الله الرحمن الرحيم
وَلَا تَحْسَبَنَّ اللَّهَ غَافِلًا عَمَّا يَعْمَلُ الظَّالِمُونَ إِنَّمَا يُؤَخِّرُهُمْ الْأَبْصَار. لِيَوْمٍ تَشْخَصُ فِيهِ الـ وَقَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ: لا حَتَّى تَأْخُذُوا عَلَى يَدَيِ الظَّالِمِ فَتَأْطِرُوهُ عَلَى الْحَقِّ أَطْرًا.
Geli Misilmanan!
Ayeta ku mi xwand, têda Xwedê Teala difermê:
“Tişta zalim dikin, ji te wetirî haya Xwedê jê tune! Xwedê wan ji rokî wer ra dihêle ku çav têda maliq dimînin.”
Hedîsa Cenabê Pêxember diferme: ” ولتأخذن على يدي الظالم ولتأطرنه على الحق أطرا ولتقصرنه على الحق قصرا أو Yan hane / ليضربن الله بقلوب بعضكم على بعض ثم ليلعننكم كما لعنهم bikevin pêşiya zaliman û wan bizivirîn heqiyê yan ji Xwedê we yê berde hev û dûwra wekî wan dê li we jî le’netê bîne “2
Geli Musulmana!
Yek ji wan ’emelê ku İslamê bi şîddet heram dêraye; zulm e. Zulim, ri’ayetnekirina ‘edaletê ye, nasnekirina heq û huquqê ye; qesda can û namûs û hisyeta xelkê ye; gunehkî wisan e ku merû pê ji Rebbê xwe ra, ji nefsa xwe ra û ji dor û berê xwe ra dibe asê. Zulim, ji bona aram û sulha cîhanê, ji bona pêşeroja beşeriyetê gefek mezin e, metirsîkî dijwar e; yek ji sedemên sereke ye ji bona têkçûna qewman.
Geli Musulmana!
Fermana Xwedê Teala ew e li rûyê zemîn ‘edalet were avakirin, zulim were rakirin. Hindî Pêxemberê ku şandinê tev wezîfedar kirine bona heqiyê hakim bikin, bi zaliman ra mucadele bikin; herçiyê ku reviyane û li hemberî zaliman ber xwe nedane, gef li wan xwariye. (3) A loma zulim çiqa gunehkî mezin be riza zulmê jî ew hinde gunehkî mezin e, webalekî giran ewqa giran e. Pişta mezlûman bikin, hemî îmkanên maddî û me’newî bona wan seferber bikin, îcaba îmanê ye ew. Bi çi sedemî dibe bera bibe merû here pişta zaliman, meyla wan bike, zulmê piştçav bike, şirîgatî ye di hemî qebahetan da. Xwedê Teala ewha hişyariyê dide me: ولا وكلوا إلى البين كلتوا مستكم الثاز “Ewe zulme dikin, meyla we bi aliyê wan da nebe; ewê agir bi we keve.
Gelî Musulmana!
Ew zulma bi salan e li Filistînê diqewime, va bû salik wergeriya bû komkujîkî sosret. Li ber çavê cîhanê dixwazin kokê xelkekî biqelînin. Siyonîstên zalim, li Xezzê bi dehan hezaran jin- zar; kal-pîr, kesê bê suc û guneh kuştin, hê jî dikujin. İcar niha bi hevalbendê xwe yên cîhanê ra dixwazin wê komkojiyê li welatê din ê musulmanan jî bikin, cîhanê bigerînin qada şerr. Lê lazim e em ji bîr nekin sedemê sereke yê vî halê xwînî, yê van feryad û fixanan ew e ku di nav musulmanan da hessasiyeta ummetbûnê, hûqûqê biratiyê qels bûye loma. Ehlê îmanê serdestiya di warê ‘îlmê da, di warê teknolojiyê da dan der loma. Hal bi hal Xwedê Teala Tev bi hev ra hişk xwe واعتصموا بحبل الله جميعاً ولا تقربوا bi werisê Xweda va bigrin; belav nebin” ji me dixwaze yekrêziya xwe xurtkin, ji belavbûnê dûrkevin. Bi ayeta: وَآمِنُوا لهم ما اشتكتم من فور “Jiwan -dijminan- ra heyanî ji we tê quwet hazirkin. Li me ferman dike biweku li hemberî dijminan di her warî da xurt bin.
Gelî Musulmana!
Zulim, tu carî dê payidar nabe. Herçî zalim in ewê ji hêvîyê xwe mehrûm bimînin. Gawir nexwazin jî Xwedê nûra xwe her dê temamke. Ya li me ew e; em keşmekêşên nav xwe bidin alîkî, biratiya İslamê ji xwe ra bikin esas û bingeh; hessasiyeta ummetperweriyê zindî bihêlin, li yekrêziya xwe xwedî derkevin; di hemû qadan da ji hêla madî û me’newî va xurt bin, bona sulh û aramiyê bixebitin; yê destgîrê zulmê ne, yê xwîna blgunehan rehtine; emê bi biryar, bi ‘ezm û qerar li her derî hemberî wan bisekinin; çalakiyên hemberî zaliman tên li dar xistin, tevlî bin. Ji bîr nekin her gava ku hemberî zaliman tê avêtin, her gotina tê gotin, her helwesta tê nîşandan, dê bibe wesîl e bona sulh û aramî li welatê İslamê bibe hakim, hêsirê çavê belengazan dê bisekinin.
Hedîsa hana Cenabê Pêxember (s.x.I) emir dike ku em herdem hemberî nerindiyan û nebaşan, li pêşberî zulmê û zaliman hişyar bin û bi tedbir bin; dixwazim xutba xwe pê bi dawî bînim ku dibêje: “Kê nerindîkî dît bera bi destê xwe wê biguherîne; eger ew nikaribû bera bi zimanê xwe; eger ew ji nikaribû bera bi dilê xwe jê xûyke. Ew jî îmana tewrî qels e.”
1.İbrahim, 14/4
2 .Ebü Dawid, Tirmizi
3.Taha, 20/ 24,43; Sad, 38/26; Nazi’at, 79/17; Enfal, 8/15.
4.Hud. 11/113.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…