“Çiya ne pêwîstî çiya ne, lê pêdviya mirov bi mirova heye)”
Lavontîn
(1)
ger te bi zagonên cîhanî bawer nekir
û xwe ji pirensîpên civakî tev de kir
û xwe ji taybetmendiyên xwecihî jî rût kir
ma bi çi bihaneyê te mîna dîwaneyên ber deryêd mizgefitan
xwe bi ser şopa pêşengên avakirinê de xwar kir?
(2)
ger ji pêşerojê re te tişt amade nekir
û di rojaneyên xwe de jî
êş û ked û şahî bi kesî re parve nekir
ma bi çi rûyî li ber dergehê hawerçûnê
te bi melûlî û xembarî xwe xuya kir?
(3)
ger dîmen, bihîstin, xwendin û şarezayî yê tu hişiyar nekir
û Kar û xebat û bizava rojane ûcaqê hizrê
di Serdarê laşê te de raman hêgin nekir
ma bi çi awayî tekerê jiyana te wê birêkeve
û meraqa hundirê te xwe li hespê zîrekiyê bi carekê siwar nekir?
(4)
gava kesekî ti dav di rêya te de neçandin
û ne jî li hafa te kesî mencenîq libar kir
ne bûyerên çerxê ji nişkava tu daxdan
ne jî li ser zemînê kesî xişm bi ser te werkir
ma ji mafê te ye ku tu bi ser hemiyan de gazina biweşîne
û li civat û kolanan rastî kê hat jêr bibase û bêje:
ti carî meriv û dostan sûd li min nekir?
(5)
li dor xwe baş çavan biçêrîn
û li şûna loma welatiyan
şûjinên poşmaniyê di govdê xwe de biçîn
û weke zeviya ku nû hatî ajotin
vînê di hundirî xwe de biteqîn
û xwe baş ji heyamên guhartinê re bimeyîn
wê gavê gazinê ji pergala te hêdî hêdî barkin
û çirûska tevger û nûjenbûnê wê bi şanazî xwe li te bimîn.
Majêd A Mihemed