Felsefeya Filehtiye di sedsala 2an de destpê dike heta roja me didome. Lê dema em bi taybetî behsa Felsefeya Filetiyê dikin armanca me salên di navbera sedsala 2-15an de ye. Lewra piştî vê serdemê felsefeya nûjen an kû ya modern destpêdike û ev felsefeya nû her çiqas dinav çanda Filehiyê de derketibê jî ji ber kû bingeh hiş tê girtin ji Felsefeya Filetiye cûda ye. Taybetmendiya Felsefeya Filehtiye; dînê Filehiye wek navend tê girtin û her tişt li gor rêbazên dînî tene sazkirin.
Di serdema Felsefeya Filehtiyê de bêguman argumana sereke û ya navendî dîn bixwe ye. Her tişt li gor pivana dîn tê zelalkirin. Di vir de mabesta me ji dîn, dîne Filehtiye ye. An kû her tişt li gor pirtûka pîroz Încîl (Mizgîn), gotinên Îsa Peyxember û gotinên hawariyan (Hevalbendê Îsa) tê şîrove kirin.
Tiştê dijî dîn hatine qedexe kirin. Di sedsala 5an de Pirtûkxaneya Skenderîye ji sedema ku ramanên hişî ava dike wek dijî gotinên dînî dîtine û şewitandine. Bi heman sedemê di sedsala 6an de akademiya Platon girtine.
Filozofên navdar yên Felsefeya Filehiye; Clemens, Tertullian, Augustunus, Boethius, Erigena, Anselmus, Thomasê Aquinayî, Williamê Ockhameyî ne.
Taybetmendiyên Felsefeya Filehtiyê;
- Di navendê de bawerî ankû dine filehîye heye.
- Bawerî bi delîlê hişî avakirine.
- Guftugoyên bawerî û hiş derketine pêş.
- Bawerî, rastî û zanebûnê eşkere dike.
- Ji felsefeya Yewnana Antîk sud wergirtiye.
- Li ser ispatkirina hebûna Xweda rawestiya ye.
- Rastiya metnên pîroz di navendê de ne.
- Dive li hember otorîteya dînî kes neyê.
Pirsgirekên Felsefeya Filehtiye;
- Îspatkirina hebûna Xwedê
- Pirsgireka Nebaşîyan / Xerabiyan
- Pirsgireka Tevahiyan
Filozofên Fileh bi du awaya ispatkirina Xwedê kirine; bi Ontolojika ku ji felsefeya Platon û kozmolojîka ku ji felsefeya Arîstoteles hatiye wergirtin hebûna Xwedê îspatkirine. Anselmus delîla ontolojîk, Thomasê Aquinayî sîstema kozmolojiye parastiye.
Serdemên Felsefeya Filehtiye;
1- Serdema Patristîk
Di navbera sedsala 2-8an de ev serdem derketiye meydanê. Filezofên vê serdemê bi giştî kesayetên dinî ne. Ji wan re bavên dêrê tê gotin. Filozofên ku bandor li vê serdemê kirine û ê herî navdar Tertullian, Clemens û Augustinus e. Bi hiş bawerî şîrove kirine. Di vê serdemê de li hember erîşên dîne filehîye filozofên fileh wek pareziya dinê filehiye kirine.
2- Serdema Skolastîk
Di navbera sedsala 8-15an de ev serdem derketiye. Ji bo belavbûna dîne filehiye dibistan hatine vekirin. Ji xwe navê skolastik ji dibistanê tê ku wateya skolastîke dibistan e. Filozofê ku bandor li vê serdemê kirine Anselmus, William û Thomas in. Bi saya dibistanan dînê filehtiye belavbûye. Di vê serdemê de zaningehên wek Bologna û Oxfordê avabûne.
Encam
Wek di vê xebatê de hatiye dîtîn Felsefeya Filehtîye di sedsala 2an de destpêkiriye û heta sedsala 15an berdewam kiriye. Her zanîn û rastî li gor pîvanên dîne Filehiye hatiye pêjirandin. Tiştê dijî dînê Filehtiye hatiye qedexe kirin. Ev serdem di sedsala 15an de bi destpêka serdema Ronahiye bi dawî bûye.
Dilazad A.R.T
23 Çile 2024 Nisebîn

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…