Ger em ê Kurdîtiyê bikin, divê em hin nepoxên bêhawe nepixandi bifisînin. Nepoxa yekem, Xitabeya Ciwanan e. “Ey ciwanê Tirk!
Peywira te ya yekem, heta hetayê parastin û berevaniya Serxwebûna Tirkî û Komara Tirkî ye.
Asasê yekane yê dahatû û hebûna te, ev e. Ev asas, gencîneya te ya herî girîng e…”
Xitabeya Ciwanan bi vî awayî didome û di her rêzikekê de hespên nava xwîna ciwanên nijadekê radikin çargavan, bêyî ku ciwan li rabirdûya xwe û li dahatûya xwe bifikirin. Ji heft salî heta heftê salî kurdên li nava sînorên Dewleta Tirkiyeyê (bi fermî) dijîn leqayî vê xîtabeya ciwanan a serokê avaker ê vê dewletê, M. K. Atatürk tên. Ji lewre li dibistanan her xwendekar mecbûrî jiberkirina vê xîtabeyê ye. Û her mirovekî kurd è temenê wî li derdora navseretiyê bîrhatinek digel vê xîtabeyê heye. Mamosteyên ku xwe weke buxriyeke çerxa pergala komarê dibînin, bi serbilindî û hin ji wan ji misogerî dikevin pêşbaziya jiberkirina xîtabeya ciwanan.
Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê (1923), hin bernameyên asasî yên avakirina neteweya Tirkîtiyê hatin destpêkirin. Li dû pejirandina Elfabeya Latînî, li dibistanan seferberiyekê dest pê kir. Rêbertiya vê seferberiyê M. K. Atatürk bi xwe kir. Atatürk biçûya kijan bajarî, bajarokî, gundî û navçeyê gotin ji xwe rêz dikirin. Her gotineke wî jî dibû cihêtnameya neteweya bilind (!). Rêberê pêşdîtî ji hêlekê ve sûd ji komunîstên Moskovê werdigirt, ji hêlekê ve weke pozîtîvîstekî, berê wî li Rojavayê bû. Bala xwe dida ser welatên pêşketî. Bêtir jî haya wî ji pirtûkên nivîskarên gewre çêdibû. Ferman dida şêwirmendên xwe ji bo ku pirtûkên wan nivîskaran wergerînin zimanê tirkî. Li dû xwendina wan pirtûkan hin gotinên sereke û balkêş di pêşandan, civîn û xîtabeyên xwe de bi kar dianîn. Ji ber ku her gotina wî dihat nivîsandin, em îro jî rêzik bi rêzik gotinên wî dixwînin û hespên nava xwîna me bi çargavî dibezin (!).
Di serdema Atatürkî de yek ji pirtûkên li zimanê tirkî hate Disgerandin, pirtûka nivîskarê, Ûris, Grigori Petrov bi navê Welatê Şûşenên Spî bû. Li dû xwendina xwe Ataturk ferman kiriye ku ev pirtûk li hemû dibistanan û bi taybetî li dibistanên leşkeri tekeve mufredata perwerdeyê. Wan wextan pirtûk ewqasî bi xweşî hate pêşwazîkirin, pişti Quranê bû pirtûka herî zêde xwendî. Mamosteyên serdemê bi hemû hêz û şiyana xwe pirtûk bi xwendekaran dan xwendin.
Berhema nivîskar Grigorî Petrovê ûris ê keşe behsa welatê Finlanda dike ku ev welat bi çirav û granîtê rapêçayî ye. Petrov behsa raperîn û zîrekiya gelê finlandî dike bê bi çi awayî ew erda dojehî di demeke kurt de veguherandine bihuşteke cîhanî. Ü ev veguherîn bi tenê ne di warê abo- riyê de ye; tê behskirin bê civakek çawa dikare ji şert û mercên xirab derbasî şaristaniyê bibe. Jixwe Atatürk her ü her tiliya xwe ber bi Ewropayê ve rakiriye û nîşan daye ku ew ê jî (yanî tirk) derbasî şaristaniyê bibin. Yanî wî, peyva xwe (şaristanî) ji vê pirtûkê wergirtiye. Pirtûk di sala 1928an de ji teref Prof. A. Haydar Taner ve ji zimanê bûlgarî hatiye wergerandin û dûre li Tirkiyê pirtûk bi dehan caran ji nû ve hatiye çapkirin. Di pirtûkê de gotina ‘Qesirbenden Jiyane’ gelekî derbas dibe û jixwe ev gotin ji bo Enstituyên Gundan weke cihêtnameyekê hatiye bikaranîn. Mamosteyên welatparêz ên welêt li Enstituyên Gundan her azmûnê ji vê pirtûkê weke pêşniyazên Atatürkî bi xwendekaran dane jiberkirin. Îro ji Kemalist weke nostaljî behsa wan enstituyan dikin. Lê kurd baş dizanin bê ew enstîtu çawa weke aşên bişaftinê li ser serê zarokên wan hêrandin dikirin.
Di pirtûkê de behsa rewşenbîrê fînî Johan Vilhelm Snellman tê kirin ku ew zivistanan bi kaşûnan, bihar û havinan bi kelekan û bi meşê li her derê Finlandiyayê geriyaye. Bi sedan mamoste li cihekî dicivand û digel gili û gazindên wan bi sebrekê ew perwerde dikirin:
“Dostno, ez baş dizanim bê karên we çi qasî dijwar in. Baş dizanim bê li zaboqan hûn çawa dixebitin û gundiyên neperwerdekirî qîmet nadin karên we. Ez fam dikim hûn çawa bi aboriyeke xirab re rûbirû ne. Ji bîr nekin ku hîna hûn li destpêka şiyarkirina gel in… Ez ji we fedakariyê dixwazim. Lê ne ji her kesî. Ji kesên dilsoz dixwazim…”
Snellman di xîtabeke xwe ya dîtir de dibêje, “Giyanê zexm di gewdeyê zexm de bi cih dibe.” Jixwe serokê Komara Tirkiyeyê jî gotiye, “Serê zexm di gewdeyê zexm de bi cih dibe.” Ev gotin li ser her avahiya fermî û qadên sporê weke wecîzeyekê hatiye nivîsandin. Xîtabên Snellman coşek dida her mirovê suomî (gelê finî). Dema mirov bala xwe bide gotinên wî dê bi hêsanî bibîne ku Atatürk gelek gotinên Snellmanî ji bo welatê xwe bi kar aniye. Ev gotin di xîtabeya ciwanan de bi eşkereyî dixuye.
Kurdîti ne bi pereyan e. Min ji dest bi wergerandina vê pirtûkê (Welatên Şûşenên Spî) kiriye û dixwazim wê bi Kurdî ragihînim xwînerên Kurd. Jixwe Rojava di serdema avakirinê de ye û ev pirtûk dikare bibe cihêtnameyeke kariger.
• Grigory Petrov, Beyaz Zambaklar Ülkesi, wer. Sabri Gürse, weş. Ayrıntı, İstanbul, 2017.
Adar 2018/ Mersin
Nivîskar: Yaqob Tilermenî
*Nivîs bi kovara Kund, hejmara 2yan hatiye standin.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…