Dersên Kurmancî (4)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-4:

Alfabe:

13) Jj:

Wekî tîpa “i”yê, tîpa “j” jî gava ku mezin bê nivîsîn bê xal (J), gava ku biçûk bê nivîsîn bi xal e (j). Wek “j”ya tirkî tê xwendin û di tîpên erebî de ciyê “ژ”yê digire.

Mînak: jajî, jûjî, mêjî, jiyan, jar, gijnok (gijlok), jehr, jin, bejn, jêr, jor, bijare, wêje (edebiyat).

14) Kk:

Tîpa “k”yê jî wekî tîpa “ç”yê bi 2 cureyan tê xwendin (kirpandî û nekirpandî). Gava ku mirov bibêjit (bibêje) “ker” (heywanê guhdirêj) tîpa “k” li gor tîpa “k”ya “ker”a (mirovê ku nabihîze) nermtir e. Anko “k”ya ewilî nerm, ya duyê req (hişk) e. Ya duyê derblêdayî ye.
Di erebî de ciyê tîpa “k”yê “ك” heye. Wekî “k”ya tirkî ye.

Mînak:
Kirpandî Nekirpandî

ker (kesê nabihîzit) ker (guhdirêj)
kar(tijêka bizinê,karik) kar (şol,îş)
kolan kolan(kolîn)
Kurd kurt
karker karîn (şiyan)

15) Ll:

Di hindek (hin, hinek) bêjeyan de stûr (istûr) û di hindekan de jî zirav tê xwendin. Di tîpên erebî de ciyê “ل”yê digire, heke stûr jî be wisa tê nivîsîn:”ڵ”.

Mînak: lîmon, leheng (qehreman), lor, lezgîn, lêgerîn, lepik (destane, destank), lîstok, lûşî, mil, dilop, rêl (daristan).

Pirsên hungo (we) hebin fermon.

Dewama vê dê bê (bêt) înşela…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply