Ruhbantiya Wergera Zimên

Di çanda me ya perwerdehiya dîn de, di sohbetên dînî de, di teaziyan de bandoreke wergerê heye. Ev bandor, prestîja mela, şêx an jî axaftvan bêtir dike; lê dem li her derê ne fireh e û zimanê biyanî ji herkesî re navê.

Di medreseyên me de rêzimana erebî pir giring e û kitêbên dînî ji erebî tên wergerandin û wisa tê hînkirin. Helbet mirov hînî zimanekî biyanî bibe baş e; lê hişê her suxteyî ne li gorî hînkirina zimanekî din e. Ezbera erebî, zoriyeke mezin e li ber wan feqeyan. Ew perwerdeyî, îsrafeke demê ye. Ji dêvla wê hînkirina wergerê ku hînî hîtabetê, hînî hişê rexneyî bibin ma ne çêtir e?

Ji berê de kitêbên hedîsan hatine wergerandin û divê ji wan wêrgeran perwerdeya dînî berdewam bike. Şêxê rind ew e ku hedîsên nerast bineqîne û yên rast deyne ber feqeyan. Jiyan diherike, pirsgirêkên civakî li hêviya van şagirtan in; lê suxte hê jî dem û hêza xwe bi wergerê derbas dikin.

Ji berê de Qur’ana Kerîm hatiye wergerandin û divê ji wan wêrgeran perwerdeya dînî berdewam bike. Heger di wergeran de hin çewtî hebin; divê ew şêx an seyda wê serast bike û ew bi xwe mealeke din binivîsîne. Divê şîretên Qur’anê li her civakê bi zimanê wan bêkirin.

Di mizgeftê de gelek caran beriya nimêjê an jî beriya xutbê mela, ji kitêbên hedîsan wergerê dike û we’azan dide. Misilmanekî ku hatibe mizgeftê helbet dev ji karên din qeriyaye û bi hêviya ku çûyina mizgeftê giringtir be, hatiye wir. Di wê dema kin de nîvê demê, li wergerê diçe. Ji xwe ku hişekî rexneyî bi wî melayî re tine be û kitêba hedîsan vedike ji berê ve bixwîne ji dêvla xêran gunehan dike. Lewra hê jî li ser hedîsên ku ne li gorî Qur’anê ne û nakokî di navbera wân û Qur’anê de hene niqaş çêdibin. Dawî jî, kitêbên hedîsan ji ber ku mirovan nivîsîne, ne çavkaniyên baweriya İslamê bi xwe ne ku mirov bê asteng wan bipejirîne. Ew çavkaniyên agahî û zanyariyê ne. Heyf û xebîneta wê cemaatê ku desilmêj girtine û hatine rûniştine li bendî şîreteke bêniqaş in, li hêviya peyveke bi hikmet in!

Di sohbeteke dînî de nexasim yên ku kitêb û rîsaleyên kevin dixwînin, heman rewş diqewime. Vê carê zimanê dema osmankî vedigerînin. Çima gelo ma hewce ye ku wê navê werger çêbibe? Bila beriya sohbetê axaftvan wergera xwe bike an jî wergereke ku hatiye kirin peyde bike û wisa derkeve pêşberî mirovan. Gelo ji bo ku şagirt bibêjin: “Ev nivîskarê ku rîsale nivîsandine çiqasî kûr fikiriye ku ne ev axatvan be em nikarin fêm bikin.” ev metod hatiye pejirandin an ji bo giringiya axaftvanan nekeve ev werger, sadekirin û revakirin hertim heye?

Di teaziyan de dema rûniştinê kintir e. Mirov tên fatîha xwe dixwînin, çaya xwe vedixwin beriya rabûnê fatîhakê din jî dixwînin û radibin diçin. Di vê dema kurt de mela an jî nîvmela dev ji edeta xwe naqerin û direqînin erebî. Ku derbasî wergerê dibe wê navê hinek din tên rûdinin û bedêliya wan jî dike, fatîhakê dixwîne. Wateya peyvê winda dibe, bandorê li mirovan nake. Ji xwe hin çîrokên ku di Qur’anê de û di kitêbên hedîsan de nînin ku tên gotin, rewş yekcar nebaş dibe: yên zaneyê dîn adiz dibin, hinek di nav xwe de dest bi axaftinê dikin, mela ji xwe re diaxive, ti kes lê nahisîne. Heyf û xebîneta wan mirovan ku ji bo hesta dînî, ji bo hişmendiya axiretê civiyane û li hemberî gotineke zelal û dileke birehm in! Heyfa wê teaziyê, heyfa wê mirinê!

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply