”VEGÊR” YAN “VEBÊJ”

Niha hinek nivîskarên kurd di kovar û malperên kurdî de di şûna peyva “vebêj” de peyva “vegêr” bi kar tînin. Dema ew behsa romaneke dikin, dibêjin “vegêr” vî tiştî weha rave kir, weha got.

Dema ez peyva “vegêr” dibînim, peyva veger, werger, wergêr tê heşê min. Vebêj di literature kurdî de bi cih bûye, cihê xwe girtiye. Ev peyv çima bû “vegêr” , çima vê peyvê dan alî û di şûna wê de peyva vegêr bi kar tînin min fêm nekir.

Min ji jinek nivîskar a kurd pirsî. Wê jî di nivîsek xwe de peyva vegêr bikar anîbû. Min ji wê re we got :

“ Ez ne şaş bim hûn peyva vegêr di şûna peyva vebêj de bikar tînin. Narrator Bi tirkî anlaticî, bi swêdî brätelse û bi kurdî vebêj e.

Peyva vebêj di lîteratûra kurdî de rûniştiye. Min fêm nekir we çima vebêj kiriye vegêr..

Vegêr peyva werger, wergêr dixe bîra mirov ku ew jî maneyeke xwê a din heye…

Di ……… de hinek peyv şaş bikar tînin. Û di şûna kurmancî de jî hinek peyvên soranî bi kar tînin ku kurmancîya wan ji xwe heye.

Peyvek di kurmancî de tunebe mirov ji soranî yan ji zazakî bigre dibe, lê heger hebe pêwîst nake ji soranî û zazakî bigre.

(………………)

Silav û rêz.

………………………………

Nivîskara jin a kurd gotibû : “….Li vir di derdorên akademîk de peyva vegêr tê tercîhkirin. Loma min jî ew peyv bikar anî. Lê vebêj jî peyveke karîger e. Mixabin di zimanê me de gengeşî û pirsgirêka têgehan hîn heye.

Sipas dikim. Dembaş. ”

 

Bi min derdorên akademîk di gelek waran de şaşî dikin. Hinek kurdên ku Xwedêgiravî akademîker in, ew super akademîker bin jî tiştên şaş dikin, dîtinên şaş diparêzin û ji xwe hinekên wan baş ziman nizanin, haya wan ji pirsgirêkên zimên tune, hinekên wan jî ji xwe paşê kurdî fêr bûne û xwe zimanzan, zimannas dihesibînin. Hinekên wan ku peyvên çêker ên nû çêdikin jî, peyvên wan cih nagrin, di lîteratura kurdî de bi cih nabin û jixwe xelk/gel wan peyvên çêker bi kar nayne û herweha ew peyv piştê demeke têne jibîr kirin.

 

Hinek nivîskarên kurd jî di şûna peyvên kurmancî de peyvên soranî bi kar tînin. Cihê ku peyvên kurmancî hebe û heger nivîs bi tevahî kurmancî be pêwîst nake ku mirov peyvên soranî bi kar bîne. Heger peyvek di kurmancî de tunebe, mirov ji soranî û zazakî wergire dibe. Wek mînak; hinek kes di şûna ”nirxandin”ê de peyva bi soranî ”helsigandin” bi kar tînin. Di nivîsîna jimaran de, yekem, duyem, sêyem a soranî bi kar tînin. Bi min, li gor bîr û raya min pêwîst nake ku peyvên soranî di şûna peyvên kurmancî de bê bikaranîn.

 

Hinek di şûna ku bibêjin ”dijî”, dibêjin ”jiyan kir”. Hinek kes bi tirkî difikirin û li gor sîstema zimanê tirkî û rastnivîsîna/gramera tirkî bi kurdî hevok saz dikin. Lêbelê ev cure hevoksazî li kurdî nayê, ango li gor sîstema zimanê kurdî û li gor rastnivîsîna/gramera kurdî şaş e. Şaşiyên ku li ser navê akademîkeriyê û kurdiya akademîk têne kirin, beloq in, xwe didine nîşandan. Zimanzan, zimannasên kurd balê bikşînin ser şaşiyên ku di zimên de têne bikar anîn  baş dibe.

 

Divê zimanê nivîsê hêsan be, xwendevan jê fêm bike. Heger tu bibêjî “şaxên edebiyatê”  dê bê fêmkirin ku tu çi dibêjî. Lê ku tu bibêjî “Janrê edebiyatê” gelo dê bê fêm kirin. Heger nivîskarekî rabe hevokek weha binivîse, dê xwendevan jê fêm bikin. Xwendevanên ezîz ên ku niha vê nivîsa min dixwînin ka binêrin , bixwînin û destê xwe bidine ser wijdana xwe, we ji vê hevoka li jêr çi fêm kir.

” ”Zanava me ya raser û rajêr û ranîvek û rahişk û ranerm…kurd(î)bûn e û hew!””

 

Ez nivîsa xwe bi van gotinên rast ên birêz Zinarê Xamo dawî dikim.

” Ez ji kurdî pir hez dikim û lema jî ev 40 sal e bi kurdî dinivîsim û dixwazim zimanê min paqij û sade be. Lê ji bo ku peyvên xerîb bi kar neynim zimanê xwe nakim zimanekî kes jê fêm neke… Gava min tiştek nivîsî dixwazim însan fêm bikin…”

 

Weke ku Kek Zinarê Xamo dibêje, ez bi xwe jî 40 salin ku bi kurdî dinivîsim û weha dikim, dixwazim tiştên ku dinivîsim bê fêm kirin, xwendevan jê fêm bikin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply