Dil û Ziman-Çîrok

Bi rastî di însan û heywanan de cîyê herî pîs û paqij ziman û dilê wan e. Eger dil paqij be insan xweş diaxive û dile kesî naşkîne. Bi zimane xwe ezîyet nade kesî. Ziman eynika insan e. Di dile însan de çi derbas dibe bi saya ziman derdikeve holê. Ji ber vê yekê li zimanê xwe miqate bin.

Rojekê Loqmane Hekîm û xulamê xwe derdikevin nêçîrê. Dema ji neçîrê vcdigcrin. di rê de rastî serokê eşîretê tên. Serok pirr israr dike ku ew bibe mêvanê wî, û ew jî nikare wî bişkîne. Wê şevê li mala wî serokî dibin mêvan. Serokê eşîrê ji bona Hekîmê Loqman meşinekî serjê dike.

Hz. Loqman ji xulamê xwe re dibêje:

“Ji heywana ku hatiye serjêkirin, du azayên wê, ên herî paqij ji min re bîne.”

Xulam diçe, dil û ziman ji Hekîme Loqman re tîne.

Hz. Loqman:

-Dibêje siheta te xweş be, bijî. Te pê zanî.

Roja duduyan li mala yeke din dibin mêvan. Xwedyê malê jî, ji bona wan meşinekî serjê dike.

Dîsa Hekîmê Loqman gazî xulamê xwe dike û je re dibeje:

“Ji heywana ku hatiye serjekirin, ji ciyê herî pîs du azayên wê ji min re bîne.”

Dîsa xulamê wî diçe je re dil û zimanê meşinê tîne.

Hekîme Loqman ji Xulame xwe re dibeje:

Siheta te xweş be. Te bi vi ya jî zanî.

Bi rastî di însan û heywanan de ciyê herî pîs û paqij ziman û dilê wan e. Eger dil paqij be insan xweş diaxive û dilê kesî naşkîne. Bi zimanê xwe eziyet nade kesî. Ziman eynika insan e. Di dilê însan de çi derbas dibe bi saya ziman derdikeve holê. Ji ber vê yekê li zimanê xwe miqate bin.

FİKRÎ AMEDÎ / Ufkumuz Net

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply