Vê Hefteyê 4 Fîlm Dikevin Vizyonê

Vê hefteyê 2yên wan xwemalî 4 fîlmê têkevin vizyona sînemeyê

Derhêneriya fîlma “Bêdenge” yê Derrîck Borte dike û di fîlmê da Russell Crowe, Caren Pistorius, Gabriel Bateman, Anne Leighton û Jimmi Simpson dilîzin.

Senaryoya fîlmê Carl Ellsworth nivîsiye û fîlm di cureya tirs û aksiyonê da hatiye kişandin. Di fîlmê da qala çîroka Rachelê dikin, Rachel di trafîkê da bi yekî ra dikeve niqaşê li ser vê ew kes dikeve pey Rachelê.

– “Hecîbega Kelha Dawîn”

Di fîlma “Hecîbega Kelha Dawîn” da Deren Talu, Aleksandr Sokolov û Yurdaer Okur dilîzin û di fîlmê da qala çîroka eşq û şer a li Hecîbega kelha dawîn a Osmaniyan dikin.

Fîlm di heyama şerê Osmaniyan û Ûrisan a sedsala 18an da derbas dibe, dewleta Osmaniyan û Qzaxên Tuna Sîçiyê ji bo Kelha Hecîbeg têkoşînê didin.

Fîlm li Odessaya bajarê Ukraynayê bi hevkariya Türkiye, Ukrayna û Gurcistanê hatiye kişandin. Derhêneriya fîlmê Konstantin Konovalov dike.

– “Bay Lînk: Efsaneya Windayî”

Derhêneriya fîlma “Bay Lînk: Efsaneya Windayî” Chris Butler dike. Fîlm di cureya anîmasyonê da hatiye kişandin û fîlmê xelata Golden Globeyê ya “Anîmasyona Herî Serkeftî” sitandiye.

Di fîlmê da qala Mr. Lînkê demeke dirêj e eqrebeyên xwe nedîtiye li wan digere, Sîr Lîonel Frostê kaşif û Adelîna Fortnîghta maceraperest jî bi Mr. Lînk ra rêwîtiyê dikin.

– “El-Zebir”

Di fîlma “El-Zebir”ê da qala serpêhatiyên Tugbaya di piçûktiyê da hin tiştên xirab hatine serî û aciziyên wê dîsa derdikevin holê dikin.

Derhêneriya fîlmê Sînan Uzun dike û d fîlmê da Mustafa Kara, Cemalettîn Çekmece, Ada Mural, Elîs Buşra Kiliç û Cemal Aşkin Alpçetîn dilîzin.

AA

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply