Danasîna Leheng vebêjên Mîrnameyê û Kul û Keserên Xanî – 1

Dîroka mirovahîyê,di heman demê da dîroka guherînan û xwenûkirinê ye. Dema ku civakek bikeve pêvajoya guherînan û xwenûkirinê,bi awayekî xwezayî hemûalavên xwe jî bi xwe ra diguherîne û nû dike. Di nav vê guherîna gelemper da bêguman edebîyatê jî nesîbê xwe girtîye. Nifşên nû, ji van guherînên wêjeyî îstifade dîtine û li gor ruh û pêdivîyên demê hinrê û rêbazên cudaceribandine û di encama van ceribînan da, bi taybetî di warê vegêrana romanê da derfetên nûjen û giranbûha bidestxistine. Ev derfetên nû, bi bîr û tecrûbeyên nivîskaran dewlementir bûne û bi vî awayî rê li ber romana modern vebûye. Ji ber ku mijara me ne ev e,em dê nekevin nav hûrgilîyên vê mijarê. Lê em dizanin“mijar”demeke dirêj di nav pêkhateyên romanê da wek hêmana bingehînhatîye qebûlkirinû roman, mîna amûrekî perwerdehîya gel hatîye bikaranîn. Ango nivîskar,xwe wek mamoste; xwendevan jî wek şagirt hesibandiye.Beravajî vê,di romana modern daroman, êdî ji bo romanê bixwe hatîye nivîsandin[1]û ji barên civakî azade bûye; tenê di mijarekî da kevneşopîya xwe parastîyeû ew jî “vegêrana mirov” e. Piştî vê xwenûkirinê him vegêranametnê him jî têgihiştina lehengan hatîye guhertin. Lewra şiklê vegêranê û hilbijartina lehengan, him çêja berhemê him jî çêja mijarê diguherîne.Di romanên kilasik de leheng tenê di nav bûyeran da hebûn lê di romana modern da leheng êdî ne bi tenê weke kesên ji rêze, ne weke sîyeke,ne weke bi tenê navekî, lê belê weke jîndareke ramyar, weke kûpekî psîkolojîk xuya dibû û xwe bi şiklê xwe yê nû li ser romanê ferz dike.[2]Bêguman ev nêrîn ji bo pêvajoya dîroka romanê, pêşveçûyîneke erênî ye lê ji bo modernîteyên derengmayî hîn jî luks e. Di berhemên modernîteya derengmayî da bi gelemperî lehengên “îdealîzekirî” henelewraafirandin û vegêrana lehengên bi vî rengî hêsan û balkêştir e. Dema ku mirov li romanên kurdî bi vî çavî dimeyîzine kêmahîyên lehengan û vebêjan dibîne. Derengmayîna me ya di vî warî da ji bo nirxandineke wêjeyî dibe asteng. Wek ku Îbrahîm Seydo Aydogan jî dibêje,Pîvanên nirxandinê ji yên wêjeyî dûr dikeve û leheng bi hestên xwe yên neteweyî û bi trajedîya dîroka kurdan tê nirxandin.[3]

Di tevna romanê da her leheng, potansîyela karakterekî vedihewîne ji ber vê hilbijartina wan – bi taybetî ya lehengên dîrokî – gelek girîng e. Lehengên dîrokî xwedî kesayetên efsanewî ne û di nav gel da bi nav û deng in. Loma di navbera wan û lêhêngên romanên ne dîrokî da cudahî heye. Tenê kesên ku di nav bûyerên dîrokî da bi kiryarî cih girtine, dibin lehengên romanên dîrokî. Ji vê bonê, danasîn û vegêrana lehengên romanên dîrokî, ji vegêran û danasîna lehengên romanên ne dîrokî zahmettir e. Pêwist e ku nîvîskar di vê mijarê da baldar be.

 Ew kesê ku li ser navê nivîskar mafê vegêranê bikartînê, vebêj e û cureyên wê hene.Vegêra karnavalî yan jî pirdengîyek ji van cureyan e. Li gor Umran Aran “pirdengî kontrol û nifûzkirina nivîskar a li ser lehengan e.”[4]Lewra yên ku lehengan hildibijêre û mafê axaftinê dide wan nivîskar e lê dîsan jî azadîya wî bêsînor nîne, pêwist e kuher karakter li gor kesayet û statuya wî ya civakî were danasîn ûbête axaftin.

Armanca vê nivîsê, danasîna lehengvebêjên romana Jan Dost a bi navê Mîrnameyê ye. Dost, bi mebesta çareserkirina zahmetîyên vegêrana lehengên dîrokî, xwe sipartîye vegêrana karnavalî. Bêguman têgeha karnavalî, maneya pirdengîyê vedihewîne lê belê mebest ne tenê bikaranîna pirdengîyeke ji rêzê yê. Mebest, vegêrana paşxaneya lehengvebêjan e. Li gor Remezan Alan, ”Dîyalojîkbûn, ne tenê xweserîya axaftina lehengan e. Di heman demê da ji bo paşxaneya zimanê serdemê, sistkirina otorîteya nivîskare jî. Bi vê helwestê, nivîskar ji repertuara xwe feraxat dike û guh dide dengên lehengên xwe.”[5]Ango “Di romana pirdeng da nivîskar, lehengan wek objeyan ava nake, gotara wan a derbarê wan û cîhanê da jî ava dike.”[6]

Bêguman mijara Mîrnameyê, Ehmedê Xanî ye lê ji ber ku roman li ser tevneke çêkirî tê avakirinfîktîf e. Xanîyê hatîye danasîn, her çi qas feyz û îlhama xwe ji Xanîyê dîrokî bigire jî êdî Xanîyê Jan Dost e. Dost, ji derfetên vegêrana karnavalî îstîfade dike û di her beşê da bi nêrîna lehengekî cuda – lê teqez bi jîyana Xanî ve têkildar- vedibêje û bi vî awayî kula dilê Xanîyê xwe rihat dike. Her wiha nivîskar, nameya ku ji Mîr ra hatîye nivîsîn wek pazila jîyan û fikrîyata Xanî dipejirîne, hin cihên nameyê bi zaneyî kêm dihêle û bi vebêjên cihêreng him perçeyên vê pazilê him jî kêmahîyên nameya di binê barana hibrê da tahrîfbûyî temam dike.

Karakterênvê romanê çi çê, çixirab karakterên serdemê ne, bi gelemperîli gor aîdîyetên xwe yên civakî û şexsî hatine hilbijartin û axaftin; di nav jîyana rojane da ne.Lehengên romanê – Mîr ne têda -di merasima binaxkirina Xanî da li gel hevin û nivîskar di vê beşê da vegêrana îlahî bikar tîne. Dû ra her lehengvebêj, bi nêrîn û vegêranên xwe dibin beşdarê romanê û her yek perçeyekî ji jîyan û fikrîyata Xanî bi me dide nasîn.Lê mixabin her çi qas mebest avakirina romanekî modern be jî modernîteya me ya derengmayî û hest û ramanên kurdewarîyê bi awayekî dîdaktîk derdikevin pêş û nivîskar, lehengvebêjên xwe ne bi xurtbûna wan a wêjeyî, bi hest û ramanên wan ên neteweyî dinirxîne û wan bi zimanekî helbestkî bi me dide nasîn.

Her lehengberê kurteçîroka xwe, dûra têkilî û serpêhatîyên xwe û Xanî vedibêje û bi awayekî dora axaftinê dide Xanîyê Jan Dost û ew jî turikê xwe yê ji îlm û îrfanê dagirtî vala dike.

… wê nivîs bidome

Serwet Ornek

Dehê tebaxa 2024an Çêrme/ Kanîreş

[1]  AYDOGAN, Îbrahîm Seydo, Guman 2, Rupel, Stenbol, 2014, r, 36

[2]  AYDOGAN, Îbrahîm Seydo, heman berhem, r, 36

[3]  AYDOGAN, Îbrahîm Seydo, heman berhem, r, 38

[4] ARAN, Umran, Roman û Gotar, Peywend, Stenbol, 2019, r, 20.

[5] ALAN, Remezan, Bendname, Li Bin Sîya Romaneke Dîyalojîk, Awesta, İstanbul, 2009, r, 167.

[6] ARAN, Heman Berhem, r, 28

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *