Di Kurdî da hin bêje hene ku herfa (D)ya dawîya wan dikeve û bi yek ji van herfan diguhere: Y, W, H.
Sermesele di Kurmancî de herçend ku peyva XWEDÎ berbelav e, lê formanên wê yên XWEDAN û XWEYÎ jî hene. Di peyvên XWEDÎ-XWEYÎ da hevguherîna herfên D-Y pêkhatiye.
Peyva Kurmancî ya XWEDAN (xwedî), di Soranî, Erdelanî û Kelhorî da wek XAWEN e. Di peyvên XWEDAN- XAWEN da hevguherîna herfên D-W pêkhatiye.
Ji hevguherîna herfên D-Y jî meriv dikare vê mînakê nîşan bide:
Peyva CUDA, di Kurmancî da bêtir formeke nivîskî ye; lê forma folklorîk CIHA (yan bi awayê tewandî CIHÊ) ye. Herwekî tê gotin: “Min kurê xwe ciha/cihê kiriye, êdî toqa wî ketiye stûyê wî.”
Peyva CUDA, di Soranî de bi awayê CIYA û CIYAWAZ e. Wek tê dîtin peyva CUDA, di Kurmancî de bûye CIHA û di Soranî da jî bûye CIYA. Li vir jî hevguherîna herfên D-Y/H pêkhatiye.
Vê jî bêjim ku di Kurmancî da her çend formên XWEDÎ, XWEDAN û XWEYÎ likar û zindî ne jî, lê fonksiyona wan cuda ye:
XWEDÎ, bêtir li şûna peyva erebî ya SAHIB bi serê xwe tê; lê XWEDAN û XWEYÎ li şûna peyva erebî ya ذو/ZÛ tê, ku bêtir di peyvên hevbend/murekeb da tê emilandin.
Mînak:
Xwedîyê şerefê tu yî.
Ez xwedan-şeref im.
Ez xweyî-şeref im.
Ev peyva han, di devoka Rewadî da XWEDÎ, li herêma Hekarî XWEDAN û li herêma Bedlîs û Hîzanê jî XWEYÎ ye.
Wek encam, ev hevguherîna dengnasî ya min îzah kirî em dikarin bi kurtî wereng nîşan bidin:
XWEDÎ – XWEYÎ
XWEDA – XWA
XWEDAN – XAWEN
CUDA – CIHA/CIHÊ/CIYA
Nivîskar: Huseyn Zana
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…