Roja Dûmahiyê (Xutbe)

 

وَلَا تُخْزِنِي يَوْمَ يُبْعَثُونَ (87) يَوْمَ لَا يَنْفَعُ مَالٌ وَلَا بَنُونَ (88) إِلَّا مَنْ أَتَى اللَّهَ بِقَلْبٍ سَلِيمٍ (89) الشعراء                                           

Bawermendên birûmet!

Yek ji esasê îmanê yê bingehîn baweriya bi roja dûmahiyê ye. Çi tişta ku di erd û asîmanan de heyî, wê her dê rojekê hilweşe û wêran bibe, temamê zindeweran dê bimirin û di pey wê de jî wê qiyamet rabe. Qiyamet, destpêka jiyana axretê ye. Mirov afirandeyeke berpirsiyar e. Ew jî ji taybetmendiyên wî yên bingehîn e. Ji ber ku mirov li hember emr û qedexeyan berpirsiyar e hemin dê rojekê ji bo wan kiryarên ku li dinyayê kirin wê bête lêpirsîn. Lewre hatina wî ya dinyayê ne bi rasthatinî ye. Digel ku Xuda Teala temamên tiştên ku di erdê de heyî tev xistine di bin emrê wî de. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Ma we guman dikir ku me hûn beredayî afirandine û hûn dê li me neyên vegerandin.”[1]

Misilmanên birûmet!

Ji roja saxbûna piştî mirinê re roja hisabê tê gotin. Ev roj, yek ji wan rojên girîng ên mirovan e. Heta ku pêxember jî ji tirsa wê rojê xwe diavêjin Xuda Teala. Yek ji wan pêxemberan jî, bavê me Îbrahîm e. Binêrin ka wî çawa dia kiriye: “Roja ku mirov bên şiyandin bi bal qiyametê ve, min rûreş nekî. Ew roja ku mal û zarok sûdê nadin tu kesî. Ji bilî yên ku bi dilekî pak têne bal Xuda Teala ve.”[2] Bavê me Îbrahîm bi vê diaya xwe ji me re bûye mînak û rê nîşanî me daye. Ji xwe raza cihgirtina wê di Quranê de jî ev e. Ayeta pîroz jî bala me dikişîne bi bal van mijaran ve: Gelî mirovan! Hûn ê bimrin. Lê piştre hûn ê sax bibin li hizûra Xuda hisabê bidin. Vê ji aqilê xwe dernexin û amade bin. Bavê me Îbrahîm digel ku pêxemberê Xuda û dostê wî bû jî roja hisabê ji bîr nedikir û da ku li hember Xuda Teala şermezar nebe ji Xuda dia û lavelav dikir.Nexwe ji bo razîbûna Xuda Teala pir bixebitin û ji bîr nekin jî ger ku razîbûna Xuda Teala wê rojê tune be, tu kes nikare ku qenciyekê jî li we bike. Lewre eger Xuda destûrê nede tu kes nikare wê rojê mehderê jî bike. Ew roj rojeke wisa ye ku mal û zarokên wî jî nikarin tu sûdê bidinê. Çawa ku Xuda Teala di Qurana pîroz de ferman dike: “Gelî mirovan! Xwe ji xezeba Xudayê xwe biparêzin û ji rojeke wiha bitirsin ku tu bavek ji ber zarokê xwe ve  û tu zarokek ji ber bavê xwe ve tu cezayekî nabîne. Hemin peymana Xuda Teala heq e. Vêca bila jiyana dinyayê we nexapîne û bila şeytanê xapînok jî we nexapîne.”[3] “Roja ku mirov ji birayê xwe, ji dayik û bavê xwe û ji jin û zarokê xwe direve.”[4]Lênûsk (deftera gotin û kiryarên mirovan) hatiye danîn, vêca wê rojê tu gunehkaran dibînî ku ew ji ya tê de hatiye nivîsîn, bi tirs in û dibêjin: Nexweşî ji me re be! Ev çi lênûsk e? Çiqas gunehek ku heyî çi piçûk û çi mezin bernedaye, her ew tê de nivîsiye. Çiqas tişta ku li dinyayê kirin dîtin ku tê de nivîsandiye. Xudayê te qet li tu kesî neheqiyê nake.”[5]

Misilmanên birûmet!

Ew kesê ku zanibe wê  her dê rojekê ji kiryarên xwe yên neqenc hisab pê re bê dîtin û ku di mehkemeya wê rojê de jî hakim Xudayê mezin e wê xwe ji temamê xirabiyan biparêze. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “Ew roj, dê zimanên wan, destên wan û piyên wan ji ber (xirabiyên) ku kirine, li ser wan dibin şahid.”[6]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  El-Mumînun 115.

[2]  Eş-Şu’ra 87-89.

[3]  Lûqman 33.

[4]  Ebese 34-37

[5]  El-Kehf 49.

[6]  En-Nûr 24.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply