DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-7-
Alfabe:
22)Ss:
Ciyê vê tîpê di tîpên erebî de “س” digire. Ev tîp jî li gor pêyvan hin caran stûr û hin caran jî zirav tê zarkirin. Wek tîpa tirkî “s”yê ye.
Mînak: ser, sar, sîr, serwer, spî, hêstir, sêdar, simbore, pirsyar, rêvas, kursî, tirs, kûsel (kûsî).
23)Şş:
Di tîpên erebî de “ش” şûna vê tîpê digire. Di tirkî de jî “ş”ye.
Mînak: şekir, şev, şûtik, qamîş, tirş, Şepetan, şerbik, şêlim, kuşme, şumtî (şiftî, zebeş), reş.
24)Tt:
Tîpa “t” jî bi du awayan tê telafûzkirin (kirpandî û nekirpandî). Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de “ت” heye. Di tirkî de jî “t” ye.
Mînak:
Kirpandî Nekirpandî
têr (ne birsî) têr (têrik, torbe)
tarî tivir
tezî (sar) tevşo
tor temen
patik tirs
tasik catir
ta (bend, bendik) ta (nexweşiyek)
Not: “t”ya kirpandî stûr, ya nekirpandî zirav tê xwendin.
Dê bidome înşela…