Di jiyana mirovan de eger tirs hebe, evîn jî azad nabe.
Di jiyanê de tişta ku mirovan aciz dike, ji bo bersivê serî li hêsta bê vîntî û li tirsê bigerin.
Her cara ku hêstek neyînî xwe pêşkêşî me dike, ew bûyera neyînî li pişt tirsê de tête veşartin.
Bes rastiya jiyanê di zimanê giyan de tenê du peyv hene pir bi bandorin : Tirs û Evîn.
Tirs dema kelecan û enerjiya ku li hev dikeve, digire, dikişîne, direve, vedişêre, li hev kom dike û diêşîne, jêre dibêjin neyîniya tirsê, ango tirs dibe astenga pêkanînê.
Evîn dermanê enerjiya ku bûyer berfireh dibe, vedike, dişîne, dimîne, eşkere dike, parve dike û sax dike, di nava civakê de rêya hezkirinê bi berhevî tê ecibandin û têgeha hêsta evînê dibe çanda civak bi hevre gel hev lihevhatî aştiyane bijîn.
Wekî mînak hêsta tirsê dibe şerm û mirov laşê xwe tezîtî bi cilan dipêçe vedişêre.
Ji ber ku mirov bi aqil ango zanistî têgeha bedena tezîtî bi kincan laşê xwe dorpeçî bike û hinek lebatên bedenê veşêre, dîtin ango mêzekirin bi têgeha hêsta hezkirine dibe evînî û beden xweşik tê ecibandin
Mînakek ji jiyana mêr û jin, hêstên ecibandina hev dema dibe biryar girtina bihevre bijîn, hînga evîn mirovan tazî dike û laşê mirovan natûreltî kelecana cinsiyetê dibe şanazî û bi bedenê tezî dihêle.
Jiyan bi hêsta tirsê her tiştê me dîl digre û dike binê qontrola aqil û vîna azad ve girêdide.
Lewra dema mirov ji bo buyerekî, karekî, çûyîna derekî, têkiliya bi kesekî re, bikeve têkiliyan, berê ku bi vîna xwe azad biryar bigre, tevahî erenî û neyîniyan, qencî, xweşî û xeravî, nexweşiyê têkiliya xwe difikire tespîta rastiyê dike, hînga biryara ku bikeve têkiliyê anjî têkiliyên xwe qut bike biryar dide.
Mirov dema ji bûyerekî re biryar bide hînga hêstên evînê destûr nade bibe kesek xerav karê nabin qencî pêk bîne.
Lewra mirovên hêsta dilovanî di fikrû ramanên wîde bûbe evîn, ew mirova kamile û li jiyanê bi nêrîna evînî û hezkirinê de dinirxîne, wîjdana wî dibe teraziya dadê û di kar û têkiliyên xwe de ji rastiyan şaş nabe.
Mirovên ku di karû saziyan de serkeftî nînin, astengiya herî mezin bandora bi tesîr tirse, lewra di karê xwe de tim paşde dimînin, bi malbata xwe û di civakê de wekî bêkêr tên nirxandin. ( Va nirxandineke pir şaşe.)
Kasên ku di karû saziyan de serkeftî bûnin, ji sedî pêncî ji xwe razînin û karê xwe bi hezkirin pêktînin û lewra serkeftî dibin, bes kesên ku ji sedî pêncî jî bi maskeyên veşartî têkiliyên tarî pêktînin, lewra maskeya wan ber çevan xûya nakin û bi malbatê û civakê kêrhatî tê ecibandinê. ( Nirxandin a ji bo berjewendî )
Behçet Ateş
02-11-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…