Xutbe I Ehlaqê Civakê û Medya Civakî

Gelî Musulmana!

Gotin, neynikek e ‘alema derûnê/hundirê însan dide der. Gotinkî şîrin; merhemek e qelbên birîndar pê xweş dibin, ava heyatê ye dilên zuwa ji nûw va pê hêşin dibin. Qisekî xweş; neqşek nazenîn e ruh kêlî bi kêlî dineqişîne; xîtabkî nazik e bê dilhiştin şaşitiyan serrast dike. Çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Gotin a şîrin, sedeqe ye.[1]

Gelî Musulmana!

Bandora gotinê, ne bilindbûna deng da ye; belkî kûrahiya semîmiyetê da û di naziktiya ûslûbê da veşartî ye. Belê, eger em nikaribin dengê xwe bigîhînin kesê nêzîngê xwe û bi kes û lêzimê xwe ra li hevkin û rêkî nabînin bona bigîhîjin cîranê xwe, sedemkî wê jî ûslûba me ya qisedanê ye. Cenabê Pêxember kesê îmandar ewha dide nasînê: “Kesê îmandar; te’n û niçan navêje kesî, le’netxwîn nine, devçepelkî bêheya nine.”[2]

Gelî Musulmana!

Dergehê dilan, mînanî wan kilîtan in ku ji hundir va vedibin; anaxtara wê kilîtê bes gotineka şîrin e. Qur’an a Pîroz difermê: “Ji bendeyê/’evdên min ra bêje, gotina xweştir kîjan e bera wê bêjin; şeytan wan berdide hev. Şeytan neyarkî eşkera ye bona însan.”[3] Loma; kî nav mala xwe da aram û hizûrê dixwaze; bera zimanê xwe bi naziktiyê va şîrin bike. Kî dixwaze bigîhîje zaruyên xwe, bera pêşiyê bi du peyvên şîrin li dilê wan bibe nîvan. Kesê hurmetê dixwaze, bera zimanê xwe bi rastiyê va mohrke. Kesê dixwaze bibe mezherê bereketê, bera şol û karê xwe bi duristî bike. We’l-hasil Qasidê Xwedê çawa gotî hema wer be: “Kesê baweriya wî bi Xwedê û roja axirê heye, yan tişta xêr xeberde yan bera huşbe.”[4]

Gelî Musulmana!

Şûna tewrî zêde exlaqê xeberdanê têda tê binpêkirin, mecrayên dîjîtal in. Hin kes hene, bi rêya qumara ser înternetê û tiryakîtiya maddeyên hişbir va; hin kes hene bi rêya leyistikê tundrewiyê va zemîn hazir dikin bona xirawî roj bi roj belavbe. Hin kes hene, nasnameyê xwe vedişêrin bona çawa bixwazin wisa xelkê acizkin, ziman dirêjî şeref û hisyeta wan bikin û viyan jî ji xwe ra hunerkî hîsab dikin. Hinek hene bi nûçe û xeberên derewîn tovê fitne û fesadiyê nav civakê da direşînin. Agahdariya Heq Te’ala li ser vê mijarê xayet zelal e: “Li cem her merivkî, milyaketek heye amade ye bona gotinê wî yek bi yek qeyd bike.”[5]

Gelî Musulmana!

Ew metirsiyên bi derfetên teknolojîk va tênê, ew dafikên pişt firsendan da veşartî ne; eger em bi wan bihesin, wê hingê em dikarin rêjeya ziyana medya civakî gelek kêmkin. Eger em bikaribin teknolojiya dîjîtal li gorî nirxên xwe yên exlaqî bikarbînin, wê hingê emê xwe û malbata xwe ji naverokên bi çand û kultûra me va ne minasib biparêzin.  

Xutba xwe, bi vê fermûdeya Cenabê Pêxember diqedînim ku difermê: “Kesê gotin û kirinên bêfayde li cîh bihêle, ew dibe nîşana wê qasê ew musulmankî baş e.”[6]

[1] Bûxarî, Cîhad, 128.

[2] Tirmizî, Bîrr, 48.

[3] İsra, 17/53.

[4] Bûxarî, Edeb, 31.

[5] Qâf, 50/18.

[6] Tirmizî, Zuhd, 11; Mûwette’, Hûsnû’l-xûlûq, 1.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *