Zekat (Xutbe)

 

وَفِي أَمْوَالِهِمْ حَقٌّ لِلسَّائِلِ وَالْمَحْرُومِ (19) الذارياات

Bawermendên birûmet!

Zekat yek ji pênc esasên Îslamê ye. Zekat, yên ji hêla dîn ve dewlemend tên hisabkirin, didin. Di Qurana pîroz de, di 34 ciyan de bi nimêjê re û di 28 ciyan de jî, bi serê xwe hatiye bikaranîn. Ev jî girîngiya îbadeta zekatê dide xuyakirin. Hinek ji wan ayetên pîroz jî ev in. Xuda Teala wiha ferman dike: “Nimêjê bikin, zekatê bidin û bi gotina pêxember bikin da ku rehmet li we bê kirin.”[1] ” Nimêjê bikin, zekatê bidin û hûn çi xêrê ji bo xwe li pêşiya xwe bişînin (axretê), hemin hûn ê bê kêmasî li nik Xudayê bilind bibînîn. Bi rastî Xuda Teala, bi her karê ku hûn dikin agahdar û bîner e.”[2] “Ew bawermendên ku nimêjê bi berdewamî û dirustî dikin, zekatê didin û bi axretê bawerî tînin.”[3] Nexwe çawa misilman mecbûrê kirina nimêjê ye, her wiha mecbûrê dayîna zekatê ye jî. Ji bo vê yekê, Ebubekrê Sedîq (r.x.l.) gotiye:”Welahî ew kesên cudahiyê bêxin di nav nimêj û zekatê de, yanî nimêja xwe bikin û zekatê nedin, ez ê bi wan re şer bikim.

Misilmanên birûmet!

Zekat heqekî wisa ye ku Xuda Teala  ji malê kesên dewlemend ji bo feqîran cuda kiriye. Xuda Teala di Qurana pîroz, sureyê Zariyat de wiha ferman dike:” Di nav malên wan de, ji parsek û bêparan re jî heqek hebû.”[4] Kesê zekata xwe dide hem heqê xwedî heqan ji stûyê xwe derdixe û hem jî razîbûna Xuda werdigire. Ji bo vê yekê pêwîst e kesê misilman bi dilekî xweş, ne ji bo tiştekê, zekata xwe derxe. Ew kesên ku zekata malên xwe didin, Xuda Teala di dinya û axretê de, qet bi qet malên wan zêde dike. Bi vê ayetê, me agahdar dike: “(Ya Muhemmed!) ji malên wan zekatê wergire,wan pê ji gunehan paqij bike û ji bo wan dia bike. Bi rastî diayên te ji wan re dilxweşî ye. Xuda Teala guhdêr û zana ye.”[5] “(Ya Muhemmed!) Bibêje: Xudayê min, ji beniyê xwe kî bivê, rîzqê wî fireh dike û (kî bivê jî rizqê wî) teng dike. Hûn ji bo Xuda Teala çi bidin, Xuda Teala dê di cihê wê de (çêtir) bide. Bi rastî Xuda Teala, çêtirînê riziqdaran e.”[6] “Rewşa wanên ku malên xwe di rêya Xuda Teala de didin, weke rewşa libek tov e ku heft simbil jê şîn tên, di her simbilekê de jî sed lib hene. Xuda Teala ji bo kesên ku bivê, qet bi qet zêde dide wan. Xuda Teala dilovaniya wî berfireh e û zana ye.” [7]

Misilmanên birûmet!

Ew kesên bixwazin ku xêr û bereket bikeve malên wan û di dinyayê de jî di xweşî û aramiyê de bijîn, bila zekata malên xwe bê kêmasî bidin. Lewre ew kesên ku zekata malên xwe nadin Xuda Teala wan wiha tewanbar dike: “Roja ku (ev diravên wan) di agirê dojehê de têne sorkirin û eniya wan, teniştên wan û pişta wan pê têne daxkirin û ji wan re tê gotin: Ha ev ew serwet e ku we ji bo xwe dabû hev û zekata wê nedabû. Êdî cezayê wan diravên ku we ew dabûn hev, tehm bikin.”  “ Kî, xwe ji bexîltiya nefsa xwe biparêze, vêca bi rastî ew in ên rizgarbûyî.“[8]

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1]– En-Nûr 56

[2] -El- beqere 110

[3] – En-Neml 3

[4]– Ez-Zariyat 19

[5] -Et-Tewbe 103

[6] -Sebe 39

[7] – El-Beqere 261

[8]– El-Heşr 9

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply