Em ji bo heywanên bêxwedî dikarin çi bikin?

Gelek tişt hene ku hûn dikarin ji bo heywanên kolanê bikin! Li vir çend gav hene ku dê we aciz nekin lê ji bo wan pir girîng in ..

Mixabin, gelek sedem hene ku jiyana hevalên me li kolanan dijwar dike. Di vî warî de, berpirsiyariya me ye ku em wan biparêzin û şert û mercên jiyanê çêtir peyda bikin. Ji ber vê yekê ji bo parastina heywanên bêkes/bêxwedî çi dikare bê kirin? Şaredariya Kadikoyê çend gavên ku ji bo we piçûk in û ji bo wan mezin in berhev kir.

Lê xwedî derkevin!

Tiştê çêtirîn ev e ku hûn deriyên mala xwe ji heywanek an hevalekê/î re vekin. Demek dirêj dernakeve ku hûn fêm bikin ka dê guhertinek mezin di jiyana we de bike ku hûn bi wî re bijîn. Hevalê weyê herî baş jî dê di demek kurt de bi malê re fêde bibe û hûn ê bi jê re kêf bikin.

Mêvan bikin

Ger şert û mercên mala we ne guncan be ku heywanek dirêj bimîne, heywanek birîndar an nexweş ji bo demek kurt mazûvaniyê jê re bikin.

 

Di ofîsa xwe de jê re cîh vekin

Di nivîsgeha/ofîsa xwe de ji wan re cîhek piçûk çêbikin. Di demek kurt de, hûn ê bibînin ku hemî xebatkarên nivîsgehê bûne heval. Ger şert û mercên jiyanê yên li nivîsgehê ne guncan in, hûn dikarin li pêş cîhê karê xwe cihekî ava bikin û konteynirên xwarin û avê bixin, hûn ê jiyana heywanek xilas bikin û piştgiriyê bidin wê.

 

Kaputê erebeyê xin

Gava pisik li cîhek germ digerin, yek ji wan cîhên yekem ku ew diçin binê otomobîlan an motora wan. Berî ku hûn gerîdeya xwe bibin û bişuxlînin her gav kaputa gerîdeya bixin û dorê binêrin.

 

Xaniyên pisîk an kûçikan ava bikin

Xaniyên pisîk-kûçik, ku dikarin ji qarton, plastîk an daran werin çêkirin, tê vê wateyê ku heywanên xêzok xwedî xaniyek parastî ne. Ev xaniyên ku çêkirina wan pir hêsan e, ji bo ku li ber baranê û berfê li ber xwe bidin divê bi naylonî bên pêçandin. Ger hûn nekarin tiştek bikin, hûn dikarin qutiyek qartonek vala bi çenteyek plastîk vebikin û wê li kêleka xwe deynin û hawîrdorek biafirînin ku pisîkek rêwî herî kêm demek kurt bimîne û germ bibe.

Tasek av bidin

Av ji bo ajalan jiyan e. Pê bawer bin ku ji bo heywanên bêxwedî tasikek avê bila her dem hebe. Kelûpelên ava metal an jî pola zû avê dicemidînin, mantiqtir e ku meriv avê bixe li qabên plastîk û li şûna ku zivistanê avê têxe nav qabên weha, bala xwe bide germahiya van avê. Heke hûn dilopek rûnê zeytê li avê zêde bikin, hûn dikarin pêşî li cemidîna avê bigirin.

 

Pêvekên vîtamînê li ava wan zêde bikin

Di mehên zivistanê de, heywanên mîna mirovan dikarin ji nexweşiyan xedartir bibin. Heta sermayek piçûk carinan dikare jiyana wan bixe xeterê. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê û bihêzkirina pergalên wan ên berevaniyê, hûn dikarin dermanên vîtamînê yên ku hûn dikarin ji veterîner bistînin bigirin nav qabên ava ku hûn li kolanê datînin.

 

Xwarinê ji bîr nekin

Bi taybetî dema ku berf dibare, ne gengaz e ku heywanên kolanê xwarinê bibînin. Hûn dikarin xwarina ku ji bo heywanên kolanê li sûkan tê firotin bavêjin û pênc hûrdeman bidin ku hûn êvarê biçin malê û xwarinê li qabên xwarinê an deverên zuwa bihêlin. Bi diravekê hindik, hûn dikarin ji qesabê hestî/goşt bikirin û wan li kêleka rê ji bo heywanan deynin. Ger hûn nekarin xwarinê bistînin, hûn dikarin xwarina bermayî li malê bidin wan. Xwarina xerab nedin heywanan. Tewra yek dozek zikêşiyê jî dikare ji bo heywanên ku berxwedana wan di hewaya sar de kêm dibe de bibe kujer.

 

Ji bo çivîkan jî nên bixin li ber pacê

Çûk mîna pisîk û kûçikan nêzike mirovan nabin, lê ji bo wan hûn dikarin li ber paceyên xwe nanpêjkên ku bipêçin an jî li ser şaxên daran ên baxçê xwe nanê tenûrê daliqînin. Her weha hûn dikarin tovên genim an nanê şil têxin şûşeyek plastîk ku nîvî birrî û li şaxên daran daliqînin.

 

Heywanên nexweş paşguh nekin

Heke ku we heywanek dît û hûn fikirîn ku birîndar an nexweş e, wî ji bi serî xwe nehêlin.

Şaredariya herî nêz agahdar bike. Gava ku hûn dibînin heywanek zêde dilerize, dibe ku ew hîpotermiyê dikişînê, divê hûn wî bibin mala xwe û hêdî hêdî germ bikin.

 

Piştgiriyê bidin sitargehan

Ger li bajarokê ku hûn lê dimînin stargehekê heywanan hebe, ev tê vê wateyê ku di vê stargehê de gelek heywan hene, nemaze di mehên zivistanê de. Bi bexşandina xwarinê ji bo stargehan, hûn dikarin bicîh bikin ku hewcedariyên gelek heywanên din têne pêşwazî kirin. Betanî û rojnameyên kevn ku hûn bikar nayînin dê ji wan re pir bikêr were.

 

Evîna xwe jî jê kêm nekin

Evîn ji bo hemî zindiyan hewcedariyek bingehîn e. Evîn û dilovaniya xwe ji wan kêm nekin. Bînin bîra xwe ku dinya bi wan xweş e …

 

Werger: Çandname

Çavkanî: hthayat

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply