Wexta Bahozê Ez ê Karibim Rakevim

Cotkarekî li ser girekî ku ba û bahoza wê zêde ye çiftlikek kirîbû.

Piştî ku ket çiftlikê, karê wî ê ewil ev bû ku ji xwe re alîkarekî peyda bike.

Lê belê ne li gundên nêzîk ne jî li gundên dûr kesî nedixwest li cem wî bişixule.

Ew ên ji bo li wir bişuxulin serlêdabûn jî piştî ciyê çiftlikê didîtin dev jê digeriyan û werê digotin: ‘’Ev der bi bahoz e; hûn jî dev jê berdin wê baş be!’’

Piştî demekê zilamekî navosere û lawaz qebûl kir.

Xwediyê çiftlikê wa li zilam nerî û got: ‘’Tu ji vî karî fêm dikî?’’

Zilam got: ‘’Tê hesêb. Wexta ba û bahoz rabe ez ê karibim rakevim.’’

Xwediyê çiftlikê hebkî li vê peyvê fikirî û piştre ew wek alîkar stend.

Ji xwe jê pê ve tu çara wî jî tunebû.

Piştî ku hefte tê re derbas bûn û nerî ku ew zilam karê çiftlikê xweşik dike, rihet bû û dilê wî xweş bû.

Îşê wî pir xweş dimeşiya.

Heta roja ‘’bahozê’’,

Nîvê şevê bi wî dengê bahozê ê tirsnak şiyar bû.

Ewqas ku ji ber bayê xurt qirçiqirç ji beştan dihat.

Ji nav livînan pengizî.

Reviya oda alîkarê xwe:

‘’Rab! Rab! Bahoz e! Hîna ku vê bahozê tişt tev bi xwe re nefirandine çi ji destê me tê em bikin!’’

Zilam xwe neleqand jî û got: ‘’Dev jê berde ezbenî, herin ji xwe re rakevin!

Ma ne min ji we re gotibû wexta ba û bahozê ez ê karibim rakevim.’’

Ku xwediyê çiftlikê li wî halê wî ê rihet nerî hat ku dîn bibe.

Bi wê qahrê biryara xwe da. Serê sibê karê wî ê ewil ev bû: Wê ew biqewiranda.

Lê divê berî gişî çareseriyek ji vî bayî û ji vê bahozê re bidîta. Ji bo kêmziyan derbas bike vê bahozê.

Derket derve.

Reviya xirarên kayê.

Wî, ev çi ye?

Devên xirarên kayê tev girêdayî ne û ser wan jî nixwamtî ye!

Reviya axur.

Çêlek tev ji kozê xistibûn hindur, deriyê axur jî işkîn hatibû girêdan!

Dîsa berê xwe da malê. Nerî deriyên malê tev çenqelkirî ne.

Bîna cotkar tam hat ber wî û vegeriya oda xwe û ket nav livînê xwe.

Vîz vîza ba dewam bû.

Mizicî û çavên wî li ber girtinê bûn, wiha got:

‘’Wexta ba û bahozê ez ê karibim rakevim.’’

‘’Heg hûn ji tengasiyan re bi mejuyê xwe, bi baweriya xwe û bi tevdîrên xwe amade bin wexta bahozê hûn ê karibin rakevin.’’

‘’Di jiyana xwe gişî de.’’

 

Werger, Îslameddîn DEMİRKAYA, 2016

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply