ROJA ZIMANÊ DAYÎKÊ

Roja Zimanê Dayîkê bi coş û kelecan di hemû dinyayê de her sal di 21’ê Sibatê de tê pîrozkirin. Divê em Kurd, ji ber ku balê bikişînin ser girîngîya zimanê dayîkê pîrozbahîyên vê rojê xurt bikin. Di hemû qadên jîyanê de zimanê xwe bikarbînin û zindîtî û dewlemendîya zimanê xwe berdewambikin.
« Kesên ku zimanê xwe winda bike, ew winda ye. » Gotina Pêşîyan

1952’yan de Bengladeş di bin bandora Pakîstanê de bû û ji vê erdnîgarîyê re jî « Rojhilata Pakîstanê » dihat gotin. Wî çaxê dewleta Pakîstanê di vê hêlê de zimanê Urdî wek zimanê fermî îlankir. Di 21’ê Sibatê 1952’yan de xwendekarên Bengalî yên ku di Zanîngeha Dhakayê de dixwendin dijî vê bûyerê biryara xwepêşand û çalakîyan dan. Lê belê dewleta dagirker destûr neda. Her wiha xwendekar, rewşenbîr û zanistên Bengalî xwepêşandanek mezin darxistin û bi girseyî li dijî vê biryar û astengkirinê serî rakirin. Di xwepêşandan û çalakîyan de li Dakkayê ( îro serbajarê Bengladeşê ye ) pênc xwendekarên “ Dhaka Medical College ” ê, yên ku dixwestin zimanê « Bengalî » wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ji alîyê polêsên dewleta dagirker Pakîstanê ve hatin kuştin ( 21 Sibat 1952 ). Hetanê 1956’an çalakî û têkoşîna bikaranîna zimanê « Bengalî » berdewamkir û di dawîyê de Pakîstanê zimanê « Ûrdî û Bengalî » bi hev re wek zimanê fermî qebûl kir.

Ji bo bîranîna cîwanên ku têkoşîna zimanê xwe yê dayîkê dane û hatine kuştin û her wiha ji bo grîngîya zimanê dayîkê, UNESCO’ yê di 17’ê mijdarê 1999’an de 21’ê Sibatê wek « Roja Zimanê Dayîkê » dîyar kir. Di sala 2000’an de cara yekem ev roj hat pîrozkirin û her wiha heta îro her sal di 21’ ê sibatê de tê pîrozkirin.

Zimanê ku meriv bi taybetî ji dayîka xwe ( û ji civaka ku tê de dijî ) dibîhîze û fêl dibe re « zimanê dayîkê » tê gotin û zimanê dayîkê kesayeta civakî ya mirovan diafirîne û xala herî pewist ya çêbûna netewan e. Netew jî bi hevkarî vî zimanê bikar tînin. Di dinyayê de her netewek bi zimanê xwe ( bi taybetî bi zimanê dayîkê ) tê nasîn. Kurd bi Kurdî, Tirk bi Tirkî, Ûris bi Ûrisî… qisedikin. Netew ji ber ku hebûna xwe bidomînin divê zimanê xweyê dayîkê biparêzin û di hemû qadên jîyanê de bikarbînin.
Ziman û netew bi hev ve girêdayî ne û hebûn û tunebûna hevdu ne. Windabûna zimanan, windabûna civak, gel û netewan e. Meriv çiqas zimanê xwe biparêze ewqas jî hebûna xwe diparêze. Em çiqas rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe ewqas jî didin xwe û netewê xwe. Dema ku ziman ji jîyana rojane û ji çandê, nivîsê û qadên zanistîyê derket mehkûmê mirinê dibe. Mîr Celadet Bedirxan : « Şerma mezin ewe ku mirov zimanê xwe nizanibe. ». Divê Kurd wextê bibêjin « Ez Kurdî nizanim. » fedî bikin û berê her tiştî zimanê xwe fêl bibin her wiha di mal û di nav malbatên xwe de bikar bînin û rûmet û qîmetê bidin zimanê xwe. Netew û civakên ku zimanê xwe neparêzin û rûmetê nedin zimanê xwe di binê bandora ziman, çand û hunerên din de dimînin û ji çand, huner û zimanên xwe ( û ji xwe ) dûr û bîyanî dikevin. Kesên ku ji zimanê xwe dûr bikeve ji çanda xwe, hebûn, kesayetî û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Ji ber wê yekê bikaranîna ziman, hebûn û tunebûna netewan e û xerca yekîtîyê ye. Di nava têgehên ku kesayeta netewan çê dikin de ya herî girîng « ziman » e. Divê em hemû Kurd li vê têgeh û nirxa herî pîroz û girîng xwedî derkevin û biparêzin ! An na em, di kîjan şert û mercê de û di kîjan erdnîgarîyê de bijîn, bi kesayata xwe ya netewî ango Kurd nayên hesibandin !

Ziman zindî ye û bi jîyana civakan ve diherike û dimeşe. Zindîtîya zimanê me bi axaftin, nivîsandin û jîyanek Kurdewarî tê berdewamkirin. Ji bo parastin, zindîmayîn û dewlemendkirina zimanê me hemû kes, dezgeh û sazî, divê bi xebat û xîretên xwe, bi her awayî, têkarî û alîkarîyên xwe îhmal nekin.

Kurdî di erdnîgarîya xwe de di bin tesîra înkarî û asîmîlasyonê de bi sed salan maye. Lê miqabil bi alîkarîya berhemên wêjeya devkî û bi axaftin, lorî û lawikên dayîkan li ser xwe sekinîye û zindî maye. Bikaranîn û qisedana zimanê dayîkê kesayeta gelan zindî dihêle. Ji ber vê yekê ez li ber hemû kesên ku bûne sedemê zindîmayîna zimanê me û yên ku di mal û malbatên xwe de Kurdî bikaranîne û bikartînin bejna xwe ditewînim. Kurdî çiqas qedexe bûye ewqas jî bi xîret û alîkarîya dayîkan û gelê me bi rewşek xwezayî zinditî û dewlemendîya xwe berdewam kirîye û xwe parastîye. Meriv divê bîrve neke: Parastina kesayeta netewan girêdayîyê axaftin û bikaranîna zimanê dayîkê ye!
Feylezof û perwerdenasê Almanî Wilhelm Von Huboldt : « Welatê rastî yê netewan zimanê wî ye, ziman ji bo dîyarkirina daxwazek netewî, heyînîyekî xurt e. Wextê zimanê netewî windabibe, di wextekî kurt de dibe ku hîsên netewî jî windabin. » gotîye. Her wiha bal kişandîye ser pêwendîya ziman û kesayeta netewan. Nivîskarê Kurd Osman Sebrî jî ji bo girîngîya parastin û bikaranîna ziman wiha gotîye : « Ger tu bixwazî welatparêzîya kesekî nas bikî, lê binêre ka çiqasî li zimanê xwe xwedî dertê. ». Belê wisa ye, welatparêzî û neteweperwerî girêdayê axaftina ziman e !

Ji ber ku zimanê me li ser xwe û zindî bimîne, em hemû Kurd, di mal û malbatên xwe de, di sazî û dezgehan de, di danûstandin û bazaran de pêwiste ku bi xwezayî Kurdî qise bikin û bikar bînin. Kurdî zimanek bi nirx, bi rêzik û qeydeyên taybet û dewlemend e. Ji ber vê yekê li ser xwe maye û winda nebûye. Çawa me ji mezinên xwe mayînde û emanet girtîye wisa jî bi dewlemendî û rengînîya wî, îro bi alav û derfetên rojane pêwiste ku em jî teslîmê pêşerojê û zar û zêçên xwe bikin.

Meriv bi lorîkên zimanê xwe yê dayîkê çavên xwe vedike û zimanê merivan dibe qedera merivan ya herî pîroz. Ji bo zimanê dayîkê Seîdê Kurdî wiha gotîye : « Mora qederê ya di însanan de ziman e. Reng û rûyê însanîyetîyê jî di rûpelên ziman de neqiş û xemla beyana xwe dide der. Zimanê zikmakî jî, ji ber ku sirûştî û fitrî ye peyv û axaftin bi xwe berê xwe bê gazî û vexwendin têne hiş û bîra mirov. ». Her wiha balê dikişîne ser hêsanî û girîngîya zimanê dayîkê. Wextê meriv fikir û ramanên xwe û gotinek rihet û azad bi zimanê dayîkê radigihîne, bêje û hevok wek zincîr li pê hev bênavberî ji devê merivan diherikin. Divê meriv bîrve neke : Tehm û tewaşa vegotinek sade û bi dil û can bi zimanê dayîkê hêsan û xweş e.

Zimanê dayîkê çiqas şirîn e û meriv hîs û ramanên xwe pê çiqas rihet tîne ziman ! Helbest û kilamên zimanê dayîkê ciqas xweş in ! Gelo kî xewn û xeyalên xwe bi zimanê dayîkê nabîne ?

Ji cahil û nezanan bigire hetanê rewşenbîran em îro bi her awayî ji bikaranîna zimanê xweyê dayîkê dûr dikevin. Eger em di malên xwe de û di nav malbatên xwe de zimanê xwe qise nekin dibin sedemên birvekirina zimanê xwe.
Hinek kesên ku xwe « rewşenbîr û nivîskar » dihesibînin, zimanekî çêkirî disepînin gelê me. Her wiha gellek bêjeyên ji vac û ruhê Kurmancî dûr, bi zorê dikin hebanok û ferhenga zimanê me. Bi rêzik û qeydeyên çêkirî û bi zorê ziman dewlemend nabin. Xênjî zanyar û pisporên zimanan – ew jî divê « etîmolog » bin – tu heqê kesî tune ye li ferhengê bêjeyan zêde bike ! Yên ku ziman baş nizanin, wextê dikevin tengasîyê ji ber xwe bêjeyan derdixin her wiha bêjeyên ji ruhê Kurmancî dûr bikartînin û aheng û rengê zimanê me xirab dikin.

Eger em zimanekî çêkirî bisepînin keç û kurên xwe, ji ber ku di bin asîmîlasyon û zordarîyê de ne û Kurdî kêm dizanin û qisenakin, ser hev em tirsa « rû bi rû qisedana Kurdî » dikin dilê wan. Her wiha em dibin sedemên dûrketina ziman û kesayeta wan ya netewî. Divê em hevdu rihet berdin, hezkirina zimanê xwe bikin dilê zar û zêçên xwe. Li ser vê mijarê ez dixwazim anekdotek binivîsînim. Musa Anter û hevalek xwe li Stenbolê diçin mala hemwelatîyek xwe. Jina malê di axaftina xwe de Kurdî û Tirkî li nav hev dixîne û dibêje : « Derî açmîş bike, pencerê kapatmîş bike…». Hevalê Musa Anter hêrs dibe û ji bo vê qisedanê rexnên xwe tîne ziman. Apê Musa mudaxele dike û wiha dibêje : « Hêrs nebe, hêrs nebe! Qet nebe koka peyvê ya me ye. ». Her wiha anîye ziman ku herî kêm divê em « kok » a zimanê xwe ji dest bernedin. Bikaranînek xirab de jî di qisedanê de ziman bi xwe aheg û rengê xwe yê xwezayî dibîne.

Gel bi gorî hewceyî, îmkan û derfetên xwe zimanê xwe dewlemend û zindî dihêle. Di qisedanê de divê meriv rihet be û nekeve gerandina bêjeyan. Di herikandina qisedanê de kîjan bêje bidest ket meriv bikarbîne baştir e. Hewce nin e ku meriv li bêjeyan bigere ! Di qisedanê de bêjeyên em bikartînin ji kîjan zimanê dibe bila bibe em bikarbînin « dinya xirab » nabe ! Divê meriv bîrve neke : « Tu zimanek homojen nin e. ». Di hemû zimanan de bêjeyên bîyanî he ne û ji zimanan re kêmasî nin e.

Hinek merivên ku Kurdî dinivîsînin, ji ber ku bêjeyên ji zimanên dinê bikar neynin, ji xwe re, ji vac û mîzanên Kurmancî dûr, zimanek çêkirî sazkirine û ji vî zimanê re jî « Kurdîya Akademîk » gotine. Gelo ziman çawa dibin akademîk ? Divê em berê « Akademîya Zimanê Kurdî » saz bikin û di vê akademîyê de jî alozî û tevlihevbûnên zimanê xwe re çareserîyê bibînin. Wextê bikaranînek hevbeş û zelal bidest ket êdî meriv dikare vê hevbeşîyê bi gel re parve bike ! Bikaranîna ziman hevkare û hevbeş nebe û kesane be, zimanê me de tevlihevbûn û alozî çê dibe !
Çawa « Kurdîya Akademîk » derketîye holê ? Tu zimanekî akademîk tune ye eger hebe « xebatên akademîk » he ne. Xebatên ku zanyar û pisporên zimanan çê dikin re xebatên akademîk tê gotin û di vê qadê de hemû xebat û hêzên ku ji alîyê pisporên zimanan de tê çêkirin, dewlemendîyê dide zimanan. Hemû kesên ku ziman dizane nabin pisporên ziman ! Divê meriv birve neke « zimanzanî » û « zimannasî » ji hev cuda ne ! Eger meriv « zimannas » nebe, divê wêrekî û heqê guhertin û şîrovekirina rêzik û qeydeyên rêzimanan û çêkirina bêjeyan jî di xwe de nebine ! Her wiha xwezayîya ziman jî xirab ne ke !

Hinek kes jî he ne : Bêjeyên ku em pê mezin bûne bikarnayînin û nanivîsînin. Tu dibêjî qey qisedana ku bi bêjeyên çêkirî û sosret, pileya wan bilind dike ! Wextê em bi van bêjeyan qisedikin « tew » li zimanê me dikeve û bend dikeve navbera qisedan û ramanên me û em qisedanek herikbar û fêmbar nikarin çêbikin ! Her wiha di binê bandora vê rewşê de, di rûyê bêjeyên çêkirî û sosret de, zar û zêçên me – ji xwe zimanê xwe kêm dizanin – tiştên ku dizanin ji bîr ve dikin, di qisedanê de matmayî dimînin û « fêmkorî » dibin ! Berê her tiştî pêwiste ku, bi rewşekî xwezayî em qisedan, xwendin û nivîsandina zimanê xwe teşwîq bikin.

Wextê em li kilam, xewroşk, destanên zimanê xwe mêze dikin, çiqas bêjeyên xas û xweş hatine bikaranîn, çiqas li guhên merivan xweş tên û xem û xeyalên merivan xweş tînin ziman ! Van berhemên hanê bi qelem û defteran bidestneketine, bi awayekî xwezayî û ji dil û can û devkî derketine holê. Klasîkên me bi zimanek gelerî hatine neqişandin. Her wiha, ji ber ku çavkanîyên xwe ji gel digirin û gelerî ne, di nav salan de wek cewher tên biriqandin û roj bi roj giranbiha dibin.

Ehmedê Xanî, Mela Huseynê Bateyî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan… akadamîsyen û zanistên ziman nebûne. Lê belê bi berhem û xebatên xwe bûne sedemên zindîmayîn û dewlemendbûna zimanê me. Divê em hemû Kurd li ber kesayetên van camêr û xweşmêran bejna xwe bitewînin.
Gotina Celadet Alî Bedirxan ya ku li ser pêwistîya xwendin û nivîsandina zimanê me çiqas balkêş e : « Heyf xebînet û hezar mixabin nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin. ». Ji bo zimanê me zindî bimîne divê em bixwînin, binivîsînin û di qadên muzîk, wêje û çandê de xebat û lêkolînan çêbikin ! Ji bo parastina kesayeta netewî çek û sîleha herî mezin axaftin û nivîsandina zimanê dayîkê ye. Di qisedan û bikaranîna ziman de her tîpek dibe « kevirek » li nav çavên nijadperest û desthilatdaran dikeve ! Bikaranîn û nivîsandina zimanê dayîkê ji merivan re xîret û rûmet e. Divê meriv bêxîretî û bêrûmetîyê neke!

Pirsgirêka me ya herî mezin : Her olêk, eşîrek, deverek û sazîyek ji xwe re zimanek bikar tîne û vî zimanê jî disepînin gelê Kurd. Heqê herkesî he ye ku bi devok û zaravayê xwe biaxive ! Lê heqê tu kesî tune ye ku qisedan, zarava û devoka xwe bisepîne merivan. Divê meriv rêya bikaranînek hevkare û hevbeş bi aqil û hişek hevkare û zanistî bibîne ! Hewceyîya me ya herî girîng hînbûn û bikaranîna zimanek hevkare ye. Keç û xortên me çiqas bixwînin û perwerdeyê bi zimanê dayîkê bibînin ewqas jî Kurdîya me pêş dikeve. Li ku derê dibe bila bibe perwerdehîya bi zimanê dayîkê ji bo merivan mafek herî bingehîn e. Ziman ji bo mirovahîyê pêmayîyek hevbeş e divê em vê pêmayîyê biparêzin û mayînde bikin.

Ez bawerim û bendewarim ku di pêşerojê de ji bo xizmeta dewlemendbûn û zindîmayîna zimanê me zanyar û pisporên zimanê me zêde bibin û li ser xeta xwezayîyê û bi bingehên zanistîya ziman hemû şaşî û çewtîyên zimanê me rast bikin.

21’ ê sibatê rojeke navnetewî ya zimanê dayîkê ye. Lê ji me Kurdan re her roj bila bibe roja zimanê me. Bi hêvîya bikaranîn, axaftin û dûrneketina ziman û çanda Kurdî û bi gotina seydayê mezin Cîgerxwîn nivîsa xwe dawî dikim. « Min digot qey tu bi zimanî, ma tu bi Kurmancî nizanî? ».

Çavkanî :

  1. POLAT, Lokman, Xwendevan Yan Xwiner, https://candname.com/xwendevan-yan-xwiner/
  2. KEMALOGLU Nasir, Alozî û Tevlihevbûnên di Kurmancî de, Kovara Nûbiharê, hejmar 145
  3. YILDIRIMÇAKAR, Adil , Bedîuzzeman û Medresetuzzehra, Weşanxaneya Nûbiharê, Istanbul 2018
  4. Pirsname, Nasir KEMALOGLU, https://candname.com/pirsname-nasir-kemaloglu/
  5. https://candname.com/li-ser-giringiya-zimen-hin-gotin-u-helbest/
  6. Journée Int. de la langue maternelle 2019, http://www.zakweli.com/journee-int.-de-la-langue-maternelle-2019/
  7. RONAHÎ, Reşo, Ziman bêyî jiyan nabe, https://www.evrensel.net/haber/28204/ziman-by-jiyan-nabe
  8. Journée Int. de la langue maternelle, https://www.journee-mondiale.com/101/21_fevrier-internationale_langue_maternelle.htm
  9. https://www.ceviriblog.com/2017/10/25/dunyada-kaybolmaya-yuz-tutmus-diller/
  10. Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî, http://www.rupelanu.com/roja-zimane-zikmaki-ya-navneteweyi-3153h.htm

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply