Şevbêra Dengbêja û keda Hozan Şemdîn -Beşa Duyem

Dîmenê yekê û pir balkêş di piraniya bernameyên Şevbêrka Dengbêja de amadebûna jin û keçên Kurd e. Hatina jinan ji aşpêjxanên malê bo nava stdioyên mezin û gotina stranên dengbêjiyê, karekî hêsan nîne. Cesareteke wiha di nava kevneşopiyên me yên çandî de û dema ku hêşta jî yasayên bavsalarî û mêrsalariyê li ser jiyana Kurdan reng û rûyê xwe negûherîne, ji min re weke çêkirin an jî birêvebirina“ şoreşekehizrî ” ye. Çimkî di her civakekê de bilindkirina cesaret û bihêzkirina wêrekiya jinê xwedî rolekî mezin bûye ku“ cewherê demokrasiyê ” bêtir nêzî rastiya xwe bibe. Ger li pey hatina ola îslamê hê jî ew azadiya ku di nava jinên Kurd de heye bihêz nebûya, bawer nakin çanda dengbêjiyê jî ewqas li gund, bajar, şahî û heta şînên me de xwedî bihayê xwe yê dîrokî mabûya. Pêwîste ev rastî jî neyê ji bîr kirin ku li pey salên 1980an û şûnde birêveberên hereketa siyasî li bakurê Kurdistanê salê ji sala din zêdetir bi bîra xelkê dianîn ka bihagiraniya çanda Kurdî a dêrîn çiqas zêde û bilinde. Wan di gotar, nivîs, rênimonî û şiroveyên xwe yên li ser çand, ziman û hunerê qîmeteke giran didane wêjeya devkî. Di teoriyê de bizaveke mezin di hişê civakê de afirandin û ev jî bû sedem ku gelek kes him ketin pey nivîsandina jiyan û serbihûriya dengbêj û hunermendên Kurd û him jî saziyên weke mala dengbêja hatin avakirin. Di wan saziyên çandî de ji dengbêjên 80 salî bigire heya ciwnaên 15-20 salî jî cih digirtin. Reng û rûyê kilamên jinan jî di wan koman de xwedî nasnameya xwe a taybetî û xûya bûn. Ew xebat hê jî li gelek bajarên weke Wan, Amed, Cizîra Botan û hwd berdewamin. Stratejiya Med TV û pêre jî ragehandina hereketa bakurê Kurdistanê ew bûye ku qîmeta hunera Kurdî a resen tim di rêza yekê de be. Şevbêrka Dengbêja, Şaneşîn, Baxçê Gulan, Dîdarî Ezîzan, Navdarên Kurd, Jiyan û Raman û gelek belgefilmên TVyên girêdayî hereketa bakurê Kurdistanê li ser bingeha stratejiyeke wiha bûne arşîveke dewlemend ku bi derbasbûna dehan salan re qet bihayê xwe yên çandî, wêjeyî û dîrokî ji dest nadin.

Amadebûna sedan jin û keçên Kurd di wan bernameyên navbirî de xwedî gelek peyamên ji hev cuda lê erênî bûne. Peyamên ku êdî ketin jiyanê û îro bi dara xwe a tije fêkî li çar aliyên Kurdistanê hene.

 

Şevbêrik bû kevneşopiyeke rêbaza dengbêjiyê

Li pey bernameya Şevbêrka Dengbêja êdî kîjan TVya herêmî an jî satalît vedibû, teva xwestin xwedî Şevbêrk”ekê bin.Dengbêj û evîndarên vê xwendingehê dema ku nedikarîn xwe bigehînin Med TV û ên din, bi hemen meremê diçûne wan TVyan û stranên xwe digotin û tomar dikirin. Ev destkeft wisa mezine ku ger bitena serê xwe, bi hûrgilî û berfirehî bê analîz kirin, him dibe sedema dewlemendiya zimanê me, him hunera me baştir dide nasnadin û hezkirin û him jî ji hêla din ciwanên Kurd berê xwe didin vê qadê. Îcar hingî emê baştir bizanin ka karekî weke karê hunermend Şemdîn di çi astê de û yê didîroka hunerê de li kîjan astê cih bigire.

Bi serhev de hilanîna pêngava yekê dema ku bibe sedema liv û lebateke tije hez ji bo hilanîna pêngavên din, hingî êdî ew kar dibe rêbazek bêrawestan.

Min bi rêya bernameyên K.TV, Dunya TV û TRT Kurd dengbêjên weke Mesud Cizîrî, Dengbêj Heqqî( Mihemed ), Esker Cizîrî, Fadil Cizîrî û gelek kesên din nasîn. Ew TV tev piştî Med TV avabûn û di bin bandora stratejiya xeta hunerî a hereketa bakur û bernameyên weke Şevbêrka Dengbêja qîmeteke taybetî dane bernameyên hunerî.

Wiha bû ku kêbirkê an jî reqabeteke mezin him di nava saziyên ragehandin û ragehandinkaran de çêbû, hem jî di navbera bernameçêker, dengbêjên kilasîk û nûbêj de tije sûdên çend alî ye. Dengbêjên nû jî bêtir û zêdetir xwendingeha dengbêjiyê a hunermendên weke Evdalê Zeynikê, Şakiro,Reso û yên xwedî dengên çiyayî nas kirin. Ew bi cidiyeteke zêdetir ketin pey karekî wiha û bûn navên naskirî.

Bes divê em vê rastiyê jî bi bîra xwe bînin: Pêşwaziya nifşên nû li pey salên 1990an a ji çanda dengbêjiyê zêde û berfirehtir bû, lê mixabin piştre gelek kesên ciwan hebûn ku carna bêpiştgîrî man. Malên dengbêjan û TV´yên Kurdî jî nebûne bersiv ji xwestekên wan re. Herwiha gelek dengbêjên ku xwedî xizîneyeke mezin a stran, gotinên pêşiya û destanên herêma xwe bûn, hatin ji bîr kirin!.

Kaniya dengbêjiyê ku demekê bû hinek ber bi çikînê ve diçû, hêdî-hêdî bû kanî, bû çem û rûbar û îro jî weke serdema Evdalê Zeynkê û Resoyê Gopalê ji nû ve bûye xwendingeheke tije xwendevanên xwe yên jîr. Bi awayekî ku êdî hemû astengî û siyaseta asîmîlasyonê jî nikare rê li ber karwanê wê yê dirêj bigire.

Rengên hunera me weke xweza û delaliyên çiya, gund, bajar û newalên Kurdistanê dewlemend û xwedî çend şax û likên ji hev cuda ye. Payîzok, Lawje, Heyranok, Dîlok, Dûrik, stranên dîwankî, dîlanî û hwd qada berfireh ya hunera me ne.

Di vê şoreşa çandî de dengbêjên weke Şemdîn bi hemû dilsojiya xwe re xwedî kedeke nejbirkirî ne.

 

Dengbêj kîne, çi kirine û taybetmendiyên wan çine?

Di jiyana me Kurdan de, di parastina çand û zimanê me de, di bêhêzbûna destan, çîrok, huner û nasnameya me a Kurdîniyê de rolê dengbêjan mîna rolê pêxemberan bûye. Pêxemberên ku her yekê di serdemeke dîrokê de bi anîna„ ayetên îlahî “ re xwestine„ felsefeya jiyanê “ baştir bi wan bidine nasandin. Bi hemû êşên bindestî, bêdewletbûn û zordariya serdestan re em hebûn û mayîna xwe a sedan salan deyndarê deng û hunera wan a resen in. Ew di navbera me û dîroka sedan salên bihûrî de ji hêlekê pira berdewamî-mayînê û ji hêla din jî sîwana parastina kesayetî, keramet, siyanet û xasiyetên jiyana me bûne. Destanbêj, çîrokbêj, qisezan, xweşxwan û rojnamevanên serdema sedan salên berê dengbêjên me bûne. Dengbêj xwedî karname û berhemên wisa giranbûha ne ku tenê rûpelên zêrîn yên dîroka hunera Kurdistanê a hêşta nenivîsandî dikarin wê kedê bi bîra sedan salên dahatî jî bîne.

Belkî mînakên weke mamostayê nemir Reşîdê Baso an jî Huseynoyê Muşê baştir bikarîbin vê rastiyê ji me re îspat bikin. Kilamên wan ên mêranî û dîwankî yê bi derbasbûna sedan salan re qet û qet cewherê xwe yên pirbar di warê wêjeyî de wenda nekin. Ez çiqas bextewer bûm ku min ji nêzve kesên weke Reşîdê Baso, Maruf, Şemdîn û Seydo dîtine û suhbeta bi wan re rêyeke tije fêrbûn û hezkirina ji hunera Kurdî re li ber kesên weke min vekiriye. Dema min mirovê maqol Reşîdê Baso dît û bû mêvanê min yê bernameya Navdarên Kurd, dîroka sedan salên berê li ber çavên min zindî bû. Mixabin hingî ew di rewşekê de bû ku êdî nefesên dawiyê yên jiyanê dikişandin, lê kobra xwe wenda nekir. Hîvîdarim rêbaza dengbêjiyê a tije armancên pîroz berdewam be. Çimkî îlhama dengbêjên berê bihêztir ji a yên niha bû.

Dengbêjî nasnameya hunera Kurdî ya hezaran salane ku nabe em bi nêrîneke sade ji kêlekê derbas bibîn.

Şevbêrka Dengbêja bû tradisyonek û bi van bernameyên wiha re hezaran stranên Kurdî ji mirinê xelas bûn. Ziman ji nû ve weke gulekê bişkivî. Civak baştir bi gelek aliyên dewlemendiya ziman û hunera xwe hesiya. Qîmet û bihayê hunerê ji hêlekê, ji hêla din jî em baş pêhesiyan ku êdî guhdarkirin an jî temaşekirina vê hunera giranbiha weke çiyayekê li hemberî sinorên asîmîlasyonê sekinî û yê bisekine. Carna dengbêj bi tena serê xwe dîwanên gire-girên Kurdan, mîrên xwedî êqtidar dişarandin û evîna ji jiyanê re bihêztir dikirin. Muhtacî orkestra û muzîsyenan nebûn, çimkî di qirka wan de te digot qey hemû amûrên muzîkê jî hene.

Cihê dengbêjan li cem lîderên weke Simkoyê Şikak, Şêx Mehmûdê Berzecî, Mîrê Botan û Celadet Bedirxan bilind û taybetî bûye. Sûrmelî Mihemd Paşayê koşka Îşak li Bazîdê û Evdalê Zeynikê, Simko û Kawîs Axa, Şêx Mehmûd û Kawîs Axa, Mihemed Arifê Cizîrî û mîrên Biradosta û mînakên din vê rastiyê baştir bi me didin selmandin ku dengbêjan carna bi kilamekê ji mîr û rêberan re karê şiwirmendiyê jî kirine.

Carna jin, carna keç û xortên ciwan, carna zarokên dengxweş û carna jî hunermendên navdar li kêleka Şemdîn mêvanên Şevbêrika Dengbêjan bûn. Dengbêj Vedat dema strana“ Kinê ” digot, hîvî bi vejiyandina hunera dengbêjiyê zêde û zêdetir bûn.

Leca dengbêjiyê di ekranên TVyên Kurdan de gelek destkeftên nû jî bixwe re anîn. Yanî him dengbêjên nû çêbûn, him heza ji ziman û hunera Kurdî re zêdetir bû û him jî li hemberî înkar û asîmîlasyonê cesareteke bêdawî kete nava civaka me ku ji taybetmendiyên xwe yên nasnameya netewî zêdetir hez bikin. Dengbêjên xwedî qirika zêrîn, dengên bilind û orjînal ku bêhna çiya û zozazên Kurdistanê ji hunera wan tê, me tev li kêleka Hozan Şemdîn dîtin.

Denbêj sade û mirovên paqijin.

Dengbêjên weke Şemdîn bi îtibar û hunera xwe ya bilind re dikare bibe xwendingehek ku hezaran kes têde bikevin ser şopa hunermendên sedan salên berê. Dengbêjên weke: Heqqî, Kazo, Zahiro, Maruf û Şemdîn xwedî wê îtibarêne ku ez behs dikim. Dengxweşî û hostatî dikare bibe sedem ku heta muzîsiyenên ku ne Kurd û qet Kurdî jî nizanin hunera xwe baştir bidin xuyanîkirin. Çimkî huner sinora nas nake.

Mirovên pijyayî û pêgehiştî, xwedî tecrûbeyên têr û tije yên jiyanê dengbêjên me ne.

Dema hunereke wiha cara yekê bi rêya Med TV ket gera govenda xwe ya dîrokî, hingî me dît ku TVyên din yên nûçêbûyî jî xwestin teqlîda karekî wiha mezin bikin, lê kes biqasî Şemdîn xwedî îrade, hez û hêza ji vê rêbazê re nebû. Yên ku hatin û bi germî dest pêkirin, zû jî sar bîn û di nîva rê de ji dîwana dengbêjiyê veqetiyan. Lê Şemdîn hêşta jî bi îsrar û pilanên nû berdewame.

Destanên Kurdî ku demekê cihê Şevbêra Dengbêja girtin, tim nû û germahiya dîwanxane û civatên Kurdî ne. Destaneke weke a Gilgamêş ewqas nû ye ku dema mirov dixwîne dibêje qey duh hatiye nivîsandin. Çima? Ji ber ku peyam û dersên jiyanê, yanî wefadarî di hevaltiyê de tê de heye. Dostatiya tije rûrastî weke derseke ebedî û hînkirina hinek pirensîpên jiyanê ji hemû çînên civakê re di destanên me de heye.

Zanîna wêjeya devkî, ziman û bi hesasiyeteke taybetî li ser têkstên stranên dengbêjiyê sekinîn tim karê Şemdîn bûye. Qîmeta hunerê li ba kesên hunermend wiha hatiyepênasekirin.

 

Felsefeya govend û dewata Kurdî

Şemdîn carna di bernameya xwe de behsa govendê jî dike. Canra jî min dîtiye ku di şevên hunerî de serkêşê govendê bûye. Helperîn û govenda Kurdî, hemen liv û lebat an jî nîşanên xwe amadekirinê ji hêrişê re ne. Semboleke şerê li dijî dijminan di hilanîn û danîna piyên govendegeran de ye. Destmala di destê sergovend û bingovendê de jî sembola hevgirtinê ye.

Çaxê keç, jin, mêr û xort destê hev digirin û dewatê dikin nîşana xwîşk-biratiyê û dema tev bi hev re piyên xwe bi hêzeke zêde li erdê didin: ji hêlekê dijminê xwe tehdîd dikin, ji hêla din jî rolê jinê di karên civakî de îspat dikin. Ew bi wê hêza mezin dixwazin bêjin:” Vira welat û axa me ye, kes nikare hêrişî nava mala me bike…”

Hewar û tilîliyên tevîhev û yekdengî ji bo tirsandina dijminane. Dema ji dûr ve destên keç û xortan yên weke helqên zincîrê bihev ve girêdayî temaşe dikin, yekîtî û hevgirtinê didin xûyanîkirin ku mezinbûna hêza wan îspat dike.

Govenda Kurdî nîşanek ji jiyana kolektîv a mirovên civakekê ye ku pêre jî mirov dikare bêje Kurd parêzvanên hêja û qedirnas yên çand û taybetmendiyên xwe yê dîrokeke çend hezar salî ne.

Govenda Kurdan bi ser xwe felesefeya mayîn û hebûna netewekê li ser axa wan ya dêrîn dide îspatkirin.

Hunera dengbêjî, felsefeya govend û xizîneya peyv û naveroka tice cewher a kilamên Kurdî pirî caran bûye sedem ku ji xeynî Kurdan heta ji hêla biyanîyan ve jî lêkolînên zanistî bêne kirin û weke pirtûk û belgefilm bêne belav kirin.

 

Rexne û daxwazên ji Şemdîn

Keda mirovan divê tim bê bibîranîn û teqdîrkirin. Ez nikarim bi nivîseke kurt ji qedirnasiya Şemdîn re bibime bersiv. Di dawiya vê kurte nivîsê de daxwazên min ji dengbêj Şemdîn evin:

1. Di warê pêşkêşvanî û aliyê rojnamevaniyê de biqasî dengbêjiya xwe jîr be.

2. Bihayê bide wan kesên ku qîmeta kar û hunera te dizanin, ji rexnekirinê jî qet netirse.

3. Rêzê bide mêvanên xwe û pirsên te bila tenê “ ka çi dibêjî bo vê şevê an stranê” nebin.

4. Dema pirsekê dipirsî baş li muxatebê xwe guhdarî bike ka bi bersiva wî/ê re têhnatiya te şikaye, te peyamek daye temaşevanên xwe an tenê bo derbaskirina demê ye!.

5. Li ser wê arşîva zêrîn ku keda te di komkirin û tomarkirina wê de ji a herkesî zêdetire, bêtir kar bike ku him ew kilam û destan bêne nivîsandin û him jî ji nûve di ekranên TVyên me de bêne weşandin.

6. Versyonên stranên me yên wek mînak li ser Kela Dim-Dim pirin, di bernameyên xwe de rê bide ku dengbêj bi hemen versyonên herêma xwe bistirên. Çimkî ji xeynî Serhedê dengbêjîya herêmên din yên Kurdistanê jî dewlemende.

7. Dest bi nivîsandina bîranên xwe yên qada huner û siyasetê bike û di vê qadê de jî dest bi rêbazeke nû bike ku yên din jî wiha bikin.

8. Li vira ji xeynî te spasdarî kesên weke Ehmed Aras, malbata Casimê Celîl, Rehmî Batur, Xelîl Mûradov, Radioya Rewan û Bexdayê, Zeyneb Yaş, Salih Kevirbirî, Mehdî Mutlu, Malên dengbêja, dengbêjên Kurd û TVyên Kurdî dikim ku di vê qadê de xebatên berfireh kirine û hê jî berdewamin.

Kakşar Oremar-Rewanbêj

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply