Xutbeya Weda’ê – Bi wergera Mele Huseyn Êsî

(Ya ku Cenabê Pêxember li ser “GIRÊ EREFÊ” ferman kirî)

بسم الله الرحمن الرحيم

Bi Navê Xwedayê Bexşendeyî Mihrîban

Pesn û spasî her ji bo Xwedê Teʿala re bin.  Em pesnê Wî didin, alîkarî û lêborîna gunehên xwe jê dixwazin. Em ji ber neqenciyên nefsa xwe û ji ber kar û kiryarên xwe yên nebaş xwe davêjine ber penaha Xwedê Teʿala. Xwedayê Mezin kê rasterê bike êdî tu rêşaşker jê re nîn in û kê jî ji rêya heq derîne îcar jê re tu rêber (serwextkarê rêya heq) nîn in. Ez şehdeyîyê didim ku ji Ellah Teʿala  pê ve tu xweda nîn in; Ew bi tenê ye, bê hemkûf e. Dîsa ez şehdeyîyê didim ku birastî Muhemmed (silava Xweda li ser be) bendeyê Xweda û qasidê Wî ye.

Bendeyên Xweda! Ez li we qewêtî dikim ku hûn teqwadar bin, ji Xwedayê xwe re ita’etkar bin û ez bi gotina herî baş dest bi xeberdana xwe dikim.

Gelî mirovan! Guhê xwe baş bidin min! Ez nizanim, dibe ku piştî vê salê careke din, li vê derê em hev nebînin?

Gelî mirovan! Hay ji mafê xwedayê xwe hebin, pênc ferz nimêjên xwe bikin, mehek rojiya xwe bigrin, zekata malê xwe bidin û ji serdarê xwe re beremir bin; têkevin bihişta Xwedayê xwe.

Gelî mirovan! Ev roja we çawa rojeke pîroz e, ev heyva we çawa heyveke pîroz e, ev bajarê we (Mekke) çawa bajarekî pîroz e, her wisa canê we, malê we û rûmeta we jî wisa pîroz in; ji her êrişê parastî ne.

Gelî hevalan! Bêşik hûnê bêne pêşberî Xwedayê xwe, vêca Ew ê bi sebûnet kar û kirinên ku we kirine, dê we ji wan berpirs bigire. Nebî, nebî! Piştî min hûn vegerin bal rêşaşîyên berê; ku hûn li stuyê hevudu bixin! Bila kesên li vir wesiyeta min bighînin ên ku ne li vir in! Dibe ku yên ne li vir van gotinên min ji yên li vir baştir fêm bikin.

Gelî hevalan! Li cem kê emanetek hebe bila zû bide xwediyê wî! Eger ku ew selef (riba) be, wisa bizanibin ku her curên selefê hatiye rakirin; Xweda Teʿala hukim daye ku selef heram e. Lê belê sermiyanê we yê we ye; ne zilmê bikin û bila zilm li we jî neyê kirin. Selefa yekem a ku min rakiriye, selefa apê min Ebbasê kurê Evdilmutelib e.

Gelî hevalan! Adetên ku ji dema berî Îslamê man e tevekê wan hatine rakirin, ew di bin pîyên min de ne. Tolvekirina ku ji dewra cahiliyetê de maye, bi temamî hatiye rakirin. Tolvekirina yekem a ku min rakiriye tola (pismamê min) Ibnu Rebî‘ kurê Haris kurê Evdilmuttelib e.

Gelî mirovan! Bê şik şeytan, li ser vê axa we ji hebendina bo xwe yekcar bêhêvî bûye. Lê belê; eger ji bilî vê, hûn di hinek karan de ewên ku hûn gunehên wan biçûk dibînin bidin pey wî, birastî ew bi wê jî qayîl dibe. Vêca ji bo ku hûn di derbarî dînê xwe xemsar nebin xwe jê biparêzin.

Gelî mirovan! Derbarî mafê jinan de ji Xwedê bitirsin. Birastî we li ser navê Xwedê ew ji xwe re bi jinanî qebûl kirine û we namûsa wan bi fermana Xwedê ji bo xwe helal kiriye. Vêca mafê we li ser jinan heye û mafê wan jî li ser we heye. Mafên we yê li ser jinan ew e ku bê destûra we tu kesî (çi mêr be çi jin) negirin mala we,  gotin û kirinên kirêt li hember we bikarneênin.  Eger ev kirin, êdî Xwedayê mezin ji we re destûr daye ku hûn xwe ji çûna nivîna wan bigrin. Dîsa nebû , lêdaneke bêxeter (ji bo edebgirtinê) li wan bixin. Eger dev ji vî karî berdan, vêca bi dadperwerî mafê wan ên xwarin û vexwarinê bidin wan û wan bi cil û berg bikin.

Gelî mirovan! Ez, Kitêba Xweda (Qur’ana Pîroz) û suneta Pêxemberê wî ji we re dihêlim. Heta ku hûn wan hemêz kin û bibin peyrewên wan, hûn rêka xwe şaş nakin.

Gelî mirovan! Guhên xwe baş bidin min û rind jiber bikin! Bêguman misilman tev birayên hev in; naxwe xwîna we û malê we li hev ne helal e, ji bilî wî malê ku we bi riza dilê xwe dabe hev.

Gelî mirovan! Xwedê Teʿala  mafê her xwedanmafî ji mîratê veqetandiye. Bi rastî ji bo kesê ji mîratê par bigre ne durist e ku ji malê mîratê qewêtî jê re were kirin. Qewêtî jî ji sêyekê zêdetir durist nîn e. Zarok ji xwediyê nivînê re ye û yê zinêkar ji zarokê bêpar e. Ew kesê xwe ne bi bal bavê xwe ve bide û ew koleyê ku xwe ne bi bal xwendê (seyidê) xwe ve bide, laneta Xwedê, ya melaiketan û ya tevekê mirovan li ser dibare. Xwedayê mezin, ne îbadetê wan ne jî fidyê ji wan dipejirîne (heyanî ew ku ji vî karî tobe nekin).

Gelî mirovan! Xwedayê we yek e, bavê we jî yek e; hûn pêkve zaroyên Adem in, Adem jî ji axê ye. Agahdar bin! Ji bilî teqwadariyê çêtiriya kesê ereb li ser yê neereb û çêtiriya kesê neereb li ser yê ereb nîn e. Çêtiriya yê tensor li ser yê tenreş (zengî) û çêtiriya yê tenreş li ser yê tensor jî nîn e. Bi rastî li cem Xwedê ji we yê herî baş ewê herî teqwadar e.

Hey gelî mirovan! Ji Xweda bitirsin, fermanên Xweda bicih bînin û bi gotina serdarê xwe bikin, çendî ew koleyekî hebeşî yê pozjêkirî be jî;  êdî heyanî ew di navbera we de bi kitêba Xweda hukim bike guhê xwe bidinê û bi gotina wî bikin. Sucdar ji bilî sucê xwe bi tiştekî din nayê sûcdarkirin. Bav li ser sucê kurê xwe, kur jî li ser sucê bavê xwe nayê sûcdarkirin.

Zinhar! Xwe ji van çar tiştan dûr bigrin; Tu hemkûfan ji Xweda re çênakin, ew canê ku Xwedê kuştina wî heramkirî ji bilî ku kuştin heq kiribe bi neheqî nekujin, xwe nêzî zina û diziyê jî nekin.

Haydar bin! Ez hatime fermanberkirin ku ez bi mirovan re têbikoşim heyanî bibêjin “laîlahe îllellah.  Vêca dema gotin: “laîlahe îllellah, êdî xwîna xwe û malê xwe -ji bilî yê maf tê hey e- ji min diparêzin û paşî Xwedê (roja qiyametê) dê hesabê wan bibîne.

Gelî mirovan! Roja qiyametê ewê pirsa min ji we bikin, hûnê çi bibêjin?

Sehabiyan bi hev re gotin: Em şahidin ku Te peyxama Xweda ragihand, Te bi tekûzî erka xwe bi cih anî û Te qewêtiya qenciyê li me kir.”

Li ser vê rewşê Qasidê Xweda (silava Xwedê li ser bê) tiliya xwe ya şehdê ber bi asîmanan ve hilda û paşê li ser civatê berjêr kir û wiha got: “Xwedêyo Tu şahid be!  Xwedêyo Tu şahid be!  Xwedêyo Tu şahid be!

Mele Huseyn Êsî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply