Hekîmê Fille
Loqman hekîmekî pispor, birêgez û exlaq; hekîmekî xwedî tecrûbe û perwerdebûyî…
Hekîmê fille xwe wiha dide nasîn: “Min îlmê xwe ji bêrîka xwe dernexistîye. Bav û kalikên min jî hekîm bûn. Bi salane ku ez jî li pê dermandarîyê me. Li pêy gîha naskirinê û dermanên rengareng im… Welatê eceman û romîyan bajar bi bajar gerîyame. Min li ba hekîman kitêb xwendine. Nexweş derman kirine. Li ber destê min gelek kes jî perwerde bûne. Dermanekî berê nehatibe ceribandin û di kitêbên hekîman da derbas nebûne nadim nexweşan. Çawa jehr dibe tiryaq, derman jî mimkûn e ku bibe jehr. Em ji van hevokan têdigehijin ku Hekîmê fille di karê dermankirinê da şareza ye û ji kevneşopîya malbatê sûd wergirtîye. Dabara wî li ser zanistê ye, mîna Cubbeşîn cahil û bêbinyad nîne. Hekîmê fille behsa Dawudê Antekyeyî û berhema wî ya bêhempa dike û tedavîya Xanî li gor hevokekê ji kitêbê hinartî pêk tîne. Hevok bi dilê Xanî ye û wiha ye: “Her nexweşek divê bi pincar û gîhayên welatên xwe were dermankirin.”
Dema ku çavê Hekîmê fille li Xanî dikeve dibe terpeterpa dilê wî û di wechê wî da şopên mirinê dibîne. Çavên Xanî, mîna çeraxeke ku donê zeytê di binî da nemaye, zuha bûne û li gor wî ev rewş, elametê jehrkirinê ye. Hêvîdare ku Xanî ji vî halî xelas bike lê jehra ku li bedena Xanî belabûye zaf e û rê li tedavîye digire. Li gor Hekîmê fille yê ku jehr daye Xanî, mirovekî şareza ye û nexwestîye Xanî zûbizû bimire. Berevajî vê xwestîye ku hêdî hêdî bimire û janê bikişîne. Rewşa jehrkirinê weke razekê şîrove dike. Ji meleyên ku xizmeta Xanî dikin ra wiha dibêje: “Ku ez bim, ji seyda ra bibêjin bila wesîyeta xwe bike.” Li pey vê hevokê, derî vedike ku here, bayê ku ji derve dikeve hundir çiraxa li ber serê Xanî dîsan vedimirîne.
Hatin û çûyîna Hekîmê fille, bala Cubbeşîn dikişîne û Sofî şeytan ji ber vê rewşê nerihat e. Lewra Xanî ji bo şîfayê xwendina ayetan qebûl nekiriye lê Hekîmê filleji bo tedavîyê, rêya hucreya Xanî kirîye rêya avê. Cubbeşîn di her firsendê da navê hekîmê fille reş dike û dibêje “Zînhar hun nerin ba wî ettarê fille ha! Derketina ji dîn e… Hun çawa gîhayê çolê li şûna ayetên Xwedê teala dikin derman?”
Hekîmê fille guh nade van galgalan û li ser jehrikirinê hur dibe,mitaleyan dike. Dizane ku nezanî û cehaleta xelqê sermayeya Cubbeşîn e û pêwist e ku mirov xwe ji şerê cahilan biparêz e.
Ev beş jî parçeyeke ji jîyan û fikrîyetaXanî ye.Lehengvebêj jî bi baldarî hatîye hilbijartin û wî jî pêywira xwe bi cih anîye.
Mele Salihê Cizîrî
Hevalê Xanî yê medresê, alimekî mezin, dîrokzan û hemrazê Xanî…
Hevalê Xanî yê “Medreseya Sor”e.Mele Salih, me derheqê hin serpêhatîyên di “Medreseya Sor”da pêkhatî û derheqê evîna Xanî û Şengêda agahdar dike. Li gor danasîna Mele Salih,“Xanî feqeyeke zîrek e, însanekî birehm ûaram e; zimanê wî hingiv û to; dilê wî deşt; nefsa wî biçûk e.”Agirê evîna Şengê bi dehan salan di dilê xwe da kedî kirîye û ji kesî ra negotîye.Heyran û pesindarê Melayê Cizîrî ye. Di nezera wî da Hafizê Şîrazî çi ye Cizîrî jî ew e. Hîn di dema feqetîya xwe da ji fikrîyata Cizîrî agahdar e û di rêya tesewifê da aşiqekî heqîqî ye.
Mele Salih li hember bawerîyên cuda bimesafe ye, hişk e. Rojekî her du feqe vê mijarê mitale dikin ûXanî ji Mele Salih ra wiha dibêje:“Binêre Salih! Xwedê bi her şêweyî bangî ebdê xwe dike.”ango bi dehan rê û rêbazên îbadetkirinê hene û di kaînatê da her candar bi taybetîyên xwe ji Xwedê ra îbadet dike. Tu tişt bêarmanc nehatîye afirandin. Ev şîroveyabalkêş li ser kesayeta Mele Salih bandoreke erênîdihêle û bi domana demê ra dev ji vê bawerîya hişk berdide.
Piştî kuXanî vedigere serhedêMele Salih jî vedigere. Ji vê demê şûn vejîyana Xanî ya Bazîdê dîsa bi nêrînaMele Salih tê vegotin. Di warê îlm û îrfanê da her du heval dikemilin û hemrazîya wan kûrtir dibe. Di sohbtên xwe da gazinan ji kesad bazarîya îlm û îrfanê dikin. Xanî derheqêtaybetîyên Cizîrê da ji Mele Salih hin agahîyan digire û bi vî awayî berhema xwe ya bi navê “Mem û Zînê”dewlemendtir dike.
Hemrazê Xanî Mele Salih, pê dihase ku Xanî tevdîra nivîsandina nameyekê dike ku ji Mîr ra bişîne. Lê li gor Mele Salih, pêdivî bi nameyê nîne. Lazime rûbirû bi Mîr ra biaxife.Li gor wî Mîr hîn jî qedr û qîmeta Xanî dizane ji ber vê naxwaze pira di navbera Mîr û Xanî da hilweşe. Lê Xanîyê Jan Dost, guh nade vê daxwazê û wiha dibêje: “Ez tenê piran di navbera xwe û Xwedayê xwe da ava dikim…”
Melle Salih di heman demê da dîrokzanekî hêja ye, loma derheqê serdemê da agahîyan dide û perçeyeke girîng ji pazila Xanî temam dike.
Selahaddînê Sahhaf
Sahafekî ne ji halê xwe razî lê di karê xwe da şareza û dostê Xanî…
Selahaddînê Sahaf jî bi metefora “barana hibrê” dest bi vegêrana xwe dike. Bi me dide zanîn ku ew ne xeşîmê hibrê ye. Beravajî debara xwe bi karê hibrê û nesîhkirina kitêban dike. Ji binemaleke binav û deng tê û bi qasî ku dizane çar nifşê malbata wî karê sahaftîyê kirine. Lê êdî debara malbatê bi vî karî nabe. Lê carê kurmê hezkirina kaxezan ketîye beden û xwina Selahaddîn û destê wî ji karê bav û kalan nabe.Bazid, demekî mîna navenda çand û perwerdeyê hatîye qebûl kirin, hunerê û kitêban li vî bajarî qedr û qîmet dîtîye. Mixabin îro her kes ketîye tatêla mal û milkê dinyayê. Li gor Sahaf, demekî wisa hatîye ku bira li birê napirse, wê çima li kitêban bipirsin. Kesek nabêje vê kitêbê ji min ra nesix bike. Ji çend kesayetên mutesewif û feqeyan nebûya ji zû ve derîyê dukanê girtîbûn.Ew jî dizane ku jiholêrabûna îlm, bi çûna alimên heqiqî pêkan dibe. Li gor Sahaf, yek ji wan kesayetan jî Xanî ye. Têkilîya wî û Xanî li ser dan û standina kitêban e û kesad bazarîya karê îlm û îrfanê ye. Ji ber kesad bazarîya îlm û îrfanê, karê Sahaf her diçe xirabtir dibe. Êvarê berê ku li malê da bi awayeke germ were pêşwazî kirin, bi pirsa qezenca rojane tê pêşwazîkirin. Bersiva Sahaf a di vê mijarê da balkêş e û di heqê atmosfera sahafîyê da agahîyên girîng vedihewîne: “Wey malikwêran, ma ez diçim pîvazan difiroşim? Ma ez keran nal dikim? Ev kitêb in kitêb! Ne nîsk û nok in ne jî ceh û genim in ku xelq bikevin rêzê û ez jî weqî bi weqî yan çewal bi çewal bifiroşim.”
Selahaddînê Sahaf ji ber vê rewşa xirab, ji karê xwe sar dibe û xwezîya xwe bi Selimê nalbend tîne. Li gor Sahaf, nalbend bi karekî ji rêzê xwedîyê qesr û qonax e, lê ew bi karekî bijarte, jar û pêrîşan e. Ev rewş ji bo dahatûya civakê ne elametê xêrê ne.
Em di vê beşê da hin agahîyên derheqê Mirovê rûgirtî ji Sahaf digirin.Pişt ra bi awayekî rêya Xanî bi dikana Sahaf dikeve û mijar tê ser bazara îlm û hunerê. Vebêj bi vî awayî dora axaftinê dide Xanî, Xanî jî tayê bi derzîyê ve dike û wîha dibêje: “Selahaddîn, şarê ku tê da nalê keran ji kitêban bêtir were firotin, şarekî xezeba Xwedê lê bûyî ye. Însanên wî divê bên nalkirin, ne kerên wê.”
Eger ku lehengvebêjekî bi vî rengî nehatibûna hilbijartin dê teqez agahîyên di danasîna fikrîyata Xanî û di eyamê demê da kêmahîyek hasil bibûya û perçeyekî girîng ji pazila Xanî kêm bimana.
Selîmê Nalbend
Nalbendekî ziktêr lê çavbirçî û bixezeb; mirovekî bitinaz, ji jîyana civakî dûr û mirîyê karê xwe…
Mirovekî di îş û karê xwe da. Dema ku dixebite bala wî tênê li ser îşê wî ye, mirîyê karê xwe ye. Li ber destê bavê xwe hînî vî pîşeyî bûye. Şîreta bavê wî ya yekem ev e: “…rêya îlm, rêyeke zirav û dirêj e û dawî jê ra nîne, nan jî jê nayê… Sê ribê aliman parsek in û ribê mayî jî feqîr in ez jî naxwazim tu yan parsek yan xizan bî.” Selîmê nalbend guh dide bavê xwe û dibe nalbendekî xwedî mal û hal. Ji nalbendîyê gazinan nake.
Nalbend, xebera wefata Xanî di nav îş û kar da digire. Di heqê Xanî da tiştên qenc dibêje û rahma Xwedê lê tîne. Lê di navbera çûyîna merasîma defnkirina Xanî û karê xwe da du dilî dimîne û destê wî ji karê wî nabe.
Di Bazîdê da nalbendê herî binav û deng Selîm e û nalbendîya Mîr jî dike.Selahaddînê Sahaf, nalbendîyê wek karekî ji rêzê; sahafîyê wek pîvana şaristanîyê dipejirîne. Berawirda van her du pîşeyan dibe sedema mineqeşeyan.Ji ber ku bazara sahafîyê kesad e, Selîmê nalbend, bi sedan caran şikir dike ku risqê wî ketîye di simên heywanan da.Xwe bi xwe ra dibêje Xwdê neke karê wî mîna yê Selahaddînê Sahaf firotina kitêban bûya wê çibikira. Di vê mijarê da tinazê xwe bi Selahaddînê Sahaf dike. Di navbera wan da dîyalogekderbas dibe û ji nalbend dipirse:“Ha birazê! Mêşên min tên ba te ne? Li qusûrê min û wan nenêre ha! Selahadîn bitinaz vê bersivê dide : “Bajarê ku mirovên wî nexwînin mêş tê da dibin mele.”
Di beşa borî da vebêj, bi çavên sahafkî li mijarê nêrîbû û rexne li nalbendîyê kiribû. Ku di vê beşê da nivîskar dora axaftinê nedabûya nalbend,di warê birawirdkirina pîşe û îlm û hunerê da kêmahîyek hasil dibû û ji pazila fikrîyata Xanî perçeyek kêm dima.
Bengînê Dergevan
Mirovekî ji Mîr ra sadiq, hestyar û di navberê da mayî…
Bengînê Dergevanqasidê Mîr e, li hember Xanî rêzdar e û ji Mîr ra sadiq e. Loma pir caran di navbera Xanî û Mîr da dimîne û du dilî dibe. Dema xebera mirina Xanî digêhije dîwanê, dergevan jî ji bo agahîdayînê diçe koşka Mîr. Lê xulamên Mîr destûrê nadin dergevan. Sibehê Mîr hîşyar dibe û ji mirina Xanî xeberdar dibe.Kêfxweşîya vê xeberê di çavên wî da dibiriqin.Lê dûra li xwe diwerqile û bi dengekî xemgîn ji bo telqînê bi taybetî Cubbeşîn pêywirdar dike lewra telqîn teyîdkirina mirina mirov e û mirî, di duaya telqînê da bi navê dîya xwe tê danasîn û peyama bav nedîyarîyê têdayîn.ji bo nimêjê Mele Selîm pêywirdar dike lewra nimêja cenazê vecîbeyeke ferz e, ji Xwedê ra sena, ji resûlê wî ra selat û ji mirî ra dua ye.
Dergevan, hêvîdar e ku Mîr dê biçe merasima binaxkirina Xanî lê beravajî vê Mîr bi cil û bergên nêçîrê derdikeve der û di hazirîya çûyîna nêçîrê da ye. Dergevanji ber vê helwesta Mîr xemgîn dibe. MeytêHazretê Xanî li erdê ye û Mîr di tevdîra çûyîna nêçîrê da ye.Mîr berî çûyîna nêçîrê, behsa nameya ku Xanî jê ra şandîye dike û bi şêweyeke pozbilind,nameya ku nexwendîye dide dergevan û li Xanî vedigerîne. Lê Xanî çûye rahmetê ji vê bonê dergevan nameyê dide hemrazê Xanî Mele Selîm.
Di vê beşê da Dergevan di bin pozbilindîya Mîr da diheçiqe û pasîf dimîne. Ji vê bonê serpêhatîyeke wî û Xanî heye tuneye em jê agahdar nabin.
Şemsoyê Qewwal
Kurdekî êzidî; ji bo Xanî dostekî pak û ji dil…
Vexwarina qahwê û kêşandina qelûnê ji bo Şemso kêfxweşîyek mezin e lê xebera wefata Xanî di demeke kêfxweşîyê da ji selaya ku mele dixwîne dibîhîse û di şûna xwe da sar dimîne. Qehwe û qelûna xwe nîvco dihêle û radibe ser xwe ku here bi cenazeyê Xanî ra bimeşe lê jina wî dibêjê mela bangî bisilmanan kirîye lê tu êzidî yî. Li ser vê hişyarîyê Şemso, ditengiz e û wiha dibêje: “Hirmet ev Ehmedê Xanî ye ne kesekî din e, çi karê min bi banga mêrik ketîye!”
Li gor Şemso, Xanî mirovekî dilfireh e û ji her bawerîyê ra rêzdar e.Lê mixabin mirovên mîna Cubbeşîn dilteng û dînfiroş jî hene. Cubbeşîn, di merasima binaxkirina Xanî da hatina Şemso caîz nabîne. Hemrazê Xanî Mele Selîm, dijî vê helwesta Cubbeşîn derdikeve û wiha dibêje: “Dergahê Xanî bahr e û di vî behrê da ji her kesî ra cih heaye.” LêŞemso, ji bo xatirê Xanî li hember vê helwesta Cubbeşîn bêdeng dimîne û bi awayekî dilşikestî merasimê dûr ve dişopîne.
Belê Şemso kurdekî êzidî ye. Pir caran bi zanebûn an bê zanebûn ji bisilmanan tehn û niç lê hatine kirin û derheqê Melekê Tawis da tiştên nexweş bîhîstîye lê tu carî di nav cemaatê da bi awayekî zaneyî wiha nehatîye nizm dîtin. Ji bo xatirê Xanî bertekan nîşan nade. Di binhişê wî da sohbetên wî û Xanî derbas dibin û mezinîya Xanî disan hîs dike. Bi awirên xemgîn li darbesta Xanî dinêre hêsir ji çavên wî dibarin. Bedena wî naçe nimêja Xanî lê dilê wî nimêjê li ser zatê wî yê nûranî dike.
Nivîskar di vê beşê da jî bi awayekî serkeftî lehengvebêj hilbijartîye û navêwî jî bi zaneyî Şemso danîye. Di vê beşê da pazila fikrîyata Xanî bi du şiklî hatîyetemam kirin: yek jê xweşbînî û dilfirehîya Xanî ye, yadin jî têkilîya êzdîyatî û hestên kurdewarîyê ye.
Mirovê Rûgirtî
Mirovek di zaroktîya xwe da hatîye îstîsmarkirin, qatilekî nepen û bavkuj, şarezayê jehrkirinê û mirovekî bi dek û dolab, ji bo serdestan amûra kuştinê, qurbanîyê serpêhatîyên sosret…
Beş bi hîkayeta dûpişkê û beq dest pê dike. Peyama kesayeta Mirovê rûgirtî di temsîladûpişkê û beq da veşartîye. Lehengvebêjê beşê, xwe dişibîne dûpişkê lewra her du jî di warê jehrkirinê da navdarin.Vebêj li ber destê kimyagerekî navdar perwerde bûye. Ji madenan bidestxistina zêr ne di tê da, hînî her tiştî bûye. Tiştên nemayî hatine serê wî; di nav xire cira malbatê da mezin bûye; haya wî ji aramîyê nîne. Hîn di neh salîya xwe da dibe şahadê serjêkirina dayîka xwe. Di temeneke biçûk da bi têkilîyên cînsî tê îstîsmarkirin, ev rewşa nexweş ji bo wî dibe têşeyeke jîyanê. Serpêhatîyên Mirovên rûgirtî, serpêhatîyên awarte ne. Şert û mercên jîyanê ji sebîyekî qatilek nepen ava kirîye.Gelo çi karê mirovekî bi vî rengî di jîyana Xanî da heye? Ku mirov kesayet û daxwazên Xanî û têkilîyên Mîr û Xanîbide berhev pêdivîya lehengekî bi vî rengî derdikeve holê. Lewra nakokîyên di navbera Mîr û Xanî da yên rêveberîyê û perwerdehîyê ne. Li gor Xanî di civakeke perwerdebûyî da kesayetên mîna Mirovê rûgirtî kêm tên dîtin. Rûreşîya ku di keseyeta rûgirtî da têjîyîn, rûreşîya civakê û rêvebirên bêlîyaqet û cahilan e. Mixabineyameke bimij û moran heye û destê kê di bêrîka kê da ye ne dîyar e. Tiştê ku di rewacê da ye dek û dolab e. Mirovên bi dek û dolapli dora Mîr kom dibin û ji bo jiholêrakirina Xanî li rê û rêbazan digerin. Ji bo vî karî jî pêdivî bi mirovekî nepen heye û ew jîsembola xirabîyê Mirovê rûgirtî ye.
Navê mirovê rûgirtî yên rasteqîn Yavuz e û ev nav bi zaneyî hatîye hilbijartin. Em dizanin ku di tirkîya kevn da wateya peyva Yavuzê “xirab û xirabî “ ye û sultanê osmanîyan Yavuz jî mîna Mirovê rûgirtî bavkuj e û miroveke bidek û dolab e ji ber vê nivîskar entrîkayên dî Mîrekîya Bazîdê da pêk tên dişibîne vê serdemê.
Neyarên Xanî, pêywira jiholêrakirinê didin vî merivên nepen. Mirovê rûgirtî di hîmaya Mîrza Sebrî da di tevdîra jehrkirina xanî da ye.Lê em ji encama hin bûyeran da têdigêhijin ku ên Xanî jehrkirîye ne mirovê rûgirtî ye lewra dema xebera mirina Xanî dibîhise mîna ku wî kuştîye xemgîn dibe, rahm dikeve dilê wî û ji kiryarên xwe poşman dibe.Mirovê rûgirtî di nav hestên poşmanîyê da li xwe diwerqile ku wî tenê nîyeta kuştina xanî kirîye lê plana wî bi ser neketîye loma kujer ne ew e. Mirovê rûgirtî bi van hestên poşmanîyê heta ku jê tê goreke qenc û fireh ji Xanî ra dikole. Dema ku termê Xanî dadixin qebrê, xwar dibe û di guhê wî da wiha dibêje: “Seyda, xwezî min bizanîbûya kê ruhê te yê delalî kişandîye. Welleh dê niha berî te ew di gorê da bûya.” Piştî definkirinê rûpoşa xwe derdixe û diavêje ser Mîrza Sebrî û wiha dibêje: “Bigire û pê dilê xwe biniximîne.” Ev hevoka dawî ji bo qatilê cenabê Xanî îşaretek e. Ev jî tê wê maneyê ku di plansazîya kuştina Xanî da hin kesên din jî hene. Çawa ku dek û dolabên romê xilas nabin ên mîrekan jî naqedin.
Nivîskar nepenîya jehrkirina Xanî bi lehengeke nepen vedibêje û bi vî awayî faîlê bûyerê jî nepen dihêle. Ev beş di berhemê da wek strîyekî beloq bisekine jî ji bo vegêrana dek û dolabên desthilatdaran derfeteke mezin daye nivîskar.
Mîr
Mîrê ji raya gel, ji rojeva Bazîdê û ji fikir û ramanên Xanî dûr. Mîrekî şehwetperest û ehlê kêf û zewqê…
Mîr, mîrîtîya xwe di vegêrana beşê da jî bikar tîne. Bi uslûbeke xemsar, bêgane û pozbilindsankî kesayetekî wek Xanî nemiribe tevdigere û pesnê yara xwe ya çardeh salî, hespê xwe û bazê xwe dide. Ji rojeva gel û ji êş û daxwezên Xanî dûr e. Şêrîn xemla şevên wî ye. Derketina seydê jî kêfa wî ya rojane ye. Bişev di seyda taximên sing û berê karxezala xwe ya Şêrînê da ye; bi roj di seyda kevokan û qitikan da ye.
Roja definkirina Xanî,Mîr bi awayeke zaneyî naçe merasimê. Berevajî diçe seydê. Lê ji bona definkirinê hin fermanan dide dergevanê xwe. Mîr bi neçûyîna merasima binaxkirinê li gor xwe peyameke dide raya gel û şopînerên Xanî.
Mirov dikare ji ber du sedeman Mîr, bi bêganetîyê û bi bêxemîyê tawanbar bike. Yek jê dema ku Mîrê Bazidê,Mîr Mihamed û katibê wî Silêman beg tên kuştinê, di navvê rewşa awerte da kirrîna Şêrînê ye. Yek jî helwesta wî ya bêgane û bêxemyaku li hember mirina Xanîye. Ev her du sedem elametên xweperestî û xemsarîyê ne. Bi qewlê Xanî Mîr wasfê mîrektîyê venahewîne û ne layiqê mîrektîyê ye. Beşek bi vegêrana Mîrê xweperest nebûya,helwesta Xanî ya li hember Mîr bêbinyad dima ûsedema kul û keserên Xanî hasil nedibûn.
Mele Îsmaîlê Bazidî
Hemrazê jîyana Xanî ya taybet, Şahidê serdemekê…
Vebêjê vê beşê bi rastî jî şahadê jîyana Xanî û berhemdarîya wî ye. Mele Îsmaîl, di heqêjîyana Xanî ya taybet da, têkilîyên wî û gel da, pêvajoya nivîsandina berhemên wî da û der heqê têkilîyên wî û Mîr da me agahdar dike. Ango lêhêngê ku bi êşa Xanî dizane û bi vê êşê diêşe, Mele Îsmaîl e. Xanî çend salan ji Mele Îsmaîl mezintir e û seydayê wî ye. Xanî û Mele Îsmaîl, weke goşt û hestî, çira û don in. Ew û Xanî razên xwe ji hev venaşêrin. Lê Xanî behsa nameya ku ji Mîr ra şandîye jêra nekirîye. Roja ku tê da bimire –bi qewlê neyarên wî – ji devê Xanî şuna ku kelîmeya şehadetê derkeve,hevoka “Mîr, name xwand?” derdikeve û Mele Îsmaîl matmayî dimîne. Ev hevok jî dibe benîştê devê neyaran û sedemê gengeşîyan.
Li gor ku agahîyên Mele Îsmaîl dide, daxwaza Xanî ya herî girîng ji Mîr, li Bazidê avakirina qeyserîyeke ye. Dixwaze Bazîd bibe navend û qibleya feqe û xwendekarên kurmancan. Lê tu mîrekî Bazîdê guh nade vê daxwazê û Xanî bi vê kulê diçe gorê.
Ji ber ku Xanî û Mele Îsmaîl dost û hemrazên hev ên heqiqî ne mirov dikare di agahîyên vê beşê da hatine dayîn, mîna xuleseya jîyana Xanî û fikrîyata wî qebul bike.
Mîrname
Pazila ji jîyan û fikrîyata Xanî…
Çima mîr û name? Lewra yek sembola desthilatdarîyê yek jî daxweznameya rewşenbîrekî ye. Dema ku mirovhelwest û tevgerên Mîr ên derheqê rêveberîyê da û daxwazên Xanî dide ber hev, ev her du têgeh watedartir dibin û pêyama berhemê hêsantir derdikeve holê.
Xanî, hîn di destpêka nameyê da di heqê helwest û tevgerên Mîr da endîşeyeke xwe tîne ziman: “… Hêvî dikim tu wê bixwînî bi tedebûr û ji bo her kelîme û harfeke tê de, derê zihnê xwe vekî û nekî tekebbur.” Esasen ev hevok kurtetarîfa Mîr e û sedema gazinên Xanî ye. Xanî dizane ku Mîr miroveke bêgane û qure ye loma bi taybetî daxweza xwendina nameyê dike.
Di nameyê da kul û keserên Xanî tên ziman. Çi negelo ev kul û keser? Bêguman nakokîyên di nav kurmancanda ne; jîyana mîrên ji gel û ji pêdivîyên serdemê dûr e, bêîtîfaqî ye, cehalet e, bêtehamulî ye, bêqedirîya zimanê zikmakî ye, berjewendîyên dinyewî ne, fexr û çalima desthilatdaran e, bindestî ye, bêdewletî ye…Bêguman Xanî di romanê da mîna alimekî mitesewif û şaîr jî hatîye danasîn lê di gelek beşan da kesayeta wî ya neteweyî bi tercîha zimanê zikmakî derdikeve pêş.
Mîrname pazila jîyan û fikrîyata Xanî ye. Nameya Xanî, bi şeklekî tahrîfbûyî hatîye nivîsîn lomaem bi awayekî rêk û pêk nikarin naveroka wê bişopînin. Bi ya min ev jî tercîheke nivîskar e û du armancên wî hene. Yek ji wan derfeta vegêrana karnavalî daye nivîskar. Bi vî awayî kul û keserên Xanî di her beşê da bi nêrîn û kesayetên cuda hatine ziman û her yekî perçeyekeji nameya tahrîfbûyî temam kiriye. Ango nivîskar, nameya Xanî mîna pazila jîyan û fikrîyata Xanî qebul kirîye û di her beşên romanê da lehengvebêjên cuda lê bi jîyana Xanî ra têkildardide axaftin û bi vê rê û rêbazêparçeyên nameya tahrîfbûyî temam dike.Armanca duyem jî di jehrkirina Xanî da veşartî ye. Xanî û fikrîyata wî mijara romanê ye û di heman demê da Xanî vebêj e û nivîskarê nameyê ye. Bi jehra silêmanî hatîye jehrkirin û hêdî hêdî dimire. Xanî di vê pêvajoyê da hin caran baş e û hişyar e hin caran di taya mirinê daye. Nivîskar, bi halê başîyê û tayêda vê hîsîyatê dide me. Nivskarê nameyê nexweş e, di nameyê da cihên tên xwendin di demên wî yên hişyarbûyî da, cihên ku nayên xwendin di demên taya mirinê da hatine nivîsandin, ango dilê Xanî û nivîsê heye, destê wî ji nivîsê nabe lê teqet tuneye. Ji bilî van pêyaman bi vê rê û rêbazêhim jana bedena Xanî him jî kul û keserên dilê Xanîbi me dide hîskirin.
Em dizanin ku di serdema mîrekîyan da kêm zêdê medreseyên kurmancan hene û alimên mezin ji van medresan der çûne û sûd wergirtine. Alim û milletperwerekî mîna Xanî dixwaze derfetên heyî bi rêk û pêk bike û Bazîdê bike navenda huner û şaristanîyê. Loma nivîsandina bi zimanê zikmakî teşwîq dike. Dîyar e ku daxwazên Xanî daxwazên çandî û zimanî ne û hişmendîya neteweyî vedihewînin. Tê zanîn ku daxwazên Xanî li cem Mîr pere nekirine; loma demeke dirêj, ji ber vê bêganetîyê bêxemîyê ne Mîr mane ne name.Xwezîyaku sêsed salî berê digewrîyarewşenbîrekî kurd da asêmayî,hîn jî nehatîye daqurtandin û di gewrîya me tevekan daasê yeû mixabin kul û keserên Xanî îro jî…
… Nivîs qediya
Serwet Ornek
Dehê tebaxa 2024an Çêrme/ Kanîreş
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…