Dîrok: 28.03.2025

Gelî Musulmana!
Va ye Remezankî din ji temenê me li çûyinê ye. Îşev emê terawîha xwe ya dawiyê bikin û sibe rojiya xwe ya dawiyê jî bigrin û Xwedê hezke ji vê demsala pîroz xatirê xwe bixwazin. Heq Te’ala; me bigerîne ji bendeyê xwe yên bextyarên ku bi Qur’anê serfiraz dibin, bi nimêjê xwe ji xirawiyan dihêwişînin, bi rojiyê teqwadar dibin, bi zikat û sedeq û fitran va him nefsa xwe him malê xwe paqij dikin.
Gelî Musulmana!
Remezan medresekî ye ku her sal me hildide ber dersê bona bi me bide hînkirin biweku jiyanek bi Xwedê xweş tê çawa dibe. Vê meha qedirgiran da me xwe da ber bona hînbin merû çawa baş dibe, çawa dibe musulmankî qenc. Me rehberê jiyana xwe Qur’ana Pîroz xwand. Pêda ketin peyamê wê fahm bikin û li jiyana xwe tetbîq bikin. Vê têkiliya xwe ya xurt a bi Qur’anê ra piştî Remezanê jî bikudînin. Bereketa wê hey bikişînin nav jiyana xwe.
Bi xêra Remezanê mehekî em bi zar û zêçê xwe ra çûn mizgevtan. Digel nimêjê wextan di terawîhan da qor bi qor bi xûşû û bi aram derketin dîwana Xwedayê xwe. Bi dû’a û selewatan va dilaram û kêfxweş bûn. İcar bendetî ne ew e ku bona rojkî yan mehekî bi tenê be. Xwedayê Jorîn difermê: “Heyanî mirina te hat hey wisa ji perwerdîgarê xwe ra ‘ibadet bike.” (1) bangî me dike bona bendetîkî ta axiriya temenê xwe bikin. Cenabê Pêxember me agahdar dike biweku ‘îbadet gotî di her kêlîkî jiyanê da hebe û difermê: “Şîrintirê ‘emelan bi Xwedê ew e hindik be jî ya dewam dike.” (2) Wekî wer e ev hînbûna ku em di meha Remezanê da hînê ‘îbadetê bûn bidin kudandinê. Adabê mizgevtê bi zar-zêçê xwe bidin fêrkirinê û bi famileya xwe va daîmî herin mizgevtan û bi cemaetê ra nimêjê xwe bikin.
Gelî Musulmana!
Bi rojiya ku me li medresa Remezanê girt, me ‘ezm û îrada xwe pê xurt kir, fêrî sebr û tebatê bûn. Xwedê Te’ala difermê: يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اسْتَع۪ينُوا بِالصَّبْرِ وَالصَّلٰوةِۜ اِنَّ اللّٰهَ مَعَ الصَّابِر۪ينَ “Gelî wanê bawerî anîne! Bi nimêj û sebrê va ji Xweda daxwaziya alîkariyê bikin; Bêguman Xweda bi sebirdaran ra ye.” (3) Li me ferman dike biweku bi sebrê û bi nimêjê va ji Xweda daxwaziya alîkariyê bikin. Wekî wer e ew sebra ku Remezanê da me bi destxist; nav malê da, li dibistan û medresê, li çarsî û bazarê, di jiyana kar û xebatê da, di çûn û hatina xwe da nîşan bidin. Bi hêrs û xezeb na, bi maqûlî û bi bîhna fireh tevbigerin, dilê kesî nehêlin, kesê nedin eziyetê.
Gelî Musulmana!
Hemd ji Xweda ra di meha Remezanê da, me bi vê distûra Qasidê Xweda kir, كُلُّ مَعْرُوفٍ صَدَقَةٌ “Her qencî sedekî ye.” (4) Ji dê û bavê xwe ra, jin-zarûyê xwe ra hezkirina xwe nîşanda, rî’ayeta heqê merivatiyê û cîrantiyê kir, ber dilê sêwî û bêkesan da bi vê yekê va me xwast em bibin rêwiya rêya rindiyê. Bona riza Xwedê me sedeqe û zikatê xwe gîhand destê hewcedaran. Digel viya jî bi derfetê xwe yê maddî û me’newî va heta ji me hatiye me xwastiya di dilê xwûşk û birayê xwe yên li çarnikalê cîhanê da bibin hîvî, rûyê wan da bibin geşî. Dîsan me nîşanî wan da biweku wan bi destê zaliman da bernadin. Wekî wisa ye van xisletên rindên ku me di meha Remezanê da bi destxist di hemû kêliyê jiyana xwe da û li her derî bijîn. Timî bibin kesên baş, bibin kesên qenciyê li rûyê zemîn belav dikin, tim li hemberî zordestan radibin, alîkariya mezlûman dikin. Ji bîr nekin qencî hêzek xwe ya veguherandinê heye, cîhan bes bi destê başan û bi rindiyê vediguhere.
Gelî Musulmana!
Beriya xutba xwe biqedînim dixwazim bala we bi ser mijarkî da bikişînim. Ji îro û pêda ji we gelek kes ewê bidin rê herin bona seredana dê û bav û xwang û birangê xwe, dost û heval û hogirê xwe. Kesê siyaran dajonê, yê duçerxên bi motor dajonê bona ev şahiya nebe şîn di trafîkê da bi sebirbin, bîhnfireh bin, hay ji xwe hebin; ji heqê hev û din ra hurmetkar bin.
Roja Bazarê ya pêşiya me roja cejna Remezanê ye; bi vê munasebetê va dixwazim ji niha da eydiya we pîrozkim. Ji Xweda daxwaziya me ew e serî da xwûşk û birayê me yê xelkê Xezzê û hemû bindestên mayi ku di bin zulma zaliman da zare zar û feryad û fîxana wan e demek zûtir da bigîhîjin azadiya xwe.

1.Hîcr, 15/99.
2.Ebû Dawûd, Tetewwû’, 27.
3.Beqere, 2/153.
4.Bûxarî, Edeb, 33.
Mela Ebdûsselamê Şadî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…