
Gelî Musulmana!
Yek ji wan fezîletên bona merûkî bextyar û bona civakek bi hizûr divên, hessasiyet e. hessasiyet ew e; rindiyên ji xwe ra dixwazî ji kesên din ra jî bixwazî; hay ji pirsyariyê xwe, ji mes’ûliyetê xwe hebî û bona wan bi cîh bînî têbikoşînî. Hessasiyet ew e; can û malê xelkê jî mîna can û malê xwe qîmetdar bizanibî; şeref û hisyeta xelkê jî wekî ya xwe pîroz bibînî.
Gelî Musulmana!
Hessasiyeta bona malbatê, bona civakê, bona hemî însanan, îcaba musulmantiyê ye. Heq Te’ala difermê: “Gelî îmandaran! Hay ji pirsyariyê/mes’ûliyetê xwe hebin. Wekî ku hûn li ser rê ya rast bin ewê rêşaş ziyana wan li we nabe.” (1) Belê, “çi ji min ra” û xemsarîtî ji kes ê musulman ra nabe. Musulman, ew kesa ye têdikoşe pirsyariyê xwe/mes’ûliyetê xwe bi cîh bîne; ji dê û bavê xwe ra, jin-zaruyê xwe ra qedr û qîmet nîşan dide, bi wan ra bi xweşî mu’amele dike; di nav civakê da li gor exlaqê biratiyê tevdigere; bi derd û kederê hemî mezlûm û meğdûrê cîhanê ra diêşe û çi wezîfe bikeve ser milê wî bi cîh tîne.
Gelî Musulmana!
Ya ji kes ê musulman têhîvîkirin ew e; ev dunya hana ku emaneta wî ye li pêşberê wê jî hessas be; çawa miqateyê paqijiya mala xwe, karxana xwe û ‘îbadetxana xwe dibe her weha gotî miqateyê dor û berê xwe jî be; ji daristan û ax û ava welatê xwe ra hessas be.
Ji bona sibetirê ranebin nebêjin: ‘daristana me şewitî agir bi kezeba me ket’; bi xem û kedera ‘bendav zuwa bûn, av nema’ ra rû bi rû nemînin gotî ji îro da tevdîrê xwe bigrin, avê îsraf mekin.
Gelî Musulmana!
Ew musulmanê ku hemî jiyana wî û hemî ‘îbadetê wî bi wext û se’etan va hatine tenzîmkirin ya jê têpayin ew e; ji wext û dema xwe ra hessasbe, wer ‘eletewş zayi neke. Lewra kar û xebat nîşana kes ê musulman e, dema karek qedand û dest bi yeka din kir wê hingê vêsa xwe distîne. Ev hedîsa Cenabê Pêxember ku difermê: “Kes ê îmandar, fenanî mêşa hingiv e, mîna wê timî tiştên xweş û helal û paqij dixwe, timî tiştên bi xêr û bêr çêdike, timî li dûw tiştên qenc dibeze, tu tiştî wer narijîne, naşikîne û narizîne û genî nake.” (2) Vê mijarê ji me ra bi kin û kurtayi zelal dike.
Gelî Musulmana!
Ji bîr nekin avakirina dunyakî ku bi zar-zêçê xwe va têda bi xweşî bijîn, rêya wê ew e; ji dor û berê xwe ra, ji wext û se’etê xwe ra û bi însanan ra hessas bin.
Xutba xwe bi vê gotina Cenabê Pêxember diqedînim ku difermê: “Li ku derê dibî bibe, hay ji Xwedayê xwe hebe! Ha bi zanetî ha bi nezanî gava te karkî nebaş kir pey ra karkî rind bike bera wê rake. Bi xelkê ra jî baş derbaske!” (3)

1.Maîde, 5/105.
2.İbnû Henbel, II, 199.
3.Tirmizî, Bîrr, 55.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…