Zanistvanên Brîtanyayê Yekem Car Di Laboratuarê de Diranê Mirov Çêkirin

Zanistvanên ji King’s College Londonê yekem car di laboratuarê de bi serkeftî diranê mirov çêkirin. Ev xebat, ku ji 10 salan zêdetir bi hevkariya Imperial College Londonê hat meşandin, rê li ber nûjeniyên şoreşgerî di lênêrîna diranan de vedike ku dê rê bide diranên windabûyî ji nû ve derkevin.

Diranê Xwezayî Yê Xwe Dîsa Biparêze

Tîma lêkolînê materyaleke taybetî pêşxist ku sînyalên pêwîst ji bo geşepêdana diranan teqlîd dike. Bi vê rêbazê, şaneyên xwezayî diranekê çêdikin. Ev diran dê li şûna implant û dagirtinên sabît, bi çengê re bibin yek û weke diranê xwezayî nû bikin.

Rêveberê Beşa Dermanê Rejeneratîf ê Diranan li King’s College London, Dr. Ana Angelova-Volponi, diyar kir ku ev xebat “potansiyela şoreşgerekirina lênêrîna diranan” e.

Mirov Tenê Seteke Diranan Dibîne

Di lêkolînê de hate gotin ku hin heywan, mîna kergoşkan û fîlan, di tevahiya jiyana xwe de diranên nû derdixin, lê mirov di mezinbûnê de tenê seteke diranan dibêne. Ji ber vê yekê, çêkirina diranên nû di dermanê diranan de weke gaveke mezin tê dîtin.

Lêkolîner Xuechen Zhang got ku dagirtin bi demê re diranan qels dikin, implant jî emeliyatên dijwar dixwazin. Her du çareserî jî ne xwezayî ne. Lê diranên ku di laboratuarê de tên çêkirin dê dirêjtir bimînin, bihêztir bin û bi biyolojîkî lihevhatî bin.

Du Rêbaz Tên Ceribandin

Lêkolîner niha du rêbazan diceribînin:

  1. Çêkirina diranê bi temamî di laboratuarê de û çandina wî di çengê nexweş de.
  2. Veguhestina şaneyên diranê yên di qonaxa destpêkê de rasterast li çengê û hiştina ku li wir geş bibin/xwe derkevin.

Dr. Angelova-Volponi got, “Yekbûna van teknîkên nûjen dê bi çareseriyên domdar  di lênêrîna diranan de şoreşê bike,” û bal kişand ser potansiyela vê teknolojiyê ji bo paşerojê.


Çavkanî:
Nûçeya ji King’s College London, 18.04.2025.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Êdî Hînbûn Wek Berê Ne Zehmet e

Berê mezinên me digotin “Ma em wek we bûn? Ji bo ku em tiştekî hîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *