Toni Morrison I Hezkirî

Silav. Dema em zêde li ser qewimînan difikirin, dawiya dawî nagihin ti qonaxî. Dizanin, fikirîna li ser sedeman dil û hişê meriv pûç dike. Em guh bidine Morrisonê wê çêtir bibe: “Ji ber ku zehmet e meriv di bin sedeman de hertim bieciqe, loma divê xwe li çawaniyan jî bigire.” Wext e, em sedeman deynin aliyekî û bibînin ka çi çawa dibe. Jiyan tevî her aliyê xwe ve biqîmet e xwînerên ezîz, ma ne? Her hebin.

Pirtûkzade

Bêyî ku were gazîkirin, bêyî ku cil û bergên merasîmê li xwe bike, bêyî ku gotinan xweş bike, dilê xwe yê gewre vekir û hişt ku li pêşiya wan lê bide. Dema ku dinya germ bû, Baby Suggs, jina pîroz, bi dilê xwe girt û her mêr, jin û zarokên reşik ku dikariyan pê re biçin, ber bi Devera Fireh ve anî -cihek vala û vekirî li dawiya şiverêyek ku diçû nav daristanê, qedrê wê derê ligel xezalan tenê, yên darbir dizanîn. Her şemî, di germa piştî nîvro de, Baby Suggs li wê derê rûdinişt, û xelk li nav daran kom dibûn, li bendê diman.

Pîrejinê li ser tatekî pan rûdinişt, serê xwe xwar dikir û bê deng dua dikir. Yên din jî ji nav daran lê dinêriyan. Gava ku gopala xwe datanî, herkes dizaniya ew êdî amade ye. Û paşê qîr dikir: ”Zarokno, werin!”

Zarok ji nav daran dibeziyan û diçûn ba wê. Ji wan re digot: “Bila dayîkên we kenê we bibihîzin”; daristan bi kenê wan olan dida. Mezinan li wan mêze dikir û dibişirîn. Dû re ew dîsa qîr dikir, “Gelî mêran, werin.” Mêr yek bi yek ji bin daran radibûn û diçûn nêzî wê dibûn. Baby Suggs ji wan re digot: “Bila jin û zarok reqsa we bibînin”; û erd di bin lingên wan de dilerizî. Herî dawî bang li jinan dikir. Ji wan re digot: “Bigirîn, ji bo zindiyan û miriyan. Bigirîn.” Jin bêyî ku çavên xwe bi destên xwe ve veşêrin hêsirên xwe dirijandin.

Wisa dest pê kir: Zarok dikeniyan, mêr direqisîn, jin digiriyan; paşê her tişt tevlihev bû. Jin dev ji giriyê berdan, reqs û govend gerandin; mêr rûniştin erdê û dest bi giriyê kirin; zarok direqisîn, jin dikeniyan, zarok digiriyan-heta ku hemî ji westanê xwe li ser axa şil a Devera Fireh ve neavêtana, dawî lê nedianîn. Bi bêdengiya li dû vê rewşê, Baby Suggs, jina pîroz, dilê xwe yê gewre û mezin pêşkêşî wan kir.

Wê şîret li wan nekir ku xwe ji gunehan dûr bigirin yan jî jiyana xwe pak bikin. Ji wan re negot ku ew mirovên pîroz ên dinyayê ne, yan mehkûmî belengaziyê yan jî taybet ji bo serkeftinê hatine dinê.

Ji wan re got, yekane nîmeta ku dikarin bi dest bixin tenê ew nîmet e ku her di xewn û xeyala wan de ye. Heta ku nikaribin wê bibînin, wê nikaribin bi dest jî bixin.

“Li vir,” got, “Em hemî zindiyên ji goşt û xwînê ne; zindiyên ku digirîn, dikenin, laşên ku pêxwas li ser giyayan direqisin. Jê hez bikin. Ji laşê xwe hez bikin. Bi temamê dilê xwe. Li derve, kesên ku ji bedena we hez nakin, hene. Jê nefretê dikin. Ji çavên we hez nakin; amade ne ku di firsenda ewil de wan biqewêrin, derxin. Ji çermê pişta we jî hez nakin. Amade ne wî çermî bigurînin. Ey gelê min ê delal; ji destên we jî hez nakin. Tenê wan destan bikar tînin, girêdidin, zincîr dikin, jê dikin, an jî vala dihêlin. Ji destên xwe hez bikin! Hez bikin. Wan rakin û maç bikin. Bi destekî xwe destê xwe yê dî mist bidin; destên xwe li rûyê xwe bidin, ji ber ku ew ji rûyê we jî hez nakin. Dê hûn ji rûyê xwe hez bikin, hûn! Na, helbet ji devê we jî hez nakin. Yên li derve, dixwazin devê we biqelêşînin û dixwazin viya her dubare bikin. Ew dê guh nedin tiştên ku ji wan dev û lêvan derdikevin, qet. Dê qîrîna ku ji wan dev û lêvan derdikevin jî, nebihîzin. Dê her loqmika ku hûnê bixin nav wan dev û lêvan, ji we bidizin û bermayiyên xwe deynin şûnê. Na, ew ji devê we jî hez nakin. Lê divê hûn hez bikin. Li vir, ez behsa laşekî wisa dikim. Ji laşê ku divê were hezkirin. Piyên ku divê westa xwe berdin û bireqisin; piştên ku divê pal bidin; sermilên ku pêdiviya wan bi milên xurt hene. Ey gelê min; guhdarî min be. Ew ji stûyên we yên ku bêwerîs î zincîr û netewandî jî hez nakin. Nexwe, ji stûyê xwe hez bikin; destê xwe tê bidin, bixemilînin, lê binêrin û netewînin. Hemî parçeyên we yên laşê hundirîn, ku ew amade ne di firsenda ewil de bavêjin ber xinzîr û kuçikan; divê hûn ji wan hez bikin. Ji wê kezeba reş, ripîreş hez bikin… Jê hez bikin. Û ji dil, ew dilê ku lê dide, bi evîneke mezin hez bikin! Ji çav û lingan zêdetir. Ji cegerên ku divê vê hewaya azad bikişînin nava xwe jî zêdetir. Ji malzaroka xwe, ku cewhera jiyanê ye û ji parçeyên we yên jiyanê diafirînin jî, wêdetir. Guh bidn min: Ji dilê xwe hez bikin! Ji ber ku ew xelatek e.”

Bêdeng ma û rabû ser xwe; tiştên din ku dê dilê wê hîn bigota, bi reqsên paşiya laşê xwe ya gilover, got; yên li wir jî devê xwe vekirin û muzîk dane wê. Notayan dirêj kirin heta ku gihîştin ew dengê bêqisûr ê ku hêjayî laşên wan ên hezkirî ye.

Beloved, Weşanên Alfred A. Knopf, r. 87-89, Wergera ji Îngilîzî: Nergis Allak

Ji rûpela pirtukzade yê hat girtin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *