Keştîya Tijî Xem, çîrok in ku nivîskar Kristin Ozbeyê nivîsîne. Pirtûka çaran û dawîn a nivîskarê ye. Ozbeyê, du pirtûkên çîrokan, dudu yên helbestan nivîsîne. Pirtûka wê ya pêşîn ‘Sağanak Yalnızlık’ e. Helbest in, bi Tirkî nivîsîye. Şevdank, pirtûka duyemîn a helbestkarê ye, bi Kurmancî ye. Piştî nivîsîna du pirtûkên helbestan, îcar dest bi çîrokan kiriye. Sorxêlî, pirtûka pêşîn a çîrokan, lê ya sêyemîn a çîroknivîsê ye.
Ji xeynî pirtûkên nivîsîne, gelek helbest, çîrok û nivîsên henekî yên Kristinê he ne ku di kovaran da weşîyane.
Keştîya Tijî Xem tu nedibû nesîb ku bixwînim, lê gerîyam û min axirê dît û kir pirtûka xwendinê ya şêwira civatê.
Pirtûk ji Weşanxaneya Sarê derketiye. Min li pirtûkên din ên weşanxaneyê jî nihêrt. Weşanxaneyê serê xwe bi amadekirina bergên pirtûkan ra neêşandiye, pir pere û ked di ber da nedaye. Ez dibêm qey bergên berheman bi rêya hişê çêkirî ya jî bi bernameyên sêwirana grafîkî yên erzan ya jî bêpere çê kirine, dane çêkirin. Wêne bi destê wênesazan çê nebûne û ne foto ne ku hatine kişandin. Redaksîyona pirtûkê baş nehatiye kirin, ya ku redakteû yê ku edîtorî kiriye, ji zimên û teybetîyên zimanî ra ne pir serwext in. Şaşîyên nivîskî, ergatîvîteyî, nêrûmê(zayend)yî he ne. Lêker he ne ku li gor dem û tebatî û lebatîyê rast nehatine kişandin.
Pirtûk tenik, çîrok kin anku mînîmal in. Piştî xwendina çend çîrokên pêşîn li pey hev, di dile xwe da min got, ‘hêvîya ku min ji berhemê dikir, ne ev bû’ lê her ku lê çûm, min dît ku çîrokên mayî ji çendên berîya xwe çêtir in; ji xeynê çîroka paşîya paşîn ku wek ‘efare’yê bû.
Tevnsazîya çîrokan ne klesîk lê hevçax anku nûjen e. Karakter bê nav in. Yek du ne tê da, ew jî bi xêra şayesine ku kirine, meriv tê derdixe ku cihê çîrok lê diqewime kû der e; wekî din cih ne keşf e. Zimanê nivîskarê têra xwe bi rexne, îronî û tinaz e. Li ber normên civakî radibe, xwe nerazî dike li ber dab û nerîtan, bindestîya jinan. Çîrok bi çavekê femînîst nivîsîne. Bizava wêjeyî ya çîrokan bi pirahî realîzm, belkî parîyek naturalîzm ku jixwe ew û realîzm nêzê hev in û romantîzm e. Serleheng û ya ku çîrokan dibêje, dibê qey yek in. Nivîskar bixwe ye. Ya tişt bi ser da hatine û bûye şahida bûyerên wextê li ser kar bûye. Wek rojnivîsk yan jî bîranîn nivîsîne. Vegotina çîrokan ji xeynî yek(Stargeh)ê, bi devê kesê duyemîn e.
Diyadînê Beynatî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…