Xorteki ji gund hatibû dîwana mîr û behsa dûpişkên gundê xwe û dijwariya jehra wan dikir:
-Mîrê min gundên me de gelek dûpişk hene.
-Na lo!
-Belê belê, Mîrê min jehra wan dûpişkan gelek zêde ye.
-Nexwe welê, ne!
-Erê erê, îca ev dûpişkên me bi kê ve bidin ew kesana di cih de yan dimirin yan jî bi xwe ve….
-Weehh, ev gelek ecêb e! Ê…
-Wê roja yekî bi diya min ve jî dabû.
-Ê, vêca diya te mir?
-Na, ne mir.
-Nexwe diya te….
Eve helbsta wê pêkenînê: Dûpişk
Dîwana mîr de yek gundî seranser wî dikir qisse,
Ji dil ewqas diaxêvî, kesê jê ra negot “bisse!”
Çiqas ew germ bûbû tê da, lê guhdarî dikir gişkan,
Di dawiyê behs ji wir anî vekir behsek ji dûpişkan,
Go: “mîrê min li gundê me henin dûpişkê gelkî zir,
Bila çavê mi kor bit ger ji dêvî derkevit yek vir.
Digel vê, jehriyan wan jî çiqas bêjim hêjan kêm e,
Ji ber erda ku ew tê de dijîn bê av û pir dêm e.
Kesê ku yek dûpişk pêva bidit dê vê bikit hîs e,
Dê ew kes yan mirit yan jî dê derpê xo bikit pîs e.
Diya min duh ku raza bû ji nişka ew ji xew rabû,
Bila mala me wêran bit dûpişkek pîs pêva da bû.
Mîrî pirsî: “gelo dayka te mir, hem jî we kir girye?”
Go: “na mîr im, diya min ya reben sax e, hê ne mirye.”
Mîrî got: “ev bûyer gelkê ecêb û hem jî berbat e,
Ji lew ra ez niha zanim çi ser dayka te da hate.”
Dilbikulê Cizîr
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…