin; her roj çendîn nimûneyên bi vî rengî di nav malperên kurdî peyda dibin.  Cîyê balpêdanê ye, “prosesa tirkîfîkasyonê” gihiştîye başûrê welêt jî û kar di kurmancîya başûr da kirîye. Jê pê ve kurdên bakurî li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê, tew li Silêmanîyê tabelayên xwe bi tirkî dinivîsin; ev yek li ba başûrîyan jî tiştekî asayî dîyar e. Navê Xwaringeha Barzan bi tîpên mezin û tirkî hatîye nivîsîn:  BARZAN LOKANTASI.

Li alîyê din, êdî li bakurê welêt zimanê kurdî bûye zimanekî wisa ku mirov pê debar û jîyara xwe dikin; hew maye bibe kert û beşeka nû. Ev yek her çend ji bo geşekirina zimanekî gelek baş e, lê nabe mirov ji bo kurdî heman tiştî bibêje. Ji ber ku berîya niha dilxwaz û dilsozan xema zimanê kurdî dixwar, lê aniha hin kesên “pîşedar” (professional) peyda bûne ku xema wan ne zimanê kurdî û rastxebitandina wê ye; ev kes zimên birîndar dikin, ji ber ku dibêjin: “Min otobus revand!” nabêjin “Min bi otobusê ra negihand” an “Ez ji otobusê mam.”

Baş e ji bo pêşî li tirkîfîkasyonê bê girtin divê çi bê kirin:

1-Pêşîya pêşî divê di rojname û malperan da bêhtir pûte bi çapker (redactor) bê dayîn. Heke çapker şareza û têgihîştî bin dê heta radeyekê pêşî li vê yekê bê girtin, lê cîyê daxê ye di hin malperan da nûçe ne ku bêyî bêne sererastkirin, bêyî ku çavek lê bê gerandin têne belavkirin; ji alîyê xalbendî û rênivîsê ve bêserûberîyeka beloq li dar e.

2-Nûçegihan û nûçesaz, berî ku dest bi kar bikin, divê bêne perwerdekirin, ji ber ku zimanê medyayê ne zimanekî ew hinde aloz û dijwar e, ku mirov nikare zû bi zû fêrî wî nebe; qalibên wî hene.  Lê mixabin piranîya nûçegihan û nûçesazan hîna bîra wê yekê nebirine ku hiş û qalibsazîya kurdî bi yekcarî ji tirkî cuda ye.

 

Çima tu mikûsê xwe dikî? (bi tirkî “surat asmak.”: Bi mirûsê xwe kirinê (birû kirin cot, awir lê dan) maneyeka xeyîdî û dilmayî bi rûyê xwe şanîdan.

Çima tu mahdê xwe dikî? (bi tirkî “somurtmak”: Weka ku ji tiştekî aciz bûye, xeyîdîye û bêkêf e rûyê xwe qermiçandin.

Mikûsoyî: Suratsiz.

Mahd: Îştah (Îro mahdê wî nine: Bê îştah e.)

Mahdkirî: somurtkan.

 

JI TORA MEDYAYAYÎ

 

ŞAŞ: BI AWAYEKÎ GERM PÊŞWAZÎ KIR.

RAST: Bi mahdeka xweş pêşwazî kir. / Ji dil û can pêşwazî kir.

RAVE: Wergera “sıcak bir şekilde karşıladı”ya tirkî ye. Ji ber ku di kurdî da bikaranîna peyvika “germ” ya bi awayê mecaz ne pêkan e ew werger şaş e.

 

ŞAŞ:  DI QEZAYÊ DA YEK ZAROK MIR.

RAST: Di qezayê da zarokek mir.

 

ŞAŞ: BIBÎR BIXIM, BIBÎR BIXE, BIBÎR XIST.

RAST: Ez dê bînim bîra wî, bîne bîra wî, anî bîra wî.

RAVE: Wek tê zanîn ev gotinana wergerên gotinên tirkî yên “hatırlatayım”, “hatırlat” û “hatırlattı”yê ne. 

 

ŞAŞ: BÊEXLAQÎ: EW JINIK PIR BÊEXLAQ A.

RAST:  Cirnexweşî: Ew jinik pir cirnexweş e.

RAVE: Ev komek ji “bu ahlaksız kadın”a tirkî hatîye wergerandin. Lêbelê ev gotin gelik şaş e. Lewra di tirkî da dema dibêjin “ahlaksız kadın” bi giştî ji wê jina ko derbarê namûsê da qusîrên wê hene da tê gotin (Ji bo namûsê: Bêrewişt.) Lêbelê wergera wê yê kurdî ya “bê exlaq” nayête wê maneyê, tête maneya jin yan jî mêrê ko cira wan ango pêwendîya bi wan ya bi mirovan ra nexweş e. Hemmaneya “cirnexweş”ê ye.

 

ŞAŞ: ÇI DÎ, ÇI DÎ?

RAST: Çi û ne çi!

RAVE: “Çi dî, çi dî” wergera gotina tirkî ya “Daha neler, neler?” e û şaş e.

 

ŞAŞ: BI EMRÊ XWEDÊ Û BI QEWLÊ PÊXEMBER QÎZA WE…JI KURÊ XWE…DIXWAZIN.

RAST: Em dawa mirovatîya we dikin.

RAVE: Ew biwêj wergera “Allah’n emri ve Peygamberin kavli ile kızınız …yı oğlumuz …ya istîyoruz.”a tirkî ye û bi minasebeta zewcandina xort û qîzan tê bikar anîn.. Lêbelê wergerandina vê biwêjê ya bo kurdî gelek şaş e. Lewra ew kurdên ku haya wan ji zimanê tirkî tune bin wê vê holê fêm bikin: Herwekî Xwedê Teala û pêxemberê wî ferman kirîye ku ew here wê qîzikê bixwe ji kurê xwe ra bixwaze neku qîzeka din. Hale hale zewac bixwe sunet e û herweha yek bi dilê xwe ye ka here qîza kê ji kurê xwe ra bixwaze. Ji ber vê çendê di kurdîya me da cîyê vegotineka bi vî hawî tuneye. Berê û pêş da di cîyê vê gotinê de, ango dema hin diçin qîza yekî ji kurê xwe dixwazin holê dibêji: “Em dawa mirovatîya we dikin.”

 

ŞAŞ: EM DERENG DIMÎNIN.

RAST: Em mane dereng.

RAVE: Ji “geç kalıyoruz”a tirkî têt. Bes di kurdî holê tê gotin “Em mane dereng” yan jî “em mayîn derneg” e.

 

ŞAŞ: WÎ MIROVÎ EW BÛYER GIRT SER XWE.

RAST: Li ser xwe da. / Got: Min kirîye.

RAVE: Ev jî ji “Ûstlendi.”ya tirkî têt. Di kurdîya kurdan da îfadeyeka bi vî hawî tuneye. Her û her çi di dadgehan da be çi jî di qereqolan da her holê dihat gotin: “Li ser xwe da.” Yanê eva hanê îfadeya lixwemukirhatina bûyerekê ye. Gotineka din jî heye ku ew hinkê besît e: “Got: Me/min kirîye.”

 

ŞAŞ: LI DERDORÊ NEGERE.

RAST: Li van deran negere!

RAVE: “Li derdorê negere.” ji “bu civar/larda dolaşma!” ya hatîye wergerandin.

 

ŞAŞ: EV JINIK NE EWLE YE.

RAST: Ev jinik ne ya bawerîyê ye.

RAVE: Ji “bu kadın güvenli değil”a tirkî hatîye wergerandin. Rastirîna wê: “Ev jinik ne ya bawerîyê ye” yan jî “ev jinik ne ya ewleyîyê ye.” Ye.

 

ŞAŞ: JI ÎŞKENCEYÊ DERBAS BÛ.

RAST: Êşkence lê hat kirin / êşkence dît.

RAVE: Ji “îşkenceden geçti”ya tirkî hatîye wergerandin. Lê ew werger gelik şaş e, ji ber ku hema hema mirov dikare bibêje ku dijê maneya wergera xwe ya tirkî ye. Ango “ji îşkenceyê derbas bû” nêzîkê maneya “ji êşkenceya xilas bû”yê ye. Holê were gotin çêtir e: “Êşkence lê hat kirin.” yan jî “êşkence” dît.

 

ŞAŞ: TU BÛYÎ GELEK.

RAST: Tu gelik serxwe çûyî / tu xwe gelek qure (mezin) dikî. / tu gelek ser xwe ra çûyî.

RAVE: Dîyar e ku axivker û nivîsevanê vê gotinê îlhama xwe ji “sen çok olmuşsun”a tirkî wergirtîye û zen dike ku ew bi kurdî axivî ye, lêbelê haya rebenî jê nîne ku ew şaş e. Lewra gotineka holê di kurdî da tune ye. Em berê û pêş da di rewşeka holê da ji muxatebê xwe re, “tu gelik serxwe çûyî”, “tu xwe gelek qurre/mezin dikî” yan jî “tu gelek ser xwe ra çûyî” dibêjin ko rastîya wê jî ev e.

 

ŞAŞ: MAL MAL GERÎYAN.

RAST: Mal bi mal gerîyan.

RAVE: Ev jî wergera “ev ev aradılar” ê ye. Lêbelê rastîya wê ya di zimanê kurdî divêt holê be: “Mal bi mal gerîyan.”

 

ŞAŞ: NEGIRÎNG E!

RAST: Xem nake!

RAVE: Li dewsa “önemli değil”a tirkî têt bikaranîn. Lêbelê di kurdî da ya baş ewe ko ji bo rewşeka welê “xem nake!” were gotin.

 

ŞAŞ: BÊGUNEH.

RAST: Xalîxerez: Di kuştina wî şexsî da kurê min xalîxerez e.

RAVE: Ji “gûnahsiz”a tirkî hatîye wergerandin. Her çiqas rast jî be lê belê ji ber ku di kurdî da peyva gunehî bêhtir ji bo kiryarên ku ji alîyê olî ve neyînî tên dîtin tê bikaranîn peyva “xalîxerez” ji wê minasibtir e. Wek mînak: “Di kuştina wî şexsî da kurê min xalîxerez e.”

 

ŞAŞ: HAY JI TEVGERÊN XWE HEBE.

RAST: Hay ji kirinên xwe hebe.

RAVE: Dîyar e ku ji “hareketlerine dikkat et”a tirkî derketîye holê. Lêbelê heçîke ez im, ez dibêjim ku di rewşeka holê da ya baştir ewe ku holê bête gotin: “Hay ji kirinên xwe hebe.”

 

ŞAŞ: HENEK LI DEREKÊ.

RAST: Em dev ji henekan berdin. / Henekan deyne wî alî.

RAVE: Ji “şaka bir yana”ya tirkî têt. Ji dêl wê dikare holê were gotin: “Em dev ji henekan berdin” yan jî “Henekan deyne wî alî.” 

 

ŞAŞ: TE HIŞÊ XWE WINDA KIRÎYE?

RAST: Te aqilê xwe berda ye?

RAVE: Ji “Aklını mı yitirdin?”a tirkî tê. Gelk şaş e. Ji ber ku di kurdî da hiş nayê “winda kirin”, tê “berdan”. Wek mînak: “Te aqilê xwe berda ye?”

 

ŞAŞ: BÊHNA TEMAŞAVANAN ÇIKANDIN.

RAST: Li hesaba wan hat. / gelik li hesaba wan hat. ( Bi maneya “seyîrcîlere nefes kestîrdî.” ya tirkî.)

RAVE: Ji “seyîrcîlere nefes kestîrdî”ya tirkî têt. Maneya biwêja “nefes kestirmek”ê ya di tirkî da dide ji ya wergera wê ya kurdî ya “bêhn lê çikandin”ê gelek û gelek dûr e. Ya tirkî tê maneya rewşeka erênî ya bibe sedema heyreta wan kesan. Lêbelê ya kurdî tête maneya ecizkirin û mallêxirabkirinê. Wek mînak “Kardêr li ser karkeran sekinî, welê ew dan şuxulandin, bêhn li wan çikandin.” Ji ber wê çendê ji maneya biwêja tirkî ya “seyîrcîlere nefes kestîrdî”yê dikare “li hesaba wan hat”, “gelik li hesaba wan hat” were gotin.

 

ŞAŞ: HER ÎHTÎMAL LI SER MASÊ YE.

RAST: Em ji her îhtîmalê ra amade ne. /  Her îhtîmal li ber destê me ne.

RAVE: Ev gotin wergera gotina tirkî ya “her ihtimal masada”yê ye. Ji ber ko tirkî hatîye hizirandin û welê hatîye bikaranîn.

 

ŞAŞ: EV NAVÇE JI MIN TÊ PIRSIN.

RAST: Berpirsîyarê vê navçeyê ez im. /  heyî neyî yê vê navçeyê ez im.

RAVE: Wergera tirkî ya “Bu ilçe benden sorulur”ê ye. Di kurdî dikare holê were gotin. “Berpirsîyarê vê navçeyê ez im.” Yan jî “heyî neyî yê vê navçeyê ez im.”

 

ŞAŞ:  KALORÎFER NAŞEWITIN.

RAST: Kalorîfer vênakevin/pênakevin.

RAVE: Wek tê zanîn xweyê vê gotinê dixwaze gotina tirkî ya “kalorîfer yanmîyor”ê wergerîne kurdî, ji lewra bûye sedema vê îfadeya sosret. Gelo ma ew camêr nizane her lêkera “yanma”ya tirkî nayê maneya “şewat”ê bi tenê, carînan tê maneya “vêketin/pêketin”ê”jî.

 

ŞAŞ: SAETÊN ME 9’AN NÎŞAN DIDIN TEMAŞAVANÊN HÊJA!

RAST: Saet neh e. /  saet bû neh. /  saeta me hat ser nehê.

RAVE: Dîyar e ku spîkerê tv-yê ilhama xwe ji gotina tirkî ya “saatlerimiz 9’u gösterîyor sayın seyirciler”ê wergirtîye. Di nav Kurdan da gotineka bi vî qalibî hetanî niho çênebûye. Di salên şêstan da me li bername û nûçeyên pişka kurdî yên radyoyên Îran û Iraqê guhdarî dikir, wê demê jî em rastî gotineka holê ecêp nehatine. Dengê radyoya Îranê hêj li ber guhê min e: “Saet heştê paşînîvro li wextê Tehranê!” Gelo ma qey em nikarin bêjin “saet neh e”, “saet bû neh”, “saeta me hat ser nehê?” Yan jî ma divê illeh tama zimanê tirkî jê bêt.

 

ŞAŞ: ÇI DIBE? (BELÊ EV GOTIN JI “NE OLUR!”A TIRKÎ TÊ.)

RAST: Bila xêra te be, wê pirtûkê bide min.”, “kerema xwe wê pirtûkê bide min.”, “xêra xwe wê pirtûkê bide min.”, “ne qenc e wê pirtûkê bide min.” Ko di nav wan da ya herî xweş û ya binezaket ya dawî ango “ne qenc e wê pirtûkê bide min.”e ye.

RAVE: Çi dibe? Belê ev gotin ji “ne olur!”a tirkî tê. Halehale ji alîyê maneyê ve tu pêwendîya “ne olur!”a tirkî  bi “çi dibe?”ya kurdî ra tune ye. Ez ê şaşbûna wê bi mînakan derxînim holê. Eger em “Ne olur o kitabı verir misiniz?”a tirkî li gorî wê qaîdeyê wergerînin Kurdî divê em bibêjin: “Çi dibe, wê pirtûkê bide min.” Fermo ji were kurdîyeka teşabet! Ê baş e, gelo divîya çi hatibaya gotin? Gotin pirr in: “Bila xêra te be, wê pirtûkê bide min.”, “kerema xwe wê pirtûkê bide min.”, “xêra xwe wê pirtûkê bide min.”, “ne qenc e wê pirtûkê bide min.” Ko di nav wan da ya herî xweş û ya binezaket ya dawî ango “ne qenc e wê pirtûkê bide min.”e ye.

 

ŞAŞ: ZAROKAN KEYFA BERFÊ DERXIST.

RAST: Ji ber berfê kêf kêfa zarokan e. / zarokan kêfa xwe ji berfê ra anîn. / berf bû sedema keyfa zarokan.

“Zarokan keyfa berfê derxist.” Belê we xelet seh nekirîye; zarokan keyfa berfê derxist. Tam maneyeka dij, ango ji dêl ko berf keyfa zarokan “veke”, zarok keyfa berfê “derdixin.” Wergerê reben bêyî ko li rewşa Kurdîyê binêre hema “çocuklar karın keyfini çıkardı”ya tirkî peyv bi peyv wergerande bo kurdîyê. Gava em bi awayekî hûr li vê gotinê binêrin em ê zanibin ku keyf nayê “de”xistin”, tê “vekirin”.

 

ŞAŞ:  CIHÊ XWE GIRT.

RAST: Di rojnameya ev manşeta hanê heye./ ev nûçeya hanê jî heye. / Ev nûçe di filan rojnameyê da jî heye. / Em di filan rojnameyê da jî rastî vê nûçe yan jî vê sernûçeyê hatin.

RAVE: Di xwendina manşêtên rojnameyan da ev gotin ser hev tê bi kar anîn. Dîyare ku ji “yerînî almiştir”a tirkî tê werdigerandin ji bo Kurdî. Lêbelê pir şaş e. Lewra di Kurdî da gotina “cihê xwe girtin”ê ji bo rewşeka dijwar û aloz tê gotin. Ji bo rewşeka asayî nayê gotin. Mînak: “Xwedê kir ez zû çûm, min cihê xwe girt, yan jî ji min ra cî nedima.”, “De zû here cihê xwe bigre, yan jî cî namîne ha!”, “Wele min cihê xwe girt, bes cîgirtin, bi xurtî û heft bela…”, “Di navbera filankes û bêhvankesî da li ser cîgirtinê şer derket.”

Dema mirov vê taybetîyê deyne li ber çavê xwe ji boyî wê nûçe yan jî wê manşêta rojnameyê çi zorî, dijwarî û xurtî tune ye, nexwe divê ew gotin neyê bikaranîn. Nexwe em dê çi bibêjin? Em dê holê bibêjin: “Di rojnameya ev manşeta hanê heye”, “Ev nûçeya hanê jî heye.”, ” Ev nûçe di filan rojnameyê da jî heye.”, “Em di filan rojnameyê da jî rastî vê nûçe yan jî vê manşêtê hatin.”

 

ŞAŞ: MIROVÊ QENC LI SER PEYVA XWE VE TÊ!

RAST: Navê gur e, gur hazir e.

RAVE: “ Mirovê qenc li ser peyva xwe ve tê!” Ev gotina hanê jî ji gotina tirkî ya “Îyî însan sözünün üstüne gelir”ê hatîye wergerandin. Bikaranîna vî qalibî li kurdîya nayê, lewra di kurdî da orîjînala wê bixwe heye, ew jî ev e: “Navê gur e gur hazir e.”

 

ŞAŞ: QESTA CANÊ XWE KIRÎYE. (JI BO KUŞTINÊ.)

RAST: Xwe kuştîye (Eger mirin çêbibe) / Kar kirîye ku xwe bikuje. / Karê kuştina xwe kirîye (Eger mirin çênebibe).

RAVE: Di kurdî da gotineka wilo tune ye. Lewra di Kurdî te lêkera qesd-meqsed-maqsud weka mecaz nayê bikaranîn, li ser maneya xwe ya rasteqîn ya armanc, nîyet, meqsedê ye. Mînak “Min qesta mala Bişar kir û ez bi rê ketim.” “Meqseda min ya ji hatina Cizîrê beşdarbûna hevcivînê bû.” Nexwe divîya ji dêl wê ve çi hatibûya gotin? Fermo: “Xwe kuştîye” (Eger mirin çêbibe), “Kar kirîye ku xwe bikuje”, “Karê kuştina xwe kirîye” (Eger mirin çênebibe.)

 

ŞAŞ: EGER TU TIŞTEKÊ BIGERÎNÎ? (EĞER BIR ŞEYLER ÇEVIRÎYORSAN)

RAST: Eger tu dixwazî hîleyekê bikî. / Eger çavê te li hîleyekê be. / Eger tu tiştina bikî.

RAVE: Eger tu tiştekê bigerînî? Ev gotin ji “Eger bîr şeyler çevîrîyorsan”a tirkî tê. Yê ev gotin bi kar anî dîyar e ku peyv bi peyv ji tirkî wergerandîye. Bes tiştek heye ku ez gelik girîngîyê didim wê. Car heye ku lêkereka tirkî di maneya mecaz da were bikaranîn, lê ev nayê wê maneyê ku heman lêker di kurdî da jî were bikaranîn. Car heye ku lêkereka Kurdî di maneya mecaz da were bikar anîn lê di tirkî da nayê gotin. Mînakên wan pir in. Lêkera tirkî ya “çevîrmek”ê li vir ne li ser maneya xwe ya rasteqîn e, mecaz e û di maneya hîleyê/hîlekirin û dolabê da ye. Lêbelê dema ew lêker bi kurdî û di maneya mecaz da were bikaranîn wê demê maneya ku jê tê xwestin nade. Ji ber wê çendê şaş e. Nexwe mirov dikare li dewsa wê wisa bibêje:  “Eger tu dixwazî hîleyekê bikî.”, “Eger çavê te li hîleyekê be.” “Eger tu tiştna bikî.”

 

ŞAŞ: PIR ZEHMET E KU MIROV DI PIŞT MIRÎYAN DA BIAXIVE.

RAST: Pir zehmet e ku mirov paşpenî mirîyan biaxive. / Pir zehmet e ku mirov li pey mirîyan biaxive. / Pir zehmet e ku mirov li dû mirîyan biaxive. / Pir zehmet e ku mirov di pey mirîyan da biaxive.

RAVE: Di vê hevokê de, îtiraza me li awayê gotina “di pişt mirîyan de” ye. Eger mirov bi kurdî bifikire, gerek awayên wekî “paşpenî mirîyan”, “li pey mirîyan”, “di pey mirîyan de”, “li dû mirîyan” û hwd. Hevoka nivîskar, yek bi yek wergera biwêja tirkî ye (ölünün arkasından).

 

ŞAŞ: LI SER WÊ XAKA KU LÊ XIZANÎ, ŞER Û PEVÇÛN HUKUM DAJO, DERKETINA  REWŞENBÎR Û HUNERMENDÊN BIHÊZ NE HÊSAN E.

RAST: Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn serdest e, rabûna rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.

RAVE: Bandora zimanê tirkî ya li ser vê hevokê bi awayekî berbiçav xuya û dîyar e. Ez bawer nakim ku kurdekî bi tirkî nizanibe, karibe hevokeka wiha saz bike. Awayê gotina “Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn hukum dajo…” tam wergera biwêja zimanê tirkî ya “hüküm sürmek” e. Heke mirov vê hevokê bi kurdî birame û bibêje, hewce bû mirov wiha bigota: “Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn serdest e…” Dîsan di heman hevokê da peyva “derketin”ê bala me dikişîne ser xwe ku wiha hatîye bikaranîn: “…derketina  rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.” Ev awayê gotinê jî ji ber bandor û hîkarîya zimanê tirkî ye (güçlü aydın ve sanatçıların çıkması kolay değildir). Tiştê ku ez dizanim mirov bi kurdî dibêje, “rabûna rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.” Em hevokê bi temamî bidin û wiha sererast bikin: Li ser wê xaka ku lê xizanî, şer û pevçûn serdest e, rabûna rewşenbîr û hunermendên bihêz ne hêsan e.

 

ŞAŞ: BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ EZ BIBÊJIM KU BEŞDARKIRINA DI ORGANÎZASYONÊN WIHA MEZIN Û NAVNETEWÎ DA JIBO MILETEKÎ WEKA ME KU PÊWÎSTÎYA WÎ BI XWE DANASÎNÊ HEYE, DERFETÊN MEZIN IN.

RAST: Berî her tiştî divê ez bibêjim ku beşdarbûna di organîzasyonên wiha mezin û navneteweyî de, ji bo miletekî wekî me ku pêwîstîya wî pê heye xwe bide naskirin, derfeteka mezin e.

RAVE: Min divê ez serê pêşîn ez nerazibûna xwe li dijî gotina “beşdarkirina di organîzasyonên wiha mezin û navnetewî de” aşkera bikim. Li cihê “beşdarkirinê” bi ya me divê “beşdarbûn” an jî “beşdarîlêkirin”, “tevîbûn” an jî “tevlîbûn” bihatina tercîhkirin. Îtiraza min a din jî li vê parçeyê hevokê ye: “…jibo miletekî weka me ku pêwîstîya wî bi xwe danasînê heye.” Bi min bêhneka zêde ya fikirîna bi zimanê tirkî ji vê jêgiranê tê. Tirkîya vê biwêjê ango ya “pêwîstîya wî bi xwe danasînê heye” ev e: Kendini tanıtmaya ihtîyacı var.  Baş e, li şûna vî awayê gotinê, em alternatîfa xwe bibêjin.  “Berî her tiştî divê ez bibêjim ku beşdarbûna di organîzasyonên wiha mezin û navneteweyî de, ji bo miletekî wekî me ku pêwîstîya wî pê heye xwe bide naskirin, derfeteka mezin e.”

 

ŞAŞ: HEGER ARMANC EW BE KU EM BIBÊJIN BELA NAS Û DOST ME JÎ LI SÛKÊ BIBÎNIN, EM HEMA JI SERÎ DA JI MALA XWE DERNEKEVIN BAŞTIR E.

RAST: Bila em jî ji heval û hogirên xwe kêm nemînin. / Xwe di çavên dost û hevalan da xweş kirin. / Xwe kirin çavên hevalan. / Di çav (yekî) da kirin.

RAVE: Di vê mînakê de, biwêja ku em jê ne razî ne û biwêja tirkî ya “dostlar alışverişte görsün (dîye)” bi bîra me dixe ev e: “… bela nas û dost me jî li sûkê bibînin…” Piştî dayîna van mînakan hema em yekê ji wan hildin û di nivîsê da li şûna biwêja dabaşa mijara me, bi cih bikin û dêhna xwe bidinê bê ka bêhna tirkî ew ê dîsan jê were gelo?!  “Heger armanc ew be ku em bibêjin bila em jî ji heval û hogirên xwe kêm nemînin, em hema ji serî da ji mala xwe dernekevin baştir e.

 

ŞAŞ: Ew “vala nasekine”, kîjan berpêçûnek sîyasî û îdeolojîk “li kêrê” bercewendîyên wê têye, ew wê bikar tîne.

RAST: Ew  “betal wetal nasekine”, kîjan berpêçûnek sîyasî û îdeolojîk “bi kêrê” bercewendîyên wê têye, ew wê bikar tîne.

RAVE: Dabaşa me ji vê hevoka nimûneyî li ser gotina “Dewlet vala nasekine” ye. Rasterast ji tirkî li kurdî hatîye wergerandin: “Dewlet boş durmuyor”. Li cihê vê biwêjê di kurdî da mirov rastî biwêjên “betal sekinîn” û “betal wetal sekinîn”ê tê. Ma mirov nikare bibêje ku “dewlet “betal nasekine.”

 

ŞAŞ: LIGEL EW HEMÎ DERFETAN DEWLET, KES Û KOMAN “DI ARMANCÊ XWE DA BI KAR TÎNE”.

RAST:  Ligel ew hemî derfetan dewlet, kes û koman “ji bo armancên xwe bi kar tîne”.

RAVE: Ji ber ku me di destpêkê da gotibû em dê bi tenê li ser biwêj û qalibên ku bêhna tirkî ji wan tên rawestin, lewma em têkilîya xwe ji rastnivîs û rêzikên gramerê yên nivîsan neyînin. Di vê hevokê de, ya ku bala me dikişîne ser xwe gotina “di armancê xwe da bi kar tîne” ye. Dîsan tesîra neyînî ya zimanê tirkî tê bîra me. Ji bo vî awayê gotinê, mirov wiha dibêje: “… ji bo armancên xwe bi kar tîne.”

 

ŞAŞ: WÎ DI NIVÎSÊN XWE DA SEDEMA HERÊ BINGEHÎ YA PIRSGIRÊKÊ NAXWAZE BIBÎNE, “BERPIRSÊ PIRSGIRÊKÊ JI ÇAV DIREVÎNE.”

RAST:  Wî di nivîsên xwe da sedema herê bingehî ya pirsgirêkê naxwaze bibîne, “berpirsê pirsgirêkê ji ber çav dide alî.”

RAVE: Biwêja ku em li dij derdikevin û dibêjin ku ji zimanê tirkî tê jî gotina “berpirsê pirsgirêkê ji çav direvîne” ye. Kurdîya wê, bi me ev e: ji ber çav dan alî ye. Îcar ku em hevokê li gorî vê vebijêrkê rast bikin. “berpirsê pirsgirêkê ji ber çav dide alî.”

 

ŞAŞ: PIRSGIRÊKA YEKÎTÎYÊ JI BO ME PIRGIRÊKEK KEL (BI TIRKÎ ‘YAKICI’, BI INGÎLÎZÎ ‘HOT’) E.

RAST: Pirsgirêka yekîtîyê ji bo me kurdan pirgirêkeka dilsoj/dilşewat e.

RAVE: Di vê hevokê de, biwêja ku dêhna me dikişîne û dike em li serê ramanên xwe yên nerazîbûnê dîyar bikin, ev e: ‘…pirsgirêka yekîtîyê’ ji bo me kurdan pirgirêkek kel (bi tirkî ‘yakıcı’, bi ingîlîzî ‘hot’) e…” Li vir awayê gotina “pirsgirêkek kel” dabaşa nivîsara me ye ku gotina tirkî ya “yakıcı bir sorun”e. Ev qalib tiştê ku ez di zanim di zimanê me da tune ye. Li şûna peyva (kel”ê mirov dikare gotinên wekî “dilsoj”, diltezîn” û “dilşewat” bi kar bîne. “ji bo me kurdan pirgirêkeka dilsoj/dilşewat e…”

 

ŞAŞ: EW Ê JI VÊ NIVISÊ EŞKERE BIBE KU SEBEBÊ VÊ YEKÊ EW TRAWMA YE KU EM TÊ DA NE, EW ŞERM E KU EM “HIS DIKIN” Û EW TABÛ NE KU CIVATA ME LI SER XWE FERZ DIKE.

RAST: Ew ê ji vê nivisê eşkere bibe ku sebebê vê yekê ew trawma ye ku em tê da ne,  ew şerm e ku em hest pê dikin” û ew tabû ne ku civata me li ser xwe ferz dike.

Ji nav vê hevokê jî mijara rexneya me gotina “his kirin” e. Çendî peyva “his” ne bi tirkî û kurdî be jî, ku bi erebî ye ketîye her du zimanan. Lê awayên bikaranîna wê ya kurdî û tirkî ji hev cuda ne. Awayê “his kirin” hema rasterast “hissetmek”a tirkî tîne bîra min. Di cihê awayê gotina “his kirin”ê da bi kurdî awayên “pê hisîn”, “pê derxistin”, “tê derxistin”, “hest pê kirin” û hwd. hene. Piştî van daxuyanîyan em îcar dikarin a xwe derpêş bikin û li gorî zanîna xwe hevokê li gorî lojîka zimanê kurdî sererast bikin: “…ew şerm e ku kurd hest pê dikin…”

 

ŞAŞ: “ŞÊWEYÊ PÎROZKIRINA CEJNÊ “GIRÊDAYÎ WÊ YEKÊ YE” KA EM NÊZÎKÎ HEV DIJÎN, ANGO “GIRÊDAYΔ HEJMARA ME YA DI HEMAN GUND AN BAJARAN DA YE.

RAST: Şêweyê pîrozkirina cejnê “li gorî wê yekê ye“ ka em nêzîkî hev dijîn, ango “li ser” hejmara me ya di heman gund an bajaran da ye.

RAVE: Gotina ku em jê ne razî ne û rexne dikin, gotina “girêdayî” ye. Ji ber hîkarî û kartêkirina neyênî ya zimanê tirkî ya “bağlı” ev yek bi awayekî pir û berbelav di zimanê me yê nivîskî da derdikeve ber me. Êdî wisan lê hatîye ku wekî awayê gotinê tam bi kurdî be, li me rûniştîye. Lê çi heyf ku ev rewş ji ber tesîra zimanê tirkî diqewime. Jixwe em dizanin ku di zimanê tirkî da jî ev peyv bi awayê mecazî tê bikaranîn. Ji lew ra di kurdî da gelek bergindê vê tebîra tirkî hene. Me navê ku em hemûyan li vir bi rêz bikin. Em tenê qîma xwe bi dayîna berginda wê ya di vê hevokê da bînin. Di vê hevokê da li du cihan bêjeya “girêdayî” heye, ji lew ra em ê jî hevokê bikin du parçe û wisan hizir û ramanên xwe daxuyînin. Pêşîn em li ser “Şêweyê pîrozkirina cejnê girêdayî wê yekê ye…” bisekinin. Ji dêla “girêdayî”ya di vir da em ê gotina “li gorî” bi kar bînin: “Şêweyê pîrozkirina cejnê li gorî wê yekê ye…”

Niha jî em der barê berdewama heman hevokê da fikra xwe aşkera bikin. “…ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango girêdayî hejmara kurdan a di heman gund an bajaran da ye.” Ji bo peyva “girêdayî” ya di vê da jî em ê tebîra bi awayê “li ser” wek pêşnîyaz pêşkêş bikin û di hevoka temam da bi kar bînin: “Şêweyê pîrozkirina cejnê li gorî wê yekê ye ka kurd nêzîkî hev dijîn, ango li ser hejmara kurdan a di heman gund an bajaran da ye.”

 

ŞAŞ: LI DEVERÊN KU KURD LÊ GELEK DIJÎN DA PIÇEKÎ “ATMOSFERA CEJNÊ DIAFIRE”.

RAST: Li deverên ku kurd lê gelek dijîn piçekî “atmosfera/rewşa cejnê çêdibe.”

RAVE: Rexneya me li vir, li tebîra “atmosfera cejnê diafire” ye. Bêhna wergera ji tirkî jê tê. Li şûna vî awayê gotinê, hema em bêyî ku dirêj bikin, a xwe bidin. “Li deverên ku kurd lê gelek dijîn piçekî atmosfera/rewşa cejnê çêdibe.” 

 

ŞAŞ: PÎROZBIHÎYÊN CEJNA SERSALÊ JÎ “MAL BI MAL TÊ GUHARTIN” LÊ BELÊ ŞÊWEYA PÎROZKIRINA ZAROK Û CIWANAN HEMÛYAN MÎNA HEV E.

RAST: Pîrozbahîyên cejna sersalê jî “mal bi mal ji hev cuda ne”, lê belê şêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e.

RAVE: Awayê gotinê yê ku bi me xweş nayê û em li dij in gotina “mal bi mal tê guhartin” e. Gelo ev awayê gotinê, li kurdîya derbenexwarî tê? Bi ya me lê nayê, ev awa ji zimanê me ra bîyan e. Ji dêla wê ve ku mirov mînakên wekî “li gorî malan ji hev cihê ye”, “mal bi mal ji hev cuda ye” û hwd. bide baştir e. Em hevokê li gorî ramana xwe sererast bikin û binivîsin. “Pîrozbahîyên cejna sersalê jî mal bi mal ji hev cuda ne, lê belê şêweya pîrozkirina zarok û ciwanan hemûyan mîna hev e.”

RAST: Şeytan dibêje…” (Şeytan dîyor ki…).

RAST: Ji devê wî derket” (agzindan çikti).

RAST: Pişta wî nakeve erdê (sirti yere gelmedî).

 

ŞAŞ: HER BIJΠ (“ÇOK YAŞA”YA TIRKÎ YA KU DEMA YEK DIBÊHNIJE DA TÊ GOTIN.)

RAST: xêr be.

RAST: Rehmet li dê û babê te. / Xwedê ji te razî be. (bersiv)

RAVE: Lê tu nikarî “çok yaşa”ya tirkî ya ku dema yek dibêhnije da tê gotin wergerînî kurdî û jê ra bibêjî “her bijî”. Hek tu welî bibêjî tu dê bibî pêkenok. Tu dikarî bibêjî “xêr be” Ya bêşber jî weka bersiv nikare “sen da gor”a tirkî wergerêne kurdî û ji bo te bibêje: “Tu jî bibîne” yan jî “bila bête serê te”. Dikare holê bibêje “Rehmet li dê û babê te” yan jî “Xwedê ji te razî be”.

 

ŞAŞ: HEM TAWANKAR E, HEM JÎ BIHÊZ E. (HEM SUÇLU, HEM GUÇLU.)

RAST: Pîrê tir kirîye, lê hê pîrê newekirî ye.

RAVE: Ger tu biwêja tirkî ya “hem suçlu, hem guçlu”yê bi heman peyvan weka “hem tawankar e, hem jî bihêz” wergerînî kurdî şaşîyek e. Li şûna wê biwêja Kurdî ya “Pîrê tir kirîye, lê hê pîrê newekirî ye.” Ya rast e.

 

ŞAŞ: EZ TÛFÎ KIM/TIF BIKIM JÊR RIH, TÛFÎ KIM/TIF BIKIM JOR SIMBÊL. (AŞAGI TUKURSEM SAKAL, YUKARI TUKURSEM BÎYIK.)

RAST: Ez ho dikim bav dimire, ho dikim dê dimire. / Destê di bin berî da ye, derxênî wê bimerite, di bin da be wê biperçiqe.

RAVE: Biwêja tirkî ya “Aşagi tukursem sakal, yukari tukursem bîyik” weka “Ez tûfî kim/tif bikim jêr rih, tûfî kim/tif bikim jor simbêl” tu maneyê îfade nake. Li şûna wê biwêjên kurdî yên weke: “Ez ho dikim bab dimire, ho dikim dê dimire” û “destê di bin berî da ye, derxênî wê bimerite, di bin da be wê biperçiqe” hene û ji derbirînê wê maneyê da bes in.

 

ŞAŞ: GELO CHP DIDERIZE? (CHP’DE ÇATLAK MI VAR?)

RAVE: “Gelo CHP diderize?..” Ango dixwaze bibêje “CHP’de çatlak mı var?” Gelo kê dîtîye lêkera derizandinê ji bo navdêrên razber hatîye bi kar anîn? Me her dîtîye hatîye gotin ku “dar derizîye”, “dîwar derizîye”, “ranê filankesî derizîye”

 

ŞAŞ: “…ANÎ ZIMAN…”

RAST: Dîyar kir. / Eşkere kir.

RAVE:  “…anî ziman…” Ev jî ji gotina tirkî ya “dile getirdi”yê hatîye kopîkirin. Gelo, mirov nikare bibêje got, “dîyar kir”, “eşkere kir”

 

ŞAŞ: “…DI BIN SIMBÊLAN RA DIKENÎYA…”. (BIYIK ALTINDA GULDU.)

RAST: “…di bin lêva xwe da kenîya…”

RAVE: “…di bin simbêlan ra dikenîya…”. Fermo, ji we ra wergereka ji biwêja tirkî ya “Bıyık altında guldu” yê. Dîyare ku haya wî/wê amadekarî/ê yan jî nivîskarî/ê ji biwêjên kurdî tune ye. Ew kesê ku di nav kurdan da hinkê gerîyabe û di sohbetan da mayîbe dê zanibe ku ew ne “di bin simbêlan ra dikenîya” ye, “di bin lêva xwe da kenîya” ye. Tu bibêjî ne girîng e, ha simbêl ha lêv, çi cudahî heye? Ez ê bêjim gelik cudahî heye. Ya me lêv e, ya tirkan simbêl e.

 

ŞAŞ: “…LI PEY XWE HIŞT…”  (“..GERIDE BIRAKTI…”)

RAST: Eve ewqas roj çûn. / Evqas roj/meh/sal li ser da derbas bûn.

RAVE:  “…li pey xwe hişt…” ma hewce ye em bibêjin ev jî “..geride birakti…”ya tirkî ye. Li tu dera ku kurd lê dijîn da ev biwêj nînin. Li dewsa wê “Eve ewqas roj çûn”, “evqas roj/meh/sal li ser da derbas bûn” tê bikaranîn.

 

ŞAŞ: “ŞER LI BER DERÎ YE”. (“SAVAŞ KAPIDA”)

RAST: “Şer haha bê, haha bê, yan jî “şer nêzîk e”

RAVE:  “Şer li ber derî ye”. Fermo! Ev wergera biwêja tirkî ya “Savaş kapida”yê ye. Di kurdî da biwêjeka bi vî rengî nîne. Di herêma Botan te ji bo tişta hatina wê nêzîk be holê tê gotin “haha bê, haha bê”, yan jî “ha bê, ha bê”. Ji dêl wergera biwêja tirkî ya “Şer li ber derî ye”yê dibû ku holê bihata gotin: Şer haha bê, haha bê, yan jî “şer nêzîk e”

 

ŞAŞ: “…JÎYANA XWE JI DESTE DA…” (“HAYATINI KAYEBETTI”)

RAST: “Wefat kir”, “mir”, / “emrê Xwedê kir”, /  “canê xwe da”, “serê xwe danî” / “çavê xwe neqand/dada”.

RAVE:  “…jîyana xwe ji deste da…” Pir eşkere ye ku ev biwêja hanê ji biwêja tirkî ya “hayatini kayebetti”yê hatîye wergerandin. Baş e, gelo di kurdîya me da peyvên şûna wê bigrin nînin? Bê guman hene. “Wefat kir”, “mir”, “emrê Xwedê kir”, “canê xwe da”, “serê xwe danî”, “çavê xwe neqand/dada”, “temam bû”, “cihûmî”, “sekitî”, “kewitî”. Erê her çiqas peyva “wefat”ê bi erebî ye, lê ji hezar salî zêde ye ku di nav kurdî da ye û di derbarê mirina kesayetên ku di nav civakê da navekî wan hene da tê bikaranîn. Hersêkên dawîyê jî yan bo heywanan, yan jî bo kesên ev sifet ji wan ra dîtin tê gotin.

 

ŞAŞ: “…SERÎ LI TERORÊ DA…” (“TERORE BAŞVURDU”.)

RAST: “dest bi terorê kir.”, “rahişte terorê”.

RAVE:  “…serî li terorê da…” Ev jî wergera biwêja “terore başvurdu”yê ye. Qey ji dêl wergera biwêja tirkî mirov nikare bibêje “dest bi terorê kir.”, “rahişte terorê”.

 

ŞAŞ: “…TEVAHÎYA ROJÊ…” (“GUNBOYU”)

RAST: Heta êvarê”, /  “sibehê hetanî êvarê.

RAVE:  “…tevahîya rojê…” Ev jî “gunboyu” ya tirkî ye. Li dewsa wê “heta êvarê”, “sibehê hetanî êvarê” tête gotin.

 

ŞAŞ: “…DERABEYÊN DIKANAN ÎRO NEHATIN VEKIRIN” (“KEPENKLER BUGUN AÇILMADI”)

RAST: “Esnafan îro dikanên xwe venekirin.”

RAVE:  “…derabeyên dikanan îro nehatin vekirin” Gotineka bi vî awayî tune. Lewra ew wergera “kepenkler bugun açilmadi”yê ye. Rastî wê ya bi kurdî “Esnafan îro dikanên xwe venekirin.”

 

ŞAŞ: “…DANÎN SER MASEYÊ…” (“MASAYA YATIRDI”)

RAST: “Danîn ser berikê”, “danîn li ser merşikê, doşekê.”

RAVE:  “…danîn ser maseyê…” Ev jî “masaya yatirdi” ya tirkî ye. Halehale di kurdî da jê ra holê dibêjin: “Danîn ser berikê”, “danîn li ser merşikê, doşekê.”

 

ŞAŞ: “BI SAXÎ RIZGAR BÛ”. (“SAG OLARAK KURTULDU”)

RAST: “Sax filitî”, “Bi saxî filîtî”.

RAVE:  “Bi saxî rizgar bû”. Ji “sag olarak kurtuldu” ya tirkî hatîye wergerandin. Rastîya wê “sax filitî”, “bi saxî filîtî”ye.

 

ŞAŞ: “ŞÊRÊ MIN…” (“..ASLANIM.”)

RAST: “Berxê min.”

RAVE:  “Şêrê min…” wergera “..aslanim.”ê ye. Ya rastîya wê “berxê min.”e.

 

ŞAŞ: “QÎREK DITEQ E…” (“ÇIGLIK KOPTU”)

RAST: “Qîrînek hat”, “Qîrînek tê.”

RAVE:  “Qîrek diteq e…” Ji “çiglik koptu”ya tirkî hatîye wergirtin Di kurdî da jê ra “qîrînek hat”, “qîrînek tê” tê gotin.

 

ŞAŞ: “DEMÎRTAŞ: “EV ŞER NÎNE ÇI YE?” (“BU SAVAŞ DEGILDIR DA NEDIR?”)

RAST: “Gelo ma ev ne şer bixwe ye?”  /  “Hek ev jî ne şer be nexwe şer çî ye?”

RAVE:  “Demîrtaş: “Ev şer nîne çi ye?” Ev jî ji tirkî hatîye wergerandin û eslê wê jî eve: “Bu savaş degildir da nedir?” Halehale li gorî gîyanê zimanê kurdî hatiba nivîsîn dê holêba “Gelo ma ev ne şer bixwe ye?” yan jî “hek ev jî ne şer be nexwe şer çî ye?”

 

ŞAŞ: “…DI AXAFTINA XWE DA CIHEK MEZIN DA BÛYERA DESTDIRÊJÎYÊ…”. “CIHEKA MEZIN DA…” (“BUYUK YER VERDI”)

RAST: “Di nav axaftina xwe da gelik zêde behsa destdirêjîyê kir.”

RAVE:  “…di axaftina xwe da cihek mezin da bûyera destdirêjîyê…”. “Ciheka mezin da…” yanê “buyuk yer verdi” Holê gotiba çênedibô gelo: “Di nav axaftina xwe da gelik zêde behsa destdirêjîyê kir.”

 

 

ŞAŞ: “…PARTÎYÊN SÎYASÎ “DI PERDEYA HERÎ BILIND DE” DIAXIVIN. “DI PERDEYA HERÎ BILIND DE” (“YUKSEK PERDEDEN”)

RAST: “Partîyên sîyasî “xeberên ji xwe mezintir dibêjin.”“

RAVE:  “…partîyên sîyasî di perdeya herî bilind da diaxivin. “Di perdeya herî bilind de” ango “yuksek perdeden” Rastîya wê holêba ne çêtir bû gelo! “Xeberên ji xwe mezintir dibêjin”

 

ŞAŞ: “HEMA HER ROJ EZ CILÊN XWE YÊN “CUDA CUDA” LI XWE DIKIM.” (“HER GUN AYRI AYRI ELBISE GÎYÎYORUM.”)

RAST: “Ez her roj texlîteka cil li xwe dikim.”

RAVE:  “Hema her roj ez cilên xwe yên cuda cuda li xwe dikim.” Bêguman ev ji wergera tirkî ya “Her gun ayri ayri elbise gîyîyorum.”ê tê. Hek te kurdîya wê divê fermo: “Ez her roj “texlîteke” cil li xwe dikim”

 

ŞAŞ: DERBASBÛYÎ BE!

RAST: Xwedê selametê bişîne. / Xwedê şîfayê bişîne! / Şîfa be!

RAVE: Kürtçe’de “Derbasbûyî be” dîye bir ifade yok. Malum bu, “Geçmiş olsun”un motamot Kürtçe çevirisidir.  Onun yerine “Xwedê şîfayê bike” veya “Xwedê selametê bişîne” veya “Xwedê şîfayê bişîne” demek daha doğrudur. “Xwedê”yi işin içine katmak istemeyenler “şîfa be” dîyebilir.

ŞAŞ: EZ MALA WE NIZANIM. (EVINIZI BILMÎYORUM.)

RAST: Ez mala we nasnakim.

RAVE: Kürtçe’de bir yeri bilmemek için mesela “evinizi bilmîyorum” demek için “Ez mala we nizanim” demek yerine “Ez mala we nasnakim” demek daha doğrudur. Türkçe’nin etkisi ile her ne kadar “mala we nizanim” sanki doğru imiş gibi görünüyorsa da doğrusu “mala we nasnakim”dır.

 

ŞAŞ: MALA ME HEYE YA? (FALANCA YER VAR YA?  BIZIM EV VAR YA?)

RAST: Mala me tuneye?”

RAVE: Türkçe’de “falanca yer var ya” kalıbı, örneğin “bizim ev var ya” şeklindeki bir ifade, Kürtçe’de “mala me tuneye?” dîye sorularak ifade edilir. “Mala me heye ya?” ifadesi Türkçe tercümeli Kürtçe’dir.

 

ŞAŞ: ELÎ, “HETTA” EHMED JÎ DÊ WERE. (“ALI, HATTA AHMET DA GELECEK”)

RAST: Eli, “tenavê” Ehmed jî dê were.

Kürtçe’de, Türkçe’deki kullanımı ile aynı olan “hatta” dîye bir ifade yok.

Mesela, “Ali, hatta Ahmet da gelecek” şeklindeki bir ifade “Elî, hetta Ehmed jî dê were” dediğimizde Türkçe üzerinden kendimizi ifade etmiş oluyoruz. Kürtçe’de “hatta”nın yerine gelen ifade “tenavê”dir.. (Bu ifade pek çok yörede unutulmuş olabilir) Böylece o cümleyi şöyle ifade edeceğiz: “Eli, tenavê Ehmed jî dê were”

 

ŞAŞ: XWEDÊ BIBEXŞÎNE.  (ALLAH BAĞIŞLASIN.)

RAST: Xwedê bihêle.

RAST: Xwedê te bihêle. (Ji bo zarokan.)

RAVE: “Allah bağışlasın” ifadesini, “Xwedê bibexşîne” olarak iade etmek Türkçe’nin etkisi ile olmuştur. Onun kadim Kürdî ifadesi “Xwedê bihêle”dir. Bir çocuk için “Xwedê te bihêle” deriz. Beddua nîyetîyle olunca “Xwedê nehêle” olur. Öbür taraftan “bexşîn” fiilinin Kürtçe’ye geçip geçmediği konusunda karara verecek yetkinliğim yok ama mesela 50 yaşın üstündeki herhangi bir Kürd’ün “Xwedê bibexşîne” demediğini bilîyoruz.

 

ŞAŞ: TE BIZANEBÛN WISA KIR.

RAST: Te ji qastî wisa kir.

RAVE: “Sen bunu bilerek yaptın” ifadesi için “te bizanebûn wisa kir” demek yerine “te ji qastî wisa kir” dememiz daha doğru olur.  Ilki Türkçe’ye uyarlanmış çünkü.

 

ŞAŞ: EV DAHA BAŞ E. (BU DAHA ÎYIDIR.)

RAST: Ev baştir e.

RAVE: “Bu daha îyidir” şeklindeki bir ifadeyi “ev daha baş e” biçiminde kullananlar hiç da az değil. Doğrusu “ev baştir e” olacak.. Kıyaslarda, sıfatın sonunda “tir” eki getirilerek yapılır: Dûrtir, delaltir, bilindtir vs.. Kürtçe’de “daha” dîye bir kelime yok.

 

ŞAŞ: DAYÎKÊN KU ZAROKÊN XWE DI ŞER DA WENDA KIRINE. (SAVAŞTA OĞLUNU KAYBEDEN ANNELER.)

RAST: Dayîkên ku zarokên wan di şer da hatine kuştin.

RAVE: “Savaşta oğlunu kaybeden anneler” biçimindeki bir ifadeyi Kürtçe’ye çevirirken “oğlunun kaybetme” kısmını olduğu gibi çeviremeyiz. Yani şu yanlıştır: “Dayîkên ku zarokên xwe di şer da wenda kirine”. Türkçe bilmeyen bir Kürde bu ifadeyi kullanırsak aklına savaşta kaybolmuş askerlerin annesi gelir… Kısacası “hayatını kaybetme” dîye bir ifade biçimi yok Kürtçe’de.

 

ŞAŞ: ZIMANÊ DAYIKÊ.

RAST: Zimanê zikmakî.

RAVE: Anadil ifadesini Kürtçe’ye “Zimanê Dayikê” olarak çevirmek iki şeyden ötürü yanlıştır. Evvela “Zimanê Dayîkê” Türkçe’den çevrilmiştir. Ikincisi yanlış çevrilmiştir. Çünkü Türkçe’deki “Anadil”, “Annenin dili” anlamından çok “esas/ana dil” anlamına daha yakındır. Bunun yerine “Zimanê Zikmakî” daha doğrudur. Çünkü bu ifade uydurulmuş değildir. Kürtçe’de “zikmakî” ifadesi vardır. Daha çok “doğuştan/küçüklükten” gibi bir anlamı vardır. Mesela küçüklüğünden beri bir alışkanlığı olan bir kişi için “ew ji zikmakîya xwe ve wisa ye”(küçüklüğünden beri böyledir) denir.. Veya “ez ji zikmakîya xwe ve li vir im(Ben doğduğumdan beri burdayım)” denilir.

 

ŞAŞ: HÛN ÇAWA NE?

RAST: Tu çawa yî?

 

ŞAŞ: NAVÊ WE ÇI YE?

RAST: Navê te çi ye?

RAVE: Türkçe’de saygı gereği olarak karşıdaki kişîye “siz” olarak hitap etme formu Kürtçe’de yoktur. Örneğin Türkçe’de karşımızdaki kişîye “nasılsınız” dediğimiz için, bunu Kürtçe’ye taşıyıp “hûn çawa ne” dîyenler giderek artıyor. Kürtçe’de böyle bir formun olmadığını görmek istîyorsanız, hiç Türkçe bilmeyen bir Kürd’e, yanında birkaç kişi varken “navê we çi ye?”(adınız nedir?) dîye sorun, o kişinin oradakilerin hepsinin adını size söylediğini görebilirsiniz 🙂

 

ŞAŞ: HERHELDE DÊ BARAN BIBARE. (HERHALDE YAĞMUR YAĞACAK.)

RAST: Qêminê/ qey dê baran bibare.

RAVE: “Türkçe’de kullanılan “herhalde” ifadesi Kürtçe’de o kadar özümsendi ki neredeyse Kürtçe bir kelime imiş gibi kullanılıyor.. “Herhelde dê baran bibare”(Herhalde yağmur yağacak) gibi.. Halbuki Kürtçe’de onun yerine gelen “qêminê” ifadesi var. Aynı anlamda kullanılır. “Qêminê dê baran bibare”… Bu ifade pek çok yörede yoktur. Muhtemelen “Qey min”den büzüşmüştür. Fakat kullanışı tamamen “herhalde”yi karşılıyor. Not: Eğer derseniz ki Kürtçe’de da “di her halî de” ifadesi vardır; doğru ama Türkçe’deki “herhalde” ile aynı anlamda değil, tam tersi anlamdadır.

 

ŞAŞ: TU JI ÇAVÊ MIN KETÎ. (GÖZÜMDEN DÜŞTÜN.)

RAST: Tu ji ber çavê min derketî.

RAVE: “Gözümden düştün” için “tu ji çavê min ketî” değil, “tu ji ber çavê min derketî” denir. Ilki, Türkçe’den uyarlanmış.

 

ŞAŞ: EGER HEBE “SE”.

RAST: Eger “ku” hebe.

RAVE: Türkçe’deki “se” şart ekini bol bol Kürtçe’de kullananlar var. Yapacaklar iş çok basit: Sonuna “se” getirdikleri kelimenin başına “ku” getirecekler. “Eger ku hebe”

 

ŞAŞ: EZ TÊLEFÛNÊ BI KAR TÎNIM. (TELEFON KULLANIYORUM.

RAST: Ez têlefûnê diemilînim.

 

ŞAŞ: EZ WINDOWS XP’YÊ BI KAR TÎNIM. (WINDOWS XP’YI KULLANIYORUM).

RAST: Ez Windows XP’yê diemilînim.

 

ŞAŞ: HÛN MIN BI KAR TÎNIN. (SIZ BENI KULLANIYORSUNUZ).

RAST: Hûn min diemilînin.

RAVE: Kürtçe’deki “bi kar anîn” fiilini her durumda “kullanma” yerine kullanmak yanlıştır. Türkçe düşünüldüğü için böyle yapılıyor. Kürtçe’de somut bir varlığın işlevinden yararlanmak için “emilandin/emelkirin” fiilini kullanmak daha doğrudur. Örnekler: – “Ez têlefûnê diemilînim”(Telefon kullanıyorum) “Ez telefon bi kar tînim” değil. – “Ez Windows XP’yê diemilînim”(Windowa XP’yi kullanıyorum). “Ez Windows XP’yê bi kar tînim” değil.  -“Hûn min diemilînin (Siz beni kullanıyorsunuz). “Hûn min bi kar tînin” değil. Peki somut olmayan varlıklar için? Burada da “bi kar anîn” “kullanma” anlamı ile birlikte “gerçekleştirme/yapma” anlamlarını da içerîyor. Örnekler: – We tiştekî baş bi kar anî (Iyi bir şey gerçekleştirdiniz) – We ji bo çi şiddetê bi kar anî? (Niçin şiddet kullandınız, şiddete başvurdunuz?) – Ez benî, îşê me bi kar hat (Efendim, işimiz tamamlandı, hal oldu) Sonuç: Türkçe düşünüldüğü için Türkçe’de “kullanma” fiilinin geçtiği her yere “bi kar anîn” filini yapıştırmak doğru değil. Buna “dili kullanmak” da dahil.

 

ŞAŞ: “XWE AMADE BIKIN” EM DIÇIN MÊRDÎNÊ. (HAZIRLANIN MARDIN’E GIDÎYORUZ.)

RAST: “Karê xwe bikin” em diçin Mêrdînê. (Hazırlık süreci için.)

 

ŞAŞ: EM “XWE AMADE DIKIN” KU HERIN.

RAST: “Em karê xwe dikin” ku herin. (Hazırlık süreci için.)

RAST: “Ez karkirî me” (ben hazırım) Hazırlanmış durumu.

RAST: “Ez amade me” (ben hazırım) Hazırlanmış durumu.

RAVE: Kürtçe’de amade (hazır) daha çok “hazır olma” pozisyonuna uygun düşer. Hazırlık süreci için değil. Hazırlık süreci için örnekler: -Karê xwe bikin em diçin Mêrdînê. (Hazırlanın Mardin’e gidîyoruz) – Em karê xwe dikin ku herin (gitmeye hazırlanıyoruz). Bu yüzden işi zorlayıp “em amadekarîye xwe dikin” demek gerekmîyor. Hazır olma durumunu da “amade” ve “karkirî” ile karşılayabiliriz. – Ez karkirî me (ben hazırım)  – Ez amade me (ben hazırım) Kısaca: Daha oturmuş alternatifleri “amade”ye hapsetmeyelim. Üstelik “hazır” zaten Kürtçe’ye mal olmuş (aslen Arapça’dır) bir ifade iken.

 

ŞAŞ: PEVÇÛNÊN LI SÛRÎYEYÊ DEWAM DIKIN.

RAST: Şerê li Sûrîyeyê dewam dike. (Li Sûrîyeyê “şer” heye, ne “pevçûn”.)

RAVE: Di van rojan da gotina “pevçûnê” gelekî tê bi karanîn, lê mixabin şaş tê bi karanîn. Her kesê bi kurdî mezinbûyî baş zane ku “pevçûn” bi maneya “bi hev ketin”ê ye. Tu li nûçeyan temaşe dike, dibêjin, “pevçûnên li Sûrîyeyê dewam dikin” hey malneket ma li Sûrîyeyê şer heye yan jî pevçûn. Hinekî zehmet bike û ji dîya xwe bipirse. 

 

ŞAŞ: HINEK PREFESORÊN NÊTXERAB “LI SER TELEVÎZYONAN” DIAXIFIN Û DEREWAN DIKIN. KESÊN KU LI WAN TEMAŞE DIKIN WUSA BAWER DIKIN KU EW DEREW RAST IN, “JI BER KU” EW  ”PREFESOR” IN Û JI ZANÎNGEHAN DERÇÛNE.

RAST: Hinek prefesorên nêtxerab “li televîzyonan” diaxifin û derewan dikin. Kesên ku li wan temaşe dikin wusa bawer dikin ku ew derew rast in, “bela ku” ew  ”prefesor” in û ji zanîngehan derçûne.

Ez bixwe:  Ben kendim.

Xweqedxenî:  Öz özsavunma.

Hila mijarê:  Meselenin özü.

Pûxteya qiseyê:  Sozûn kısası.

Hilîlka vî karî:  Işin pûf noktası.

Hilava hinarê:  Nar suyu.

Birayê min ê hur:  Öz kardeşim.

Birayê min ê zir:  Üvey kardeşim.

Penêrê safî:  Saf/öz peynir.

Bi dil û mêjîyekî zelal û arî: 

Rih û derûnîya min terbende ye:

Nefs bixwe:  Öz nefis.

Xweparastin:  Self-protection, özkorunma.

Xweqedxenî:  Self-defence, özsavunma.

Xwevebuhtin:  Self-determination, özbelirleme.

Xwedolivî:  Self-governance, özyönetim.

Xweserwerî:  Self-sovereignty, özegemenlik.

Xwedebarî:  Self-saficiency, özyeterlik.

Xweserî: Autonomy, özerklik.

Xweperiştin:  Self-control, özdenetim.

Xwegêrî:  Self-management, özyönetim.

Xweaborî:  Self-economy, özekonomi.

Lê em lê dinêrin hîç tiştek wisa nîne, herkes ji hûrê xwe dinefilîne. Tu kes kesê din di ser xwe ra nabîne.

 

ŞAŞ: MIN “REXNE KIR”. (ELEŞTIRDIM)

RAST: Min “rexne lê girt”.

 

ŞAŞ: BERSIVAND.

RAST: Bersivê daye.

 

ŞAŞ: NAVÊ WÎ JI BER ÇAVÊN MIN REVÎYAYE.

RAST: Navê wî bi ber çavên min neketîye.

 

ŞAŞ: JÎYAN KIR.

RAST: Jîya.

 

ŞAŞ: EZ DÊ TÊLEFONÊ VEKIM.

RAST: Ez dê têlefon bikim.

 

ŞAŞ: EZ DÊ LI TE BIGERIM. (SENI ARAYACAĞIM)

RAST: Ez dê ji te ra têlefon bikim.

 

ŞAŞ: JÊ RA MEYDAN XWEND. (ONA MEYDAN OKUDU)

RAST: Wî bê minet kir.

 

ŞAŞ: LI XWEŞA MIN NEÇÛ, LI XWEŞA MIN NEHAT. (HOŞUMA GITMEDI)

RAST: Bi min xweş nehat.

 

ŞAŞ: WERE KÊFA MIN WERE! (GEL KEYFÎM GEL!)

RAST: Min kêfa gurê pîr dikir!

 

ŞAŞ: NABÊJIM XWEDÊ DAYE! (“ALLAH YARATMIŞTIR DEMEM!” A TIRKI.)

RAST: Dilê min bi te ve namîne ha! / Hêvîya dilovanîyê ji min neke! / Ez ê qet rehmê li ten ekim. / Ez ê bi çavê rehmê li te nenêrim ha!

RAVE: Dîyar e ku ev biwêj wergera biwêja tirkî ya “Allah yaratmıştır demem!”ê ye. Bawerim ji roja ku sifetê Xwedê Teala yê kelamê li ser mirovan tecellî kirî û kurdî bûyî nesîbe me kurdan û vir ve yekem car e ku ev gotina holê ecêb di kurdî da tê bikaranîn. Lewra tu mane jê dernakevin. Bes eger meriv tirkîya wê bibîr bîne. Ê baş e, yên tirkî-nezan dê çi bikin? Li dewsa wê biwêja şaş dikare holê were gotin: “Dilê min bi te ve namîne ha!!!”, “Hêvîya dilovanîyê ji min neke!”,  “Ez ê qet rehmê li ten ekim.”, “Ez ê bi çavê rehmê li te nenêrim ha!”

AŞ: ME REHET BIHÊLE. (“BIZI RAHAT BIRAK” TIRKI)

RAST: Deka dev ji me berde lo! /  Te em gêj kirin. / Te serê me bir!

RAVE: Wergera “Bizi rahat birak”a tirkî ye. Di kurdî dikare holê were gotin: “Deka dev ji me berde lo!”, “Te em gêj kirin”, “Te serê me bir!”

 

ŞAŞ: TÊ NAH BIKÎ. (“NAH YAPARSIN!”A TIRKÎ)

RAST: Wele te nekir û ne medît. / Te nekir û tu kesî nedît. / De ka bike û em te bibînin lo!

RAVE: Ji “Nah yaparsın!”a tirkî têt. Peyva “nah”ê di tirkîya berê da tê maneya “na”yê, ango rengê neyînîyê dide wê komeka ku ew têkeve tê de. Nah, argo ye. Bikaranîna wê ya di kurdî da gelik şaş e. Li dewsa wê da dikare holê were gotin: “Wele te nekir û ne medît”, “Te nekir û tu kesî nedît”, “De ka bike û em te bibînin lo!”

 

ŞAŞ: NAMÛSA XWE XILAS KE. (“NAMUSUNU KURTAR”A TIRKÎ)

RAST: Namûsa xwe paqij ke!

RAVE: Ji “Namusunu kurtar.”a tirkî têt, lê di kurdî “namûsa xwe paqij ke!” tê gotin.

 

ŞAŞ: QEEET!!  (“HÎÎÎÇ”A TIRKÎ)

RAVE: Ji “hîîîç”a tirkî hatîye hizirkirin û bikaranîn. Di kurdî da gotineka bi vî hawî tune ye. Ji ber ku nayê bîra min ev gotin di hemberî kîjan gotinê da hatîye bikaranîn ez nikarim derheqê kurdîya di hemberî wê da şîroveyekê bikim.

 

ŞAŞ: MAŞALLAHA TE HEYE. (“MAŞALLAHIN VAR”A TIRKÎ)

RAST: Çavê hesûd û bexîlan biteqe! / Ewreng!

RAVE: Ji “maşallahın var”a tirkî hatîye wergerandin û maneya wê jî ew e ku yek ji yê di pêşberî xwe da bibêje ku her tiştên wî temam e, tu kêmasîyên wî tune ye. Bes bikaranîna wê ya bi kurdî şaş e. Lewra di kurdî da di rewşeka holê da bes holê tê gotin: “Maşallah!” yan jî “Çavê hesûd û bexîlan biteqe!”, “Ewreng!”

 

ŞAŞ: DINYA HEYE! (“OH BE DINYA VARMIŞ!” A TIRKÎ)

RAST: Eeeh! Xwedê em xilas kirin!

RAVE: Ji gotina tirkî ya “Oh be dinya varmış!”ê hatîye wergerandin. Bi giştî ev gotin dema yek ji rewşeka xirab rizgar dibe û dikeve rewşeka xweş da tê gotin. Lêbelê gotineka holê jî di kurdî da tune ye. Di kurdî da holê tê gotin: “Eeeh! Xwedê em xilas kirin!”

ŞAŞ: ZIKÊ XWE TÊR BIKIN. (“KARNINIZI DOYURUN”A TIRKÎ)

RAST: Zikê xwe têr nakin. / xwe têr dikin.

RAVE: Ji “Karnınızı doyurun”a tirkî têt, lê şaş e; lewra di kurdî da xelk “zikê xwe têr nakin”, “xwe têr dikin.”

 

ŞAŞ: EZ DIXWIM KURO. (“YER MÎYIM LAN!”A TIRKÎ.)

RAST: Qey ez yê xapandinê me lawo! / Heta tu çûyî hîleyê ez ji wê ve hatim.

RAVE: Ji “yer mîyim lan!”a tirkî hatîye hizirkirin. Lêbelê wergerandina vê gotina tirkî ya bo kurdî şaş e. Em dikarin di dewsa wê da holê bibêjin: “Kengê ez dixapim!”, “Qey tu dikarî min bixapînî kuro!” “Qey ez yê xapandinê me lawo!”, “Heta tu çûyî hîleyê ez ji wê ve hatim.”

 

ŞAŞ:  TU LI RÊYA XWE, EZ LI RÊYA XWE. ( “SEN YOLUNA, BEN YOLUMA” YA TIRKÎ)

RAST: Tu bi xêêêr, ez selamet!

RAVE: Ji gotina yê hatîye wergirtin. Di kurdî da ji bo rewşeka holê husa tê gotin: “Tu bi xêêêr, ez selamet!”

 

ŞAŞ: WÊ TE BIŞEWTÎNE. ( “SENÎ YAKACAK” YA TIRKÎ)

RAST: Wê xwelî li te bike!

RAVE: “Wê te bişewtîne” Ev jî wergera gotina tirkî ya “senî yakacak”ê ye. Di kurdî da li dewsa vê da holê tê gotin: “Wê xwelî li te bike!”

 

ŞAŞ: WÊ PARA DEVÊ WÎ BIDÎYÊ. (“AXZININ PAYINI VERECEK”A TIRKÎ)

RAST: Wê li devê wî bide/bixe!

RAVE: “Wê para devê wî bidîyê” Ji “agzinin payini verecek”a tirkî hatîye wergirtin. Lê di kurdî da di dewsa wê da holê hatiba gotin baştir bû: “Wê li devê wî bide/bixe!”

 

ŞAŞ: NEŞIBÎYA TIŞTEKÎ. (JI “BIR ŞEYE DE BENZEMEZDI.”YA TIRKÎ)

RAST: Hema niho spehî jî bûya…! / Hema niha li ber jî biketaba, xem nedikir! / Hema niha li ber jî biketaba, ez nediqehirîm.

RAVE: Ji “bir şeye da benzemezdi.”ya tirkî hatîye wergerandin. Di kurdî ji bo rewşeka holê ev biwê tê bikaranîn: “Hema niho spehî jî bûya…!” “Hema niho li ber jî biketaba, xem nedikir!” “Hema niha li ber jî biketaba, ez nediqehirîm.”

 

ŞAŞ: DI “BEJAYÎYA” FILAN Û FILAN GUNDÎ/BAJARÎ/DEVERÊ DE, YAN JÎ NÊZÎ FILAN DERÊ EW BÛYER QEWIMÎ. (“…KIRSALINDA OLAY MEYDANA GELDΔ YA TIRKI)

RAST: Di “nav bera filan û filan gundî/bajarî/deverê” de, yan jî “nêzî filan derê” ew bûyer qewimî.

RAVE: “Bejayî”: Ev gotin xasma di tv’yeka kurdî da ji bo dîyarkirina cihê ku bûyer lê rû dayî da tê bikaranîn ko wergera “kirsal”a tirkî ye tê. Her çiqas maneya wê û “kirsal”a tirkî eynî be jî lê awayê bikaranîna wê şaş e. Wek mînak: “Di bejayîya….de…bûyer rû da…” Dîyar e îlhama xwe ji gotina tirkî ya “…kirsalinda meydana geldî”yê standîye. Hal bi hal di kurdî da divîya holê baya, di nav bera filan û filan gundî/bajarî/deverê de, yan jî nêzî filan derê ew bûyer qewimî…

 

ŞAŞ: BI ERDÊ RA BÛNE YEK. (JI “YERLE BIR OLDU”YA TIRKÎ)

RAST: Bû erd û ax.

RAVE: “Bi erdê ra bûne yek” ji “yerle bir oldu”ya tirkî tê. Kurdîya wê bi xwe heye: “Bû erd û ax.”

 

ŞAŞ: BILA LI VIR BIMÎNE.

RAST: Bila di neqeba me da be.

RAVE: “Bila li vir bimîne.” Ji “burada kalsin”a tirkî tê. Hal bi hal di kurdî da ji bo rewşeka wisa bi vî hawî holê tê gotin: “Bila di neqeba me da be.”

 

ŞAŞ: BIRÎNÊN WÎ BIPÊÇE

RAST: Ji derdê wî ra bIbe derman.

RAVE: Ji “yarasini sarmak”a tirkî tê. Ev lêkera “pêçan”ê di kurdî da weka mecaz nayê bikaranîn. Ji ber wê çendê şaş e. Ya nêzîkê rastîya wê eve ye: “Ji derdê wî ra bibe derman.”

 

ŞAŞ: JI BO PÊNC QURUŞAN. (EV GOTIN WERGERA “BEŞ KURUŞ IÇIN”A TIRKÎ YE)

RAST: Ji bo çar qurîşan.

RAVE: “Ji bo pênc quruşan.” Ev gotin wergera “beş kuruş için”a tirkî ye, lêbelê di nav kurdan da ji bo rewşeka holê her kes gotina “ji bo çar qurîşan..” bi kar tîne.

 

ŞAŞ: CANÊ MIN! (JI “CANIM!”A  TIRKÎ TÊ)

RAST: Rihê min!

RAVE: “Canê min!” ji “canim!”a tirkî tê. Her çiqas di navbera wan da cihêtîyeka zêde tune be jî lêbelê di nav kurdan da “rihê min!” tê gotin.

RAVEYA BERHEVKAR: Li devera Torê mêr carinan bi peyva “pitê” (pitik) deng li hevjîna xwe dike. Carinan jî bi peyva “harmet” (harem?) jî deng dikê. Mêrê îngilîz bi peyva “my baby” deng li hevjîna xwe dike.

 

ŞAŞ: CIH CIH…” (JI “YER YER” TIRKÎ TÊT)

RAST: Li hin deran…

RAVE: “Cih cih.” Ji “yer yer” tirkî têt. Hal bi hal di kurdî da gotineka holê nîne. Ji dêl vê ve dikare holê were gotin: “li hin deran…”

 

ŞAŞ: ÇI DIBE? /  ÇI DIQEWIME?  (EV GOTINA HANÊ JÎ “NELER OLUYOR!” TIRKÎ TÊ)

RAST: “Xêr e!”, “Mesele çî ye?” yan jî “Çi mesele ye?”

RAVE: “Çi dibe?”, “çi diqewime?” Ev gotina hanê jî “neler oluyor!” tirkî tê. Em di kurdî da gotineka holê bi kar nayînin. Ji boyî heman maneyê “xêr e!”, “mesele çî ye?” yan jî “çi mesele ye?” Lêkera qewimandinê ji dema niha ra nayê bi kar anîn, ji dema bihûrî ra tê bikaranîn. Wek mînak: “Çi qewimî?”, “çi qewimî ye?”

 

ŞAŞ: ÇARESERKIRIN. (“ÇOZÛM”A TIRKÎ)

RAST: “Safî kirin” : Em dê safî bikin.

RAVE: “Çareserkirin.” Her çiqas “çozûm”a tirkî di kurdî da weka “çareserkirin” tê wergerandin, bes li Cizîrê car dibe “safî kirin” tê bikaranîn. Wek mînak: “Çozerîz” wek “em ê çarser bikin” tê wergerandin. Hal bi hal li Botanê holê tê gotin: “Em dê safî bikin.”

RAVEYA BERHEVKAR: Dibe ku ji bo hin rewşan peyva ”çareserî”yê jî rast be.

 

ŞAŞ: DEBARA MALA XWE DERDIXIN. (JI “EVININ GEÇIMINI SAGLIYORLAR”A TIRKÎ).

RAST: Mala xwe xweyî dikin.

RAVE: “Debara mala xwe derdixin.” Eva hanê jî wergera “evinin geçimini saxlîyorlar”a tirkî ye. Lê di rewşeka holê da “mala xwe xweyî dikin” çêtir e.

RAVEYA BERHEVKAR: Dibe ku hevoka “debara mala xwe dikin”ê jî rast be.

 

ŞAŞ: MIN DESTÊ XWE “DIRÊJΔ WÎ, WÎ DESTÊ XWE “DIRÊJΔ MIN KIR)

RAST: Min destê xwe “da” wî, wî destê xwe “da” min.

RAVE: “Destê xwe dirêjî …(yekî) kir.” Li gorî gîyanê kurdî ev şaş e; mirov destê xwe “dirêjî” xelkê nake, mirov destê xwe “dide” xelkê. Wek mînak: “Min destê xwe da wî, wî destê xwe da min…”

 

ŞAŞ: DIBE. (“OLUR”A TIRKÎ)

RAST: Baş e.

RAVE: “Dibe.”- Ev peyv jî ji dêl “olur”a tirkî da tê bikar anîn. Lêbelê di kurdî da li şûna vê “baş e” were gotin çêtir e.

 

ŞAŞ: MÎKROFON DIRÊJÎ WÎ KIR. (“MIKROFON UZATTI” YA TIRKÎ.)

RAST: Me mîkrofon da ber devê wî.

RAVE: “Dirêjî wî kir.” Ji “uzatti” ya tirkî têt. Holê dibêjin “Mîkrofon dirêjî wî kir.” Ev şaş e. Rastîya wê “Me mîkrofo da ber devê wî …”

 

ŞAŞ: EZ JI EFENDÎYÊ XWE RA BEJIM. (“EFENDÎME SOYLEYEYIM”A TIRKÎ)

RAST: Ezbenî, serî.

RAVE: “Ez ji efendîyê xwe ra bêjim.” Ev ji biwêja “efendîme soyleyeyim”a tirkî hatîye wergerandin. Bes hewceyî bi wê tune ye, lewre di Kurdîya me da biwêja ku bi heman maneyê tê bikar anîn heye: “Ezbenî, serî.”

 

ŞAŞ: GORISTAN NEHATIN JIBÎRKIRIN. (“MEZARLIKLAR UNUTULMADI”YA TIRKÎ)

RAST: Xelk çûn ser zîyaretan, xelk çûn ser mirîyên xwe.

RAVE: “Goristan nehatin jibîrkirin.” Ji “Mezarliklar unutulmadi”ya tirkî hatîye wergerandin. Di kurdî da holê tê gotin: “Xelk çûn ser zîyaretan, xelk çûn ser mirîyên xwe.”

 

ŞAŞ: HA JI TE RE! (“AL SANA!”YA TIRKÎ)

RAST: De bixwe, da bixwe! / te xwar, te xwar!

RAVE: “Ha ji te re!” Dîyar e ku ji “al sana!”ya tirkî hatîye wergerandin û dema yek bi kulman li yekî din dixe vê gotinê bi kar tîne. Bes di nav kurdan da dema rewşeka holê kete holê yê lêdanker ji yê lêdanxwer ra “de bixwe, da bixwe!” yan jî “te xwar, te xwar!” dibêje.

 

ŞAŞ: HATE FÊMKIRIN. (JI “ANLAŞILDI”YA TIRKÎ)

RAST: Me/min fêm kir.

RAVE: “Hate fêmkirin.” Ev gotina hanê jî ji “anlaşildi”ya tirkî hatîye wergirtin. Lêbelê di nav kurdan da ji dêl wê “me/min fêm kir…” tê gotin.

 

ŞAŞ: HÛN ÇI DIQÎRIN. (JI “NE BAXIRIYORSUNUZA!” TIRKÎ)

RAST: Çi qîra hewe ye!

RAVE: “Hûn çi diqîrin.” Ev gotin berteka li hember qîrdanê da ye û ji “ne baxirîyorsunuza!” tirkî hatîye wergirtin. Di kurdî da ji gotineka holê ra “Çi qîra hewe ye!” tê gotin.

 

ŞAŞ: JI MIN RA ÇI? (JI “BANA NE!”YA TIRKÎ)

RAST: Min çi îş pê heye. / çi îşê min pê heye./ ji min ra ne lazim e.

RAVE: “Ji min ra çi?” Ji “bana ne!”ya tirkî têt. Rastîya wê “Min çi îş pê heye”, “çi îşê min pê heye”, “ji min ra ne lazim e.”

 

ŞAŞ: JI NEDÎTÎ VE DIBÎNE. (“GORMEZLÎKTEN GELDÎ/GELÎYOR”YA TIRKÎ)

RAST: Xwe li nedîtinê qewimand. / heçko nedîtî, nebînandî.

RAVE: “ji nedîtî ve dibîne.” Ev jî “gormezlîkten geldî/gelîyor”ya tirkî têt. Şaş e. Di kurdî da jê re: “Xwe li nedîtinê qewimand.”, “heçko nedîtî, nebînandî…”

 

ŞAŞ: KEYFA XWE DERDIXIN. (JI “KEYFINI ÇIKARÎYORLAR”A TIRKÎ)

RAST: Keyf keyfa wî ye / Keyfa xwe dikin.

RAVE: “Keyfa xwe derdixin.” Ji “keyfini çikarîyorlar”a tirkî hatîye wergerandin. Di kurdî da holê ye: “Keyf keyfa wî ye, Keyfa xwe dikin.”

 

ŞAŞ: KÎJAN BAYÊ TU AVÊTÎ VÊDERÊ? (JI “HANGÎ RÛZGAR SENÎ BURAYA ATTΔYA TIRKÎ)

RAST: Bayê tu anî, bagerê tu anî?

 RAST: “Kîjan bayê tu avêtî vêderê?” Dîyar e ku ev ji “hangî rûzgar senî buraya attî”ya tirkî têt. Hal bi hal biwêjeka kurdî ya heman maneyê îfade dike heye ko gelek jê xweştir e: “Bayê tu anî, bagerê tu anî?”

 

ŞAŞ: LI BER DERI YE ( “KAPIDA…”YA TIRKÎ).

RAST: Gelek nêzîk e.

RAVE: “Li ber deri ye.” Ev jî li şûna “kapida…”ya tirkî tê gotin, ku şaş e. Ya rasta wê “nêzîk” e, “gelek nêzîk e” ye.

 

ŞAŞ: LI XWE BAŞ BINÊRE/BINERIN. (JI “KENDÎNE ÎYÎ BAK!”A TIRKÎ)

RAVE:  “Li xwe baş binêre/binêrin.” Ji “kendîne îyî bak!”a tirkî têt. Di kurdî da gotineka bi vî rengî nîne. Lê eger bixwaze were gotin, holê dibe: “hay ji xwe hebe, bi Xwedê kî hay ji xwe be, te hay ji xwe hebe ha!”

ŞAŞ: MEHÊ SALÊ CAREKÊ. (JI “AYDA, YILDA BÎR”A TIKÎ)

RAST: Gelek kêm. / kêm caran.

RAVE: “Mehê salê carekê.” Ev jî “ayda, yilda bîr”a tikî hatîye wergerandin. Di kurdî da biwêjeka holê tune ye. “Gelek kêm” yan jî “kêm caran” dikare li şûna wan were bikaranîn.

 

ŞAŞ: PIRS NEKE/NEPIRSE! (JI “SORMA!”YA TIRKÎ)

RAST: Deyneke! :  Ji pirsa “Te ji ber vê rewşê gelek şerm kir?”ê “Deyneke! Ma hêdî min şerm kir! Min got bila erd biqelişe û ez têkevim tê de.

RAVE: “Pirs neke/nepirse!” Ji “Sorma!”ya tirkî têt. Hal bi hal di kurdî da ji bo vegotina rewşeka holê “deyneke!” tê gotin. Wek mînak: Ji pirsa “Te ji ber nê rewşê gelek şerm kir?”ê “Deyneke! Ma hêdî min şerm kir! Min got bila erd biqelişe û ez têkevim tê de.” Tê gotin.

 

ŞAŞ: QEZAYEK NEDÎTÎ. (JI “GORÛNMEZ KAZA”YA TIRKÎ)

RAST: Qezayeka welê çêbû ku heta niha ne kesê dîtîye ne jî bînandîye.

RAVE: “Qezayek nedîtî.” Ev jî şaş e, ji “gorûnmez kaza”ya tirkî têt. Di zimanê kurdî de, tu maneyê îfade nake. Hela kurdên ko bi tirkî nizanin çi tiştî jê fêm nakin. Di rewşeka wisa da dikare holê were gotin. “Qezayeka welê çêbû ko heta niha ne kesê dîtîye ne jî bînandîye.” 

 

ŞAŞ: RÊ LI BER MIRINÊ VEKIR. (JI “OLÛME YOL AÇTΔYA TIRKÎ)

RAST: Bû sedema mirinê.

RAVE: “Rê li ber mirinê vekir.” Ji “olûme yol açtî”ya tirkî hatîye wergirti. Şaş e. Rastîya wê: “Bû sedema mirinê.”

 

ŞAŞ: SALANE. (JI “YILLARDIR”A TIRKÎ)

RAST: Ev çend sal in. / ev serê çend salan e. / Ev çendik û çend sal in.

RAVE: “Salane.” Ji “Yillardir”a tirkî têt. Di kurdî da “Ev çend sal in” yan jî “ev serê çend salan e.” yan jî “Ev çendik û çend sal in.” tê gotin.

 

ŞAŞ: SAET HATE YANZDEHA (JI “SAAT ONBÎRE GELÎYOR”A TIRKÎ)

RAST: Saet bû yanzdeh.

RAVE: “Saet hate …..” Ji “saat onbîre gelîyor”a tirkî têt. Şaş e. Lewra di zimanê kurdî da saet “nayê”, saet “dibe.” Wek mînak “Saet bû yanzdeh.”

 

ŞAŞ: SERSAXÎ JÊ RA XWEST. (JI “BAŞ SAXLIĞI DÎLEDΔYA TIRKÎ)

RAST: Sersaxî lê da.

RAVE: “Sersaxî jê ra xwest.” Ji “baş sağliği dîledî”ya tirkî têt. Şaş e. Rastîya wê eve ye: “Sersaxî lê da.”

 

ŞAŞ: TE PÊ DERXIST. (JI “SEN ÇIKARDIN” TIRKÎ)

RAST: Tel ê da!

RAVE: “Te pê derxist.” Ji “sen çikardin” tirkî têt. Şaş e. Rastîya wê “Tel ê da!”ye.

 

ŞAŞ: TERKÎ MIRINÊ KIRINÊ/KIR. (JI “OLÛME TERK ETTΔ YA TIRKÎ)

RAST: Bi hêvîya mirinê ve hişt.

RAVE: “Terkî mirinê kirinê/kir.” Ji “olûme terk ettî” ya tirkî têt. Şaş e. Rastîya wê “Bi hêvîya mirinê ve hişt.”

 

ŞAŞ:  NIHA JÎ AWIR ZIVIRÎN SER CHP-Ê Û BDP-Ê.

RAST: Çavê xelkê li CHP-Ê û BDP-ê ye. Çavê xelkê ma li CHP-Ê û BDP-ê.

 

RAVE: Wek tê zanîn hevoka dawî ya ko peyvika “awir”ê tê da ye peyv bi peyv wergera gotina tirkî ya “Şimdi gözler MHP ve BDP’ye yöneldi”yê ye. Bes tu eleqeya peyva “awir”ê ya li vir tune ye. Lewra tu kes “awir”ê ko nîşaneya eczê, neyartîyê yan jî nazê ye nazivîrîne ser MHP û BDP-ê. Bes çavê xelkê dimîne li wan. 

 

Peyva “awir”ê ji bo cûreka nêrînê tê gotin. Lêbelê kîjan nêrîn? Di kurdîya me ya ku pir dewlemend e da gelik peyv û biwêjên cûda yên ku nêrînê îfade dikin hene. Hinek ji wan ev in:

 

  1. “Fekirîn”, “nêrîn” û “mêzekirin”. Maneya van hersê peyvan hema bêje yek e. 

 

  1. “Temaşe” Ji bo nêrîna demdirêj ya bo armancekê yan jî bo zewqekê tê gotin. Mînak: “Min li televîzyonê temaşe kir.” “Ez gelik hez dikim ku li fîlman temaşe bikim.”

 

  1. “Dîq.” Maneya wê nêrîneka gelik hindik e. Wek mînak: “Ka here dîqekê lê bike ka pitik şîyar bûye ya na?”

 

  1. “Zîq.” Zîq jî mîna “temaşe”yê ji bo nêrîna demdirêj ya ji bo armanekê tê gotin. Bes cudayîya di navbera wan da ewe ku “temaşe” tenê bo zewqê ye, lê “zîq” ji bo ku hin taybetmendî werin bidestxistin yan jî ji bo ku hin xirabî werin kirin tê gotin. Wek mînak: “Wî zilamî hema welê zîq li min nihêrî, ez nizanim ka ji ber çi bû?”

 

  1. “Wir.” Bi giştî ji bo nêrîneka xirab tê bikar anîn. “Wî mêrikî welê ‘wir’ li min nihêrî, bi rastî ji ber wê çendê ez jê tirsîyam.” Di nêrîna “wir”ê da tevgera çavî jî dikeve dewreyê. “Wir”nêr (ango yê bi awayê ‘wir’ dinêre) hetanî jê tê çavê xwe vedike, mezin dike û herweha di wê cûrenêrînê da reşika çavî ber bi jor ve hildikêşe. Wek mînak “Çavê xwe li min wir kir.”

 

  1. “Têxistina çavî a çavî de” û “reş lê nihêrîn” maneya van herdu biwêjan hema bêje yek e. Wek mînak: “Çavê xwe kir çavê min de.” “Welê rreş li min nêrrî.”

 

  1. “Awir”. Nêrina “awir”ê ko mijara vê nivîsa me ye, ji van hemû cûre-nêrînan cuda ye. Awir nêrîna bi dûvikê çavî ye. (Mela Ehmed Zivingî-El ‘Eqdûl Cewherî Fî Şerhî Dîwanî-ş Şeyxî-l Cizîrî, cilt: 1/427.) Awir carînan bo neyartîyê û bo ecz û hesûdîyê tê bikaranîn: “Awirên welê dida min, dîyar dibû ko ew neyarê min e.” Carînan jî “awir” di pêwendîya nevbera aşiq û maşûqî da tê bikaranîn. Evîndar her dem ji “awir”ên xoşewîstên xwe gilîkar in. Di wêjeya klasîk ya kurdî da em gelik rastî vê peyvê tên. Carînan ev “awir” dibin sedema dînbûna evîndarî. Wek mînak: 

 

“Awir”ên eswed’uyûnan ‘aqilan sewda dikin

Gezmeya ‘aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû

“Awir”ên çavreşan xwedîaqilan dîn dikin.

(Mewlana Cizîrî) 

 

Aşiq carînan awirên dilbera xwe ji xwe ra weka “berq”ê bi nav dike:

 

Wan di reqsê da ko dîm (awir) peyapey dane min

Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya ‘işqê revam

(Mewlana Cizîrî) 

 

Evîndar carînan jî “awir”ên dilbera xwe wek sedema tirsê dibîne û wana dişibîne nêrîna pilingê:

 

Şox û şengê zuhrerengê

Dil ji min bir dil ji min

”Awirên” heybetpilingê

Dil ji min bir dil ji min

(Mewlana Cizîrî)

 

Car dibe ku ji teref evîndarî ve awir weka sedema rakirina qetlê û rijandina xwînê were angaşkirin:

 

Gezmeyên wan sad û nûnan

Awirên eswed’uyûnan

Radikin ew qetl û xwînan

Min dîye û dil şehde ye

(Mewlana Cizîrî)

Evîndar herçiqas ji “awir”ên dilbera xwe gilîkar be û wana sedema kuştin û xwînrijandinê qebûl bike jî lê dîsa ji wan “awir”an têr nabe û her dem dixwaze ew “awir” berdewam bin. Lewra dizane ku dilbera wî van awiran ne ku ji bo dijminayîyê bikar tîne, armanca wê ew e ku nazan li evîndarê xwe bike.

 

 

ŞAŞ: WÎ MIN SIWARKIR BI XWE RA.

RAST: Wî ez bi xwe ra siwarkir im.

 

ŞAŞ: BI TILÎYA XWE EWÊ NÎŞANDIKIR JI PÊŞKETINA WÎ RA.

RAST: Wê bi tilîya xwe pêşdehatina wî nîşan dikir.

 

ŞAŞ: EW PELIK HIŞTÎYE DI DESTÊ WÎ DE.

RAST: Ew pelik di destê wî da hiştîye.

 

ŞAŞ: EW GELEK XEMGÎN BIBÛ “LI SER WAN”.

RAST: Ew li ser wan (ji ber wan) gelekî xemgîn bûbû.

 

ŞAŞ: NAMÎNE JI WAN RE BILÎ XEWNAN.

RAST: Ji bilî xewnan ji wan ra namînin.

 

ŞAŞ: KEKO, ÇIMA TU MAYE BÊ PAR JI BELAVKIRINÊ?

RAST: Keko, çima tu ji belavkirinê bê par mayî?

 

ŞAŞ: AGIR DIWESTE LI BER DERÎYÊN DIJMINÊN ME.

RAST: Agir li ber derîyên dijminên me diweste.

 

ŞAŞ: WÎ EW JIBÎRKIR LI BER DERÎ.

RAST: Wî ew li ber derî ji bîr kir.

 

ŞAŞ: MIN MEST NEKIR JI XEYNÎ ÇÎROKEK.

RAST: Tenê çîrokekê ez mest kirim.

 

ŞAŞ: BAVÊ MIN, MIN BIR SÛKÊ.

RAST: Bavê min, ez birim sûkê.

 

ŞAŞ: WERÎS JÊRE DIRÊJ KIRIN, Û WÎ JI ÇALA KÛR KIŞANDIN.

RAST: Werîs jêre dirêj kirin, û ew ji çala kûr kişandin.

 

ŞAŞ: PIŞTÎ DEMEKÊ VEGERÎYA Û GOT: BI XWEDÊ ME WÎ NEDÎT, NE LI MAL BÛ.

RAST: Piştî demekê vegerîya û got: bi xwedê me ew nedît, ne li mal bû.

 

 

<<< 

 

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî:

 

ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA BÛ. (ARTIK RAGA ŞEHRINDE YAŞAMI TEHLIKEDEYDI.)

RAST: Êdî li bajarê Ragayê star bi sera nediket.

 

ŞAŞ: HER KU “ZAYÎN” NÊZÎK DIBÛ. (DOĞUM YAKLAŞTIKÇA)

RAST: Her ku “hemla” wê giran dibû.

RAVE: Peyva “zayîn”ê ji bo rewşa jinan nayê bikaranîn. Nivîskarî, di heman rûpelê da peyva “welidandin”ê jî bi kar anîye.

 

ŞAŞ: EW XWEDÎHIKMEKÎ FIREH IN. (ONLAR GENIŞ YETKILERE/HÜKÜMLERE SAHIP)

RAST: Hukmê wan zêde ye.

 

ŞAŞ: PIŞTÎ KU EW WÎ TÎNIN DIAVÊJIN NAVA ÊGIR ÊDÎ HEWCEDARÎYÊ NABÎNIN KU LI BENDA ENCAMÊ BISEKININ. (ONU GETIRIP ATEŞE ATTIKTAN SONRA ARTIK SONUCU BEKLEMEYI GEREKLI GÖRMÜYORLAR.)

RAST: Piştî ku ew wî tînin diavêjin nav êgir, xwe nadin bendê bê ew dê di nava êgir da çawa bişewite. Piştî ku ew wî tînin diavêjin nav êgir, xwe nadin bendê bê ew dê di nava êgir da çi bê sera.

 

ŞAŞ: EW DI CIVAKÊN TARÎ DA PIR BALÊ DIKIŞÎNE. (O KARANLIK TOPLUMLARDA ÇOK DIKKAT ÇEKÎYOR.)

RAST: Ew di civakên paşdamayî da pir balê vêdixe.

RAVE: Peyiva “tarî”yê, ji bo mirovên ku karê nebaş û bi dizî dikin tê gotin. Ji bo rewşa “nezanîyê” ev peyv nayê bikaranîn.

 

ŞAŞ: PIR BALA HÊZÊN “TARÎTÎYÊ” KIŞANDIBÛ. (KARANLIK GÜÇLERIN ÇOK DIKKATINI ÇEKMIŞTI.)

RAST: Pir bala hêzên “tarî” vêxistibû.

 

ŞAŞ: DÛDGOVA TU CIH NEMAYE KU LÊ NAGERÎYAYE, LÊ SPÎTAMA LI TU DERÊ TUNE YE. (DUDGOVA ARANMADIK YER BIRAKMAMIŞ, AMA SPITAMA HIÇBIR YERDE YOKTU.)

RAST: Tu cih nemaye ku Dûdgova lê negerîyaye, lê Spîtama ne xuya ye. Tu cî nemaye ku Dûdgova lê negerîyaye, lê pêjna Spîtamayî nehatîye.

 

ŞAŞ: GELEK PIRSÊN KU VÊ DAWÎYÊ WÊ JI MIN BIPIRSÎYANA. (BANA SONRADAN SORACAĞI BIRÇOK SORUNUN.)

RAST: Gelek pirsên ku vê dawîyê dê ji min bikirina.

 

ŞAŞ: Lİ BER DESTÊ MAMOSTEYÊ XWE BÛRZÎN KÛRÛS PERWEDE BİDÎTA. (ÖĞRETMENİ BURZİN KURUS’UN YANINDA EĞİTİM GÖRSEYDİ.)

RAST: Li ber destê mamosteyê xwe Bûrzîn Kûrûsî bixwenda. Li ber destê mamosteyê xwe Bûrzîn Kûrûsî perwerde bibûya.

 

ŞAŞ: HER TIŞT BI WÎ DEST PÊ DIBE. (HER ŞEY ONUNLA BAŞLIYOR.)

RAST: Her tişt bi wî dest pê dike. Serê her tiştî ew e.

RAVE: Di Tirkî de, ev lêker ne negerguhêz e, lê di Kurdî da gerguhêz e.

 

ŞAŞ: JI BO HEMÛ MALBATA SPÎTAMAYÎYAN WEK XETERE DIBÎNE. (BÜTÜN SPITAMA AILESI IÇIN TEHLIKE GIBI GÖRÜYOR.)

RAST: Ji bo hemî malbata Spitamayîyan talûke bû. Ji bo hemî malbata Spitamayîyan kelemê li ser rêya wan bû.

 

ŞAŞ: BÛRZÎN KÛRÛS JI CÎYÊ XWE RABÛ SER XWE, GIRANÎYA XWE DA SER GOPALÊ XWE. (BURZIN KURUS YERINDEN KALKTI, AĞIRLIĞINI BASTONA VERDI.

RAST: Bûrzîn Kûrûs ji cîyê xwe rabû ser xwe, xwe da ser gopalê. Bi xêra gopalê Bûrzîn Kûrûs ji cîyê xwe rabû ser xwe.

 

ŞAŞ: DI WÊ DEMÊ DA DEWAR DIHAT MANEYA MAL Û MILK. (O ZAMANLAR HAYVAN, MAL MÜLK ANLAMINA GELÎYORDU.)

RAST: Wê çaxê, dewarên kê hebûna mal û milkên wî hebûn. Wê çaxê, mal û milkên mirovî dewarên mirovî bûn.

 

ŞAŞ: WÊ ÊDÎ HEW TEHEMULÎ DÎTINA RÛYÊ WAN DIKIR. (O ARTIK YÜZLERINE BAKMAYA TAHAMMÜL EDEMÎYORDU.)

RAST: Wê nema dixwest li rûyê wan binêre. Wê nema li rûyê wan dinêrî. Wê tehemul nedikir li rûyê wan binêre.

 

ŞAŞ: MA WAN HINDIKÎ EW BIÇÛK KIRIBÛ Û BIÇÛK XISTIBÛ!?  (ONLAR ONU AZ MI KÜÇÜK GÖRÜP KÜÇÜK DÜŞÜRMÜŞTÜ!?)

RAST: Ma wan hindikî tahde lê kiribû û ew kêm xistibû!? Ma wan hindikî tahde lê kiribû û ew şeqiz kiribû.

 

ŞAŞ: EW DÊYA KU EZ JI ZIKÊ WÊ ÇÊBIBÛM; EW ZIKÊ KU WEK VÊ ŞIKEFTÊ EZ PÊ STRÎBÛM Û MEZIN BÛBÛM. (O KARNINDAN OLDUĞUM ANNE; BU MAĞARA GIBI SIĞINDIĞIM VE IÇINDE BÜYÜDÜĞÜM.)

Ew dêya ku ez ji zikê wê bûm; ew zikê ku wek vê şikeftê ez pê strîbûm û mezin bûbûm. Ew dêya ku ez ji wê bûm; ew zikê ku wek vê şikeftê ez pê strîbûm û mezin bûbûm.

 

ŞAŞ: BERÊ XWE JI DEVÊ ŞIKEFTÊ ZÎVIRAND. (YÖNÜNÜ MAĞARANIN AĞZINDAN ÇEVIRDI.)

RAST: Berê xwe ji devê şikeftê da cîyekî din. Berê wî ji devê şikeftê ket cîyekî din.  Berê xwe ji devê şikeftê da alî.

 

ŞAŞ: MIROV LI DINYAYÊ XWEDÎ VÎNDARÎ YE. (INSAN DÜNYADA IRADE SAHIBIDIR.)

RAST: Mirov li dinyayê xwedî vîn e. Mirov li dinyayê vîndar e.

 

ŞAŞ: SPÎTAMA PIŞTÎ VÊ RAMANA DIRÊJ… (SPITAMA UZUN DÜŞÜNCEDEN SONRA…)

RAST: Spîtama piştî ku ewqas fikirî /ramîya …

 

ŞAŞ: JI BO TENÊTÎYA XWE REHET BIKIRA AJAL, ALAV ÇI TÊKETA BER WÎ BI WAN RA DIAXIVÎ. (YALNIZLIĞINI GIDERIP RAHATLAMAK IÇIN HAYVAN, EŞYA NE GÖRDÜYSE ONLARLA KONUŞUYORDU.)

RAST: Ji bo hinekî dilê xwe pê xweş bikira, ajal, alav, rastê çi bihata ew bi wan ra diaxîvî.  Ji bo tenêtîya xwe ji bîr bikira, ajal, alav, rastê çi bihata bi wan ra diaxivî.

 

ŞAŞ: PIŞTÎ MAWEYEKÊ LÊNÊRÎNA XWE BIRÎ.  (BIR SÜRE SONRA BAKMAYI KESTI.)

RAST. Piştî wextekî li cîyekî din nêrî. Piştî wextekî berê xwe da cîyekî din. Piştî wextekî nema nêrî.

 

ŞAŞ: BAWERÎYA WÎ VALA DERNEKETIBÛ, VA YE TIŞTÊ KU JÊ BAWER KIRIBÛ RAST DERKETIBÛ. (INANDIĞI ŞEY BOŞ ÇIKMAMIŞTI, IŞTE INANDIĞI ŞEY GERÇEK ÇIKMIŞTI.

RAST: Bawerîya wî di cî da bû, va ye tiştê ku jê bawer kiribû rast derketibû.

 

ŞAŞ:  MIN BERSIVANDINA PIRSA WÎ DOMAND. (SORUSUNA CEVAP VERMEYI SÜRDÜRDÜM.)

RAST: Ez li bersiva xwe çûm. Min dewam kir.

 

ŞAŞ: MIN CEZA Û XELAT HENE, DI ENCAMÊ DA JI BO DOST Û DIJMINÊN XWE BI NAVÊ DOJEH Û BIHÛŞTÊ. (BENIM CEZA VE ÖDÜLLERIM VAR SONUÇTA DOSTUM VE DÜŞMANLARIM IÇIN CENNET VE CEHENNEM ADIYLA.)

RAST: Di dawîyê da, min ceza û xelat hene, ji bo dost û dijminên xwe, min bihuşt û dojeh hene.

 

ŞAŞ: SPÎTAMA LI SABALANÊ DI PÊVAJOYA HEŞT SALAN DA XWE BI HER AWAYÎ AVA KIRIBÛ, ÊDÎ EW HAZIR BÛ KU WÎ BI BAHOZÊN ERJENG RA YÊN KU PÊŞEROJÊ DERKETANA ŞER BIKIRA. (SPITAMA SABALAN’DA SEKIZ SENE SÜRESINCE KENDINI HER ŞEKILDE YETIŞTIRMIŞTI, ARTIK O GELECEKTE ÇIKABILECEK KORKUNÇ FIRTINALARLA SAVAŞMAYA HAZIRDI. )

RAST: Spîtama li Sabalanê di heşt salan da xwe gihandibû û dê li hemberê tofanan, li ber xwe bidaya.

 

ŞAŞ: XWÎNA CANÊ MIN QEŞA GIRT. (KANIM DONDU.)

RAST: Xwîna min cemidî. Ava sar bi ser canê min da hat. Xwîn li min miçiqî. Ez bûm kevir û mam. Mîna ku ava sar li min bikin.

 

ŞAŞ. BERÊ ANÎNE LI SER NAVÊ QURBANÊ GA SER JÊ KIRINE. (ESKIDEN GETIRIP KURBAN ADINA, ÖKÜZ KESMIŞLER.)

RAST: Berê ji bo qurbanê ga şerjê kirine. Berê ga kirine qurban.

 

ŞAŞ: HER DER TÊK ÇÛBÛ, LINGÊ XWE JI ERDÊ RAKIR Û LÊ NÊRÎ. (HER YER YIKILMIŞTI, AYAĞINI YERDEN KALDIRIP BAKTI.

RAST: Her der wêran bûbû, lingê xwe bilind kir û lê mêze kir. Her der bûbû xopan, lingê xwe rakir û lê mêze kir.

 

ŞAŞ: MA RUH Û MÊJÎYÊ MIROVÎ EWQASÎ RADIWESTE Û DITEVIZE? (INSANIN RUHU VE BEYNI BU KADAR YORULUP UYUŞUR MU? )

RAST: Ma mirov ewqasî bêaqil dibe?

RAVE: Ji bo rewşên weha peyva, “bêaqilî”yê tê bikaranîn. Hiş disekine, mêjî jî dibe ku bitevize.

 

ŞAŞ. Û WAN DIKIN QURBANA SAETEK ZEWQA XWE.(ONLARI BIR SAATLIK ZEVKLERINE KURBAN EDÎYORLAR.)

RAST: Û li ber wan nakevin û em wan dikin qurban ji xwe re. Em ji bo kêfa xwe wan dikin qurban.

RAVE. Qey wê çaxê seet hebû? ☺

 

ŞAŞ: ZEWQ Û SERXWEŞÎYEKA PIR MEZIN BI MIROVÎ RA PEYDA DIBE, LÊ HIŞÊ MIROVÎ DITEVIZÎNE. (INSANDA BÜYÜK BIR SARHOŞLUK VE ZEVK OLUŞUYOR, AMA INSANIN AKLINI UYUŞTURUYOR.)

RAST: Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê aqil ji serê mirovî dibe. Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê mirovî gêj dike. Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê mirovî bêhiş dike. Zewq û serxweşîyeka zêde li mirovî peyda dibe, lê hişê mirovî ba dikeve.

 

ŞAŞ: JIXWE EZ JÎ DIHATIM WIR SPÎTAMA TE NEHIŞT EZ BÊJIM. (ZATEN BEN DA ORAYA GELECEKTIM SPITAMA, BIRAKMADIN KI SÖYLEYEYIM.)

RAST: Jixwe min ê jî qala wî tiştî bikira Spîtama, te nehişt ez bibêjim.

 

ŞAŞ: MAÎDYO JÎ JÊ RA PIŞTÎ WÎ QALA PÊŞKETINÊN GUND Û BAJÊR DIKIR; PIŞTÎ SPÎTAMAYÎ ÇI BÛBÛ. (MAIDYO ONA, O GITTIKTEN SONRA KÖYDEKI VE ŞEHIRDEKI GELIŞMELERDEN BAHSETTI, SPITAMA’DAN SONRA NE OLMUŞTU? )

RAST: Piştî ku Spîtama çûbû li gund û bajêr çi qewimî çi cirîya, Maîdyo jê ra qala wan dikir.

 

ŞAŞ: EW DI ROJEVA GUND, BAJÊR Û WELÊT DA SERWEXT DIKIR. (ONLARI KÖY, ŞEHIR VE ÜLKE GÜNDEMINDEN HABERDAR EDÎYORDU.)

RAST: Wî ew li ser meseleyên ku li gund û bajêr û welat qewimibûn serwext dikir.

 

ŞAŞ: BI NEBAWERÎYA LAWÊ XWE EW JI MIRINEKA MUHTEMEL RIZGAR DIKIR. (OĞLUNA INANMAMAKLA ONU MUHTEMEL BIR ÖLÜMDEN KURTARIYORDU.)

RAST: Bi bawernekirina ji lawê xwe, ew ji kuştinê xilas dikir.

 

ŞAŞ: ŞAXÊN ŞENGEBÎYAN BI BANDORA BÊ LI BA DIBÛN. (SALKIM SÖĞÜTLERIN DALLARI RÜZGARIN ETKISÎYLE SALLANIYORDU.)

RAST: Şaxên şengebîyan li ba dibûn.

 

ŞAŞ: GER TU BIXWAZÎ BI DIZÎ DIKARE TÊKILÎYA ME BIDOME. (EĞER ISTERSEN ILIŞKIMIZ GIZLICE DEVAM EDEBILIR.)

RAST: Ger tu bixwazî bila hevaltîya me bi dizî dewam bike. Ger tu bixwazî bila dostanîya me bi dizî dewam bike.

 

ŞAŞ: LÊ MIROVAN HERTIM JI DÊVLA STRANAN DEREW GOTIN. (AMA INSANLAR HER ZAMAN, ŞARKI SÖYLEMEK YERINE YALAN SÖYLEDILER.)

RAST: Lê mirov hertim ji dêvla bistrên, wan derew kirin.

 

ŞAŞ: Ji bo mijarê biguhere û hewa nexweş ji holê rabe. (Konuyu değiştirip, kötü havayı ortadan kaldırmak için.)

RAST: Ji bo berê gotinê bikeve cîyekî din û tefil dûman rabe. Ji bo qala tiştekî din bike û rê bi gotinê bixe.

 

ŞAŞ: MESELE NE KUŞTINA WÎ YE, MESELE EW E KU RAMANÊN WÎ BÊN KUŞTIN. (MESELE ONUN ÖLDÜRÜLMESI DEĞIL, MESELE ONUN DÜŞÜNCELERININ ÖLDÜRÜLMESIDIR.

RAST. Mesele ne kuştina wî ye, mesele ew e ku mirov ramanên wî pûç û betal bike.

 

ŞAŞ: TIM JÊ RA PIRSGIRÊK DERDIXIST. (ONA HER ZAMAN SORUN ÇIKARIYORDU.)

RAST: Tim jê ra dibû serêşî. Tim jê ra dibû bend û qeyd. Tim teşqele dianî pêşîya wî.

 

ŞAŞ: WÊ ÇI PÊ BÊ, EM Ê ÇI WINDA BIKIN? (NE OLACAK, NE KAYBEDECEĞIZ? )

RAST: Ew ê çi bibe, ew ê çi ji destê me here? Ma yê çi pê bê, tiştek ji kîsê me naçe.

 

ŞAŞ: BI DEST XWE JI GAVÊN RA BI MANEYA DEWAM BIKE ÎŞARET KIR. (ELÎYLE SIĞIRTMAÇA DEVAM ET ANLAMINDA IŞARET ETTI.)

RAST: Bi îşareta destan, xwest ji gavên ra bêje dewam bike. Bi destan ji gavên ra got dewam bike.

 

ŞAŞ: GAVA DÎTIBÛ KU GUHDAREK JÊ RA ÇÊBÛYE BÊTIR LI LÊXISTINA BILÛRÊ SOR BÛBÛ. (BIR DINLEYENI OLDUĞUNU GÖRDÜĞÜNDE, KAVALI ÇALMAYA DAHA BIR ISINMIŞTI.)

RAST: Gava dît ku yek guh lê dike, bêtir li bilûrê sor bû.

 

ŞAŞ: KU EZ NE DI NAVBERÊ DA BIM NAHÊLIN AV BIGIHÎJE SER WÎ. (BEN ARADA OLMASAM, ONUN NEFES BILE ALMASINA BILE IZIN VERMEZLER.

RAST: Ku ne ji min be, nahêlin av bigihîje ser wî. De ne ez bim, nahêlin av bigihîje ser wî.

 

ŞAŞ: DI RÛYÊ TE Û WÎ BIRAYÊ TE ARASTÎYÊ KONE Û QURRE DE, LAWIKÊ MIN JI MALÊ TERRIQÎ. (SENIN VE KURNAZ VE KENDINI BEĞENMIŞ KARDEŞIN ARASTI YÜZÜNDEN, OĞLUM EVDEN AYRILDI.)

RAST: Ji rûyê te û wî birayê te Arîsteyê kone û qure, lawikê min ji malê teriqî.

 

ŞAŞ: WEK MAGÛYEKÎ EV NAYÊ HESABÊ MIN. (BIR MAGU OLARAK BU BENIM HESABIMA GELMÎYOR.)

RAST: Em Magû tiştekî weha qebûl nakin. Tiştekî weha li hesabê me Magûyan nayê.

 

ŞAŞ: LÊ EZ NE PALE, HOSTE AN JÎ HESINKAREK IM Û BÊ DÎN AN JÎ KÊM DÎNDAR IM KU DERBASÎ DÎNÊ WÎ BIBIM. (BEN IŞÇI, USTA YA DA DEMIRCI DEĞILIM VE DINSIZ YA DA AZ DINDAR DEĞILIM KI ONUN DININE GEÇEYIM.)

RAST: Ez ne pale, hoste an jî hesinkarek im û bê dîn an jî qelsebawer im ku herim ser dînê wî.

 

ŞAŞ: DÊ KEÇAN, BAV BÊTIR LAWAN HÎS DIKIN. (ANNE KIZLARI, BABA DAHA ÇOK OĞULLARI HISSEDER.)

RAST: Meyla dayikan li ser keçan, meyla bavan li ser lawan e. Dilê dayika bi ser keçan ve ye, dilê bavan bi ser lawan ve ye.

 

ŞAŞ: LÊ SIBÊ RO WÊ BIBÛYA AGIREKÎ MEZIN. (AMA YARIN ÖBÜR GÜN BÜYÜK BIR ATEŞ OLACAKTI.)

RAST: Lê sibê ro dê bibûya agirekî gur û geş. Lê sibê ro dê bibûya agirekî xweş.

 

ŞAŞ: LÊ MIJARA ÇÛNA AKTABANAYÊ, AXAFTINA BI QIRÊL RA EZ JÎ LÊ FIKIRÎM. (AMA AKTABANA’YA GIDIŞ KONUSU, KRAL ILE KONUŞMA, ONLARI DÜŞÜNDÜM.

RAST: Lê mesela çûna Aktabanayê, axaftina bi qirêl ra ez jî lê fikirîm.

 

ŞAŞ: HERTIM FIKIRÎNA LI MIN, BI MIN RA HERTIM TÊKILÎYEKA GURR, MIN TÊ DERXIST KU EW DIÊŞAND. (HER ZAMAN BENI DÜŞÜNMEK, BENIMLE HER ZAMAN SIKI BIR ILIŞKI, ANLADIM KI ONU ACITIYOR.)

RAST: Hertim fikirîna li min, hevaltîyeka baş a bi min re, min tê derdixist ku ew diêşand.

 

ŞAŞ: TU DIKARÎ BI WÊ RA TÊKEVE TÊKILÎYÊ. (ONUNLA ILIŞKI KURABILIRSIN.)

RAST: Tu dikarî bi wê ra bibî heval. Tu dikarî bi wê ra bidî û bistînî.

 

ŞAŞ: TE NÊRÎNEKA MEZIN ANÎYE RAMANSAZÎYÊ. (TEORÎYE BÜYÜK BIR BAKIŞ AÇISI GETIRDIN.)

RAST: Te berê ramansazîyê fireh kirîye. Te zanîneka hêja li ramansazîyê zêde kirîye.

RAVE Gelo ji bo vê rewşê mirov dikare peyva “sazkirin”ê bi kar bîne? 

 

ŞAŞ: SPÎTAMA BI VÊ FIKRA XWE RÊBAZA DÎYAKLEKTÎKÊ AVA KIRIBÛ Û LI SER DÎYALEKTÎKA WÎ WÊ GELEK RAMAN AVA BIBÛNA Û RAMANGER BIAFIRÎYANA. (SPITAMA BU FIKRÎYLE, DÎYALEKTIK YÖNTEMI OLUŞTURMUŞTU VE ONUN DÎYALEKTIĞI BIRÇOK DÜŞÜNCEYI OLUŞTURACAK VE DÜŞÜNÜRLERI YARATACAKTI.)

RAST: Spîtamayî bi vê fikra xwe rêbaza dîyalektîkê çêkiribû û li ser dîyalektîka wî dê gelek raman bihatina pê û dê gellek ramanger derketina meydanê.

 

ŞAŞ: NIRXANDINÊN BÛRZÎN KÛRÛS PIRR BAŞ Û ERÊNÎ BÛN Û EV JI BO SPÎTAMAYÎ MORAL BÛ. (BURZIN KURUS’UN DEĞERLENDIRMELERI ÇOK IYI VE OLUMLUYDU VE BU SPITIMA IÇIN MORALDI.)

RAST: Nirxandinên Bûrzîn Kûrûsî pir baş bûn û vî tiştî mûrê Spîtamayî xweş kir, kêfa wî anî.

 

ŞAŞ: GER WÊ HINEKÎ TE REHET BIKE EZ DIKARIM BÊJIM KU EZ WEK MAMOSTEYÊ TE… (EĞER SENI BIRAZ RAHATLATACAKSA, ÖĞRETMENIN OLARAK SÖYLEYEBILIRIM KI…)

RAST: Ger ku êşa te pê sivik bibe, ger tu hinekî pê rehet bibî, ez jî dikarim bibêjim ku…

 

ŞAŞ: BERÎ KU ANGARES DEST BI BERSIVDANÊ BIKE… (ANGARES CEVAP VERMEYE BAŞLAMADAN ÖNCE.)

RAST: Berî ku Angares bersiv bide…

 

ŞAŞ: Di dewleta Medyayê da valahîyeka olî nîn e. (Medya devletinde dini boşluk yoktu.)

RAST: Li dewleta Medyayê, ji alîyê dînî va kêmanîyek tune bû. Li dewleta Medyayê hewcdarî bi dînekî nû tune bû.

 

ŞAŞ. MAGÛTÎ SAZÎYEKA “RÛNIŞTΔ YE. (MAGULUK OTURMUŞ BIR KURUMDUR.)

RAST: Magûtî sazîyeka “kevn” e. Magûtî ji berê da he ye.

 

ŞAŞ: ÇIMA JI BO TE XWE Û ARAMSAZÎYA XWE BIAVÊJE XETEREYÊ? (NÎYE SENIN IÇIN KENDINI VE HUZURUNU TEHLIKEYE ATSIN?)

RAST: Çima ji bo te hizûra xwe xirab bike, xwe bavê ber devê guran. Çima ji bo te hizûra xwe xirab bike û xwe bike talûkê.

 

ŞAŞ: JI BO KU BÊYÎ ZERAR Û XETEREYEK BIGIHÎJE MIN… (BANA ZARAR VE TEHLIKE GELMEMESI IÇIN…)

RAST: Ji bo bêyî ku zirarekê bide min û serê min bikeve belayê…

 

ŞAŞ: BAWERÎYÊN OLÎ YÊN MEDYAYÎ JÎ, DI KÛRAHÎYÊ DA PIRR GIRÊDAYÎ BAWERÎYÊN GREKÎ YE. (74)  (MEDYANIN DINI INANÇLARI, GREK INANÇLARINA DERINDEN BAĞLIDIR.)

RAST: Bawerîyên dînî yên medyayî, di eslê xwe da digihîjin bawerîyên Grekî.

 

ŞAŞ: BÛRZÎN KÛRÛS SERÊ XWE BI MANEYA “ERÊ” Û “ERÊNÎ BE” XWAR KIR. (BURZIN KURUS, BAŞINI EVET ANLAMINDA EĞDI.)

RAST: Bûrzîn Kûrûsî, serê xwe hejand û got, erê. Bûrzîn Kûrûs, serê xwe hejand û xwest bibêje erê, dibe.

 

ŞAŞ: BAVÊ WÎ RAST KET MESELÊ. (BABASI DOĞRUDAN MESELEYE GIRDI.)

RAST: Bavê wî, hema di nig da ket nava meselê. Bavê wî, hema di carekê da ket nava meselê. Bavê wî, hema di carekê da xwe li meselê qeliband.

 

ŞAŞ. DI MIJARÊN WEK ZEWACÊ DE… (EVLILIK GIBI KONULARDA…)

RAST: Di meselên wek zewacê de…

 

ŞAŞ: MAL BIÇÛK E, HETA WEK HOLIKEKÊ YE, LÊ HÛN DIKARIN WÊ PÊŞ BIXIN.  (EV KÜÇÜK, HATTA ÇARDAK GIBIDIR, AMA ONU GELIŞTIREBILIRIZ.)

RAST: Mal biçûk e, wek holikekê ye, lê hûn dikarin çend tiştan lê zêde bikin, lê hûn dikarin wê mezin bikin.

 

ŞAŞ: JIXWE MESELE JÎ JI PIRR BAŞÎYA TE DIQEWIME. (MESELE ÇOK ÎYI OLMANDAN KAYNAKLANIYOR.)

RAST: Tu pir baş î, jixwe mesele jî ev e.

 

ŞAŞ: WEK MÎNAK YEK JI WAN ARMAÎTÎ YE.  (ÖRNEĞIN, ONLARDAN BIRI ARMAITI’DIR.)

RAST: Li ser meselê, Armaîtî yek ji wan e. Mesela, yek ji wan Armaîtî ye.

 

ŞAŞ: VÊ SIBÊ NIHA HERDU LI DERVE, WAN XANÎKÊ XWE TEHMÎR DIKIR. (BU SABAH IKISI DA DIŞARDA, EVLERINI TAMIR EDÎYORLARDI.)

RAST: Vê sibê herduyan li derve qul û bexşikên xanîyên xwe digirtin. Vê sibê herduyan li derve qul û bexşikên xanîyên xwe pîne dikirin. Vê sibê herduyan li derve kiroşên xanîyê xwe digirtin. Vê sibê herduyan li derve mala xwe didûtin.

 

ŞAŞ: MECBÛR DIMÎNE KU WÊREKÎYEKÊ NÎŞAN BIDE.  (BIR CESARET ÖRNEĞI GÖSTERMEYE MECBUR KALIYOR.)

RAST: Mecbûr dîmêne ku mêranîyekê bike.

 

ŞAŞ: GOTINÊN ÇORS Û HEQARETÊN HIŞK LÊ BIKE… (ANLAMASIZ SÖZLER VE SERT HAKARETLER… )

Rast: Gotinên çors jê ra bibêje, heqaretan lê bike…

 

ŞAŞ: HINEK DAR ÇANDIBÛ Û ÊN MAYÎ XWEZAYÎ BÛN.  (BAZI AĞAÇLAR EKMIŞTI, GERI KALANLAR DOĞALDI.)

RAST: Hinek dar danîbûn, ên din ji berê da hebûn…

 

ŞAŞ. JI NIŞKÊ TIŞTEK HAT BÎRÊ, “HESP” GOT XWOWÎYÊ; “HESPEK DIKARE NAVBERA ME BAŞ BIKE. (ANIDEN AKLINA BIR ŞEY GELDI, “AT” DEDI XWOWI; “AT ARAMIZI DÜZELTEBILIR.” )

RAST: Ji nişkê ve hat bîra Xwowîyê, got “Hesp hesp! Hespek dikare me li hev bîne.”

 

ŞAŞ: XWOWÎYÊ HINEKÎ ŞERMOK BI DENGEKÎ QELS GOT… (XWOWÎ BIRAZ UTANGAÇ ZAYIF BIR SESLE DEDI… )

RAST: Xwowîyê bi şermokî û dengekî nizim got…

 

ŞAŞ: Tu min dikî astengî, tu min dikî astengîya negihîştina bawerîya wî… (98)  (Beni sorun edîyorsun, beni inancına ulaşamamada sorun edîyorsun.)

RAST: Tu min dikî sebeb, tu min dikî sebeba bawernekirina ji wî.

 

ŞAŞ: TU JÊ BAWER BIKÎ, TU JÎ TÊKEVÎ REWŞA NIHA KU EW TÊ DE.  (ONA INANIRSAN, SEN DA ONUN ŞU AN IÇINDE BULUNDUĞU DURUMA GIRERSIN.)

RAST: Tu jê bawer bikî, tu yê jî bikevî halê wî. Tu jê bawer bikî tu yê bibî wek wî.

 

ŞAŞ: JI BO SAZÎYA MAGÛTÎYÊ XETERE DIHESIBAND. (MAGULUK KURUMU IÇIN TEHLIKE SAYIYORDU.)

RAST: Ev ji bo Magûtîyê tiştekî bi talûke bû.

 

ŞAŞ: Êdî Medya jê ra nabe, Medya ji bo wî qedîyaye… (Medya artık ona olmaz, Medya onun için bitti.)

RAST: Êdî Medya jê ra nabe, tu qîmeta Medyayê li bal wî nemaye. Êdî nema dikarî li Medyayê bihewe, Medya li ber çavê wî bû tiştekî bêqîmet.

RAVE:  Însanek xwe di ber mirovî da feda bike, ji taqet bikeve dibêjin, “Te xwe ji bo min qedand.” )

 

ŞAŞ: MADEM BAVÊ WÎ ASTENGEKA HEQÎQÎ BÛ… (MADEM BABASI GERÇEK BIR SORUNDU.)

RAST: Madem bavê wî birra jî li pêşîya me asteng bû… Madem bavê wî bixwe teşqeleka mezin bû…

 

ŞAŞ: BERF BÛ, BAYÊ KU SERÇAVÊ WÎ DIBIRRÎ… (KARDI, YÜZÜNÜ KESEN RÜZGAR.)

RAST: Berf bû bayê ku li serçavê wî dixist.

 

ŞAŞ: DÛMANA KU JI SER XÊNÎ DIKIŞE DELÎL E KU XANÎ ZINDÎ YE Û GERM E… (EVIN ÜSTÜNDEN YÜKSELEN DUMAN, EVIN SICAK VE CANLI OLDUĞUNU GÖSTERÎYORDU.)

RAST: Dûyê ku ji kulekê dikişe delîl e ku xanî şên e û stara serê hinekan e.

 

ŞAŞ: JI BO QEHRA XWE BINIXUMÎNE BI HÎREHÎR DIKENÎYA… (ÖFKESINI ÖRTMEK IÇIN YÜKSEK SESLE GÜLÜYORDU.)

RAST: Ji bo qehra xwe nede der, hîrehîra wî bû.

 

ŞAŞ: AJALÊN BEJÎ Û HOV HEVDU DIKUJIN, HEV PARÇE DIKIN Û HEV DIXWIN LI GORÎ XWEZAYA XWE TEVDIGERIN… (EVCIL VE VAHŞI HAYVANLAR BIRBIRINI ÖLDÜRÜYOR, PARÇALAYIP YÎYÎYOR, DOĞALARINA GÖRE DAVRANIYOR.)

RAST: Ajalên bejî û hov hevdu dixwin, hev parçe dikin hev dixwin, li gor tebîetê xwe tev digerin, li gor xulqê xwe hereket dikin.

 

ŞAŞ: Ev raman ji serê wê diçû… (Bu düşünce aklından gidîyordu.)

RAST: Wê ev fikar ji bîr dikir.

 

ŞAŞ: DIHAT BER ŞIBAKÊ CEM MIN Û WÊ JÎ WEK MIN BÊYÎ KU TIŞTEK JI DESTÊ WÊ BÊ BI MIN RA ALÎKARÎYA NÊRINA DERVE DIKIR… (BENIM YANIMA PENCEYE DOĞRU GELIP, BENIM GIBI ELINDEN BIR ŞEY GELMEDEN, BENIMLE DIŞARIYA BAKMAYA YARDIM EDÎYORDU.)

RAST: Dihat ber şibakê cem min û wê jî wek min bêyî ku tiştek ji destê wê bê bi min ra li derve dinêrî…

 

Herweha di beşê ewil da, hinek hevokên ku gumanên mirovî ji wan hene ev in:

 

ŞAŞ: WÊ, DI SPÎTAMAYÎ DA TIŞTÊN MEZIN HÎS KIRINE… (O SPITAMA’DA BÜYÜK ŞEYLER HISSETTI.)

 

ŞAŞ: EZ KETIBÛM HEYECANÊ… (HEYECANA GIRMIŞTIM…

 

ŞAŞ: DIVÊ MIROV HIŞÊ XWE PÊŞDE BIBE… (INSAN AKLINI GELIŞTIRMELI.)

 

ŞAŞ: PÛRÛŞSAPAYÎ DESTÊ XWE BIR GUHÊ XWE GUHARÊ XWE DA ALÎ… (PÛRÛŞSAPA ELINI KULAĞINA GÖTÜRDÜ, KÖPESINI ÖBÜR YANA ÇEVIRDI.)

 

ŞAŞ: JI BER KU STATU Û BERJEWENDÎYA WAN HEDEF DIGIRE… (STATÜ VE ÇIKARLARINI HEDEF ALDIĞI IÇIN.)

 

ŞAŞ: EW LI HEMBERÎ SPÎTAMAYÎ PÊŞDARAZ BÛ… (O SPITAMAYA KARŞI ÖNYAGILI IDI.)

 

ŞAŞ: MIROV ÇIQASÎ XURT Û XWEDÎ DERFETÊN FIREH BE JÎ… (INSAN NE KADAR GÜÇLÜ VE GENIŞ IMKÂNLARA SAHIP OLSA DA.)

RAST: Mirov çiqasî xurt be û derfetên wî hebin jî… 

 

ŞAŞ: DI VIR DA MAÎDYO DEST BI GIRÎ DIKE… (BURADA, MAIDYO AĞLAMAYA BAŞLIYOR.)

RAST: Û Maîdyo digirî.

 

ŞAŞ: PIŞTÎ XEBATEKA MEZIN Û GIRAN A DEH SALAN.. (ON YILLIK BÜYÜK VE AĞIR BIR ÇALIŞMADAN SONRA.)

RAST: Piştî xebateka hêja ya deh salan.  Piştî xebateka giran ya deh salan.

 

ŞAŞ: SPÎTAMAYÎ KARÎBÛ TÊKETA TEŞQELEYÊN GIRAN… (SPITIMA BÜYÜK OLAYLARA GIREBILIRDI.)

RAST: Dibû ku serê Spîtamayî têketa belayên giran.

RAVE:  Di pirtûkê da hevok ji bo rewşa “îxtîmalê” ye, di Kurmancî da ji bo vê rewşê lêkera “bûn” û peyva “belkî”yê tê bikaranîn. Lêkera “karîn”ê îxtîmalê çênake. 

 

ŞAŞ: WÎ EZ JI XWE RA MÎNAK DIGIRTIM… (O BENI KENDINE ÖRNEK ALIYORDU.)

RAST: Wî yê ez ji xwe ra bikirima rêber.  Wî yê bidaya pey şopa min. Ew ê li dû min bihata.

 

ŞAŞ: JI BO WÎ XALEKÎ PIRR GIRÎNG BÛ… (ONUN IÇIN ÖNEMLI BIR MADDE IDI.)

RAST: Ev tişt, ji bo wî muhîm bû. Ji bo wî ev tişt pir bi qîmet bû.

 

ŞAŞ: EV MIJAR HATIBÛ GIRTIN, MIJAREKA DIN VEBIBÛ… (BU KONU KAPANMIŞTI VE BAŞKA BIR KONU AÇILMIŞTI.)

RAST: Ev mesele hal bû, li ser meseleka din xeber didan. Ev mesele hal bû, qala tiştekî din dikirin.

RAVE: Hevok, ji alîyê avanîya lêkêrê va jî li hev nakin. Yek tebat e, yek lebat e.  Ravek, li gorî awayê Tirkî hatîye lêkirin.

 

ŞAŞ: GER SIBÊRO PIRSGIRÊKEK DERKEVE… (EĞER YARIN ÖBÜR GÜN BIR SORUN ÇIKARSA.)

RAST: Ger sibêro teşqeleyek çêbibe…

 

ŞAŞ: EZ Bİ TE RA DERKETİME RÊYA MİRİNÊ… (BEN SENİNLE ÖLÜM KALIM YOLUNA ÇIKMIŞIM.)

RAST: Min ji bo te mirin daye ber çavan.

 

ŞAŞ: TIŞTEKÎ NEYÎNÎ BÎNE SERÊ MIN… (BAŞIMA OLUMSUZ BIR ŞEY GETIRIRSE.)

RAST: Tiştekî xirab bîne serê min… Tiştekî bîne serê min…

 

ŞAŞ: JI YEKÎ TENÊ HEZKIRIN BAŞ E LÊ NE BES E, JI YEKÎ TENÊ BAWERKIRIN BAŞ E.  (TEK BIR KIŞÎYI SEVMEK ÎYIDIR AMA YETMEZ, BIR KIŞÎYE TEK INANMAK ÎYIDIR.)

RAST: Mirov ji yekî tenê hez bike tiştekî baş e, lê ne bes e, ji yekî tenê bawer bike tiştekî baş e.

 

ŞAŞ: SIÛDEKA PIR MEZIN BÛ KU HERDU ÇÊLIK SAX FILITÎBÛN… (IKI YAVRUNUN SAĞ KURTULMASI BÜYÜK BIR ŞANSTI.)

RAST: Çêlik bi siûd bûn ku sax filitîbûn. Xwedê li gunehên çêlikan nêrîbû ku sax filitîbûn.

 

ŞAŞ: EV ÇARESERÎYA SAXLEM HATIBÛ GUHÊ MAÎDYO… (BU SAĞLAM ÇÖZÜM MAIDYO’NUN KULAĞINA GELMIŞTI.)

RAST: Maîdyo ev çareserîya hanê bihîstibû. Maîdyo hay ji vê çareserîyê hebû.  Ev çareya bi ber guhê Maîdyo ketibû.

 

ŞAŞ: LÊ HESAB VAJÎ DERKETIBÛ.. (AMA HESAP TERS ÇIKMIŞTI.)

RAST: Lê hesabê wan li hev derneket.  Lê hesabê wan şaş derket.

 

ŞAŞ: WELATÊ XWE KÛR KÛR BÊHN KIR… (VATANINI DERIN DERIN KOKLADI.)

RAST: Welatê xwe têr bêhn kir. Welatê xwe baş bêhn kir.

 

ŞAŞ: HÊDÎ HÊDÎ XWOWÎ Û ZAROK HAZIRÎ VÊ YEKÊ KIRIBÛN… (XWOWI VE ÇOCUKLARI YAVAŞ YAVAŞ BUNA HAZIRLAMIŞTI.)

RAST: Hêdî hêdî Xwowî û zarok hînê vê yekê kiribûn.  Hêdî hêdî Xwowî û zarok ji vê yekê ra hazir  kiribûn.

 

ŞAŞ: SPÎTAMA DI TEMENÊ ÇIL SALÎ DA BERÎ ZAYÎNA ÎSAYÎ… (SPITAMA KIRK YAŞINDA, ISA’NIN DOĞUMUNDAN ÖNCE.)

RAST: Spîtama di çil salîya xwe de, berî çêbûna Îsa… Spîtama berî zayîna Îsayî wextê çil salî bû…

 

ŞAŞ: BI MEHÎYETEKA FIREH LI BENDA SPÎTAMAYÎ BÛ… (GENIŞ BIR MAHÎYETLE SPITAMA’YI BEKLÎYORDU.)

RAST: Bi tevî heval û hogiran li benda Spîtamayî bû.

 

ŞAŞ: SPÎTAMA MIROVEKÎ XWEZAYÎ BÛ… (SPITAMA DOĞAL BIR INSANDI.)

RAST: Spîtama li çol û çîyan mezin bûbû. Spîtama ji nav dilê çol û çîyan dihat. Spîtama av û nanê wan deşt û çîyan xwaribû. Spîtamayî zilamê deşt û zozan û çîyayan bû.

 

ŞAŞ: HEY BI ÇAVÊN HEYIRÎ LI DORA XWE DINÊRE… (ŞAŞKIN GÖZLERLE ETRAFINA BAKIYOR.)

RAST: Şaş mabû û li dora xwe dinêrî. Matmayî li dora xwe dinêrî. Hey li dora dinêrî û li wan heyirî dima.

 

ŞAŞ: ACIZÎYA XWE JI SER XWE AVÊTÎYE Û NIHA GUNCAWÊ RAMANÊ YE… (YORGUNLUĞUNU ÜSTÜNDEN ATMIŞ, DÜŞÜNMEYE MÜSAITTI.)

RAST: Bêhna wî hatîye ber wî û niha êdî dikare bifikire.

 

ŞAŞ: MIROVÊN VIR NE PÊŞDARAZ BÛN… (BURANIN INSANLARI ÖNYARGILI DEĞILDI.)

RAST: Tiştên xirab, nedihat ber dilê van mirovan. Ev mirov, ne dilxerab bûn.

 

ŞAŞ: ÇI ZÊRR Û CEWHER JI DESTÊ XWE REVANDÎYE… (NE ALTIN VE MÜCEHVERLER KAÇIRMIŞ ELINDEN.)

RAST: Çi zêr û cewher ji destê wî çûne…

 

ŞAŞ: Xezeba wan nekişîne ser xwe… (Onların gazabını üzerine çekme.)

RAST: Berê xezeba wan nede xwe. Xwe, ji xezaba wan bistrîne…

 

ŞAŞ: NE PÊKAN E KU EW XERABÎYEKÊ BIKE Û BI XWE RA BIKEVE NAKOKÎYÊ.  (KÖTÜ BIR ŞEY YAPIP KENDISÎYLE ÇELIŞKÎYE GIRMESI IMKANSIZ.)

RAST: Ew ê xerabîyekê neka û bi xwe ra rast be.

 

ŞAŞ: HINEKÎ DIBIŞIRE Û DI HUNDIRÊ XWE DA DIBÊJE… (BIRAZ GÜLÜMSÜYOR VE IÇINDEN DÎYOR KI.)

RAST: Dibişire û di dilê xwe da dibêje.

 

ŞAŞ: GUNEH GIRAN E LÊ VÊ XERABÎYÊ ANCAX DIKARE ZAK BIKE… (GÜNAHI AĞIRDIR, BU KÖTÜLÜĞÜ ANCAK ZAK YAPAR.)

RAST: Gunehekî giran e, lê vê xerabîyê dibe ku yekî wek Zak bike.

 

ŞAŞ: HER WEKÎDIN GELEK KIRINÊN RONÎ PÊK BIANÎYANA… (VE BAŞKA BIRÇOK AYDINLIK EYLEMLER YAPACAKTI.)

RAST: Her wekîdin dê gelek karên baş bikirina.

 

ŞAŞ: FRAŞAOŞTRA Û JAMASPA SEKINÎ MAN, DENG JI WAN ÇÊNEBÛ… (FRAŞAOŞTRA VE JAMASPA ÖYLECE DURDULAR, SES ÇIKMADI ONLARDAN.)

RAST: Fraşaoştra û Jamaspa bûn kevir û man, nema deng ji wan derket. Fraşaoştra û Jamaspa lal bûn, deng ji wan bilîya. Fraşaoştra û Jamaspa sar sekinîn û gotin ji wan çênebû.

 

ŞAŞ: TU NABÊJÎ JI BER BARANÊ REVÎYAYE BER ZÎPIKÊ… (DEMEK YAĞMURDAN KAÇIP DOLUYA TUTULMUŞTU.)

RAST: Tu nabêjî, ji ber şirikê çûn ber mezrîbê. Tu nabêjî, ji ber baranê revîn xwe dan ber şirikê. Tu nabêjî, ji baranê revî li teyrokê qelibî. Çima tu nabêjî ji ber baranê çû xwe da ber mezrîbê.

 

ŞAŞ: LI CEM MALA WÎ MÊVANDAR MA… (ONLARIN YANIN DA KONUK KALDI.)

RAST: Li wî bû mêvan. Bû mêvanê wî.

RAVE: Gelo mirov çawa “mêvandar” dimîne? ☺ 

 

ŞAŞ: ME HER ÇARE CERIBAND… (BIZ HER ÇAREYI DENEDIK.)

RAST: Çi ji destê me hat me kir. Me texsîr nekir, çi ji destê me hat me kir.

 

ŞAŞ: GER MIROV YEKÎ DILVEKIRÎ BE PIR HÊSAN E KU GOTINEK KINIK AN JÎ TIŞTEKÎ BIÇÛCIK BIBE SEDEM KU MIROV BAWER BIKE… (EĞER INSAN AÇIK YÜREKLI BIRI ISE KISA BIR SÖZ YA DA KÜÇÜCÜK BIR ŞEY INSANIN KOLAYCA INANMASINA SEBEP OLUR.)

RAST: Ger mirov dilsoz be, gotinek yan jî tiştekî biçûk dikare bi rehetî bibe sebeb ku mirov bawer bike. Ger mirov ji dil be gotinek yan jî tiştekî biçûk dikare bibe sebeb ku mirov bawer bike…

 

ŞAŞ: JI ÇI DIQEWIME EV NEFRETA MIN? (BU NEFRETIM NEDEN KAYNAKLANIYOR? )

RAST: Ev nefreta min ji çi ye? Ev nefreta min ji ber çi ye?

 

ŞAŞ: TU NE EZ IM, TU JI MIN Î, LÊ TU EZ IM… (SEN BEN DEĞILIM, SEN BENDENSIN, AMA SEN BENIM.)

RAST: Tu ne ez î, tu ji min î, lê tu ez î.

 

ŞAŞ: WÎ EZ ZINDAN KIRIM… (O BENI HAPSETTI.)

RAST: Wî ez xistim zinadanê. Wî ez avêtim hepse.

 

ŞAŞ: BIQASÎ SERÊ NEYNÛKA WAN JI WAN RA NE GIRÎNG E… (ONLAR IÇIN TIRNAĞIN UCU KADAR ÖNEMLI DEĞIL.)

RAST: Biqasî serê derzîyê jî ji wan ra ne girîng e. Ji bo wan nake serîyek pîvaz. Bi qasî neynûka wan jî qîmetê wan li ber çavên wan tune ye.

 

ŞAŞ: EZ NÊZÎKÎ WÎ ME; WÎ DIÇAVDÊRIM… (BEN ONA YAKINIM; ONU GÖZLEMLÎYORUM.)

RAST: Ez nêzê wî me û çavdêrîya wî dikim. Ez nêzê wî me; bala min li wî ye.

 

ŞAŞ: YA WÎ YÊ TU XELAS BIKIRAYÎ YA JÎ XWE BIDA GIRTIN JI BO KU ÊŞA TE PARVE BIKIRA… (YA SENI KURTARACAKTI YA DA KENDINI DA TUTUKLATACKTI SENIN ACINI PAYLAŞMAK IÇIN.)

RAST: Yan wî yê tu xilas bikira yan jî xwe bidaya girtin ji bo ku bibûya hevalê te. Yan wî yê tu xilas bikira yan jî xwe bidaya girtin ji bo ku êşa te sivik bikira.

 

ŞAŞ: EW PIRR BAŞ TEMÎN KIRIN Û EW XISTIN RÊ Û RAST BERÊ WAN DA MEDYAYÊ… (ONU ÎYI TEMIN ETTILER, ONU YOLA KOYDULAR VE YÖNÜNÜ MEDYAYA ÇEVIRDILER.)

RAST: Ew pir baş temîn kirin, ew bi rê kirin û rast berê wan da Medyayê.

 

ŞAŞ: GAVA KU ZAROKAN LI BAVÊ XWE BIPIRSÎYA WÊ ÇÎROKEK ÎCAD BIKIRA Û EW BIXAPADANA… (ÇOCUKLAR BABALARINI SORDUĞUNDA ONLARA BIR ŞEY UYDURUYORDU.)

RAST: Gava ku zarokan li bavê xwe bipirsîya, dê tiştek li hev bianîya û ew pê bixapandina. Gava ku zarokan li bavê xwe bipirsîya dê derewek bikira û ew pê bixapandina.

 

ŞAŞ: Jamaspa ligel ciwanîya xwe karîbû ewqasî xwedî zanîn kesayeteka bilind bûya.  (Jamaspa genç olmasına rağmen, bilgi sahibi ve yüksek bir kişilik olabilîyordu.)

RAST: Jamaspa ligel xortanîya xwe yekî kemilî û zana bû. Jamaspa ligel ciwanîya xwe xwedî zanîn bû û şexsîyetekî mezin bû.

 

ŞAŞ: EV JÎ JI WAN CARÊN XAPÎNOK YEK BÛYA… (BU DA O YALAN ANLARDAN BIRISI OLSAYDI.)

RAST: Ew jî yek ji wan gotinên xapînok bûya…

 

ŞAŞ: PEL DI NAV TILÎYA XWE YA SERÎ Û YA ÎŞARETÊ DA RAST Û ÇEP FITILAND… (YAPRAĞI BAŞ PARMAK VE IŞARET PARMAĞI ARASINDA  SAĞA SOLA ÇEVIRDI.)

RAST: Pel di nava tilîya xwe ya mezin û ya şehadetê da bir û anî.

RAVE: Ev hevok, ji alîyê sentaksê va jî li Kurmancî nake.  Gelo bi Kurmancî dibêjin tilîya “serî” û  ya “îşaretê?” Xelkê, “Qilîç-qilîçik, mamelîç-babelîç, dergevan-natorvan-silima dizan, eşhedok, spîkuj-tilîya mezin-beranî-girêkî…” gotîye, lê awayê “serî” û “îşaret”ê nîn e. 

 

ŞAŞ: JAMASPAYÎ BERSIVA XWE STENDIBÛ… (JAMASPA CEVABINI ALMIŞTI.)

RAST: Jamaspayî bersiva xwe girtibû.

 

ŞAŞ: KU REWŞA SPÎTAMAYÎ BAŞ BÛYA Û EW DI EWLEKARÎYÊ DA BÛYA… (SPITAMA’NIN DURUMU ÎYI OLSAYDI VE GÜVENLIKTE OLSAYDI.)

RAST: Ku rewşa Spîtamayî baş bûya û tu bela li ser sera tune bûya…  Ku halê Spîtamayî baş bûya û star bi serê wî ketibûya…

 

ŞAŞ: Di demên pêş da Maîdyo carinan di nav ra hat Baktrîyayê… (Ileriki zamanlarda, Maidyo bazen Baktrîya’ya.)

RAST: Piştî wextekî Maîdyo carinan dihat Baktrîyayê.

 

ŞAŞ: MÛCÎZE, JI BO KU MIROV BAWERÎYA XWE TALOQ Û ASTENG BIKE HINCETEK E. (MUCIZE INSANIN INANCINI ERTELEYIP SORUN YAPMASI ININ BIR BAHANEDIR.)

RAST: Ji bo ku mirov bawerîya xwe pê neyîne, mûcîze hincet in.

 

ŞAŞ: HER TIŞT DI RONAHÎYEKA MEZIN DA BÛ… (HER ŞEY BÜYÜK BIR AYDINLIK IÇINDEYDI.)

RAST: Her der ronî bû. Ronahîyê, her tişt kiribû bin hikmê xwe.

 

ŞAŞ: DERFETÊN WÎ PIRR FIREH BÛBÛN… (OLANAKLARI ÇOK GENIŞLEMIŞTI.)

RAST: Derfetên wî pir bûbûn.

 

ŞAŞ: DIJMINÊN SPÎTAMAYÎ ÊDÎ EW GIRÎNGTIR DIGIRT Û WAN BÊTIR HESABÊ WÎ DIKIR Û BI ÇAVEKÎ MEZIN LÊ DINÊRÎ… (SPITAMA’NIN DÜŞMANLARI ARTIK ONU ÖNEMLI TUTUYORDU VE ONUN DA HESABINI YAPIYORLARDI VE ONA BÜYÜK BIR GÖZLE BAKIYORLARDI.)

RAST: Dijminên Spîtamayî êdî bêtir hesabê wî dikir, li ber çavên wan bûbû yekî mezin.

 

ŞAŞ: ROJÊN WÎ XWEŞ Û MIŞT DERBAS DIBIN.  (GÜNLERI GÜZEL VE DOLU DOLU GEÇÎYORDU.)

RAST: Rojên wî xweş û geş derbas dibûn.

 

ŞAŞ: TEMENÊ XWOWÎYÊ YÊ LI BAKTRÎYAYÊ XWEŞ Û BEXTEWAR DERBAS DIBÛ… (XWOWI’NIN ÖMRÜ BAKTRÎYA’DA GÜZEL VE MUTLU GEÇÎYORDU.)

RAST: Jîyana Xwowîyê li Baktrîyayê xweş û bextewar bû.

 

ŞAŞ: PALEYEKÎ NAVÊ WÎ VARAZA HEVPEYVÎNA HERDUYAN DIBIRRE… (VARAZA ADINDA BIR TARIM IŞÇISI, ONLARIN KONUŞMASINI KESTI.)

RAST: Paleyekî bi navê Varaza xeberdana wan birî.  Paleyê ku navê wî Varaza bû, peyva wan birî.

 

ŞAŞ: LÊ BILA DI NAVBERA ME DA BIMÎNE… (AMA ARAMIZDA KALSIN.)

RAST: Bila ji xeynî me kes pê nezane.  Bila di nav me da bimîne.

 

ŞAŞ: AQILMENDEKÎ WÎ YÊ BAŞ NÎN E KU WÎ JI KIRINÊN WÎ YÊN ÇEWT VEGERÎNE.  (IYI BIR AKIL INSANI YOK KI ONU YANLIŞ EMELLERINDEN ÇEVIRSIN.)

RAST: Mirovekî aqilmend li balê nîn e ku wî ji şaşîyên wî vegerîne.  Mirovekî zana li balê nîne ku wî ji rêya şaş vegerîne.

 

ŞAŞ: TÊKILÎYÊN XWE JI MEDYAYÊ BIRRÎN Û PIŞTGIRÎYA XWE SEKINAND. (MEDYA ILE ILIŞKILERINI KESTI VE DESTEĞINI DURDURDU.)

RAST: Bi Medyayê ra neda û nestend û êdî piştgirîya wê nekir.  Nema bi Medyayê ra da û stend û nema piştgirîya wê kir.

 

ŞAŞ: HEVALBENDÎYEKA PIRR BAŞ BI DEWLETA BABÎLÊ RA AVA KIRIBÛ… (BABIL DEVLETÎYLE SIKI BIR ARKADAŞLIK KURMUŞTU.)

RAST: Bi dewleta Babîlê ra dostanîyeka baş çêkiribû.  Bi dewleta Babîlê ra dostanîyek baş, danî.

 

ŞAŞ: WEK EŞÎRA HÛYAONAYAN EŞÎREKA PIRR TARÎ Û KEVNEPEREST Û BI BAWERÎYÊN BERÊ PIRR JIDÎYAYÎ GIRÊDAYÎ YE… (HUYAONAYAN AŞIRETI GIBI KARANLIK VE GERICI VE ESKI INANÇLARA SIKI BAĞLIYDI.)

RAST: Wek eşîra Hûyaonayan pir tarî û kevneperest û pir bi ser bi bawerîyên berê ve ye.

 

ŞAŞ: Divê her qirik tehma şûrê me binase… (Her boğaz kılıcımızın tadını tanımalı.)

RAST: Divê her qirrik şûrê me tahm bike.

 

ŞAŞ: EV ŞERR NE ŞERREKÎ JI RÊZÊ YÊ NAVBERA DU DEWLET.  (BU SAVAŞ IKI DEVLET ARASINDA GEÇEN SIRADAN BIR SAVAŞ DEĞIDIR.)

RAST: Ev ne şerekî sivik e ku di navbera du dewlatan da diqewime. Ev ne şerekî virde wê da ye ku di navbera du dewlatan da diqewime.

 

ŞAŞ: BARANA KU DO BARÎYABÛ LI ERDÊ HÊ BAŞ ZUHA NEBÛBÛ… (DÜN YAĞAN YAĞMUR, YERDE DAHA KURUMAMIŞTI.)

RAST: Ji ber barana ku do barîya bû erd hîn jî şil bû.

 

ŞAŞ: SPÎTAMAYÎ ERÊ WEK TEMEN DI SALÊN XWE YÊN ŞÊSTÎ DA BÛ Û HINEKÎ KAL BÛ… (EVET, SPITAMA YAŞ OLARAK ALTMIŞLI YAŞLARDAYDI FAKAT BIRAZ YAŞLANMIŞTI.)

RAST: Spîtama, di şêst salîya xwe da bû lê hinekî kal bû.

 

ŞAŞ: ARTÊŞA WÎ HER KU DIHERE WINDAHÎYÊN MEZIN DIDE… (ORDUSU GÜN GEÇTIKÇE AĞIR KAYIPLAR VERÎYOR.)

RAST: Her ku diçe leşgerên wî bêtir tên kuştin. Eskerên wî her ku diçe kêm dibin.

 

ŞAŞ: GAVA KU ALÎKARÎYA WAN TÊRÊ NEDIKIR Û REWŞA WAN TENIK DIBÛ Û DIKET XETEREYÊ… (YARDIMLARI YETMEDIĞINDE, DURUMLARI ÇOK HASSAS OLUP TEHLIKEYE DÜŞÜYORDU.)

RAST: Gava alîkarîya wan têrê nedikir, rewşa wan xirab dibû û diket talûkê.

 

ŞAŞ: CENG PIRR GERM BÛBÛ.  (SAVAŞ ÇOK SICAKTI, ISINMIŞTI.)

RAST: Şer pir giran bûbû.

 

ŞAŞ: DI VÊ NAVBERÊ DA JAMASPAYÎ JI ZÛ DA PIRSA KU LÊ DIFIKIRÎ ARASTEYÎ SPÎTAMAYÎ KIRIBÛ… (BU ARADA, JAMASPA DA ÇOKTANDIR ÜZERINE DÜŞÜNDÜĞÜ SORUYU.)

RAST: Jamaspayî jî ji zû da pirsa ku lê difikirî ji Spîtamayî kiribû.

 

ŞAŞ: LI FRENÎYÊ DINÊRE Û ALÎKARÎYEKA HISÎ DIDE JINA XWE… (FRENÎYE BAKIYOR  VE ONA HISSI BIR ŞEKILDE YARDIM EDÎYOR.)

RAST: Li Frenîyê dinêrî, hêvî û bawerî didayê…

 

ŞAŞ: ZAK ÎCAR FIRSEND E, SPENTO-DATA TUNE YE, TEQEZ EZ Ê WAN TÊK BIBIM. (ZAK BU SER FIRSATTIR, SPENTO-DANTE YOK, ONLARI KESIN YENECEĞIM.)

RAST: Zak îcar keysa me lê hat, Spento-data ne li wir e, ez ê wan perîşan bikim.

 

ŞAŞ: NIHA HERDU LI KÊLEKA HEV LI SER PIŞTA HESPAN DIÇÛN Û DIPEYIVÎN.  (ŞIMDI IKISI YANYANA, AT SIRTINDA GIDIP KONUŞUYORLAR.)

RAST: Niha herdu li kêleka hev li ser hespê xwe bûn û dipeyivîn.

 

ŞAŞ: BAJAR DI DEMEKA KIN DA ŞIKEST Û KET DESTÊ ARTÊŞA ARJATASPAYÎ.  (ŞEHIR KISA BIR SÜREDE KIRILDI VE DÜŞTÜ VE ARJATASPA ORDUSUNUN ELINE GEÇTI.)

RAST: Bajêr li ber xwe neda zû şikest û ket destê artêşa Arjataspayî.

 

ŞAŞ: JAMASPA WEK ÇAREYA DAWÎ XWE VEDIZÎ.  (JAMASPA SON ÇARE OLARAK KENDINI SAKLADI.)

RAST: Jamaspa herî dawî mêze kir nabe, xwe vedizî.

 

ŞAŞ: “NE JI BO XWE Û ME Û BAVÊ XWE, JI BO WÎ PÊXEMBERÊ KU DI DEMÊ DA BAVÊ TE, WEK TE EW ZÎNDAN KIRIBÛ WERE ŞER BIKE SPENTO…” (KENDIN IÇIN, BIZIM IÇIN, BABAN IÇIN DEĞIL, ZAMANINDA BABANIN SENIN GIBI HAPSETTIĞI PEYGAMBER IÇIN GEL SAVAŞ SPENTO.)

RAST: Ne ji bo xwe û me bavê xwe, ji bo xatirê wî pêxemberê ku zemanekî bavê te ew wek te avêtibû zindanê were şer bike Spento…

 

ŞAŞ: NIHA WEK WÎ, EYNÎ BÊÇARETÎYÊ DIJÎ.  (ŞIMDI ONUN GIBI AYNI ÇARESIZLIĞI YAŞIYOR.)

RAST: Niha ew jî wek wî bêçare ye.

 

ŞAŞ: LÊ SPENTO-DATA BI ŞÛRÊ XWE ÊRÎŞA WÎ VALA DERDIXE.  (AMA SPENTO-DATA KILICIYLA HÜCUMUNU BOŞA ÇIKARDI.)

RAST: Lê Spento-Data bi şûrê xwe, nehîşt derba xwe cî bigire.

 

ŞAŞ: DIVÊ WÎ JI ŞANSÊ RA NEHIŞTA… (ŞANSA BIRAKMAMASI LAZIMDI.)

RAST: Ev ne îşê şansê bû, divê tiştek bikira.

 

ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA TE YA DINYÊ DIQEDE… (ARTIK DÜNYADAKI YAŞAMI SONA ERÎYOR.)

RAST: Êdî nan û ava wî li dinyayê qedîya.

 

ŞAŞ: MIRINEK DUBARE Û DU QAT BÛ.  (TEKRAR EDEN IKI KAT BÜYÜK BIR ÖLÜM.)

RAST: Mirineka giran û zor bû.

 

ŞAŞ: Ji ber ku êşa wî mirîyî ewqasî zor e û tehemul nabe mirov mecbûr dimîne ku wî mirîyî dîsa di hundirê xwe da bikuje… (O ölünün acısı o kadar zor ki, tahammül edilmîyor, insan mecburen o ölüyü içinde yine öldürmek zorunda.)

RAST: Ji ber ku êşa mirina kesê ku mirov jê hez dike ewqasî zor bû û mirov tehemûl nedikir, mirov ji mecbûrî ew kesê mirî dîsa di dilê xwe da dikuşt.

 

Herwiha hinek hevokên ku gumanên mirovî ji wan hene ev in:

 

ŞAŞ: MIROV JI DÛRANÎ JÎ DIKARE BAWER BIKE… (INSAN UZAKTAN DA INANABILIR.)

 

ŞAŞ: HESP ÇÛYE LI QERAXA ÇÊM LI SER GÎYÊ DIÇÊRE… (AT DERE KENARINDA ÇAYIRDA OTLUYOR.)

 

ŞAŞ: EZ DI DILÊ WÎ DA MÊVANEKÎ MAYÎNDE BÛM… (BEN ONUN GÖNLÜNDE KALICI BIR MISAFIRDIM.)

 

ŞAŞ: EZMAN ZELAL BÛ, EWRÊN WEK BERFÊ SPÎBOZ LI EZMÊN XUYA DIBÛN… (GÖKYÜZÜ AÇIKTI, KAR GIBI BEYAZ BULUTLAR GÖKYÜZÜNDEYDI.)

 

ŞAŞ: NEFRETA BÊKONTROL ÎNSÊN TÊK DIBE… (KONTROLSÜZ NEFRET INSANI MAHFEDER.)

 

ŞAŞ: HEMÛ PÊWÎSTÎYÊN WÎ BIBERSIVÎNE… (BÜTÜN IHTÎYAÇLARINI CEVAPLA.)

 

ŞAŞ: LÊ EW BERSIVÊ NADIN VÊ HEZKIRINA TE… (AMA ONLAR SENIN BU SEVGINE CEVAP VERMÎYORLAR.)

 

ŞAŞ: EV HEZKIRIN VAJÎ DIBE Û  VEDIGUHERE NEFRETÊ… (SEVGI TERSINE DÖNÜYOR VE NEFRETE DÖNÜŞÜYOR.)

 

ŞAŞ: EV JI BO WÎ PIRSGIRÊK E YAN NA… (BU ONUN IÇIN SORUN MUDUR YOKSA.)

 

ŞAŞ: LI HEWŞA XÊNÎ BI GAVÊN SIVIK DIMEŞÎYAN… (EVIN AVLUSUNDA HAFIF ADIMLARLA YÜRÜYORLARDI.)

 

ŞAŞ: DEM Û SEBRÊ TELKÎNÎ MAÎDYO DIKE… (ZAMANI VE  SABRI MAIDYO’YA TELKIN EDÎYOR.)

 

ŞAŞ: PIŞTÎ KU EW LI HEV DIKIN Û GOTINA XWE DIQEDÎNIN DIÇIN ALÎKARÎYA… (ONLAR ANLAŞTIKTAN SONRA, SÖZLERINI BITIRIP YARDIMA.)

 

ŞAŞ: Û WÎ LI HEMBERÎ CIVAT Û CIVAKÊ MAFDAR DERXIM… (VE ONU TOPLULUK VE TOPLUM KARŞIŞINDA HAKLI ÇIKARAYIM.)

 

ŞAŞ: AVÊ VEDIXWE, AVA KU BI SER RIHA WÎ DA DIRIJE DI TAVÊ DA DIBIRIQE… (SUYUNU IÇÎYOR, SAKALINA DÖKÜLEN SU GÜNEŞTE PARLIYOR.)

 

ŞAŞ: EV JI BO ME ERÊNÎYEK E… (BU BIZIM IÇIN OLUMLU BIR ŞEYDIR.)

 

ŞAŞ: FRAŞAOŞTRA BI VÎŞTASPAYÎ RA BI AWAYEKÎ PIRR KONSANTRE XAL BI XAL, MÛ BI MÛ LI SER PLANSAZÎYA HERBÊ DAQÛL DIBÛ, HÛR DIBÛ… (FRAŞAOŞTRA, VIŞTASPAY’LA KONSANTRE BIR ŞEKILDE, MADDE MADDE SAVAŞ PLANI ÜZERINE EĞILDI.)

 

ŞAŞ: VÎŞTASPA KETÎYE XETÊ Û QEBÛL NAKE… (VIŞTASPA HATAYA DÜŞMÜŞ VE KABUL ETMÎYOR…

RAVE: Ev biwêj, heger ji bo “rik”ê hatibe bikaranîn rast e, lê ji bo “şaşkirin”ê hatibe gotin şaş e. 

 

ŞAŞ: MIN CIDDÎ NAGIRE.   (BENI CIDDÎYE ALMIYOR.)

RAST: Min bi tiştekî nahesibîne. Ez ne tiştek im li ber çavên wî.

 

ŞAŞ: SPAS, JI BO BIHÎSTÎYARÎYA WE.  (DUYARLILIĞINIZ IÇIN TEŞEKKÜRLER.)

RAST: Ji bo bîrbirîya we, mala we ava. Ji bo eleqedarîya we, mala we ava.

 

ŞAŞ: DIKARE BÊ XWENDIN.  (OKUNABILIR.)

RAST: Mirov dikare vêya bixwîne. Pirtûkeka ne xirab e. Tê xwendin.

 

ŞAŞ: CIXAREKIŞANDIN QEDEXE YE.  (SIGARA IÇMEK YASAKTIR.)

RAST: Kişandina cixareyê qedexe ye. Li vir, cixare nayê kişandin. ???

RAVE: Di ferhengên biwêjan de, biwêj bi piranî li gorî mantiqa Tirkî hatine şirovekirin. Ji dêvla ku bibêjin, “Lîstina li ber defa yekî”, gotine, “Li ber defa yekî lîstin” 

 

ŞAŞ: DESTÊN WE DERD NEBÎNIN. (ELLERINIZ DERT GÖRMESIN.)

RAST: Destê we ter be. Destê we sax be. Dest û pîyê we sax be.

 

ŞAŞ: BERNAME, DI SAET 21.00’AN DA YE. (PROGRAM, BU GECE SAAT 21.00’DE.)

RAST: Bername, bi şev di seet 9’an da ye. Bername di 9’ê şevê da ye.

 

ŞAŞ: BI DEMÊ RA, DÊ BIGUHERE.  (ZAMANLA DEĞIŞECEK.)

RAST: Hêdî hêdî dê biguhere. Bere bere dê biguhere. Pê da pê da dê biguhere. Berêva dê biguhere.

 

ŞAŞ: WAN CIVÎN STAND.   (ONLAR TOPLANTI ALDI.)

RAST: Wan civîn li dar xist. Ew li hev civîyan.

 

ŞAŞ: EM WAN BI RÊZ, BI BÎR TÎNIN.  (ONLARI SAYGIYLA ANIYORUZ.)

RAST: Ew ê tim û tim di bîra me da bin. Em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em ê wan tucaran ji bîr nekin.

 

ŞAŞ: BIJÎ YEK GULAN! (YAŞASIN BIR MAYIS!)

RAST:  Bijî yekê gulanê! Mala yekê gulanê ava!

 

ŞAŞ:  BÛZÊN DI NAVBERA WAN DA HELÎYAN. (ARALARINDAKI BUZLAR ERIDI.)

RAST:  Ew li hev hatin. Wan li hev kir. Ew aşt bûn.

 

ŞAŞ: CENAZE, HAT OXIRKIRIN. (CENAZE UĞURLANDI.)

RAST: Cenaze hat verêkirin. Cenaze spartin axê. Cenaze birin Amedê.

 

ŞAŞ: EW ASTENGÎ DIJÎ. (O SORUN YAŞIYOR.)

RAST: Bela, li ser serê wî ne. Derdên wî he ne.

 

ŞAŞ: ŞAREDARÎYÊ, PIRR RAZEMENÎ KIR. (BELEDÎYE, ÇOK YATIRIM YAPTI.)

RAST: Şaredarîyê, mesrefekî giran kir. Şaredarîyê, gelek pere xerc kirin.

 

ŞAŞ: JÎYANA XWE WENDA KIRÎYE. (HAYATINI KAYBETMIŞ.)

RAST: Konê xwe ji vir bar kir. Koça dawî kir. Mir. Gîyanê/canê xwe ji dest da. Rehmet kir.

 

ŞAŞ: EV, ŞERRÊ MIRIN Û MAYÎNÊ YE.  (BU ÖLÜM KALIM SAVAŞIDIR.)

RAST: Ev şerê man û nemanê ye.

 

ŞAŞ: GIRTÎ, DI SÎNORÊ MIRINÊ DA NE. (TUTUKLULAR, ÖLÜM SINIRINDA.)

RAST: Girtî, li ber mirinê ne. Girtî, dikin bimirin.

 

ŞAŞ: ÇAV AVÊT PIRTÛKÊ. (KITABA GÖZ ATTI.)

RAST: Çav li pirtûkê gerand. Çavê xwe li pirtûkê gerand. Li pirtûkê nêrî.

 

ŞAŞ: Çawa diçe? (Nasıl gidîyor? )

RAST: Çawa yî? Çi dikî çawa yî? Kêf û halê te çawa ye? Kêfa te li cî ye?  Tu di çi halî da yî?

 

ŞAŞ: ÇEPIKEKÎ MEZIN JI CAMÊR RA!  (ADAMA BÜYÜK BIR ALKIŞ!)

RAST: Ka ji camêr ra baş li çepikan bixin. Ji camêr ra kefa destê xwe biteqînin.

 

ŞAŞ: DEMA ME, KIN E. (ZAMANIMIZ KISADIR.)

RAST: Dema me têrê nake. Dema me hindik maye. Wextê me qîm nake. Wext li me teng bû.

 

ŞAŞ: ÇANDA VEXWARINÊ, LI CEM WAN NÎN E. (ONLARDA IÇME KÜLTÜRÜ YOK.)

RAST: Li cem wan ev tişt peyda nabe. Ew ji araqê hez nakin. Ew araqê venaxwin. Li gorî wan araq heram e/guneh e. Tiştên wisa di nav wan da tune ne. Ew bi araqê emel nakin.

 

ŞAŞ: DERENG ŞÎYAR BÛM, LOMA MIN EREBE REVAND.  (GEÇ UYANDIM, O YÜZDEN ARABAYI KAÇIRDIM.)

RAST: Dereng şîyar bûm, loma negihîştim ser erebeyê. Ez dereng şîyar bûm, loma negihîştim erebeyê.

 

ŞAŞ: DERSA ME, VALA YE. (DERSIMIZ BOŞTUR.)

RAST: Dersa me betal e.

 

ŞAŞ: POLÊ PAQIJ BIHÊLIN.   (SINIFI TEMIZ BIRAKIN.)

RAST: Polê qirêj nekin. Li pola xwe miqate bin.

 

ŞAŞ: DI ENCAMÊ DA, EM Ê GOTINA WÊ QEBÛL BIKIN.   (SONUÇTA ONUN SÖZÜNÜ KABUL EDECEĞIZ.)

RAST: Talîya talî em ê bên ser gotina wê. Talîyê em ê dîsa bi gotina wê bikin. Dawîya dawî em ê bên ser gotina wê.

 

ŞAŞ: DIKARE BÊ GOTIN.  (SÖYLENEBILIR.)

RAST: Mirov dikare bibêje.

 

ŞAŞ: DIKARE WISA BIBE.   (ÖYLE OLABILIR.)

RAST: Dibe ku wisa be.

 

ŞAŞ: DI SEATÊN ŞEVÊ DA, HAT GIRTIN.  (GECE SAATLERINDE TUTUKLANDI.)

RAST: Bi şev hat girtin. Derengîya şevê bû, ew girtin.

 

ŞAŞ: EV ZAGON, DIKEVE MERÎYETÊ. (BU KANUN, YÜRÜRLÜĞE GIRECEK.)

RAST: Ev zagon dê li dar be.

 

ŞAŞ: EM Ê CIVÎNÊN GEL BIGIRIN.  (HALK TOPLANTILARI ALACAĞIZ.)

RAST: Em ê bi gel ra li hev bicivin.

 

ŞAŞ: EM, KONFERANSÊ DI SÎYA WÊ DA NEHÊLIN.  (KONFERANSI ONUN GÖLGESINDE BIRAKMAYALIM.)

RAST: Em ji ber wê, konferansê ji qîmet nexin. Em konferansê nekin qurbana wî tiştî.

 

ŞAŞ: EM, DIÇIN KONGREYÊ.  (KONGEREYE GIDECEĞIZ.)

RAST: Em ê kongreya xwe çêbikin. Em ê kongreya xwe li dar bixin. Em ê ji bo kongreya xwe çêbikin, li hev bicivin.

 

ŞAŞ: EM, VÊ MIJARÊ BIGIRIN DEST.  (BU KONUYU ELE ALALIM.)

RAST: Em bên ser vê mijarê. Em qala vê mijarê bikin. Em li ser vê mijarê bisekinin. Em bala xwe bidin vê mijarê.

 

ŞAŞ: EV MIJAR, DI ROJEVA ME DA YE.  (BU KONU BIZIM GÜNDEMIMIZDEDIR.)

RAST: Ev mijar jî di bala me da ye. Bala me li vê mijarê ye jî. Em hay ji vê mijarê hene.

 

ŞAŞ: EV SLOGANA AVÊTINÊ NÎN E.  (BU ATILACAK SLOGAN DEĞIL.)

RAST: Ev ne dirûşmaya ku mirov berz bike/hilde.

 

ŞAŞ: EV, TIŞTEKÎ JI RÊZÊ YE.  (BU DA SIRADAN BIR ŞEYDIR.)

RAST: Ev tiştekî bêqîmet e. Ev ne tu tişt e. Ev tiştekî tewş e. Ev nake dendikek sîr.

 

ŞAŞ: EZ DÊ AVEKÊ BIRIJÎNIM.  (BIR SU DÖKECEĞIM.)

RAST: Ez dê destmêja xwe bişkînim. Ez ê herim destavê. Ez ê firek av birijînim. Ez herim hebkî şil bikim.

 

ŞAŞ: EZ JÎ TEV LI TE DIBIM. (BEN DA SANA KATILIYORUM.)

RAST: Ez jî bi te re. Ez jî wek te difikirim. Destê min ji te re.

 

ŞAŞ: EZ WE, SILAV DIKIM. (SIZI SELAMLIYORUM.)

RAST: Merheba ji we ra! Silava Xwedê li ser we be. Sibeha we bi xêr! Selam û eleykum!

RAVE: Wextê mirov tê civatekê, mirov silav dide. Awayê li jor, rewşa silavdayînê nîşan dide. Ev ji bo gelek awayan tê gotin, “Ez te ji xewa te nekim.” “Ez ji xwarina te nekim.” 

 

ŞAŞ: EZ WE, DUBARE SILAV DIKIM.  (SIZI TEKRAR SELAMLIYORUM.)

RAST: Cardin merheba ji we re. Dîsa merheba!

 

ŞAŞ: EZ TE NEGIRIM.   (SENI TUTMAYAYIM.)

RAST: Ez te ji karê te nekim. Ez te belasebeb neşitexlînim. Ez te mijûl nekim. Ez te pê negirim.

 

ŞAŞ: FILÎM, XWEŞA MIN ÇÛ. (FILM HOŞUMA GITTI.)

RAST: Kêfa min ji filîmî ra hat. Ev filîm ket serê min. Dilê min li filimî rûnişt.

 

ŞAŞ: GEREK EM VAN BÛYERAN ÇAWA BIXWÎNIN? (BU OLAYLARI NASIL OKUMALIYIZ?)

RAST: Ev bûyer tên çi maneyê? Em van bûyeran çawa ji hev derxin?

 

ŞAŞ: HER YEK, LI TÊLEKÊ DIXE.   (HER BIRI, AYRI TELDEN ÇALIYOR.)

RAST: Her yek bi awayekî ye. Her kes tiştekî dibêje. Ji her serîyekî dengek derdikeve.

 

ŞAŞ: ÎMZE BIAVÊJE. (IMZA AT.)

RAST: Îmze bike.

 

ŞAŞ: JÊ RA MEYDAN XWEND.  (ONA MEYDAN OKUDU.)

RAST: Meydan xwest. Qeb xwest. Fort lê kir. Halan di hev dan.

 

ŞAŞ: JI DEVÊ MIN REVÎYA.  (AĞZIMDAN KAÇTI.)

RAST: Ji devê min şihitî. Min bêhemdî got. Ji devê min filitî. Ji devê min bêhemdî derket.

 

ŞAŞ: JI ŞERR RA NA!   (SAVAŞA HAYIR! )

RAST: Em şer naxwazin!

 

ŞAŞ: JI XWE RA, ROJA XWE ROJ DIKIRIN.  (GÜNÜNÜ GÜN EDÎYORLARDI.)

RAST: Ji xwe ra kêf dikirin. Kêf kêfa wan bû.

 

ŞAŞ: JOR JÊR, EV YEK WISA YE.  (AŞAĞI YUKARI BU BÖYLEDIR.)

RAST: Kêm zêde ev wisa ye.

 

ŞAŞ: LI AMEDÊ, BINÇAVÎ ÇÊBÛN.   ( AMED’TE GÖZALTILAR OLDU.)

RAST: Li Amedê gelek mirov girtin. Li Amedê gelek mirov li nezaretê ne.

RAVE: Gelo “binçavkirin” li gorî “gözaltı”ya Tirkan hatîye çêkirin. Mirov çawa dikeve bin çavan?

RAVE: Ji bo xwirînîyê jî bêtir dibêjin, “Me xwirînîya xwe kir.” “Em xwirînî bûn.” “Me xwira xwe şikand.”

 

ŞAŞ: LI SÊRTÊ JÎYAN DIKE. ( SIIRT’TE YAŞIYOR.)

RAST: Li Sêrtê dijî. Li Sêrtê dimîne. Mala wî li Sêrtê ye.

 

ŞAŞ: BASK, AMEDÊ SILAV DIKE.   (BASK AMED’Î SELAMLIYOR.)

RAST: Bask, silavan li Amedê dike. Bask silavan ji Amedê ra dişîne.

 

ŞAŞ: ME, TAŞTÊ KIR. (KAHVALTI YAPTIK.)

RAST: Me taştê xwar.

 

ŞAŞ: NIVÎS NIVÎSÎ.  (YAZI YAZDI.)

RAST: Nivîsek lê kir. Wê tiştek nivîsî. Wê nivîsî.

 

ŞAŞ: MIN, PEYAM AVÊT.  (MESAJ ATTIM.)

RAST: Min peyam şand. Min peyam hinart.

 

ŞAŞ: MIN, HEBEK AVÊT.  (BIR HAP ATTIM.)

RAST: Min hebek xwar.

 

ŞAŞ: EV NÛÇE, AQILÊ MIROV DIDE ZORÊ.  (BU HABER INSANIN AKLINI ZORLUYOR.)

RAST: Ev nûçe nakeve serê mirov. Ev nûçe dûrê aqilan e.

 

ŞAŞ: PIRSGIRÊKA JIN, ÇI YE?  (KADIN SORUNU NEDIR? )

RAST: Pirsgirêkên jinan çi ne? Çi pirsgirêkên jinan he ne? Derdê jinan çi ye?

 

ŞAŞ: PIRSGIRÊKA KURD, ÇARESER NAKIN.   (KÜRT SORUNUNU ÇÖZMÜYORLAR.)

RAST: Pirsgirêka/kêşeya Kurdî çareser nakin. Derdê Kurdî derman nakin.

 

ŞAŞ: PIŞTÎ VAN NEYÎNÎYAN, BASKÊ WÎ ŞIKÎYA.  (BU OLUMSUZLUKLARDAN SONRA KANADI KIRILDI.)

RAST: Piştî ewqas teşqeleyan per û baskên wî şikestin. Piştî ewqas tiştên nebaş hêvîşkestî bû. Piştî van tiştên ku bi sera da hatin bêmecal bû.

 

ŞAŞ: POLÊSÊN BI HESP, LI KUÇEYÊN ENQEREYÊ NE.    (ATLI POLISLER, ANKARA SOKAKLARINDALAR.)

RAST: Polêsên siwarî, li kuçeyên Enqereyê ne.

 

ŞAŞ: RASTÎ DERKETIN SER AVÊ.   (GERÇEKLER SU YÜZÜNE ÇIKTI.)

RAST: Rastî derkete meydanê/holê. Rastî bi ser bêjingê ket. Rastî xuya bû.

 

ŞAŞ: TE SERÊ TA REVAND.   (IPIN UCUNU KAÇIRDIN.)

RAST: Ji destê te çû. Tu negihaştîyê. Werîs kin bû negihîşt te.

 

ŞAŞ: TU PIRSGIRÊKÊ NAJÎM.  (HIÇBIR SORUN YAŞAMIYORUM.)

RAST: Çi derdekî min tune ye. Vêga serê min rehet e.

 

ŞAŞ: TU RÊZÊ NÎŞANÎ WAN NADE.   (ONA HIÇ SAYGI GÖSTERMÎYOR.)

RAST: Çi hurmetê nade wan. Li hemberê wan bêhurmet e.

 

ŞAŞ: TU MERAQ MEKE, GIRÊDANÊN ME HE NE.  (MERAK ETME, BAĞLANTILARIMIZ VAR.)

RAST: Meraq neke, destê me dirêj e. Meraq neke, nas û dostên me he ne. Meraq neka destê me digihîje hinek cîyan.

 

ŞAŞ: TU YÊ PÊ RA HESABEKÊ BIBÎNÎ.  (ONUNLA HESABINI GÖRECEKSIN.)

RAST:  Tu yê hesab jê bipirsî. Tu yê bi şilika stûyê wî bigirî. Tu yê bi qilpika wî bigirî.

 

ŞAŞ: WÊ, PIRS PIRSÎ.   (O SORU SORDU.)

RAST: Wê tiştek pirsî. Wê pirsek kir. Wê pirs kir.

 

ŞAŞ: XWE, ERZAN XERC KIR.  (KENDINI, UCUZ HARCADI.)

RAST: Bîlesev xwe kêm kir. Belheq xwe ji qîmet xist. Belasebeb xwe bêqîmet kir. Xwe erzan firot. Li ber bê çû.

 

ŞAŞ: XWENDEKAREKÎ JI RÊZÊ NÎN E.  (SIRADAN BIR ÖĞRENCI DEĞIL.)

RAST: Ew xwendekarekî virde wêde nîn e. Ew xwendekarekî tewş nîn e. Ev ne xwendekarekî hindik e.

 

ŞAŞ: XALO EV EREBE, JI DESTÊ DIDUYAN KIRRÎYE.   (DAYI, BU ARABAYI IKINCI ELDEN ALMIŞ.)

RAST: Xalo ev erebe ji destan kirrî. Xalo ji xwe ra erebeka xilmetkirî kirrîye.

 

ŞAŞ: BILA OPERASYONAN DALEQÎNIN.   (OPERASYONLARI ASKIYA ALSINLAR.)

RAST: Bila operasyonan bisekinînin. Bila operasyonan rawestînin.

 

ŞAŞ: PITIKA ME HÎN ÇÊNEBÛYE, DI RÊ DA YE.   (BEBEĞIMIZ HENÜZ DOĞMAMIŞ, YOLDADIR.)

RAST: Pitika me hîn çênebûye, îro sibê ye. Pitika me hîn çênebûye, zikê dîya wê li ber poza ye. Pitika me li benda wextê xwe ye. Pitika me dike çêbibe.

 

ŞAŞ: Wendayîyên canî çêbûne.   (Can kayıpları olmuş.)

RAST: Gellek însan mirine.

 

ŞAŞ: BI INYAD AŞTÎ BI INYAD HDP!   (INADINA BARIŞ INADINA HDP!)

RAST: Dîsa aştî dîsa HDP!

 

ŞAŞ: ASTEK HATÎYE GIRTIN.  (BIR SEVÎYE TUTTURULMUŞ.)

RAST: Kelek lê ketîye. Heta cîyekî hatîye. Heta merhelekê hatîye.

 

ŞAŞ: PIŞKÎYA Û GOT BAŞ BIJÎ!   (HAPŞIRDI VE ÇOK YAŞA DEDI.)

RAST: Pişkîya û got, îlla xêr. Pişkîya û got, a bi xêr! Pişkîya û got, bi xêr be!

 

ŞAŞ: EZ DEQAKÊ DIKARIM TE BIGIRIM?   (SENI BIR DAKIKA ALABILIR MÎYIM?)

RAST: Ka deqakê lo/lê! Tu dikarî çend deqe guh bidî min? Hela dikarî mêze bikî? Deqakî mêze dikî?

 

ŞAŞ: EM BÊHNOKEKÊ DAYÎNIN VIR.  (BURAYA BIR VIRGÜL KOYALIM.)

RAST: Em li vir hinekî bêhna xwe bidin. Em li vir hinekî bisekinin. Em ê navberê bidin karê xwe. Em hinekî pal bidin.

 

ŞAŞ: VÊ STRANÊ MERYAMXAN NAXWÎNE.  (BU ŞARKIYI MERYAMXAN OKUMUYOR.)

RAST: Meryemxan vê nastre. Vê stranê Meryemxan nabêje. Ev strana, ne ya Meryemxanê ye.

 

ŞAŞ: DAXUYANÎYÊ ÇAWA PÊŞWAZÎ DIKIN?    (AÇIKLAMAYI NASIL KARŞILIYORSUNUZ? )

RAST: Li gorî we daxuyanî çawa bû? Ji daxuyanîyê çi ket serê we?

 

ŞAŞ: JI BO AKADEMÎSYENAN ZINDAN TÊ XWESTIN.   (AKADEMISYENER IÇIN HAPIS ISTENÎYOR.)

RAST: Dixwazin, ceza bidin akademîsyenan. Dixwazin, akedemîsyenan tê xin hepsê.

 

ŞAŞ: DI OPERASYONÊ DA DU KES HATIN DESTESERKIRIN.    (OPERASYONDA IKI KIŞI ELE GEÇIRILDI.)

RAST: Di operasyonan da, du kes hatin girtin.

 

ŞAŞ: EV FERHENG, VÊ HEFTÊ DI ERZANÎYÊ DA YE.   (BU SÖZLÜK, BU HAFTA INDIRIMDE!)

RAST: Ev ferheng, vê heftê erzantir e.

 

ŞAŞ: KA TITÛNÊ BIPÊÇE JI BIRAYÊ XWE RA.   (KARDEŞINE BIR TÜTÜN SAR.)

RAST: Ka ji min ra cixarekê bipêçe.

 

ŞAŞ: HIŞMENDÎYA MILÎTARÎST, DI DEWRÊ DA YE.  (MILITARIST ANLAYIŞ DEVREDE.)

RAST: Feraseta mîlîtarîst li ser kar e. Feraseta milîtarîst karîger e.

 

ŞAŞ: RISTEM TUNE YE MAMOSTE.   (RÜSTEM YOK HOCAM.)

RAST: Ristem nehatîye mamoste. Ristem îro ne li vir e mamoste.

 

ŞAŞ: EM Ê BIBÎNIN BÊ KÎ, KÊ TÎNE SER ÇOKAN.  (KIM KIMI DIZE GETIRECEK, GÖRECEĞIZ.)

RAST: Em bibînin bê kî berx e kî beran e. Em ê bibînin bê kî ji pişta bavê xwe ye. Em ê sihêtîya hevdu bikin.

 

ŞAŞ: EM Ê SERÊVARÊ BIÇIN.  (AKŞAMÜSTÜ GIDECEĞIZ.)

RAST: Em ê berêvarî biçin. Em ê mexrîbkî biçin. Em ê ber destê êvarê biçin.

 

ŞAŞ: TU TUNE YÎ TU!   (SEN YOK MUSUN SEN!)

RAST: Tu heyî ya tu! Tu jî bi têra xwe heyî ha! Tu jî ne hindik î.

 

ŞAŞ: ME TILILÎ KIŞAND.   (BIR ZILGIT ÇEKTIK.)

RAST: Me lîrand.

 

ŞAŞ: EZ DÊ ÇEND ROJAN TUNE BIM.   (BIRKAÇ GÜN OLMAYACAĞIM BURALARDA.)

RAST: Ez dê çend rojan ne li vir bim. Çend rojan min ji guhê xwe biavêje.

 

ŞAŞ: TAYÎNA MIN DERKET.   (TAYINIM ÇIKTI.)

RAST: Tayîna min rabû.

 

ŞAŞ: EZ JÎ LI PIŞT GOTINA XWE ME.   (BEN DA SÖZÜMÜN ARKASINDAYIM.)

RAST: Ez li dû gotina xwe me. Ez ji gotina xwe danakevim.

 

ŞAŞ: TIŞTEKÎ WISA MEWZÛ BAHÎS NÎN E.   (BÖYLE BIR ŞEY MEVZU BAHIS DEĞIL.)

RAST: Tiştekî wisa li ser bala me nîn e. Em qet qala tiştekî wisa nakin. Bila tiştekî weha neyê ber dilê te.

 

ŞAŞ: TE PLANA ME VALA DERXIST.   (PLANIMIZI BOŞA ÇIKARDIN.)

RAST: Te plana me xirab kir. Te plana me pûç û vala kir. Te plana me serobin kir.

 

ŞAŞ: XWE ÎNTÎXAR KIR.   (INTIHAR ETTI.)

RAST: Xwe kuşt. Întîxar kir.

 

ŞAŞ: NAVA MIJARÊ HAT VALAKIRIN.   (KONUNUN IÇI BOŞALTILDI.)

RAST: Berê peyvê da dereka din. Mijar ji hemdê wê xistin. Kakil kir qurbana qalik. Tirr li kû das li kû? Mijar kir gûza pûç.

 

ŞAŞ: EW JÎ DI VÊ HIŞMENDÎYA VÊYA DA YE.   (ODA BUNUN BILINCINDEDIR.)

RAST: Ew jî hay jê he ye. Ew jî bîra vêya dibe.

 

ŞAŞ: DÊ XWEST TIŞTEKÎ BÊJE DA KU DILÊ KURÊ XWE PÊ BIKIRE.  (ANNESI OĞLUNUN GÖNLÜNÜ ALMAK IÇIN BIR ŞEY SÖYLEMEK ISTEDI.)

RAST: Dêya wî ber dilê kurê xwe da. Dayikê xwest tiştekî bibêje ji bo dilê kurê xwe pê xweş bike.

 

ŞAŞ: BILA BARÊ MALÊ DI STÛYÊ ME DA BIMÎNE.  (EVIN YÜKÜ BIZIM BOYNUMUZDA KALSIN.)

RAST: Bila toqa malê di stûyê me da be. Bila karê malê, barê me be.

 

ŞAŞ: WEXTA ÎNTERNET TÊ GOTIN “BÊDAWÎTΔ, BÊSÎNORΔ TÊ HIŞA MIROV.  (INTERNET DENILDIĞINDE, INSANIN AKLINA SONSUZLUK VE SINIRSIZLIK GELÎYOR.)

RAST: Wextê dibêjin înternet… Wextê qala înternetê tê kirin…

 

ŞAŞ: BI SALAN BERÊ EZ LI VIR ÇÊBÛM.  (YILLAR ÖNCE BEN ORDA DOĞDUM.)

Nayê bîra min, ez li vir çêbûme. Ez li vir çêbûme.

 

ŞAŞ: WÊ XWEDÎ HEMÛ EWLEYAN BE.  (BÜTÜN GÜVENLIK ÖNLEMLERINE SAHIP OLACAK.)

RAST: Ew ê baş bê parastin.

 

ŞAŞ: WÊ ÇAXÊ EZ Ê KEVIME RÎSKÊ DE.  (BEN O ZAMAN RISKE GIRMIŞ OLACAĞIM.)

RAST: Ew ê ev tişt belayê bîne ber derîyê min. Ev talûke ye ji bo min.

 

ŞAŞ: EM HINEKÎ RÊ BISTÎNIN.  (BIRAZ YOL ALALIM.)

RAST: Em hinekî pê da herin. Bila destê me bigihîje ber devê me.

 

ŞAŞ: LI BER DESTÊ WÎ PERWERDE BIDÎTA.  (ONUN YANINDA EĞITIM GÖRECEKTI.)

RAST: Dê li ber destê wî perwerde bibûya. Dê li ber destê wî bixwenda.

 

ŞAŞ: PIŞTÎ MAWEYEKÊ LÊNÊRÎNA XWE BIRRÎ.  (BIR SÜRE SONRA BAKMAYI KESTI.)

RAST: Piştî wextekî berê xwe da cîyekî din. Piştî wextekî bala wî çû ser tiştekî din.

 

ŞAŞ: JIXWE EZ JÎ DIHATIM WIR SPÎTAMA, TE NEHIŞT EZ BÊJIM…  (ZATEN BEN DA ORAYA GELECEKTIM SPITAMA.)

RAST: Jixwe min ê jî qala wî bikira Spîtama, te nehişt ez bêjim.

 

ŞAŞ: BAVÊ WÎ RAST KET MESELÊ.  (BABASI DOĞRUDAN KONUYA GIRDI.)

RAST: Hema di nig da ket nava meselê. Hema di carekê da ket nava meselê. Hema di carekê da xwe li meselê qeliband.

 

ŞAŞ: DI HUNDIRÊ XWE DA DIBÊJE.  (IÇINDEN SÖYLÜYOR.)

RAST: Di dilê xwe da dibêje.

 

ŞAŞ: DEREW GOT.  (YALAN SÖYLEDI.)

RAST: Derew kir.

 

ŞAŞ: JI BO MIJARÊ BIGUHERE Û HEWA NEXWEŞ JI HOLÊ RABE … (KONUNUN DEĞIŞMESI VE KÖTÜ HAVANIN ORTADAN KALKMASI IÇIN…)

RAST: Ji bo berê gotinê bikeve cîyekî din û tefil dûman rabe… Ji bo qala tiştekî din bike û rê bi gotinê bixe…

 

ŞAŞ: MIN Ê EW WEK MÎNAK BIGIRTA.  (ONU ÖRNEK ALACAKTIM.)

RAST: Min ê ew ji xwe ra bikira rêber. Min ê bidaya pey şopa wî. Ez ê li dû wî biçûma.

 

ŞAŞ: EZ VÎ TIŞTÎ NAXWAZIM, GOT.  (BU ŞEYI ISTEMÎYORUM, DEDI.)

RAST: Got, ez vî tiştî naxwazim.

 

ŞAŞ: EV TIŞT, HAT JÎYÎN.  (BU ŞEY YAŞANILDI.)

RAST: Ev tişt hat serê me.

 

ŞAŞ: HER ROJA DIÇE XIRABTIR DIBE.  (HER GEÇEN GÜN KÖTÜLEŞÎYOR.)

RAST: Her ku diçe xirabtir dibe.

 

ŞAŞ: TU ÇIMA FIKRA MIN NAGIRÎ?  (NÎYE BENIM FIKRIMI ALMIYORSUN?)

RAST: Tu çima bi min naşêwirî? Tu çima bê min weha dikî?

 

<<< 

 

Balkêşî: Ji kerema xwe hûn jî li vê belgeyê zêde bikin şaşîyên ku hûn bi ser ve bûn û li ser malperên xwe yên darîherkesî raxin ber çavan.

 

ÇAVKANÎ:

 

http://www.zazaki.net/file/tirkifikasyon-.pdf

http://www.knnc.net/kr/ArticleDetail-2699-153#.V2JHUqJ_qUk

http://hurbakis.net/content/axaftina-kurdîya-zelal

http://dîyarname.com/news.php?Idx=157

http://abdulkadirbingol.blogspot.com.tr/2010/10/ji-kurdîya-tirki-ber-bi-kurdîya-kurdi.html

http://www.nucehaber.com/haber/ziman/kurtceyi-dogru-kullanma-egzersizleri/2123.html

http://gazetekurd.com/?p=4529

http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=36&RubricNr=&ArticleNr=6230

https://tr-tr.facebook.com/Dilkul.Ciziri/posts/853363334733683

http://hurbakis.net/content/sasbikaranina-peyvika-awire

http://hurbakis.net/content/sasbikaranina-peyvika-awire

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/kurmanc%C3%AE_%C3%BB_mantiqa_tirk%C3%AE

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/sp%C3%AEtama_%C3%BB_mantiqa_tirk%C3%AE_1

https://diasporawf.org/kmr/slide-kurdi/1607/

Kurteya gotara Dr. Ergin Opengin ya bı navê “Repertûara Zimanî û Afirandina Wêjeyî: Nirxandineka Zimannasî Li Ser Wêjaya Kurmancî ya Hevçerx”

 

Riste: Hevoka sereke + hevoka bestî.

 

Bazinedaçek:

 

DI kitêbê DA

JI min RA

BI hevalên xwe RA

JI wê rojê VE

BER bi malê VE

JI sala 1994 şûn DA

 

Di hevoka bestî da “ew” lê zêde ye:

 

*MERIVê [ku min EW li bazarê dît].

*YÊN [ku min berê qet EW nedîtibûn]

*Jixwe ÇAVÊN MIN ên [ku we EW nedîtin]

 

CÎNAVKA VEGEROK “XWE” DI KURMANCÎ DA, Û LI DÛ RÊGEZEKA GERDÛNÎ YA ZIMANAN, DI WÊ REWŞÊ DA TÊ BIKARANÎN GAVA DI HEMAN HEVOKÊ DA BERÎ WÊ HÊMANEKA BI HEMAN REFERANSA KESÎ HEBE. BEREVAJÎ BIKARANÎNA CÎNAVKA VEGEROK, CÎNAVKÊN SERBIXWE, WEK “EZ, TU, EW”, DI HEVOKÊ DA HINGÊ TÊN GAVA REFERANSA WAN DI NAV HEMAN HEVOKÊ DA NEBE; ANGO KESÊ KU EV CÎNAVK CIHÊ WAN DIGIRIN DIVÊ NE DI NAV HEMAN HEVOKÊ DA BELKU DI HEVOKEKA PÊŞTIR DA HATIBIN.

 

*[EZ] Pêjna xwêdaneka hûrik dikim di binê çermê pozê MIN [→ XWE] da. (“xwe” di heman hevokê da ye.)

*[EZ] di nava nivînên mala hevalê MIN [→ XWE] da. (“xwe” di heman hevokê da ye.)

*Vegerê [EZ] dê surprîzekê lê bikim li mala MIN [→ XWE]. (“xwe” di heman hevokê da ye.)

 

WEK RÊGEZEKA GERDÛNÎ YA ZIMANAN, BERKARÊN/BIRESERÊN DAÇEKAN HÊMANÊN “NAVDÊRΔ (NOMINAL) NE, KU NAV, CÎNAVK, LÊKERÊN RADER (MESDER) (BN. HATINA TE) Û ÇÊBIWAR/PARTÎSÎP (BN. KIRASÊ ŞÛŞTÎ) Û ‘HEVOKÊN NAVDÊRÎKIRÎ’ DIKEVINE NAV VÊ KOMÊ; LÊ BELÊ, LÊKERÊN SERFKIRÎ/KÊŞAYÎ, ANGO HEVOKÊN ASAYÎ NAKEVINÊ.

 

*Ez neçar mam ji ajovan tika bikim da ku [DI kolana li pişt sûka kevnikfiroşan RA] bajo.

*Belam ew jî nizanin parêzereka wan a ku wê qasekê bi şûn da BI evîndarê xwe yê ji rêzê yê [ku li fûarên gerok şekalên jinan difiroşe] RA ….

*Wekî gelek tiştên din ên ku min bêdilê xwe dikirin, neqirandina derî jî bûbû qaîdeyeka esasî DI têkilîya me ya [ku her roja Xwedê rêz û rêzikên nû lê zêde dibûn] DA.

*JI cîyê [ku min ji xwe ra wekî kozikeka qewîn bijartîye] DA dibînim ku kalo bi dûr û dirêjî behsa tiştine wiha dike.

*DI raporta [ku ji 63 rûpelan pêk tê] DA, ew balê dikişîne ser…

*DI nava çalakîyên [ku Dîcle beşdar bûn] DA û [wekî “ne qanûnî” hatin binavkirin] DA merasima ji bo cenazeyê nivîskarê kurd Mehmed Uzun…

*DI hevdîtina [ku li nexweşxaneyê bi wî ra hatîye kirin] DA dibêje ne gengaz e ku meriv bi lingekî bilîze.

*Belam ew jî nizanin parêzereka wan a ku wê qasekê bi şûn da BI evîndarê xwe yê ji rêzê yê [ku li fûarên gerok şekalên jinan difiroşe] RA li devereka ji deverên ku wan û yên mîna wan berî pey hev didan hev bibîne.

 

*Erebe DI ber vê peyarêka [ku darên stûr ew bi tevayî vegirtîye] DA YE. (-ku)

*Erebe DI ber vê peyarêkê DA YE [ku darên stûr ew bi tevayî vegirtîye].

*Erebe DI ber vê peyarêka [bi darên stûr vegirtî] DA YE. (“vegirtî” navdêr e)

 

*JI êvara şerê [ku ez dam û berdam] VE? (-ku)

*JI êvara wî şerî VE [ku ez dam û berdam]?

 

*Bangî min kirin DI dawîya wê menzela [ku kesî nas lê tunebû] DA. (-ku)

*Bangî min kirin DI dawîya wê menzelê DA [ku kesî nas lê tunebû].

 

*Wek neqirandina derî jî bûbû qaîdeyeka esasî DI têkilîya me ya [ku her roja Xwedê rêz û rêzikên nû lê zêde dibûn] DA. (-ku)

*Wek neqirandina derî jî bûbû qaîdeyeka esasî DI têkilîya me DA [ku her roja Xwedê rêz û rêzikên nû lê zêde dibûn].

 

*Wê şevê Sertac, DI BIN ronahîya çardeh mûmikên [ku li çarmedorê odeyê belav bûbûn] DA (-ku), berî min û berî eta min a li metbexê di xew ra çûbû.

*Wê şevê Sertac, DI BIN ronahîya çardeh mûmikan DA, [ku li çarmedorê odeyê belav bûbûn], berî min û berî eta min a li metbexê di xew ra çûbû.

 

*Bi vê fikarê wî Ava Sûsê vexwaribû BI dû porsîyonên kelepaçeya têr simaq a [ku dîya wî çêkiribû] RA û …(-ku)

*Bi vê fikarê wî Ava Sûsê vexwaribûn BI dû du porsîyonên kelepaçeya têr rûn û têr simaq RA, [ku dîya wî çêkiribû], û …

 

***

 

BI KURDÎ TENÊ RADER (MESDER) DIBIN HEVOKÊN NAVDÊRÎ, WEK “KUŞTINA MERIVAN GUNEH E” AN “ÇÛNA SER ÇÎYAYAN XWEŞ E”. DI DEMEKÊ DA KU BI TIRKÎ HEVOKÊN NAVDÊRÎ DIKARIN GELEK HÊMANAN (“KIRDE, BERKAR”) BIHEWÎNIN. WEKA MÎNAK, DI VÊ HEVOKÊ DA, “YEMEĞINI BITIRMENI ISTIYORUM”, HEVOKA NAVDÊRÎ KIRDE “SEN” (TU) Û BERKARÎ DIHEWÎNE; BI KURDÎ, JI BER NEBÛNA MORFEMÊN WISA KU LÊKERÊN BESTÎ DURIST DIKIN, HEVOKÊN NAVDÊRÎ YÊN WISA ALOZ NE PÊKAN IN, DIVÊ BI HEVOKÊN BI LÊKERÊN SERFKIRÎ BÊNE SAZKIRIN, WEK “EZ DIXWAZIM [KU TU XWARINA XWE XELAS BIKÎ]”. HEKE BI LOJÎKA TIRKÎ EM WÊ HEVOKÊ BIQELIBÎNIN SER KURDÎ DÊ KÊMZÊDE WIHA BE: “EZ XELASKIRINA XWARINÊ YA TE DIXWAZIM” AN “EZ XELASKIRINA TE YA XWARINÊ DIXWAZIM”, KU HEVOKÊN WIHA BI KURDÎ NE PÊKAN IN.

 

WEKU BERDEWAMÎYA BEHSA HER DU JÊRBEŞÊN LI JORÊ, BICÎKIRINA LÊKERA “BÛN”Ê JÎ GELEK CARAN XWE DISPÊRE KOPÎKIRINA RÊGEZÊN BINYADÎ YÊN ZIMANÊ TIRKÎ. WEKÎ ME BI ÇENDÎN HELKEFTAN BAL KÊŞAYÊ, ZIMANÊ TIRKÎ XWEDANÊ WAN DERFETAN E KU HEVOKÊN NAVDÊRÎ YÊN ALOZ Û DIRÊJ SAZ BIKE (BN. BINLERCE INSAN ARASINDA HERKESTEN ÖNCE DIKATTIMI ÇEKEN KIŞI) Û WAN HEVOKÊN NAVDÊRÎ LI CIHÊ/POZÎSYONA HÊMANÊN SADE (BN. ODUN) BI CÎ BIKE. LEWMA DI HEVOKÊN BI LÊKERA “OLMAK” (BÛN) TÊNE DURISTKIRIN, LÊKER LI DAWÎYA HEVOKÊ TÊ, ÇI LI PIŞT HÊMANEKA SADE (BN. O BIR ODUNDU), ÇI LI PIŞT HEVOKEKA NAVDÊRÎ YA ALOZ (BN. BINLERCE INSAN ARASINDA HERKESTEN ÖNCE DIKATTIMI ÇEKEN KIŞÎYDÎ).

 

LÊ BELÊ, BI KURDÎ, Û BI ZIMANÊN DIN ÊN ÎRANÎ, BIKARANÎNÊN WIHA NE PÊKAN IN, JI BER KU HEVOKÊN BESTÎ PIRANÎ BI LÊKERÊN SERFKIRÎ TÊNE DURISTKIRIN (ANGO HEVOKÊN ASAYÎ NE, NE HEVOKÊN NAVDÊRÎ). LEWMA LÊKERA “BÛN”Ê YA KURDÎ NABE LI DAWÎYA HEVOKEKA BESTÎ YA BI LÊKEREKA SERFKIRÎ WERE BICÎKIRIN; “BÛN”, JI XWEZAYA (TEBÎET) XWE VE, BES DIKARE BIBE LÊKERA HÊMANÊN NAVDÊRÎ, Û EV YEK BI ÎNGILÎZÎ (“TO BE” YAN “AM-IS-ARE”) Û BI HEMÛ ZIMANAN WISA YE –KU LEWMA CARINAN JI HEVOKÊN BI LÊKERA “BÛN”Ê AVABÛYÎ RA DIBÊJIN HEVOKÊN BÊLÊKER.

 

*Artik binlerce insan arasında [ilk dikkatimi çeken kişi]yDİ” (…)

Êdî di nava bi hezaran kesî da yê [ku pêşî bala min pê diket] BÛ, (…) (-ku)

Êdî di nava bi hezaran kesî da ew BÛ yê [ku pêşî bala min pê diket].

 

*Araba hala a şu [kalın ağaçların tamamen kapladığı] kaldırımın önündedir.

Erebe hê di ber vê peyarêka [ku darên stûr ew bi tevayî vegirtîye] DA YE.

 

*Anlattığı şey, hemen hemen tümüyle [bir şekilde bildiğimiz şeyler]dir.

-Tiştê ku vedibêje, hema hema gişt tiştên [ku em wan bi awayekî dizanin] IN. (-ku)

-Tiştê ku vedibêje, hema hema gişt ew tişt IN [ku em bi awayekî dizanin].

 

* Onlar [gezici fuarlarda kadın ayakkabısı satan] sevilisîyle bir yerde ….

Ew bi evîndarê xwe yê [ku li fûarên gerok şekalên jinan difiroşe] RA li devereka …

 

*[Kürtçe konuşabildiğini] bilmiyordum.

Min [kurdî (karîn) axiftina te] NEDIZANÎ. (-ku)

Min NEDIZANÎ [ku tu dikarî bi kurdî biaxivî].

 

*[Onun benden beklentilerine cevap veremediğim]e hayıflaniyorum.

Heyfa min ji [bicîneanîna xwe ya bendewarîyên wî yên ji min] TÊ. (-ku)

Heyfa min ji wê yekê TÊ [ku ez nikarim bendewarîyên wî yên ji min bi cî bînim].

 

*Içimdeki eksikliği, çok sezmesem da, [bu benim onların bende gördüklerini kendimde görememem]le açıklıyorum.

Ez kêmanîya di dilê xwe da, pirr pêjna wê nekim jî, bi vê nedîtina xwe ya ku tiştên [ku ew bi min ra dibînin] ez nikarim di xwe da bibînim, RAVE DIKIM.

  1. a) Ez kêmanîya di dilê xwe da, pirr pêjna wê nekim jî, BI VÊ YEKÊ DIZANIM tiştên [ku ew di min da dibînin] ez di xwe da nabînim.
  2. b) Dîyar e kêmanîya di dilê min da, herçend pirr pêjna wê nekim jî, JI BER WÊ QASÊ YE ew tiştên [ku ew di min da dibînin] ez di xwe da nabînim.

 

*Pêdivîya min bi [têgihiştina wî ya hestên min] HEYE.

Pêdivîya min PÊ HEYE [ku ew di hestên min bigihe].

 

*Çawa qurf li dilê meriv nakeve ku meriv ji derfeta ku hîn bibe ka gelo yê din jî di mehne û peyamên bêqisekirin gihiştîye an na], BÊPAR BE.

Çawa qurf li dilê meriv nakeve ku meriv PÊBAR BE ji derfeta hînbûna wê yekê [ka gelo yê din jî di mehne û peyamên bêqisekirin gihiştîye an na].

 

*Nezanîna [ku ez dê çi bikim] ez QILQILANDIM.

Ez QILQILÎM JI BER [ku min nedizanî çi bikim].

 

*Ez çi qasî çûm û hatim, hizra [ku rihetîya min a berîya valakirina kîsikê nava xwe ji ava bêreng, bêhnnexweş ji ya ku ewqasî dibêjin pişt ra tê meriv], HÊ MEZINTIR BÛ (-ku), JI HIŞÊ MIN NEDIÇÛ (-ku).

Ez çi qasî çûm û hatim, ew hizr JI HIŞÊ MIN NEDIÇÛ [ku rihetîya (min a) berîya valakirina kîsikê nava xwe ji ava bêreng û bêhnnexweş] HÊ MEZINTIR E ji ya ku ewqasî dibêjin piştra tê meriv].

 

*Tam di hîna [ku hew bawerîya min pê dihat ku cîhan bi lehengên ji qelemên nivîskaran derketine TIJÎ YE, DERKET HOLÊ EV YEK. (-ku)

Tam di wê hînê da DERKET HOLÊ EV YEK GAVA KU hew bawerîya min pê dihat [ku cîhan tijî ye bi lehengên ji qelemên nivîskaran derketî].

 

ŞAŞ: Ew fîlmekî [ku meriv bi girî dike] YE. (-ku)

RAST: Ew fîlmekî WIHA YE [ku meriv bi girî dike].

 

ŞAŞ: Min haletên [ku tu dibînî] ÇÊKIRIN. (-ku)

RAST: Min haletin WIHA ÇÊKIRIN [ku tu dibînî].

 

GIHANEKÊN ”KA” Û “KU” LI KU?

 

“ka” an “bê” (eng. whether, if)  ji bo hevoka pirsê.

“ku” (eng. which, that) ji bo hevoka asayî.

 

*Ez dizanim [“ku” tu şagirt î]. (Ji hevoka ‘tu şagirt î.’)

*Ez dixwazim bizanim [“katu şagirt î yan na]. (Ji pirsa ‘tu şagirt î?’)

*Min ne xwest, ne jî han da xwe bifikirim [ku tişta ku diqewime û encam dide çi ye]

*Ji pirsa: Çi ye diqewime û encam dide?

*Her ku dikevim şikê, [ku ew bi hawê ez difikirim fikirîne, an berra vî tiştê ku ji min tirê bi awayekî sermest rê û rewşê dide tevgerên wan dibînim, an na,]

Ji du pirsan: Ew bi awayê min fikirîne?

*Lewma dema ku ew bi şer ji min dipirse, [ku “îro” min çi kir], nayê bîra min, [ku min çi kirîye], û ez nizanim ez ê çi bibêjim.

Ji pirsên: Te îro çi kir?; Min çi kirîye?

*Ya rast ez bi xwe jî nizanim, [ku ew kewarên (binolî digotine wan, niha kes nizane çi ne) li binê xanîyên ku bi dengê tep û repa tanqan û balafirên ji nizm da hêlan dibûn ra ji binî da bi gurmînîyeka biçûk dihezizîn bi kêrî xelkê dihatin, an na].

Ji pirsa: Ew kewarên … bi kêrî xelkê dihatin an na?

 

Berevajî kurdî û îngilîzî û frensî, di tirkî da ferqeka lihevçûnê (analojîk) di navbera hevokên bestî yên îxbarî û pirsî/şertî da nîne, hemû ji paşgirên hevokên bestî (subordinating suffixes, adlaştırma ekleri) -mA, -mAK, -DIK, -(y)AcAK, -Iş sûd werdigirin. Weka mînak, wergera hevoka ji bo tirkî, “bana bugün ne yaptığımı sorduğunda” (‘gava ji min pirsî ka min îro çi kirîye’), û hevokeka îxbarî ya bi heman lêkerê, “bugün helva yaptığımı biliyor” (‘dizane ku min îro helaw çêkirîye’) ji heman paşgirê û heman avanîyê sûd werdigirin. Lewma nêziktirîn ihtimal ji bo çavkanîyên muhtemel ên vê bikaranîna xerîb dîsa çalakbûna mastereya tirkîyê ye di pêvajoya nivîsandina van hevokên bi kurdî da.

 

<<< 

 

Kurmancî zimanekî nîvergatîfî ye:

 

Kısaca ergativ. geçmiş zamanlarda geçişli fiillerin nesneye göre çekilmesidir. Buna göre nesne tekil olursa fiil ek almaz; nesne çoğul olursa fiil çoğul eki olarak “in”alır. Öznenin alacağı eke gelince: Tekil eril olursa “-î”, tekil dişil olursa “-ê”, çoğul olursa “-an” alır.

 

EhmedÎ rojname xwend. (Ahmet gazeteyi okudu.)

EhmedÎ rojname xwendIN. (Ahmet gazeteleri okudu.)

RûkenÊ rojname xwend. (Rûken gazeteyi okudu.)

RûkenÊ rojname xwendIN. (Rûken gazeteleri okudu.)

HevalAN rojname xwend. (Arkadaşlar gazeteyi okudular.)

HevalAN rojname xwendIN. (Arkadaşlar gazeteleri okudular.)

Azad û RûkenÊ rojname xwend. (Azad ile Rûken gazeteyi okudular.)

Rûken û AzadÎ rojname xwendIN. (Rûken ile Azad gazeteleri okudular.)

 

a)“Polêsên qereqolê tu carî di wê rewşê da nedîtibûn.”

b)Ya rast, “Polêsên qereqolê ew tu carî di wê rewşê da nedîtibû.”

c)Ya rast, “Wan ew tu carî di wê rewşê da nedîtibû.”

 

Di vê mînaka a)yê da, rêgeza ergatîvîyê hatîye binpêkirin. Ji ber ku, bi pey (li gor) rêzimanên kurdî (bb. Bedirxan û Lescot 1991:171-182; Tan 2006),  ji bo ergatîvîya kurdîyê merc e ku di wan risteyan da ku bi lêkereka têper a di dema borî da hatine sazkirin, lêker ji bo hejmarê bi biresera (obje) risteyê ra hevaheng be. Di mînaka pêşî da, lêker, ango “nedîtibûn”, pirjimar e, di demekê da ku (while) biresera risteyê “wî” (bireser=object) yekjimar e. Bi pey rêgeza nîv-ergatîvîya kurdîyê, divê lêker hevaheng bûya bi hejmara bireserê (wî) ra û bi yekhejmar bihata serfkirin. Herwiha, di wan risteyên bi lêkereka têper û di dema borî da, bireser (wî) di rewşa rasterast da ye, lê belê di vê mînakê da bireser, cînavka “wî”, di rewşa tewandî (oblique) da ye, ku bi vî rengî bikaranîneka cot-tewandî durist dike, bi gotineka din, her du hêmanên risteyê kirde (subject) û bireser (object) hatine tewandin.

 

Di hevokên têper yên dema borî da, bireser hertim absolitîf in, ango netewandi ne. Loma mêjera bireseran ji nîşanên li lêkerên têper tê famkirin.

 

Nîvergatîfî taybetmendîyeka kurmancîyê ya bingehîn e. Bêyî pêgirîya vê taybetmendiyê. kunnancîyeka standard ne pêkan e. Ji ber vê yekê, divê ku ev taybetmendîya rêzimana kurmancîyê ya bingehîn bibe taybetmendîya nivîsîna kurmancîyê ya bingehîn jî.

 

Gava ku biker û bireser navdêr bin:

 

WEHA NENIVÎSE WEHA BINIVÎSE
Xwendekar mamosta gerand. Xwendekarî mamosta gerand.
Xwendekaran mamostayan gerandin. Xwendekaran mamosta gerand.
Ehnedî Eyşe dît. Ehmedî Eyşe dît.
Eyşeyê hevalan dîtin. Eyşeyê heval dîtin.

 

 

Bu zamirler aşağıdaki tabloda görüldüğü gibi iki gruptan oluşur.

 

Şahıs

(Kes)

(Koma Xwerû/Koma “Ez ”ê)

(Sade Grup /”EzGrubu)

(Koma Tewangbar/Koma “Min”ê) (Bükünlüler Grubu /”MinGrubu)
Tekil

(Yekjimar)

Çoğul

(Pirjimar)

Tekil

(Yekjimar)

Çoğul

(Pirjimar)

1.

 

II.

 

III.

Ez

(ben/beni)

Tu

(sen/seni)

Ew

(o/onu)

Em

(biz/bizi)

Hûn

(siz/sizi)

Ew

(onlar/onları)

Min

(ben/beni/benimki)

Te

(sen/seni/seninki)

Wî/Wê

(o/onu/onunki)

Me

(biz/bizi/bizim)

 

We

(siz/sizi/sizin)

Wan

(onlar/onları/n)

 

 

Gava ku biker û bireser cînav bin:

 

Divê kes û bireser ne ji yek komê bin:

 

WEHA NENIVÎSE WEHA BINIVÎSE
Me te şand. Me tu şandî.
Me wê/wî şand. Me ew şand.
Me we îna. Me hûn înan.
Me wan îna. Me ew înan.
Min wê/wî dît. Min ew dît.
Min wan dîtin. Min ew dîtin.
Min we dît. Min hûn dîtin.
Min te bir. Min tu birî.
Min te dît. Min tu dîtî.
Te me hêla. Te em hêlan.
Te wê/wî bir. Te ew bir.
Te wan dît. Te ew dîtin.
Te min bir. Te ez birim.
Te min dît. Te ez dîtim.
We me şand. We em şandin.
We me bir. We em birin.
We wan îna. We ew înan.
We we/wî biraşt. We ew biraşt.
We wan şand. We ew şandin.
We min hêla. We ez hêlam.
Wê/Wî wê/wî bir. Wê/Wî ew bir.
Wê/Wî me îna. WêAVî em înan.
Wê/Wî wan bir. Wê/Wî ew birin.
Wê/Wî min îna. Wê/Wî ez înam.
Wê/Wî min şewitand. Wê/Wî ez şewitandim.
Wê/Wî we bir. Wê/Wî hûn birin.
Wê/Wî te bir. Wê/Wî tu birî.
Wê/Wî te şûşt. Wê/Wî tu şûştî.

 

 

DEMA BORÎYA FERAZÎ (VARSAYIMLI GEÇMİŞ ZAMAN):

 

Bir kimsenin geçmiş zamanda gelecekte yapmayı düşünüp hayal ettiği, fakat bazı nedenlerden dolayı gerçekleştiremediği şeyleri belirtmede kullanılır:

 

*Min di zaroktîya xwe da wiha xeyal kiribû: Min ê bixwenda, min ê zanîngeh xelas bikira, paşê ez ê bûbûma mamosta û min ê ji gelê xwe ra xizmet bikira.

(Ben çocukluğumda şöyle hayal etmiştim: Okuyacaktım, üniversiteyi bitirecektim, sonra öğretmen olacaktım ve halkıma hizmet edecektim.)

 

DEMA DÊBÊYA NÊZÎK (YAKIN GELECEK ZAMAN):

 

1)Di cihê “dê/ê” de, wekî nîşana nêzîkahîyê lêkera “kirin” tê bikaranîn û ev lêker jî mîna lêkera sereke li gorî kesan tê kişandin. Nêzîkî “be about to”ya îngilîzî ye.

2)Ji bo bûyerên ku li ser qewimandinê ne, amadehî û mercên qawimandinê hatine cih tê bikaranîn:

 

*Mizgînê trompêl şixuland, dike here.

*Zarokan kincên xwe derxistin, dikin xwe bavêjin golê.

 

ÇÎROKA DEMA DÊBÊYA NÊZÎK (YAKIN GELECEK ZAMANIN HİKÂYESİ):

 

Koma “min” tê bikaranîn.

 

Min dikir(a) pirtûk bixwenda(dina)

Te dikir(a) pirtûk bixwenda(dina)

Wî/Wê dikir(a) pirtûk bixwenda(dina)

Me dikir(a) pirtûk bixwenda(dina)

We dikir(a) pirtûk bixwenda(dina)

Wan dikir(a) pirtûk bixwenda(dina)

 

HÛRDEK

 

-Hemû navdêrên cureyî, Bi şertê ku ne di destpêka komekê da bin, hemû navdêrên cureyî bi hûrdekan dihên nivîsîn: *bêvil, çav, diran, pez.

 

-Bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin, navên kesan navdêrên taybetî ne, loma bi girdekê dest pê dikin. Lê bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin, bi hûrdekê dest pê dikin: *amper, darwînîzm, marksîzm, röntgen.

 

-Bêjeyên ku ji navên deveran yên xweser ha- tine çêkirin, bêjeyên ku ji navê deveran hatine çêkirin û mensûbîyetê nîşan didin bi hûrdekan dihên nivîsîn:
amûdî, bazîdî, bedlîsî, berferatî, dêrikî, dihokî, dinêserî, efrînî.

 

-Navên gel û neteweyan ji navdêrên cureyî dihên hesibandin û loma tîpa wan ya destpêkê bi hûrdekan dihê nivîsîn: *asûrî, ereb, faris, kurd, swêdî, tirk.

 

-Tîpa ziman, zarava û şêweyan a destpêkê: * çekî, slovakî, fînî, swêdî, kurdî, tirkî, erebî.

 

-Navên dîn û mezheban û mensûbên wan, tîpa destpêkê ya navên dîn û mezheban û mensûbên wan bi hûrdekan dihê nivîsîn: * bûdîst, bûdîzm, cihû, cihûtî, elewî, elewîtî, êzîdî, êzidîtî.

 

-Tîpa navên eşîr û mensûbên wan ya destpêkê bi hûrdekan dihê nivîsîn: * bazikî, berwarî, birokî, botî, celalî, doskî, erbanî, goyî, herkî, jîrkî, kawî.

 

-Navên organên ku bi hûrdekan dihên nivîsîn, gava ku mebest ne organeka taybetî be û gelek organên welatî yên weha hebin, navên wan bi hûrdekan dihên nivîsîn: * birêvebirina elektrîkê, lijneya çandê, komîsyona jîngehê, meclisa beledîyeyan, meclisa wîlayetê.

 

-Bêjeyên nava bendikan gava ku ne navdêrên taybetî bin, di hundirê komekekê da gava ku bendik hebin, bi şertê ku bê- jeyên nava wan bendikan ne navdêrên taybetî bin, tîpa wan ya destpêkê bi hûrdekê dihê nivîsîn: *Min par Zorava -gundekî biçûk- dît.

 

-Komeka ku bi reqeman dest pê dike, heger komekek bi reqeman dest pê bike, tîpa bêjeya piştî reqeman ya destpêkê bi hûrdekê dihê nivîsîn: *1695 ji bo wan bû sala xêr û bereketê.

 

-Navên helan: * bakur, başûr, rojhilat, rojava, bakurrojava, bakurrojhilat, başûrrojava, başûrrojhilat.

 

PARÇEYÊ AWAYÊ TEBATÎ YÊ NEKÊŞAYÎ Û NAVDÊRA LÊKERÎ

 

Divê bihê dîyarkirin ku xetera tevlihevkirina lêkerên têper yên parçeyên awayê tebatî û navdêrên lêkerî tune ye. Lewra lêkerên têper yên ku di avakirina tebatî da dihên bikarînan, li gor tu zayendan natewin. Lê zayenda hemû navdêrên lêkerî mê ye û gava ku bi lêkereka têneper ra bihên bikarînan, divê ku li gor mêbûnê bitewin.

 

Wek mînak:

 

*Ew hat dîtin. Ev hevok hevokeka tebatî ye. Lewra yê ku hat dîtin ew e. Ew jî ji alîyê hinan ve hat dîtin.

*Ew hat dîtinê: Ev hevok ne hevokeka lêkera tebatî ye. Ew hat ku bibîne. Bêjeya “dîtin”ê di vê hevokê da navdêreka lêkerî ye, loma jî divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.

 

* Ew hat xwarin: Awayê vê hevokê awayê tebatî ye. Maneya wê ev e; yê/ya ku hat xwarin ew e, ew bi xwe hat xwarin. Ew ji alîyên hinan ve hat xwarin.

* Ew hat xwarinê: Ev hevok ne hevokeka tebatî ye. Maneya wê ev e; Ew hat ku bixwe, yan jî ew ji bo xwarinê hat. Bêjeya “xwarin”ê ya ku di vê hevokê da heye, ne lêker e, lê navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.

 

Di kurmancîyê da lêkerên têneper (întransîtîv) nabin tebatî. Ji bo tebatîkirinê divê lêker têper be: Saş: Av hat kelîn     Rast: Av hat kelandin.

Nivîskar:  Mazda Pola

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Dersên Rastnivîsê I 8

Şaşîyên ji romaneka bi kurmancî: ŞAŞ: ÊDÎ JÎYANA WÊ LI BAJARÊ RAGAYÊ DI XETERÊ DA …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *