Çiroka Pisik û Kêrguh (1)

Li nav bajarekî qirêj de kêrguhekî bi berçavk hebû. Ew bajar her çikas qirêj bejî, bandora xwe hin ne gîhiştibû dilê kêrguh û dilê kêrguh wekî rûyê xwe hîn pakuj mabu.

Jiyan li paş berçavkên kêrguh de xweş xuya nedibû. Kêrguh, her çiqas bextiyar nebejî , wekî her ajalan dijîya… Rojek li rojan berçavkên wê ket erdê , hurbû. Êdî nerîna xwe guherî , êdî bi kurahî dinhêrîya û difikirîya. Li nav vê jîyanê ne wekî berê car caran, edî hertim bêhn teng dibu. Direvîya li nav merg û keskayî ya. Direvîya, çoş dibu , xweş dibu ,zarok dibu…

Li fikr û ramanên wê de vegerîn tine bu. Lê, li ser wê ekwas pir girêdayî hebû ku nikaribûya venegere. Her girêdayî dilê wê de bi mîx hatibu kolan. Ji bo venegere ger ew mîxên zengalî ji dilê xwe derxista. Ew jî, ji bo vê pirsgirêkê çareser bike tekoşîn dida. Lê her kû li ser girêdayîyekî diçu, dilê xwe li nav xwîn de dima ,nikaribu girêdayî ji dilên xwe de jê bikarîya, nikaribu serfîraz bibiya. Bêdeng dibu, giran dibu, dihelîya…

Rojek li rojan kergûh dîsa direwîya li nav merg û çiya. Wusa direwîya kû pêş xwe nedidîya û bi wî lezitîyê li pisikêkî qelivîya û pisik xwiste erdê. Dest û ruyên pisik li nav xwîn de ma. Kergûh şaş bu û li ber xwe ket, nezanibû çi bike, çavên xwe de histerk diweşîyan. Pisik li erdê mabû, bi êşên janê xwe li xewde çûbu. Kergûh jî li ser vê rewşa wî girîya û girîya. Histêrkên çavên xwe li ser pisik de belav dibu…

Kewên azad , derdora wan girtî bu. Her tişt sekinîya bu, bê deng mabu… Pisik bi çilkên histêrkê kergûh afirîya, çav vekir û rabu ser lingên xwe. Pisik her çikas derdê xwe ji kergûh re nebêje jî, rewşa wî jî wekî wê be. Piçek kêm, piçek zêde…

Heval pisik bidil zarokatî bû. Lê xuya bunê wî giran û biwestî bû. Ew jî wekî kergûh, li nav bajar bêhn teng dibû. Azadîyek ê biwate, jîyanek e birûmet digerîya… Bi çavên xwe yê wekî nav şikeft ronî dike, kergûh dinhêrîya. Pir dixwast bireve xwezî lê ne bi tenê. Li ser pisik jî girêdayî hebû. Ewkas ne bihêz bû. Kergûh bi nêrînên pisik ê hertişt fehm kir, tiştek negot… Herdû jî ,bi xemgînî vegerîyan dojehê xwe, li nav girêdayî yên xwe…

(Xwendevanê ezîz a çîroka me bidomê)

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply