Tag Archives: Kurmancî

Dersên Kurmancî (13)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-13 2)LÊKERÊN NEGERGUHÊZ (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas): Lêkerên negerguhêz, ew lêker in ên bireserê wernagirin. Lêkerên negerguhêz di hemû deman (dema borî, ya nûke û ya bê) de li gor kirdeyê tên kêşandin. Mînak: Bila lêkera me ya negerguhêz “bezîn” be (bît). Ez bezîm. (dema borî) Ez dibezim. …

Read More »

Dersên Kurmancî (12)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -12- Di dersa borî (çûyî) de me cînavên kesane (şexsî) dîtibûn. Em dê ser van cînavan hindek tişt dî jî bibêjin. Belam (feqet, lê belê), cînavên kesane yên çemandî jî divêt bên zanîn û piştre dê her du kom bêne hevberkirin (berêkdan). 2- Cînavên Kesane Yên Çemandî …

Read More »

Dersên Kurmancî (11)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -11- CÎNAV: Bi erebî; d(z)amîr, bi tirkî; adil. Ciyê bêjeyên ku navên wan nehên gotin an jî nivîsandin, hindek bêje dî tên gotin û nivîsandin. Ev bêje “cînav” in. Bo nimûne; “Rûkenê mast xwar.” Di vê hevokê (cumleyê) de 2 nav hene. Navek “Rûken “, êk (yek) …

Read More »

Dersên Kurmancî (10)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -10- Berêkdana Çend Tîpan: Berêkdana “e” û “ê”yê: Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş, Kelîn-Kêlîn(cotkirin)… Berêkdana “i” û “î”yê: Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn… Berêkdana “k” û “q”yê: Kelandin-Qelandin, Kal(pîr)-Qal(behs), Ker-Qer(qerz,deyn), Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî), Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt …

Read More »

Dersên Kurmancî (9)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -9- Alfabe: 29)Xx Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de ciyê tîpa “x”yê “خ” heye. Lê belê, ev tîp jî bi du awayan (şeklan) têt bilêvkirin (telafûzkirin). Bi her du awayan jî tîpa “x” di hefka mirov de derdikeve. Yek req, yek jî nerm e. Bo nimûne; …

Read More »

Dersên Kurmancî (8)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -8- Alfabe: 25)Uu: Tîpa “u” dengdêreke kurt e. Di bilêvkirinê de gilover (xirûxir) û bilind e. Di tîpên erebî de tîpa “و”yê dikeve paşiya tîpên dî û ciyê tîpa “u”yê digire (wekî; چو:çu, كورد:kurd, گوڵ:gul). Celadet Bedirxan dibêje, ev tîp di navbera “w” û “i”yê de ye. …

Read More »

Dersên Kurmancî (7)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -7- Alfabe: 22)Ss: Ciyê vê tîpê di tîpên erebî de “س” digire. Ev tîp jî li gor pêyvan hin caran stûr û hin caran jî zirav tê zarkirin. Wek tîpa tirkî “s”yê ye. Mînak: ser, sar, sîr, serwer, spî, hêstir, sêdar, simbore, pirsyar, rêvas, kursî, tirs, kûsel …

Read More »

Dersên Kurmancî (6)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -6- Alfabe: Not: Di derheqê dubarekirina tîpekê de (şedde), divêt em vî tiştî jî bibêjin: Celadet A. Bedirxan dibêje, gava ku du tîpên wekî êk an jî nêzîkî êk (hev) wekî “t” û “t” an jî “d” û “t”), gelêk (pêkre) bên nivîsîn, divêt mirov êkê biêxe …

Read More »

Dersên Kurmancî (5)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)  Alfabe: 16)Mm: Di tîpên erebî de ciyê “م”yê digire. Wek “m”ya tirkî têt (tê) xwendin. Mînak: mêrg, mazî, mêş, mendîl, mişk, merd, mixabin, maker, dem, fermî (resmî), germ, mizgînî. 17)Nn: Di tîpên erebî de batî vê tîpê “ن” heye. Di tirkî de jî beramberî vê tîpê dîsa …

Read More »

Dersên Kurmancî (4)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-4: Alfabe: 13) Jj: Wekî tîpa “i”yê, tîpa “j” jî gava ku mezin bê nivîsîn bê xal (J), gava ku biçûk bê nivîsîn bi xal e (j). Wek “j”ya tirkî tê xwendin û di tîpên erebî de ciyê “ژ”yê digire. Mînak: jajî, jûjî, mêjî, jiyan, jar, gijnok (gijlok), …

Read More »