Dirok: 17.10.2025

Gelî Musulmana!
Qur’an a Pîroz ku rêberê jiyana me ye; peyamek (mesaj) xwedayi ye, Rebbê me bi me dide naskirin, hîkmeta afirînişê (xelq) û xaya jiyanê bi me dide zanîn; rêberik e heqqê û neheqqê, rastiyê û nerastiyê dide venasîn; şîfa dilan e, rehmeta canan e, arama rih û rewan e. Sunneta Cenabê Pêxember jî; rengê Qur’anê ye ku xwe daye jiyanê, piratîka îmanê ye, İslama zindî ye. Ayeta ku min serê xutbê da xwand têda Xwedayê Jorîn ewha difermê: “Qasidê min! Bêje: Ku hûn ji Xwedê hezdikin li pey min werin daku Xwedê jî ji we hezke, gunehê we bibexşîne; lewra Xweda bexşendeyê rehmdar e.”[1]
Gelî Musulmana!
Cenabê Pêxember di fermûdekî xwe da dibêje: “Kî sunneteka min îhya bike (vejîne) tê wê me’ne ji min hezkiriye, kî ji min hezke ewê li bihiştê digel min be.”[2] Jiyina bi angorî sunnetê ew e; Xwedê Te’ala ji her kesî û ji her tiştî zêdetir hezkî, fermanê wî pêkbînî, tiştên li te qedexe (heram) kirine jê dûrkevî; Qur’an a Pîroz li dilê xwe, li jiyana xwe bineqişînî, bi gorayi exlaqê İslamê tevbigerî. Jiyina bi angorî sunnetê ew e; nav malê da evîn û mehebbetê serdest bikî; tîcaretê da rî’ayeta hessasiyeta helal û heramê bikî, ji duristiyê neqetî. Heyata bi gorayi sunnetê ew e; bi însanî bi hev ra bijîn, bi dest û devê xwe ziyanê nedin kesî. Jiyina bi angorî sunnetê ew e; bi hessasiyeta ummetperweriyê va tevbigerin, bona Xwedê ji hev hezkin, fenanî kevirê avahîkî li hev kîpbin, şahî û şînê xwe li hev u du parvekin. Jiyinek bi angorî sunnetê ew e; jiyanek wer bajon ku du rojê we wek hev nebin.
Gelî Musulmana!
Ew peyamê Qasidê Xweda yên ser dewr û zemanan ra, beşeriyet çawa doh hewcedarê wan bû îro dîsan hewcedarê wan e. Sunneta Cenabê Pêxember; di xwe da xwe xweşî û rindiyên wer dihewîne ku dilan xweş dikin, xîtabê her însanî dikin, rê nîşanî her civakî didin. Va yeka di Qur’an a Pîroz da ewha tê vegotin: “Ji we kesê hîvî bi Xwedê û bi roja axirê vebestane, yên Xweda zehf yad dikin, ji wan ra Qasidê Xweda da nimûnek spehî heye.”[3]
Gelî Musulmana!
Ya li me ew e; fermanê Xweda û sunneta Qasidê wî, ser her tiştî ra bibînin; xîret bikin exlaqê Cenabê Pêxember li hemû qadê jiyana xwe tetbîq bikin; hezkirina jê li dilê zar û zêçê xwe û li dilê ciwanê xwe bineqişînin. Vê yekê ji bîr nekin ku sunneta Cenabê Pêxember nebe ne Qur’an tê fahmkirinê, ne İslam tê jiyinê û ne jî xweşî û riza Xwedê tê bi destxistinê.
Dixwazim xutba xwe bi wan agahdariyê Cenabê Pêxember di xutba xatirxwastinê da dabûn bi wan bi dawî bînim: “Ji we ra du tiştan dihêlim; heyanî hûn zexm bi wan bigrin hûnê rêya xwe şaşnekin. Ew jî, kitêva Xwedê û sunneta Qasidê wî ye.”[4]
[1] Alê ‘İmran, 3/31.
[2] Tirmizî, ‘İlm, 16.
[3] Ehzab, 33/21.
[4] Mûslîm, Hecc, 147; Mûwette’ , Qeder, 3.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…